SERÊ 14
Yahowa bi saya Pêxemberêd Xwe Xeber Dide
Yahowa pêxembera dişîne, wekî ewana derheqa dîwankirinê, usa jî derheqa qulixkirina temiz û gumana ser Mesîh, elam kin
WEDÊ padşêd Îsraêlê û Cihûda, Yahowa mêra dijbêre dêmek pêxembera, yêd ku bi navê wî pêxembertî dikirin. Evan meriya bela dikirin qirara Xwedê, û eyan dibûn bi baweriya xweye qayîm û bi mêrxasiyê. Niha emê pêbihesin derheqa çar têma, yêd ku pêxembertiyêd wanda eyan dibûn.
1. Hilşandina Orşelîmê. Gele wext pêşiya hilşandina Orşelîmê, pêxemberêd Xwedê, Îşaya û Yêremya pêşda digotin wekî şeher wê bê hilşandinê û wêran bimîne. Wana usa jî şirovedikirin ku çira Xwedê wê xezeba xwe, bişîne ser Orşelîmê. Orşelîm ne hêjayî bû wekî navê Xwedê li ser be, çimkî wê derê qulixkirina qelp pêşda dibirin, hin jî bênamûsî û zulmî dikirin (2 Padşatî 21:10-15; Îşaya 3:1- 8, 16-26; Yêremya 2:1-3:13).
2. Tezekirina qulixkirina rast. Paşî dîltiya 70 salî, cimeta Xwedê wê ji Babîlonê bê azakirinê. Ewana wê vegerin ser erdê xweyî wêrankirî, û paristgeha Yahowa di Orşelîmêda tezeda ava kin (Yêremya 46:27; Amos 9:13-15). Îşaya pêxember weke 200 sal pêşda, pêxembertî kir derheqa navê wî merivî yê ku wê Babîlon zeft kira, û îzin bida cimeta Xwedê ku qulixkirina rast pêşda bibin. Navê wî Koreş bû. Îşaya pêxembertiya xweda usa jî hûr bi hûr şirovedike, wekî çi cûreyî Koreş gerekê Babîlonê zeft ke (Îşaya 44:24-45:3).
3. Hatina Mesîh û emirê wî. Mesîh di şeherê Beytlehmêda wê bê bûyînê (Mîxa 5:2). Ewê pê kerê bikeve Orşelîmê, û bi vê yekê milûktiya wî wê bê kifşê (Zekerya 9:9). Rast e, ew wê milahîm û qenc be, lê yeke gelek merî wê wî înkar kin (Îşaya 42:1- 3; 53:1, 3). Mesîh bi mirineke çetin wê bimire, lê emirê wî bi vê yekê xilaz nabe. Bi saya qurbanbûna wî, gunêd geleka wê afû bin (Îşaya 53:4, 5, 9-12). Ev yek wê biqewimiya tenê paşî saxbûna wî.
4. Serwêrtiya Mesîh ser erdêra. Serwêrtiya merivêd neqedandî, nikare edilayiyê meriyara bîne, lê Padşayê Sozdayî wê bê navkirinê, ça Padşayê edilayiyê (Îşaya 9:6, 7; Yêremya 10:23). Bin serwêrtiya wî hemû merî tevî hev û tevî hemû heywana, di edilayiyêda wê bijîn (Îşaya 11:3-7). Nexweşî îda wê tune bin (Îşaya 33:24). Heta mirin jî, wê heta-hetayê bê kutakirinê (Îşaya 25:8). Wedê padşatiya Îsa Mesîh ewêd ku mirine, seva jîyîna li ser erdê wê bêne saxkirinê (Daniyêl 12:13).
Li ser hîmê kitêbêd Îşaya, Yêremya, Daniyêl, Amos, Mîxa, û Zekerya.