KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Te Tirs û Tenêbûn ser Xwe Texmîn Kiriye?
    Zarên Xwe Hîn kin
    • Gedê biçûk xwe tenê texmîn dike û ditirse

      DERSA 7

      Te Tirs û Tenêbûn ser Xwe Texmîn Kiriye?

      Hela dîna xwe bide şikil. Tu gedê biçûk divînî? Tê kifşê wekî ew tenê ye û ditirse, usa nîne? Lê te tirs û tenêbûn ser xwe texmîn kiriye?— Her kes ji me, carna ev yek ser xwe texmîn dike. Kitêba Pîrozda jî tê gilîkirinê derheqa hevalên Yehowa, yên ku tenê mane û tirsiyane. Yek ji wan meriya Êlyas bû. Werê em derheqa wî pêbihesin.

      Jin-padşa Îzabêl gelek hêrs e

      Îzabêl dixwest Êlyas bikuşta

      Hê gelek sal pêşiya bûyîna Îsa, Êlyas Îsraêlêda dijît. Ahab padşê Îsraêlê, Xwedayê rast dêmek Yehowa nediheband. Ew û kulfeta wî Îzabêl, serê xwe ber xwedanê qelp Bael, datanîn. Lema gelek merî jî Îsraêlêda destpêkirin Bael bihebînin. Jin-padşa Îzabêl zulmkar bû, û dixwest wan hemû meriya bikuşta, yên ku Yehowa dihebandin. Û ewê dixwest Êlyas jî bikuşta! Lê tu zanî Êlyas çi kir?—

      Êlyas revî! Ew çû kûraya beriyê û şkeftêda xwe veşart. Ça tu difikirî ew çira revî?— Belê, ew tirsiya. Lê Êlyas gerekê netirsiya. Çira? Çimkî ewî zanibû, wekî Yehowa dikaribû alî wî bikira. Hê pêşiya wê yekê, Yehowa qewata xwe Êlyasra nîşan kir. Carekê Yehowa agir ji ezman barand, û bi vê yekê caba duayê Êlyas da. Lema niha jî Yehowa dikaribû alî wî bikira!

      Yehowa caba duayê Êlyas dide bi wê yekê, ku agir ji ezmên dişîne; Êlyas şkeftêda ne; Êlyas xwe baş texmîn dike, gava giliyên Yehowayî hêlanî dibihê

      Ça Yehowa alî Êlyas kir?

      Çaxê Êlyas şkeftêda bû, Yehowa tevî wî xeber da û ji wî pirsî: “Tu vira çi dikî?” Êlyas caba xwe da: “Tenê ez mame ji wan meriya, yên ku tera xizmet dike. Û ez ditirsim, çimkî min dixwazin bikujin”. Êlyas difikirî, wekî hemû xizmetkarên Yehowa îda hatine kuştinê. Lê Yehowa gote Êlyas: “Na, ev usa nîne. Xêncî te dîsa 7 000 meriyên din jî hene, yên ku minra xizmet dikin û min dihebînin. Mêrxas be. Cem min dîsa gelek şixul seva te heye ku bikî!” Ça tu difikirî, Êlyas şa bû çaxê derheqa vê yekê bihîst?—

      Ji mesela Êlyas tu çi dikarî hîn bî?— Tu car netirse û nefikire wekî tu tenê yî. Hevalên te hene, yên ku te û Yehowa hez dikin. Xêncî wê yekê, qewata Yehowa zef e, û ewê hertim alî te bike! Belê, Yehowa wê timê tevî te be û piştovanê te bike! Ji bo vê yekê tu bextewar û şa yî?—

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • 1 Padşatî 19:3-18

      • Zebûr 145:18

      • 1 Petrûs 5:9

      PIRS:

      • Hêna Êlyas, Îsraêlêda merî Yehowa dihebandin yan na? Kêra ewana xizmet dikirin?

      • Çira Êlyas revî û xwe şkeftêda veşart?

      • Yehowa çi gote Êlyas?

      • Ji mesela Êlyas çi em dikarin hîn bin?

  • Hevalên Yoşiyayî Baş Hebûn
    Zarên Xwe Hîn kin
    • Yoşiya Padşa guh dide hevalê xwe, Yêremya

      DERSA 8

      Hevalên Yoşiyayî Baş Hebûn

      Ça tu difikirî, çetin e bikî ew çi ku rast e?— Gelek meriv difikirin, wekî çetin e. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa gedekî, kîjanîra gelek çetin bû tiştên rast bike. Navê wî Yoşiya bû. Lê hevalên Yoşiyayî baş hebûn, û ewana alî wî dikirin. Werê em hê zêde derheqa Yoşiya û hevalên wî pêbihesin.

      Bavê Yoşiya, Amon bû. Amon padşê Cihûdayê bû. Amon yekî gelek zulm bû û serê xwe ber pûta datanî. Çaxê Amon mir, kurê wî Yoşiya bû padşê Cihûdayê. Lê hingê Yoşiya heyşt salî bû! Ça tu difikirî, Yoşiya jî mîna bavê xwe yekî zulm bû?— Na, ew yekî usa nîbû!

      Sêfanya pêxember merivên Cihûdayêra elametiya Yehowa gilî dike

      Sêfanya elamî meriya dikir, ku serê xwe ber pûta daneynin

      Rast e Yoşiya hê zar bû, lê yeke ewî dixwest gura Yehowa bike. Lema jî Yoşiya hevalên usa xwera dijbart, yên ku Yehowa hez dikirin. Wana alî Yoşiya dikir, wekî ew yek bikira, çi ku rast bû. Lê gelo hevalên wî kî bûn?

      Yek ji wan Sêfanya pêxember bû. Sêfanya elamî merivên Cihûdayê dikir, wekî serê xwe ber pûta daneynin, yan na, wê tiştekî xirab bê serê wan. Yoşiya guh da Sêfanya û serê xwe ber Yehowa datanî, ne ku ber pûta.

      Lê hevalê Yoşiyayî din jî, Yêremya bû. Yêremya û Yoşiya, emirda weke hev bûn. Ewana usa jî nêzîkî hev diman û tevayî mezin dibûn. Bi rastî jî ewana hevalên gelek baş bûn. Çimkî çaxê Yoşiya mir, Yêremya kilam ser wî nivîsî derheqa wê yekê, ku çiqas dilê wî ser Yoşiya dişewite. Yêremya û Yoşiya alî hev dikirin, wekî vê yekê bikin, çi ku rast e. Wana usa jî gura Yehowa dikir.

      Yoşiya û Yêremya alî hev dikirin, wekî tiştên rast bikin

      Tu çi dikarî ji Yoşiya hîn bî?— Rast e Yoşiya hê biçûk bû, lê yeke ewî dixwest tiştên rast bike. Ewî usa jî zanibû, wekî tevî wan meriya gerekê hevaltiyê bike, yên ku Yehowa hez dikin. Tu jî hevalên usa xwera bijbêre, yên ku Yehowa hez dikin û dikarin alî te bikin, wekî tiştên rast bikî!

      JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

      • 2 Dîrok 33:21-25; 34:1, 2; 35:25

      PIRS:

      • Kî bû bavê Yoşiya? Ewî tiştên rast dikir?

      • Rast e Yoşiya hê biçûk bû, lê ewî çi dixwest bike?

      • Navê herdu hevalên Yoşiya çi bûn?

      • Tu çi dikarî ji Yoşiya hîn bî?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin