MÎNA ÎSA BIJÎN
Hîn be Wekî di Xizmetêda hê Cêribandî bî; Hînkirinên Kitêba Pîroz Didine Sekinandinê
EV YEK ÇIMA FERZ E: Meriv gerekê gazî navê Yehowa kin, seva ku xilazkirinê bistînin (Rm. 10:13, 14). Hene merivên usa, ku qayîl dibin Kitêba Pîroz hîn bin, lê naxwazin bi prînsîpên Yehowa bijîn. Em dixwazin heçî zef wedê xwe xerc kin, wekî alî wan bikin, kî ku bi rastî dixwaze jîyîna xweda guhastina bike, seva qebûlkirina Yehowa bistîne. Hergê şagirt gelek wext ruhanîda pêşda naçe, wê baş be evê hînkirinê bidine sekinandinê, û wedê xwe bidine xebatê, wekî alî wan bikin kî ku bi rastî dixwaze nêzîkî Yehowa û teşkîleta wî be (Yn. 6:44). Hergê hine wext şûnda, şagirt hine guhastina jîyîna xweda dike, û nîşan dike ku “bona jiyîna heta-hetayê kifşkirî” ye, hingê em hînkirina Kitêba Pîroz dîsa tevî wî dikarin berdewam kin (Kr.Şn. 13:48).
ÇAWA BIKIN:
Payê şagirt bide, seva xwestina wî, ku zanebûna rast qazanç ke (1 Tîm. 2:4).
Dîna xwe bide wê yekê, ku çiqas ferz e wekî ew bide xebatê tiştên ku pêdihese (Lq. 6:46-49).
Bi dilgermî şêwir ke mesela Îsa derheqa toximreş û paşê pirsê bidê, seva ku şêwir kî, wekî çi riya wî digire, ku ew pêşda naçe (Mt. 13:18-23).
Bi taktîk şiroveke, ku çima tu hînkirina Kitêba Pîroz tevî wî didî sekinandinê
Wî bide bawerkirinê, wekî car-cara, tê serlêdana wî bikî, seva ku wî hêlan kî û hergê paşê ew bixwaze pêşda here tuyê hînbûnê berdewam kî
BINIHÊRE VÎDÊO Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
Ji vê xeberdanê çawa hate kifşê, wekî şagirt ruhanîda pêşda nediçû?
Çawa xizmetkar alî şagirt kir fem bike, ku ew gerekê hine guhastina bikira?
Çawa xizmetkar mecal hîşt bona şagirt, ku li axiriyê dîsa hînkirinê berdewam kin?