FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | LÛQA 8-9
Pey Min Were; Çi Dikeve Nava vê yekê?
Seva ku cotkar xeta cot rast bike, ew gerekê pişt xwe nanihêrya. Anegorî wê yekê Mesîhî gerekê pişt xwe nenihêryana û dîna xwe nedana tiştên, ku wana dinyayêda hîşt (Flp. 3:13).
Çaxê em rastî çetinaya tên, hêsa ye bikî bîra xwe wan rojên berêye “baş”, gava tu hê rastiyêda nîbûyî. Û kengê tu haqas dîna xwe didî awa gotî rojên baş, tu îda nikarî bivînî wan problêma, ku cem te hebûn. Hema usa Îsraêlî kirin, paşî wê yekê ça ewana ji Misirê derketin (Jm. 11:5, 6). Hergê em gelek car derheqa wê yekê difikirin, wî çaxî em hêsa dikarin bikevin bin bayê wê yekê, ku vegerin rojên xweye berê. Lema jî çiqas baş e hê zêde bifikirin derheqa keremên ku niha cem me hene û usa jî şabûna ku bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê, li axiriyê emê bistînin! (2 Kr. 4:16-18).