DERSA 3
Rexabê Yehowa Bawer Kir
Bide hesabê xwe ku em şeherê Erîhayêda nin. Ev şeher erdê Kenanêda ne, merivên kîjanî Yehowa bawer nedikirin. Û kulfetek bi navê Rexab jî wêderê dijît.
Çaxê Rexab hê zar bû, ewê bihîstibû serhatiya derheqa Mûsa, ku ewî çawa Bera Sor kire du para, û cimeta Îsraêlê ji Misirê derxist. Ewê usa jî bihîstibû, wekî ça Yehowa alî Îsraêliya kiriye, wekî şerada dijminên xwe alt kin. Lê niha ew dibihê ku Îsraêlî nêzîkî Erîhayê cîwar bûne!
Rexabê cesûs veşartin, çimkî ewê Yehowa bawer dikir
Êvarekê du Îsraêlî ketine Erîhayê, wekî dizîkava vê şeherê binihêrin. Merivên usa, têne navkirinê cesûs. Ewana hatine mala Rexabê. Ewê wana teglîf kir, seva ku mala wêda bimînin. Êvarê, padşê Erîhayê pêhesiya ku cesûs şeherda nin, û ewana mala Rexabêda mane. Lema jî padşa hine merî şandin, wekî wan cesûsa bigirin. Lê Rexabê ew cesûs ser baniyê mala xweyî pen veşartin. Û Rexabê usa got wan merivara, kîjana padşa şandibû: “Cesûs vira bûn, lê ewana îda ji şeher derketin. Hergê hûn niha pey wan kevin, hûnê wana bigirin!” Lê tu zanî Rexab çira wan cesûsa vedişêre?— Çimkî ew Yehowa bawer dike, û zane ku Yehowa erdê Kenanê wê bike destê Îsraêliya.
Pêşiya ku cesûs ji mala Rexabê biçûna, ewana soz dane wê, ku çaxê şeherê Erîhayê bê hilşandinê, ewê tevî malbeta xwe xilaz be. Lê tu zanî cesûsa jêra çi gotin, ku ew bike?— Wana got: “Hilde toga sor û ser pencera mala xwe darda ke. Hergê tu usa bikî, her kesê ku mala teda be, wê xilaz bin”. Rexabê hemû tişt hema usa kir, çawa ku cesûsa wêra gotibûn. Lê tu zanî paşê çi diqewime?—
Yehowa, Rexab û malbeta wê xwey kir
Hine wede derbaz bû, û Îsraêliya destpêkirin dora şeher herin-bên. Şeş roja ewana dora şeher rojê carekê diçûn-dihatin. Lê roja hefta ewana heft cara dora şeher diçûn-dihatin. Hingê ewana tevayî bi dengê qayîm kirine qare-qar. Wê demê Yehowa dîwarên vî şeherî hilşandin. Lê ew mala ku toga sor pêva girêdayî bû, hilneşiya! Lê tu dikarî evê yekê ser şikil bivînî?— Rexab û malbeta wê xilaz bûn!
Tu çi dikarî ji mesela Rexabê hîn bî?— Rexabê Yehowa bawer kir, çimkî ewê derheqa wî gelek tiştên baş pêhesiyabû. Tu jî derheqa Yehowa gelek tiştên baş pêdihesî. Lê tu mîna Rexabê baweriya xwe Yehowa tînî?— Em zanin wekî tu hema usa jî dikî!
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Yêşû 2:1-24; 6:1-5, 14, 15, 20-25