-
Tîmotêyo Dixwest Alî Meriva BikeZarên Xwe Hîn kin
-
-
DERSA 13
Tîmotêyo Dixwest Alî Meriva Bike
Tîmotêyo xortekî cahil bû û ewî bi şabûn alî meriva dikir. Ew dikete rê û diçû gelek ciya, seva ku alî meriva bike. Û ji bo vê yekê emirê wî gelek hewas derbaz dibû. Tu dixwazî derheqa emirê Tîmotêyo hê zêde pêbihesî?—
Dê û pîrika Tîmotêyo, ew derheqa Yehowa hîn dikirin
Tîmotêyo şeherê Lîstrayêda mezin dibû. Çaxê ew hê zar bû, pîrika wî Loyîs û diya wî Eynikê, derheqa Yehowa ew hîn dikirin. Çaxê Tîmotêyo mezin bû, ewî xwest alî meriva bike, wekî ewana derheqa Yehowa pêbihesin.
Çaxê Tîmotêyo hê gelek cahil bû, Pawlos ew teglîf kir ku ew tevî wî bikeve rêwîtiyê û cûre-cûre ciyada xizmet bikin. Tîmotêyo got: “Belê!” Ça tê kifşê, Tîmotêyo hazir bû tevî Pawlos biçûya û alî meriva bikira.
Tîmotêyo tevî Pawlos rê ket û çû Makedonyayê li şeherê Têsalonîkê. Seva bigihîştana wî ciyî, ewana gelek rê çûn û paşê jî pê qeyîkê çûn. Çaxê ewana gihîştine cî, destpêkirin alî gelek meriva bikin, wekî derheqa Yehowa pêbihesin. Lê hine merî gelek ser wan hêrs ketibûn, û dixwestin ziyanê jî bidana wan. Lema jî Pawlos û Tîmotêyo ji vî şeherî derketin û çûn ciyên din xizmet bikin.
Emirê Tîmotêyo bi şabûn û hewas bû
Çend meh derbaz bûn û Pawlos gote Tîmotêyo, ku ew vegere şeherê Têsalonîkê û pêbihese, wekî halê bira wêderê çawa ne. Bi rastî jî mêrxasî lazim bû, wekî dîsa herî wî şeherî, kîderê ku dixwazin ziyanê bidine te! Lê yeke Tîmotêyo çû vî şeherî, çimkî ew ber xwe diket seva wan bira, yên ku vî şeherîda dijîtin. Çaxê Tîmotêyo ji Têsalonîkê vegeriya, ewî mizgînî Pawlosra anî. Dêmek halê wan bira, yên ku Têsalonîkêda bûn, baş bû!
Tîmotêyo gelek sal tevî Pawlos şixulkarî dikir. Carekê Pawlos nivîsî, ku Tîmotêyo merîkî gelek baş bû, kîjanî ku ewî dikaribû bişanda ciya, wekî alî civata bike. Tîmotêyo Yehowa û meriv hez dikirin.
Lê tu meriva hez dikî, û dixwazî alî wan bikî ku derheqa Yehowa pêbihesin?— Hergê tu usa bikî, wê emirê te jî mîna yê Tîmotêyo gelek bi şabûn û hewas be!
PIRS:
Tîmotêyo kîderê mezin dibû?
Tîmotêyo xwest tevî Pawlos rê keve yan na? Çira?
Çira Tîmotêyo dîsa çû Têsalonîkê?
Çi tu gerekê bikî ku emirê te mîna yê Tîmotêyo, bi şabûn û hewas be?
-
-
Padşatî, ya ku ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê BikeZarên Xwe Hîn kin
-
-
DERSA 14
Padşatî, ya ku ser Temamiya Dinyayê wê Padşatiyê Bike
Hela tu dikarî bêjî, em derheqa kîjan Padşatiyê xeber didin?— Erê, ev Padşatiya Xwedê ye. Û ev Padşatî wê erdê bike cinet. Tu dixwazî derheqa vê Padşatiyê hê zêde pêbihesî?—
Her padşatiyêda heye padşa. Û padşa ser cimeta xwe, erdê xweda padşatiyê dike. Lê tu zanî, wekî Padşatiya Xwedêda kî ye padşa?— Îsa Mesîh. Ew ser ezmana ye. Û zûtirekê ewê ser hemûya bibe padşa! Lê ça tu difikirî, çaxê Îsa ser temamiya dinyayê padşatiyê bike, hingê emê bextewar bin?—
Çaxê tu derheqa cinetê difikirî, tu çi dixwazî bivînî?
Belê, emê gelek bextewar bin! Cinetêda merî tevî hev wê şer nekin. Her kes wê hevdu hez bikin. Tu kes wê îda nexweş nekeve û ne jî bimire. Çevê kora wê vebin, ker wê bibihên. Û ewên ku nikarin rê herin, wê bikaribin rê herin û birevin. Xwarina her kesî wê têr tije be. Heywan wê hevra bilîzin, û emê jî tevî wan bilîzin. Ew merî yên ku mirine, wê dîsa vegerin jîyînê. Tê bîra te, ji vê broşûrê te derheqa gelek mêr û jina pêhesiyayî. Mesele, Rêvêka, Rexab, Dawid û Êlyas. Tu zanî wekî ewana jî wê ji mirinê rabin! Lê çaxê ewana ji mirinê rabin, tu dixwazî wana bivînî?—
Yehowa te hez dike û dixwaze, wekî tu bextewar bî. Hergê tu berdewam kî derheqa Yehowa pêbihesî û timê gora wî bikî, tuyê bikaribî cineta bedewda heta-hetayê bijî! Tu dixwazî cinetêda bijîyî?—
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Îşaya 2:4; 11:6-9; 25:8; 33:24; 35:5, 6
-