KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 19 rûp. 22
  • Îsa Derheqa Axiriyê Pêxembertiyê Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Derheqa Axiriyê Pêxembertiyê Dike
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa Sax e!
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 19 rûp. 22
Ser Çiyayê Zeytûnê Îsa tevî hine şandiyên xwe xeber dide

SERÊ 19

Îsa Derheqa Axiriyê Pêxembertiyê Dike

Îsa Mesîh şirovedike û xeber dide, derheqa nîşanêd wan roja, çaxê wê serkartiya wî û kutasiya vê dinya qelp destpêbe

ÎSA tevî çar şandiyêd xwe rûniştibû ser çiyayê zeytûnê, ji kîderê ku Orşelîm û paristgeh rind dihatine kifşê. Îsa wanara gilî dikir, derheqa kutasî û “axiriya vê dinya” qelp. Ewî usa jî got, wekî paristgeh wê bê hilşandinê (Metta 13:40, 49). Hingê şagirtêd Îsa ji wî pirsîn: “Nîşana hatina te û axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3).

Îsa şirovekir, wekî pêşiya hilşandina Orşelîmê wê çi biqewime. Lê giliyê wî ne tenê derheqa Orşelîmê bûn, ew gilî di axiriyêda jî gerekê bihatana sêrî li ser temamiya dinyayê. Îsa Mesîh pêxembertî kir, û hûr bi hûr şirovekir, wekî çi wê biqewime rojêd paşinda û halê vê dinyayê wê çawa be, û eva hemû tişt tevayî wê bibûya nîşana destpêbûna Padşatiya Yahowa Xwedê. Bi giliyê mayîn, van nîşana wê eşkere kirana ku Xwedê, Îsa Mesîh kire Padşa di Padşatiya ezmanda, dêmek Îsa wê zûtirekê qira vê dinya xirab bîne, û edilayiya rastî bide meriya. Pêxembertiyêd Îsa, bûn nîşana kutasiya vê dinya xirab, dînêd qelp, hukumeta polîtîkê û sosîologiyê, û usa jî bû nîşana destpêbûna emirê teze.

Îsa got, wekî çaxê ew bibe Padşa, li ser erdê wê şer destpêbin, birçîbûn, erdhejêd qewî, nexweşiyêd giran hemû ciya, û neheqî jî wê zêde bin. Şagirtêd Îsaye rast, li ser temamiya dinyayê mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê wê bela kin. Xilaziyê wê “tengasiya usa mezin” destpêbe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha ya usa tunebûye (Metta 24:21).

Mesîhî ça gerekê fem bikin wekî ev tengasî nêzîk e? Îsa gut: “Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin” (Metta 24:32). Çaxê li ser dara hêjîrê belg dertên, ev nîşana wê yekê ye ku havîn nêzîk e. Xût usa jî, çaxê pêşgotinêd Îsa derbekêra biqewimin, ev wê bê hesabê wekî kutasî nêzîk e. Lê xêncî Bav, kesek wê nizanibe roj û siheta destpêbûna tengasiya mezin. Lema jî Îsa Mesîh şîreta usa da şagirtêd xwe: “Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje” (Marqos 13:33).

Li ser hîmê kitêbêd Metta serê 24 û 25; Marqos serê 13; Lûqa serê 21.

  • Şagirtêd Îsa çi dixwestin pêbihesiyana?

  • Ew nîşana ku Îsa got çi dihate hesabê, û kîjan qewimandin dikevine vê nîşanê?

  • Çi şîret Îsa da şagirtêd xwe?

NÎŞANA HATINA ÎSA MESÎH

Îsa xeber dida derheqa wê nîşanê ku wê bide eyankirinê, wekî zûtirekê Xwedê wê qira vê dinya xirab bîne. Destpêbûyî ji şerê hemdinyayêye pêşin, meriya pê çevê xwe didît, wekî pêşgotinêd Îsa têne sêrî. Hemû tiştêd ku tevî rêlîgiyê, polîtîkê û usa jî jîyîna meriyava girêdayî ne, gelek zû têne guhastinê, û ev yek eyan dike ku kutasiya vê dinyayê gelek nêzîk e. Îsa şagirtêd xwera pêşda got û şîret da, wekî ewana “hişyar bimînin” û li ser riya Xwedê qayîm bisekinin (Lûqa 21:36; Metta 24:3-14)a.

a Hê zêde derheqa pêxembertiyêd Îsa Mesîh, hûn dikarin pêbihesin ji kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?”, serê 9 Ev kitêb Şedêd Yahowa neşir kirin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin