-
Wana Derheqa Îsa NivîsîZarên Xwe Hîn kin
-
-
DERSA 11
Wana Derheqa Îsa Nivîsî
Tu van meriva ser şikil divînî?— Ev hene Metta, Markos, Lûqa, Yûhenna, Petrûs, Aqûb, Cihûda û Pawlos. Ew hemû merî hêna Îsada dijîtin. Xêncî wê yekê, wana derheqa Îsa nivîsî. Werê em hê zêde derheqa wan meriva pêbihesin.
Tu derheqa van mêra çi zanî?
Ji wana sisê şandî bûn, yên ku tevî Îsa xizmet dikirin. Lê tu zanî ev hersêk kî bûn?— Metta, Yûhenna û Petrûs. Metta û Yûhennayê şandî, rind Îsa nas dikirin. Û wana her du jî, derheqa emirê Îsa kitêb nivîsîn. Yûhennayê şandî usa jî kitêba bi navê Eyantî nivîsiye, û dîsa sê neme bi navê Yûhennayê Pêşin, Yûhennayê Duda û Yûhennayê Sisiya. Lê Petrûsê şandî du neme nivîsîne, neme bi navê Petrûse Pêşin û Petrûse duda. Nema xweye dudada, Petrûsê şandî nivîsî derheqa wî wedeyî, çaxê Yehowa ji ezmên xeber da û derheqa Îsa giliyê usa got: “Ev e kurê min. Ez wî hez dikim û wîra şa dibim”. Ev hemû neme, yên ku şandiya nivîsîne, Kitêba Pîrozda nin.
Lê merivên din, yên ku tu ser şikil divînî, wana jî derheqa Îsa kitêbên xweda nivîsîne. Yek ji wan meriya Markos e. Diqewime çaxê Îsa girtin, Markos wê derê bû, û didît hemû tişt çi ku diqewimî. Lê yê mayîn Lûqa ye. Lûqa doxtor bû û dibeke paşî mirina Îsa bû Mesîhî.
Du nivîskarên Kitêba Pîroze din jî, kîjana ku tu ser şikil divînî, ewana birên Îsayî cahil bûn. Tu navên wan zanî?— Navên wan Aqûb û Cihûda ye. Pêşiyê wana Îsa bawer nedikir. Û hela hê jî difikirîn, ku ewî hişê xwe unda kiriye. Lê hine wede şûnda, wana Îsa bawer kir û bûne Mesîhî.
Lê nivîskarê Kitêba Pîroze paşin, yê ku tu ser şikil divînî, Pawlos e. Pêşiya ku Pawlos bibûya Mesîhî, navê wî Şawûl bû. Ewî Mesîhî nefret dikirin û hindava wanda zulmkar bû. Lê tu zanî çima Pawlos xwest bibûya Mesîhî?— Carekê, çaxê Pawlos rê ketibû, nişkêva ewî bihîst ku kesek tevî wî ji ezmên xeber dide. Ev Îsa bû! Îsa ji Pawlos pirs kir: “Tu çima dizêrînî wan meriya, yên ku min bawer dikin?” Paşî wê yekê Pawlos hate guhastinê û bû Mesîhî. Pawlos 14 kitêb nivîsîn, ji Romayî heta Îbranî. Ev kitêb ketine nav Kitêba Pîroz.
Em her roj Kitêba Pîroz dixûnin. Usa nîne?— Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em gelek tişt derheqa Îsa pêdihesin. Tu dixwazî derheqa Îsa hê zêde pêbihesî?—
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
-
-
Xortê MêrxasZarên Xwe Hîn kin
-
-
DERSA 12
Xortê Mêrxas
Werê em pêbihesin derheqa xortekî, yê ku emirê xalê xwe xilaz kir. Navê xalê wî Pawlos bû. Em navê vî xortî nizanin, lê em zanin ku ewî tiştek bi mêrxasî kir. Tu dixwazî pêbihesî wekî ewî çi kir?—
Pawlos şeherê Orşelîmêda, kelêda bû. Pawlos hate girtinê, çimkî ewî derheqa Îsa mizgînî bela dikir. Hine merivên xirab, Pawlos hez nedikirin, lema jî wana tiştekî xirab safî kir ku bikin. Wana got: “Werên em bêjine mezinê eskera, wekî eskerên wî Pawlos bivine bal hakim. Emê jî nêzîkî rê cîkî xwe veşêrin. Û çaxê ewana vê rêra derbaz bin, hingê emê Pawlos bigirin û bikujin!”
Kurê xûşka Pawlos, xalê xwera û mezinê eskerara derheqa nêta merivên xirab gilî dike
Hingê kurê xûşka Pawlos derheqa şixulê wanî xirab bihîst. Lê ewî çi kir? Ew çû kelê û Pawlosra derheqa vê yekê gilî kir. Pawlos gote wî, wekî here cem mezinê eskera û hemû tiştî wîra bêje. Ça tu difikirî, wî xortê cahilra hêsa bû tevî mezinê eskera xeber de?— Na, hêsa nîbû, çimkî mezinê eskera yekî girîng bû. Lê kurê xûşka Pawlos mêrxas bû, û çû tevî mezinê eskera xeber da.
Mezinê eskera rind zanibû ku çi gerekê bike. Ewî weke 500 esker şandin, wekî Pawlos xwey kin! Ewî gote eskerên xwe, ku vê şevê Pawlos hildin û bivine Qeyseryayê. Gelo Pawlos hate xilazkirinê?— Belê, Pawlos xilaz bû. Merivên xirab jî nikaribûn ew bigirtana! Safîkirina wane xirab nehate sêrî.
Lê tu çi dikarî ji vê serhatiyê hîn bî?— Tu jî dikarî mîna wî xortî mêrxas bî. Çaxê em tevî meriva derheqa Yehowa xeber didin, mera lazim e, wekî em mêrxas bin. Tuyê mêrxas bî, û timê derheqa Yehowa tevî meriva xeber dî?— Zanî hergê tu usa bikî, tê jî bikaribî emirê kesekî xilaz kî.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
-