PIRSA 6
Kitêba Pîroz derheqa Mesîh çi pêxembertiyê dike?
PÊXEMBERTÎ
“Ya Beytlehem-Efrata, . . . zilamê ku bona min bibe serwerê Îsraêlê, wê ji te derkeve”
PÊXEMBERTÎ HATINE SÊRÎ
“Gava Îsa Beytlehma Cihûstanêda, rojêd padşatiya Hêrodesda bû, hingê çend steyrnas ji rohilatê hatine Orşelîmê”
(Metta 2:1).
PÊXEMBERTÎ
“Li hev par dikin kincêd min, pişk davêjin li ser lîbasê min”
(Zebûr 22:18, ÎM).
PÊXEMBERTÎ HATINE SÊRÎ
“Hingê hevdura gotin: ‘Werin em vî neqelêşin, em peşk bavêjin, ka wê kêra bikeve’. Ev yek bû, wekî nivîsar bê sêrî: ‘Kincêd min nav xweda parevekirin û ser potê min peşk avîtin’. Awa eskera ev yek kirin”
PÊXEMBERTÎ
“Hemû hestiyêd wî diparêze; qet yek jî naşkê”
(Zebûr 22:18).
PÊXEMBERTÎ HATINE SÊRÎ
“Lê gava ku ew nêzîkî Îsa bûn û dîtin ku ew îdî miriye, wana hestûyêd renêd wî neşkênandin”
PÊXEMBERTÎ
“Lê belê ew ji ber gunehên me birîndar bû”
(Îşaya 53:5).
PÊXEMBERTÎ HATINE SÊRÎ
“Lê dîsa ji eskera yekî rim neksa wîra kir û pêra-pêra av û xûnê avît”
PÊXEMBERTÎ
“30 parîk zîv wezinandin [dan]”
(Zekerya 11:12, 13).
PÊXEMBERTÎ HATINE SÊRÎ
“Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kahîna û got: ‘Hûnê çi bidine min, wekî ez wî bidime destê we?’ Û wana sî zîv jêra soz dan”