Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
2-8 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 7-8
“Mîna Melkîsedek Heta-Hetayê Kahîn e”
(Îbranî 7:1, 2) Melkî-Sadiq padşayê Şelîmê bû, kahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji padşa qirkirinê vedigeriya, Melkî-Sadiq pêşiya wîda çû û dua li wî kir. 2 Birahîm jî ji hemû talanê xwe dehek da wî. (Pêşiyê navê Melkî-Sadiq şirovedibe: “Padşê Rastiyê” û alîkî dinva jî ew “Padşê Şelîmê” bû, awa gotî navê wî tê femkirinê “Padşê Edilayiyê”.)
it-2 366
Melkîsedek
Melkîsedek, padşê bajarê Şelîmê bû, û “kahînê Xwedêyê Jorin” dêmek kahînê Yehowa bû (Dsp. 14:18, 22). Melkîsedek kahînê pêşin bû, derheqa kîjanî ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê. Ew heta nêzîkî sala 1933 B.D.M., qulixê xweda bû. Ew padşê Şelîmê bû, çi ku tê hesabê “Edilayî”, lema jî Pawlosê şandî wî nav dike “Padşê Edilayiyê”, û li gora mena navê wî “Padşê Rastiyê” (Îbr. 7:1, 2). Hesab dikin, wekî Şelîma berê ev hebû hîmê bajarê Orşelîmê, ya ku paşê hate ava kirinê. Navê “Şelîm”, navê “Orşelîmêva” girêdayî ye, û carna jî dewsa wî tê xebitandinê (Zb. 76:2).
Çaxê Abram (Birahîm) alt kir Kidorlahomer û padşên din, ew hate deşta Şavê yan jî “Deşta Padşê”. Melkîsedek “nan û şerab” anî û Birahîm kerem kir: “Bira bimbarek be Abram ji alîyê Xwedêyê Jorin, xweyê erd û ezmênda, û şikir ji Xwedêyê Jorinra, ku dijminêd te dane destê te!” Hingê Birahîm ji “her tiştî dehek” ku ewî zeft kir wedê şer, da Melkîsedek (Dsp. 14:17-20; Îbr. 7:4).
(Îbranî 7:3) Ew bê bav, bê dê û bê rikinyat bû, ne roja bûyîna wî eyan bû, ne jî xilaziya emirê wî. Ew mîna Kurê Xwedê bû û timê kahîn dimîne.
it-2 367 ¶4
Melkîsedek
Çi cûreyî “ne roja bûyîna” Melkîsedek eyan bû, “ne jî xilaziya emirê wî”?
Derheqa Melkîsedek, Pawlos tişteke ecêbmayî kifş kir: “Ew bê bav, bê dê û bê rikinyat bû, ne roja bûyîna wî eyan bû, ne jî xilaziya emirê wî. Ew mîna Kurê Xwedê bû û timê kahîn dimîne” (Îbr. 7:3). Ça her meriv, Melkîsedek hate bûyînê û mir. Lê Kitêba Pîrozda ne derheqa navê dê-bavê wî, ne kal-bavê wî, ne zureta wî, ne jî derheqa destpêk û xilazya emirê wî tê gotinê. Lema jî Melkîsedek bi sîmbolîk dikaribû rind Îsa eyan kira, çimkî Îsa jî ça kahîn xizmet dike û dewsa wî tu kes nagire. Ça Nivîsarên Pîrozda tê kifşê, ne pêşiya Melkîsedek kesek kahîn bû, ne jî paşî wî. Anegorî vê yekê, pêşiya Îsa serekkahîn tune bû, û ça Kitêba Pîroz dibêje tu kes wê dewsa wî negire. Îsa bereka Cihûda li rêza rikinyata Dawidda hate bûyînê, lema jî kahîntiya wî rikinyata wîva girêdayî nîbû. Û ev yek, ku ew him kahîn bû, him jî padşa, ji rikinyata wî wîra nehatibû dayînê. Evê kifşkirinê, ewî ji Yehowa stand, yê ku wîra soz dabû.
(Îbranî 7:17) Çimkî nivîsar şedê vê gotinê ye ku: “Tu heta-hetayê kahîn î, mîna Melkî-Sadiq”.
it-2 366
Melkîsedek
Eyankirina Îsa ça Kahîn. Di pêxembertiyêda ku derheqa Mesîh bû, Yehowa soz da “Xwedanê” Dawid: “Tu heta-hetayê Kahîn î, mîna Melkî-Sadiq” (Zb. 110:1, 4). Ew zebûr, bona Cihûya bû hîmê vê yekê, wekî Mesîhê sozdayî gerekê him kahîn be, him jî padşa. Pawlosê şandî nema xweye Îbraniyara nîşan dike, wekî vê pêxembertiyêda derheqa kê tê gotinê. Ew derheqa Îsa dibêje: “Ew bûye serekkahînê heta-hetayê mîna Melkî-Sadiq” (Îbr. 6:20; 5:10 binihêre PEYMAN).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Îbranî 8:3) Her serekkahînek bona qurban û hedîdayînê kifşkirî ye, awa gerekê tiştekî vî jî hebûya ku bida.
w00 15/8 14 ¶11
Qurbanên ku Xwedê Qebûl Dikir
11 Pawlosê şandî dibêje: “Her serekkahînek bona qurban û hedîdayînê kifşkirî ye” (Îbranî 8:3). Dîna xwe bidin wekî Pawlos hedîdayînê, kîjan ku serekkahînê Îsrayêla berê, gerekê bihaniya, dike du para. Dêmek ser “qurban” û “hedîdayîn” yan jî qurbana ber gunava dayî (Îbranî 5:1). Mesele bi pêşkêşa, hizkirin û razîbûna xwe didine kifşê, usa jî dikarin hevaltiya xwe tevî kesekî qewî kin û ji meriya qedir qazanc kin (Destpêbûn 32:20; Metelok 18:16). Bi vî cûreyî gelek hedîdayîn, yên ku bi Qanûnê kifşkirî bûn, dikarin hesab kin ça “pêşkêş” Xwedêra, yên ku tînin wekî qebûlkirina wî bistînin. Ji wan meriya, kî ku Qanûn diteribandin, dewa dikirin wekî pêş zirar dayînê “qurbana ber guna bide”, seva ku gunê wî bê baxşandinê. Di pênc kitêbên Mûsada, îlahî kitêba Derketin, Qanûna Kahîntiyê û Jimarda têne şirovekirinê derheqa cûre-cûre qurban û hedîdayîna. Hêsa nîne wan her tişta fem kin û bîra xweda xwey kin, lê wê baş be dîna xwe bidin hine derecên sereke derheqa van hedîdayîna.
(Îbranî 8:13) Gava Xwedê bona peymaneke “nû” got, ya pêşin kevin kir û çi ku kevin û pîr dibe, ber undabûnê ye.
it-1 523 ¶5
Peyman
Çi cûreyî peymana Qanûnê bibû “kevin”?
Peymana Qanûnê ça bêjî bibû “kevin”, gava bi Yêremya pêxember Xwedê got, wekî peymana teze wê pêşda bê (Yêr. 31:31-34; Îbr. 8:13). Di sala 33-da. D.M., peymana qanûnê , li ser hîmê mirina Mesîh ser stûna cefayê, hate hildanê (Kl. 2:14), dewsa vê peymanê, peymana teze pêşda hat (Îbr. 7:12; 9:15; Kr.Şn. 2:1-4).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 7:1-17) Melkî-Sadiq padşayê Şelîmê bû, kahînê Xwedêyê Herî Jorin. Gava Birahîm ji padşa qirkirinê vedigeriya, Melkî-Sadiq pêşiya wîda çû û dua li wî kir. 2 Birahîm jî ji hemû talanê xwe dehek da wî. (Pêşiyê navê Melkî-Sadiq şirovedibe: “Padşê Rastiyê” û alîkî dinva jî ew “Padşê Şelîmê” bû, awa gotî navê wî tê femkirinê “Padşê Edilayiyê”.) 3 Ew bê bav, bê dê û bê rikinyat bû, ne roja bûyîna wî eyan bû, ne jî xilaziya emirê wî. Ew mîna Kurê Xwedê bû û timê kahîn dimîne. 4 Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê baveşîr jî ji talên dehek dayê. 5 Û zureta Lêwiye ku dibine kahîn, bona wan temî Qanûnêda heye ku ji cimetê dehekê bistînin, awa gotî ji miletê xwe, heger ew bedena Birahîm in jî. 6 Lê Melkî-Sadiq ne ji rikinyata Lêwî bû, ewî ji Birahîm jî dehek stand û dua li wî kir, yê ku ji Xwedê soz standibû. 7 Eva yeka femdarî ye, ku yê biçûk ji yê mezin dua-dirozga distîne. 8 Vî aliyê kahîntiyêda, merivêd ku dimirin dehekê distînin, lê aliyê Melkî-Sadiq, yê ku dehekê distîne bona wî nivîsar dibêje, ku ew sax e. 9 Û heta em dikarin vê yekê jî bêjin, Lêwiyê ku zureta wî dehekê hildide, wî xwexa jî bi destê Birahîm dehek da Melkî- Sadiq. 10 Çimkî ew hê bedena bavê xweda bû, gava Melkî- Sadiq pêşiya wîda çû. 11 Awa heger kamilbûn bi destê kahîntiya lêwiya bibûya, (çawa cimeta Îsraêlê ser wî hîmî Qanûn standibû), îdî çi lazim bû ku kahînekî din mîna Melkî- Sadiq rabûya û ne ku mîna Harûn? 12 Çimkî gava kahîntî tê guhastinê, gerekê qanûn jî bê guhastinê. 13 Û bona kîjanî ku ev yek tê gotinê, ew ji qebîleke din bû, ji kîjanê tu kesî gorîgehêra xizmetkarî nekiriye. 14 Û çawa eyan e Xudanê me ji qebîla Cihûda bû û Mûsa derheqa kahîntiya wê qebîlêda tu tişt negotiye. 15 Û eva hela hê eyan e, gava kahînekî din mîna Melkî-Sadiq radibe, 16 yê ku ne aliyê qeyde-qanûna pirsa zuretiyêda bû kahîn, lê aliyê qewata jiyîna ku xilaziya wê tune. 17 Çimkî nivîsar şedê vê gotinê ye ku: “Tu heta-hetayê kahîn î, mîna Melkî-Sadiq”.
9-15 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 9-10
“Sîya Keremên Axiriyê”
(Îbranî 9:12-14) Ew ne ku pê xûna canega û nêriya, lê bi xûna xwe carekê bona her tim kete Ciyê Herî Pîroz û azabûna heta- hetayê dest anî. 13 Heger xûna canega, nêriya û koziya nogina ku direşandin, yêd ku li gora edet herimî bûn, dervava ew paqij dikirin, 14 lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Ruhê heta-hetayê xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkariyê Xwedêyê saxra bikin?
it-1 862 ¶1
Baxşandin
Li gora Qanûna Xwedê, kîjan ku Îsraêliyara hatibû dayînê, hergê meriv ber Xwedê gune bikira, yan jî ber merivê xweyî nêzîk, hingê bona baxşandina gunê xwe, ewî gerekê pêşiyê li gora Qanûnê, van şaşiyên xwe rast kira. Paşê jî nîvê zef derecada gerekê hedyayê bi xûn Yehowara bianiya (Qn.Kh. 5:5–6:7). Ji bo vê yekê, Pawlos prînsîp nivîsî: “Belê anegorî Qanûnê piraniya her tiştî pê xûnê paqij dibû û bêyî xûnrêtin baxşandin nedibû” (Îbr. 9:22). Lê bi rastî xûna heywana nikaribû bi temamî gunê wî bida hildanê û îsafa wî temiz kira (Îbr. 10:1-4; 9:9, 13, 14). Peymana teze ya ku hatibû pêxembertîkirinê, rê vekir bona afûkirina rast, hîmê kîjanî ku qurbana Îsa bû (Yêr. 31:33, 34; Mt. 26:28; 1 Kr. 11:25; Ef. 1:7). Çaxê Îsa hela hê ser erdê bû, nîşan kir, ku qewata wî heye guna bibaxşîne, gava yekî şilûşet qenc kir (Mt. 9:2-7).
(Îbranî 9:24-26) Çimkî Mesîh ne ku kete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rast, lê hema xût kete ezmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine. 25 Ne jî bona ku gelek cara xwe bikira qurban dikete pîrozgehê, çawa ku serekkahîn her sal ne bi xûna xwe dikevê. 26 Heger aha bûya, ewî gerekê gelek cara pey efirandina dinyayêra cefa bikişanda. Lê niha axiriya dewrada ewî xwe da kifşê û carekê bona her tim pê xwequrbankirinê gune hildan.
cf 183 ¶4
Berdewam ke li pey Min Were
4 Nivîsarên Pîrozda tu ciya nayê gotinê, wekî gava Îsa çû li ezmana, çi cûreyî melek rastî wî hatin û çawa ew bi şabûn rastî Bavê xwe hat. Lê Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê, wekî paşî vegerandina Îsa ser ezmana, wê çi biqewime. Panzdeh qirne zêdetir, cimeta Îsraêlî salê carekê dibû şedê qewimandineke ferz û pîroz. Roja Rojiya serekkahîn dikete ciyê Herî Pîroz û li ber sindoqa peymanê, xûna heywanên qurbankirî direşand. Vê rojê serekkahîn bi sîmbolîk dihate hesabê Îsa. Gava Îsa vegeriya ezmana, ewî carekî bona hertim anî sêrî pêxembertiya vê qewimandinê. Ew ber textê Yehowa sekinî, ciyê herî pîroz ser ezmana û qîmeta qurbana xwe anî ber Yehowa (Îbr. 9:11, 12, 24). Lê Yehowa qebûl kir?
(Îbranî 10:1-4) Qanûn siya wan tiştêd qenc e, kîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye. Bona vê yekê Qanûn pê wan qurbanêd ku her sal peyhev-peyhev têne dayînê nikare wan kamil bike, yêd ku bi qurbandayînê nêzîkî Xwedê dibin. 2 Heger paqij bûna, wana wê dest ji qurbandayînê bikişanda, çimkî bi carekê yêd xweyîqurban wê bihatana paqijkirinê, ji wir şûnda bona guna îsafa wan wê li wan hilnehata. 3 Lê ew qurban her sal gunêd wan tînine bîra wan. 4 Çimkî xûna canega û nêriya tu car nikare guna resît ke.
it-2 602-603
Bêqisûrtî
Bêqisûrtiya Qanûna Mûsa. Dikete vê Qanûna Mûsada, kîjan ku ewî dabû Îsraêliya, usa jî kifşkirina kahîntiyê û qurbankirina heywana. Ev Qanûn ji Xwedê bû û lema jî bêqisûr bû. Lê ça Pawlosê şandî ji bîna ber Xwedê nivîsî, ne Qanûn, ne kahîntî û ne jî qurbanên heywana, wan merivên bin Qanûnê nedikirine bêqisûr (Îbr. 7:11, 19; 10:1). Qanûn ji guna û mirinê aza nedikir, lê gune hê eyan dikir (Rm. 3:20; 7:7-13). Ev hemû tişt bona vê nêtê bûn, seva çi jî Xwedê ev kifş kiribûn. Qanûn ça “terbetdarê” me, kîjan ku siya bêqisûr û “tiştêd qenc e”, em berbi Îsa birin (Gl. 3:19-25; Îbr. 10:1). Lê ça fem bikin xeberên Pawlos ji Romayî 8:3, kîjan ku dibêje: “Qanûnê ji dest bêtaqetiya binyata merivayê nikaribû bikira”? Ça tê kifşê Pawlos hildida hesab ku serekkahînê Cihûya (kîjan ku bi Qanûnê cabdar bû bona qurbandayînê û Roja Rojiya, dikete ciyê Herî Pîroz pê xûna qurbanê) nikaribû bi temamî wan xilaz kira, kîjanara ku xizmet dikir. Vê yekêda em îzbat dibin ser hîmê Îbranî 7:11, 18-28. Rast e ew qurbanên ku kahînên ji riknyata Birahîm dianîn, alî meriya dikirin ber çevê Xwedê heq bimînîn, lê dîsa jî ew qurban bi temamî “wê li wan hilnehata”. Şandî ew yek dide kifşê, gava dibêje ku qurbanên kirînê “nikare wan kamil bike”, yanê “îsafa wan” kamil bike (Îbr. 10:1-4; 9:9). Serekkahîn nikaribû kirîneke usa berva bida, wekî bi temamî ji guna aza ke. Azaya vî cûreyî tê standinê tenê bi saya xizmeta kahîntiyê ya Îsa, ku her tim tê kirinê û bi saya qurbana wî ya ku carekê bona hertim hate dayînê (Îbr. 9:14; 10:12-22).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Îbranî 9:16, 17) Awa kîderê wesiyat peymankirî ye, gerekê li wir eseyî wesiyatdar mirî be. 17 Çimkî wesiyat pey mirina wesiyatdarra qewat dike. Hukumê wê tune heta ku wesiyatdar sax e.
w92 1/3 31 ¶4-6
Pirsên Xwendevana
Pawlos got, wekî mirin lazim bû seva ku peymana orta meriva û Xwedê biketa qewatê. Peymana Qanûnê mesela vê yekê ye. Mûsa orteçiyê vê bû, yê ku gerekê bianiya sêrî peymana orta Xwedê û Îsraêliya bedenî. Bî wî cûreyî Mûsa roleke ferz dilîst û piştgiriya wan dikir, çaxê ewana ketine peymanê. Lema jî ew ça orteçiyê vê peymanê ji aliyê Yehowada hatibû kifş kirinê. Lê gelo lazim bû, wekî xûna Mûsa bihata rêtinê seva ku peymana Qanûnê biketa qewatê? Na. Dewsa vê yeke xûna heywana dihate qurbankirinê, dêmek xûna wan dewsa xûna Mûsa bû (Îbranî 9:18-22).
Lê çi dikarin bêjin derheqa peymana teze orta Yehowa û Îsraêla ruhanî. Îsa rola ferz dilîst ça orteçî orta Yehowa û Îsraêla ruhanî. Rast e Yehowa bû Sazkarê vê peymanê, lê hîmê vê Îsa Mesîh bû. Gava Îsa ser erdê bû, ewî şixulkarî dikir tevî wan, kî ku gerekê yên pêşin bûna ku biketana vê peymanê (Lûqa 22:20, 28, 29). Xêncî vê yekê tenê ewî dikaribû bibûya qurban, seva ku qewata vê peymanê hebe. Ev qurban ne bi heywana bû, lê bi jîyîna merivê kamil. Lema jî Pawlos dikaribû derheqa Îsa bigota, wekî ew bû orteçiyê vê peymana teze. Paşê vê yekê ça “Mesîh. . . kete ezmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine” peymana teze kete qewatê (Îbranî 9:12-14, 24).
Çaxê Pawlos derheqa Mûsa û Îsa ça derheqa orteçiyê meriya digot, ewî bi vî fikirî ne digot, ku ewana bûn sazkarê van peymana. Ev peyman Xwedê tevî meriya girêda bû. Lê wana orteçiyê dikir wekî ev peyman bikevne qewatê yanê destpêkin bêne sêrî. Van herdu derecada jî mirin lazim bû, ya heywana dewsa ya Mûsa, û ya Îsa, kîjan ku bi rezedilî xûna xwe berva da, seva wan kî ku gerekê biketana vê paymana teze.
(Îbranî 10:5-7) Lema jî, gava Mesîh wê bihata vê dinê, got: “Te qurban û hedî nexwestin, lê te bona min qalibek hazir kir. 6 Qurbanêd şewatê û qurbanêd bona guna li te xweş nehatin. 7 Hingê min got: ‘Va me ya Xwedê, ez hatim emirê te bînime sêrî, çawa bona min kitêbêda nivîsar e’”.
it-1 249-250
Nixumandin
Lûqa dibêje, wekî wedê nixumadinê, Îsa dua dikir (Lq. 3:21). Û nemaya Îbraniyara tê gotonê, wekî çaxê Îsa Mesîh hate “vê dinê” (ne hingê gava ew hate bûyînê, çimkî ewî nikaribû bixwanda û bigota van xeberên ku jêrê hatine dayînê, lê hingê gav ew îda hazir bû bê nixumadinê û xizmetiyê destpêkir), xeber da bi van xeberên Zebûra 40:6-8 (LXX): “Te qurban û hedî nexwestin, lê te bona min qalibek hazir kir. . . . Va me ya Xwedê, ez hatim emirê te bînime sêrî, çawa bona min kitêbêda nivîsar e” (Îbr. 10:5-9). Ji bûyînê Îsa para mileta Cihûya bû, tevî kîjanî Xwedê peymana Qanûnê girêda (Drk. 19:5-8; Gl. 4:4). Çaxê Îsa hate cem Yûhenna wekî bê nixumandinê, ew îda tevî Yehowa Xwedê peymanêda bû. Dêmek Îsa hê zêde kir, ne ku çiqas qanûn ji wî dewa dikir. Ewî xwe tesmîlî Bavê xwe Yehowa kir, wekî qirara wî bîne sêrî, Bav dixwest wekî ew bedena xweye hazir bîne û bi vê yekê qurbankirina heywana ya ku Qanûn dewa dikir, bide hildanê. Pawlosê şandî got: “Bi vî awayî Îsa Mesîh emirê Xwedê anî sêrî, carekê bona her tim bedena xwe kire qurban, bi vê yekê em paqij kirin” (Îbr. 10:10). Usa jî qirara Bav bona Îsa ew bû, ku derheqa Padşatiyê merivara eyan ke, Îsa bi rezedilî ev yek jî kir (Lq. 4:43; 17:20, 21). Yehowa da kifşê wekî qebûl dike rezedilya Îsa, ku qirara wî bîne sêrî, gava bi ruhê pîroz wî rûn kir û gotê: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me” (Mq. 1:9-11; Lq. 3:21-23; Mt. 3:13-17).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 9:1-14) Rast e edetêd hebandina peymana pêşin jî hebûn û pîrozgeha vê dinyayê jî. 2 Kon bi du goza vegirtî bû: Ya derra “pîrozgeh” digotin, têda hebûn şemdan, sifre û nanê Xwedêra dayî. 3 Ya hindurda pişta perdê, jêra “Ciyê Herî Pîroz” digotin. 4 Têda bûn gorîgeha zêrîn bona şewitandina bixûrê, Sindoqa Peymanê, ya ku der û hindurva zêrkirî bû. Wê sindoqêda hebûn cêrê zêrîn bi manava tijî, şiva Harûne ku gul da û selêd keviriye peymanê. 5 Ser sindoqê, xêrûbêd rûmeta Xudan hebûn û ser ciyê ku gune dihatine baxşandinê, dikirine sî. Niha ne wext e ku em bona wan bi hûr-gilî xeber din. 6 Ev tişt aha cîkirî bûn. Kahîn her gav dikevine goza der, xizmetkariya xwe dikin. 7 Lê goza hindur salê carekê tenê serekkahîn dikevê, lê ne bê xûn, ya ku ji ber gunêd xwe û cimetêva dide, kîjan ku ji bêfemiya xwe dikirin. 8 Bi vê yekê Ruhê Pîroz dide kifşê, ku riya Ciyê Herî Pîroz nevekiriye, heta ku goza der heye. 9 Ev yek sûretek e bona zemanê niha. Eva dide kifşê, ku gava hedî û qurban têne dayînê, evana nikarin îsafa yêd ku dihebînin paqij kin, 10 lê ev yek tenê xwarin-vexwarinê û cûre-cûre şûştin-veşûştinêd edetva girêdayî ne. Ev qeyde- qanûnêd dervayî ne, kîjan ku heta wî wextê ku qanûna nû tê danînê dimînin. 11 Lê gava Mesîh hat, çawa serekkahînê tiştêd qence hatî, konê hê mezin û kamilra derbaz bû, yê ku ne bi desta hatiye çêkirinê, awa gotî ne ji vê dinyayê. 12 Ew ne ku pê xûna canega û nêriya, lê bi xûna xwe carekê bona her tim kete Ciyê Herî Pîroz û azabûna heta- hetayê dest anî. 13 Heger xûna canega, nêriya û koziya nogina ku direşandin, yêd ku li gora edet herimî bûn, dervava ew paqij dikirin, 14 lê çiqas zêde xûna Mesîh, ku bi destê Ruhê heta-hetayê xwe çawa qurbana bêqusûr da Xwedê, wê îsafa me ji kirêd ku em dibirine berbi mirinê paqij bike, wekî em xizmetkariyê Xwedêyê saxra bikin?
16-22 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 11
“Bawerî Gelek Ferz e”
(Îbranî 11:1) Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî, û çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene
Sozên Yehowa Bawer Bikin
6 Îbranî 11:1 şirovedike ku bawerî çi ye. Vê rêzêda em dixûnin: “Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî, û çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene, DT”. Ji vê rêzê em pêdihesin ku bawerî du tiştada tê kifşê: 1) Çaxê hîviya wan tişta ne, çi ku bawer dikin, besa xeberê, em hîviya wan qewimandina ne, ku Xwedê mera soz da, lê ew soz hê nehatine sêrî. Mesele, em hîviyê ne, çaxê Xwedê wê hemû zulmî kuta ke, û dinya teze wê bê. 2) Em bawer dikin tiştên ku hene, lê nayêne dîtin. Vê rêzêda xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê ça “îzbatiya” wan tişta, tê hesabê çaxê meriv sed selefî bawer dike tiştekî, çi ku ew navîne. Mesele, ew bawer dike ku Yehowa Xwedê heye, Îsa Mesîh, milyaket, û usa jî Padşatiya ezmana (Îbr. 11:3). Lê gelo wê çida bê kifşê ku em bi rastiyê sozên Xwedê bawer dikin û usa jî tiştên ku em nikarin bivînin? Ew wê bê kifşê pê xeberdana me û kirên me. Bêy wan tişta, baweriya me pûç e.
(Îbranî 11:6) Û bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin.
Ew Kerem Dike Wan, Kî ku bi Dil û Can Wî Digere
Çi lazim e wekî Yehowa xweş bên? Pawlos nivîsî: “Bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê”. Dîna xwe bidin Pawlos nabêje, wekî bê bawerî çetin e Xwedê xweş bên. Ew dibêje wekî tu car nabe. Bi giliyê mayîn bêjin, bawerî eseyî lazim e, seva ku Xwedê xweş bên.
Lê bawerî hindava Xwedê gerekê çi cûreyî be? Seva vê yekê du tiştên ferz lazim e. Ya pêşyê em gerekê bawer bikin, ku Xwedê heye. Welgerandinên dinda jî tê gotinê bawer kin, wekî ew yekî rêalî ye. Gelo em dikarin Yehowa xweş bên, hergê dudilî dibin ku ew heye? Baweriya rast hê zêde tişt tê hesabê, çimkî hela hê cin jî bawer dikin, wekî Yehowa heye (Aqûb. 2:19). Bawerî hindava vê yekê ku Xwedê rêalî ye, gerekê me hêlan ke bi vî cûreyî bijîn, ku Yehowa xweş bên (Aqûb 2:20, 26).
Ya duda, em “gerekê bawer” bin, wekî Xwedê wê me “xelat ke”. Merivê pê baweriya rast bi temamî îzbat e, wekî çaxê ew qewatê dide xebatê ku bi jîyîna xweye rast Xwedê xweş bê, cefê wî wê badîheva nîbe (1 Korintî 15:58). Çawa em dikarin Yehowa xweş bên, hergê em dudilî dibin, ku ew dikare yan dixwaze me xelat ke? (Aqûb 1:17; 1 Petrûs 5:7). Merivê ku bawer nake, wekî Xwedê bona meriya xem dike, şêkirdar û merd e, ew Xwedêyê Kitêba Pîroz nas nake.
Yehowa kê xelat dike? Pawlosê şandî dibêje: “Kîjan ku li wî digerin”. Kitebekêda ya bona welgerên Kitêba Pîroz tê gotinê, wekî xebera Yûnanî “wî digerin” nayê hesabê herin cîkî wî bigerin, lê gerekê berbi Xwedê herin ku wîra xizmet kin. Kitebeke dinda jî tê gotinê, wekî ev xeber tê hesabê vê yekêda xîret bin û qewatê bidine xebatê. Belê, Yehowa wan meriya xelat dike, baweriya kîjana wana hêlan dike bi dil û can wîra xizmet kin (Metta 22:37).
(Îbranî 11:33-38) Yêd ku bi baweriyê padşatî bindest kirin, heqî kirin, soz standin, devê şêra dane girtinê, 34 kûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtaqetiyê qewat girtin, nava şerda bûne mêrxas, berî ordiyêd xerîb dan. 35 Kulfeta miriyêd xwe saxbûyî standin. Hineka jî azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rabin bigihîjine jiyîneke hê qenc. 36 Hinekêd mayîn jî ber qamçiya, nava qara, usa jî bi qeyd-zincîra û kelada hatine zêrandinê. 37 Ew dane ber kevira, bi bireka hatine birînê, bi şûra hatine kuştinê, postêd pêz û bizinada geriyan, xelayî-celayî, tengasî û cefa kişandin. 38 Dinya ne layîqî wan bû! Ew li berî û çiya digeriyan, şkeft û nelada diman.
Bira Baweriya We ser Tiştên ku Em Hîviyê ne, Hê Qewî be
10 Îbranî serê 11-da Pawlos gilî dike derheqa gelek xizmetkarên Xwedê, yên ku rastî tengasiya hatine û Xwedêra amin mane. Mesele, ewî got derheqa jinên amin, kurên kîjana miribûn, lê paşê hatine saxkirinê. Wana bawer dikir sozê Xwedê ku mirî wê rabin. Paşê, Pawlos gilî kir derheqa ewên ku “azayî nexwestin û nava cefada mirin, wekî ji mirinê rabin bigihîjine jîyîneke hê qenc” (Îbr. 11:35). Diqewime Pawlos digot derheqa Nabot û Zekerya, kîjan ku dane ber kevira, çimkî wana gura Xwedê dikir (1 Padş. 21:3, 15; 2 Dîr. 24:20, 21). Daniyêl û hevalên wî jî ber bijartinê bûn, hela Xwedêra amin bimînin, yan jî serê xwe ber xudanên qelp daynin. Wana dikaribû “azayî” bijbarta, lê wana baweriya xwe Xwedê dianîn û seva wîra amin bimînin hazir bûn emirê xwe jî bidin. Daniyêl avîtine nav şêra, lê hevalên wî avîtine nava agir. Yeke wana qayîm bawer dikir, ku Xwedê wê qewatê bide wan û alî wan bike sebir kin wan çetinayada (Îbrn. 11:33, 34; Dan. 3:16-18, 20, 28; 6:13, 16, 21-23).
11 Gelek pêxemberên amin, mesele Mîxa û Yêremya, kelada dihatine “zêrandinê”, û hin jî meriva qerfê xwe wana dikirin. Hinek jî mîna Êlyas, “li berî û çiya digeriyan, şkeft û nelada diman”. Her kes ji wan Xwedêra amin man, çimkî dudilî nîbûn wekî sozên Xwedê wê ese bêne sêrî (Îbr. 11:1, 36-38; 1 Padş. 18:13; 22:24-27; Yêr. 20:1, 2; 28:10, 11; 32:2).
Xizna Kitêba Piroz Bigerin
(Îbranî 11:4) Bi baweriyê Habîl hedîke ji hediya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê baweriyê ew hate begemkirinê çawa yekî rast, çimkî hediyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rast e Habîl mir, lê bi baweriya xwe hê xeber dide.
it-1 804 ¶5
Bawerî
Meselên Baweriyê, yên Berê. Baweriya wan, kîjana ku Pawlos navkir “ewrekî evqas mezin yê şahidan” (Îbr. 12:1) ser hîmê baweriya qewî bû. Mesele Habîl rind zanibû sozê Xwedê derheqa “zuret”, Kîjan ku wê serê “mer” bihencirîne. Ewî eşkere didît îzbatiya vê yekê, wekî cezakirina ku bona dê-bavê wî Êdênêda hatibû gotinê, dihate sêrî. Ji Êdênê der, Adem û malbeta wî bi xûdana eniya xwe, nan destdixistin, çimkî erd nifirkirî bû û ev stiriyada tije bibû. Habîl usa jî didît, wekî çevê Hêwayê li destê Adem bû û ewî jî hukumê li ser wê dikir. Diya wî gazin dikir ser êşên hemlebûna xwe. Ber baxçê Êdênê jî xêrûb û şûrê agirîyî ku her aliyava divirvirî, hebûn (Dsp. 3:14-19, 24). Ev hemû tişt bona Habîl bûne îzbatiyên vê yekê, ku xilazkirin bi saya Zuret wê bê. Lema jî ewî “bi baweriyê . . . hedîke ji hediya Qayîn çêtir da Xwedê” (Îbr. 11:1, 4).
(Îbranî 11:5) Bi baweriyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew tu ciyî kifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatiye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû.
“Ew li Xwedê Xweş Hatibû”
Lê çi cûreyî Henox hate hildanê û mirin jî nedît? Yehowa usa kir, ku bê êş û çerçirandinê jîyîna Henox bê sekinandinê û usa ew ji destê dijmina xwey kir yên ku dixwestin wî bikujin. Lê pêşiyê Henoxra “şahidî hat kirin ku ew li Xwedê xweş hatibû”. Gelo çi cûreyî? Pêşiya mirina xwe, Henox dibe ku xewn-xeyalek ji Xwedê standibû, kîderê ku ewî erdê cinetê dîtibû. Paşî wê nîşana qebûlkirina Xwedê, Henox bi xeva mirinê raza. Derheqa Henox û mêr-jinên amine din, Pawlosê şandî usa nivîsî ye: “Ev hemû jî . . . baweriyêda mirin” (Îbranî 11:13). Dibeke dijminên wî ciniyazê wî digeriyan, lê tu ciya “ew nehat dîtin”. Bi vê yekê Yehowa ew parast ku dijmin nikaribin qerfê xwe ciniyazê wî bikin, yan jî seva hebandina nerast bidine xebatê.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 11:1-16) Bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî, û çaxê bi saya îzbatiya, em dudilî nînin wan tiştada yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene. 2 Bi baweriyê pêşiyêd me li Xwedê xweş hatin. 3 Bi baweriyê meva eyan e ku dinya bi xebera Xwedê efiriye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne. 4 Bi baweriyê Habîl hedîke ji hediya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê baweriyê ew hate begemkirinê çawa yekî rast, çimkî hediyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rast e Habîl mir, lê bi baweriya xwe hê xeber dide. 5 Bi baweriyê Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne. Ew tu ciyî kifş nebû, çimkî Xwedê ew hildabû. Nivîsarêda hatiye gotinê, ku berî hilatina wî, ew li Xwedê xweş hatibû. 6 Û bê bawerî tu car nabe ku însan li Xwedê xweş bê, çimkî ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin. 7 Bi baweriyê Nuh bona tiştêd ku hê nedihatine kifşê ferman ji Xwedê stand û bi xofa Xwedê rabû bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir. Nuh bi wê baweriyê dîwana dinê kir û bû xweyîwarê wê rasthesabbûnê, ya ku ji baweriyê tê. 8 Bi baweriyê, gava Birahîm hate gazîkirinê, guhdarî kir, ku here wî ciyê ku wê çawa war bistanda. Û rabû çû, lê nizanibû jî kuda diçe. 9 Bi baweriyê çawa firarî wî welatê xerîbda ma, yê ku Xwedê jêra soz dabû. Û çadirada tevî Îshaq û Aqûb ma, ku ew jî xweyiyêd wî warê sozdayî bûn. 10 Çimkî ew hîviya wî bajarê xweyîrikinê miqerm bû, yê ku efirandar û avakirê wê Xwedê ye. 11 Bi baweriyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar nedanî, ewê qewata berê zika stand û wê mezinayiya wîda zarek wîra bû. Çimkî bawer kir, ku yê wîra soz daye amin e. 12 Û ji wî yekî, yê ku îdî ber mirinê bû, weke steyrkêd ezmên û qûma devê berê bêhesab merî dinê ketin. 13 Ev hemû jî ku baweriyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukur hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê. 14 Ewêd ku tiştêd aha dibêjin, didine kifşê ku ew li welatekî bona xwe digerin. 15 Û heger bona wî welatî bîr banîna ji kîderê ku ew derketibûn, mecala wan wê hebûya vegeriyana wir. 16 Lê ji ber wêva demana welatekî hê qencda bûn, awa gotî yê ezmanî. Lema Xwedê vê yekêda şermiyê nabîne, ku ew jêra Xwedê bêjin, çimkî ewî bona wan bajarek hazir kiriye.
23-29 ÎLONÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBRANÎ 12-13
“Şîretkirin, Nîşana Hizkirina Yehowa ye”
(Îbranî 12:5) Gelo we ew dildayîna bîr kiriye, ya ku Xwedê wera çawa tevî zarêd xwe xeber da? «Lawê min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe keve.
w12 15/3 29 ¶18
Tiştên Pişt Xweva Hiştî, Bîr Bikim
Şireta ku dil diêşîne. Diqewime em şîreteke berê dikin bîra xwe, ya ku dilê me êşand. Ev yek qewatê ji me distîne û me dilteng dike. Ji bo vê yekê em şîretê pişt guhê xweva davêjin (Îbrn. 12:5). Hergê em şîretê ber tu tiştî hesab nakin û înkar dikin yan jî dilteng dibin, wekî me pêşyê şîret qebûl kir lê paşê nikaribûn bidine xebatê, dêmek em rê digirin, ku ev şiret alî me bike rast bin. Wê baş be dîna xwe bidin giliyê Silêman: “Şîretê min qewîn bigire û destê xwe ji wê neke, tu wê xwey ke, çimkî ew e emirê te” (Metlk. 4:13). Anegorî ajovanê kîjan ku dîna xwe dide nîşanên ser rê, em jî gerekê şireta qebûl kin û berdewam kin pêşda herin (Metlk. 4:26, 27; bixûne Îbranî 12:12, 13).
(Îbranî 12:6, 7) Çimkî Xudan kê hiz dike, wî şîret dike û kîjanî çawa law qebûl dike, ceza dike”. 7 Hûn şîretê sebir kin, çimkî Xwedê tevî we radibe- rûdinî çawa tevî zarêd xwe. Ew kîjan zar e, ku bav wî şîret nake?
w12 1/7 21 ¶3
“Gava Hûn Dua Dikin, Aha Bêjin: ‘Bavo’”
Bavê bi hizkirinê tije, zarên xwe şîret dike çimkî wîra yek nîne ewana merivne ça mezin bim (Efesî 6:4). Ew bav dikare xeysetê xweda giran be gava zarên xwe şîret dike, lê ewê tu car tevî wan sert nîbe. Carna Bavê meyî ezmana jî me şîret dike. Şîretên wî timê bi hizkirinê ne û tu çar sert nînin. Îsa çev dida Bavê xwe û tu car tevî şagirtên xwe sert nîbû, vî çaxî jî gava şîretên wî derbêra hilnedidan hesab (Metta 20:20-28; Lûqa 22:24-30).
(Îbranî 12:11) Rast e her şîretek wê demê dilê meriya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê edilayiyê ji jiyîna rast diçinin. Haş ji xwe hebin.
“Guh Bidine Şîreta Hûnê Serwaxt bin”
18 Rast e çaxê me şîret yan jî ceza dikin, dilê me dêşe, lê ji vê êşê xirabtir ew e çaxê em şîreta qebûl nakin û ziyanê distînin (Îbrn. 12:11). Dîna xwe bidine mesela du meriva, Qayîn û Tsedekiya. Çaxê Qayîn destpêkir birê xwe Habîl nefret ke, Xwedê Qayîn şîret kir û gotê: “Tu çima hêrs ketîyî? Û te çima serê xwe berjêr kirîye? Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye, lê bike ku tu hukumî li ser bikî” (Destp. 4:6, 7). Lê Qayîn giliyên Xwedê pişt guhê xweva avît, û kete bin hukumê gune. Qayîn xwexa êşeke mezin û kul-derd xwera anî (Destp. 4:11, 12). Hergê ewî guh bida şîreta Yehowa, wê ew êş nedîta çi ku hê çetin bû, ne ku êşa şîretkirinê.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Îbranî 12:1) Awa ku haqas elaleta şedaye giran dora me girtiye, de werin em hemû giraniyê û wî gunê ku rihet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin.
w11 15/9 17-18 ¶11
Bi Mêrxasî Leycmeydanê Birevin
11 Ewên ku hatine navkirinê “ewrekî evqas mezin yê şahidan”, ne tenê temaşevan bûn, kîjan ku dîna xwe didane revê yan jî serketina koma xwe dixwestin. Ewana xwexa jî revêda kar dikirin, û bi serfiniyazî direviyan serdiketin. Rast e ev meriv îda mirin e, lê mesela wan revokên cêribandî dikaribû revokên teze, qewî kira. De bidine hesabê xwe, revok wê çawa xwe texmîn kira, gava bizanibûya, wekî revokên herî navdar wî dinihêrin. Hemikî ewê qewatê bida xebatê, wekî hê rind bireviya û serketa. Şedên berê dikaribûn Mesîhiyên Îbranî bidana bawerkirinê, wekî rastî çi çetinaya ewana bihatana jî, wê bikaribûna leycmeydana sîmbolîkda serketana. Hergê Mesîhiyên Îbranî ya qirna yekê, bîra xweda xwey kirana “ewrekî evqas mezin yê şahidan”, ev dikaribû wana qewî kira, ku bi mêrxasî leycmeydanê birevin. Ewana bona me jî meselekî baş in.
(Îbranî 13:9) Ber bayê cûre-cûre hînkirinêd xerîb nekevin. Qenc e ku dil bi kerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha ketin, tu kesî kar nestand.
w89 15/12 22 ¶10
Qurbana Bînin, Kîjan ku Xwedê Xweş tên
10 Lema jî Îbranî gerekê xwe dûr bigirtana ji wan hînkirina, ku Cihûdîva girêdayî bûn (Galatî 5:1-6). “Dil” qewî dibe ne bi wan hînkirina, lê bi “qenciya Xwedêye nehêja”, lema jî dikarin qewî rastiyêda bimînin. Hineka diqewime diketine dewê seva qurbana û xurekê, çimkî Pawlos digot, ku dil bi xurek û qurbana qewî nabe. Çaxê meriv aminiya xwe hindava Xwedê xwey dike, û razîbûna hindava kirînê dide kifşê û vê yekêda kara xwe nagere, hingê ev kareke mezin ruhanîda distîne (Romayî 14:5-9). Xêncî wê yekê, bi qurbanbûna Mesîh, qurbana Lêviya îda boş-betal bû (Îbranî 9:9-14; 10:5-10).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Îbranî 12:1-17) Awa ku haqas elaleta şedaye giran dora me girtiye, de werin em hemû giraniyê û wî gunê ku rihet li me diwele ji xwe dûr xin û bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin. 2 De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkêşî û Kamilkirê baweriya me, yê ku bona wê şabûna pêşiya xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hesab nekir, paşê kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt. 3 Awa ser wî bifikirin, ku çawa li wan gunekarêd miqabilî xwe sebir kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekevin. 4 We hê heta xûnrêtinê miqabilî guna şer nekiriye. 5 Gelo we ew dildayîna bîr kiriye, ya ku Xwedê wera çawa tevî zarêd xwe xeber da? “Lawê min, şîreta Xudan pişt guhê xweva nevêje û ne jî gava ew li te hiltê, li ber xwe keve. 6 Çimkî Xudan kê hiz dike, wî şîret dike û kîjanî çawa law qebûl dike, ceza dike”. 7 Hûn şîretê sebir kin, çimkî Xwedê tevî we radibe- rûdinî çawa tevî zarêd xwe. Ew kîjan zar e, ku bav wî şîret nake? 8 Lê heger hûn neyêne şîretkirinê çawa hemû zar têne şîretkirinê, ku usa ye hûn ne zarêd helal in, lê yêd ji zinêkariyê ne. 9 Heger em ku ji bavêd xweye xûn-goşt têne şîretkirinê vedikişin, hê çiqas zêde gerekê em gura Bavê ruhê xweda bin, wekî em bijîn? 10 Bavêd meye xûn-goşt wextekî kin li gora dilê xwe me şîret dikin, lê Xwedê bona kara me, wekî em jî mîna wî bibin pîroz. 11 Rast e her şîretek wê demê dilê meriya şa nake, lê dêşîne, lê belê paşê yêd ku bi wê hînbûyî ne, berê edilayiyê ji jiyîna rast diçinin. Haş ji xwe hebin 12 Awa qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê taqet bişidînin 13 û nigêd xwe riya rastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be. 14 Bikin ku tevî hemûya edil bin û jiyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîroziyê tu kes wê Xudan nebîne. 15 Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rawekî tel tengasiyê bide û geleka jerdadayî ke. 16 Haş ji xwe hebin, nebe ku yek çevder yan dinêhiz be mîna Esaw, ku bona zike nan nixurtiya xwe firot. 17 Awa weva eyan e jî, paşê gava ewî bi hêsira xwest ku ew duayê nixurtiyê li wî jî bibe, hate texsîrkirinê. Çare dêst neket, wekî ew tiştê ji destê xwe kiribû paşda bistanda.
30 ÎLONÊ-6 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | AQÛB 1-2
“Çi Dibe Berbi Gune û Mirinê”
(Aqûb 1:14) Lê her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê.
g17.4 14
Cêribandin
Çaxê meriv tê cêribandinê, hingê dîna wî dikişîne tiştekî, îlahî çaxê ev tişteke nerast e. Bidine ber çevê xwe, hûn dikanêda nin û dîna we diçe ser tiştekî, ku gelek we xweş hat. Hûn difikirin: “Dikarim dizîkava hildim, yeke kesek wê nevîne”. Lê îsafa we dibêje: “Na!” Hûn fikirên nerast ji xwe dûr dixin û riya xwe berdewam dikin. Usa we ev cêribandin alt kir.
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
Hergê hûn dikevine ber bayê cêribandina, ev nayê hesabê ku hûn merivekî xirab bin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî her kes tê cêribandinê (1 Korintî 10:13). Ferz ew e, hela vê derecêda em çawa xwe didine kifşê. Hinek meriv destpêdikin ser wan fikirên nerast zef bifikirin, lema jî zû yan dereng ewana dikevine vê telikê. Yên din jî derbêra fikirên necayîz ji xwe dûr dixin.
“Her kes dibe maşoqê dilhavijiyêd xwe, dixape û tê cêribandinê” (Aqûb 1:14).
(Aqûb 1:15) Hingê dilhavijî kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe.
g17.4 14
Cêribandin
Kitêba Pîroz şirovedike, wekî çi dibe berbi gune. Aqûb 1:15 dibêje: “Dilhavijî [xwestina nerast] kelê xwe distîne, gune jê difirike û gune jî ku mezin dibe, mirin jê dibe”. Dêmek hergê meriv fikirên nerast hişê xweda digire, ew dikare hêsa bikeve ber bayê fikirên xwe û wê nikaribe ber guna xwe bigire. Hingê ça kulfeta hemle, kîjan ku nikare xwe bigire ku zar neyê bûyînê, usa jî meriv wê nikaribe xwe bigire û wê gune bike. Bi rastî weva girêdayî ye hûnê bibine dîlê xwestinên xwe yan jî axayên xwestinên xwe.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Aqûb 1:17) Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji jor e, ji Bav, ji Efirandarê ronaya tê xwarê, yê ku ne xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber wî dadigere.
it-2 253-254
Ronayî
Yehowa heye “Efirandarê ronaya” (Aqb. 1:17). Ewî ne tenê “bi rojê ronahî be roj daye, bona bi şevê ronahî be zagona heyv û steyrkan daniye” (Yêr. 31:35), lê usa jî ronaya ruhanî daye (2 Kr. 4:6). Qanûn, xeber û safîkirinên Xwedê ronayî ne bona wan meriva, kî ku bi wan rêberî dibin (Zb. 43:3; 119:105; Mtl. 6:23; Îş. 51:4). Zebûrbêj got: “Ronahiya te ronahiya me ye” (Zb. 36:9; berember ke Zb. 27:1; 43:3). Ça ronayiya berbangê ya ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamiya roje ronayî dibe, usa jî riya rasta ku bi bîlaniya Xwedê ronayî dibe, hêdî-hêdî dibe ronayî (Mtl. 4:18). Gava em ser vê rê diçin, kîjan ku Yehowa nîşanî me dike, ev tê hesabê ku em ronaya wîda dimeşin (Îş. 2:3-5). Lê ewê ku ser hemû tiştî bi fikir û nêtên nerast dinihêre, teriya ruhanîda ne. Îsa got: “Heger çevê te xirab e, temamiya bedena teyê terî be. Awa heger ew ronaya ku nav teda ye terî ye, terî wê çiqas zêde be!” (Mt. 6:23; berember ke Qn.Dc. 15:9; 28:54-57; Mtl. 28:22; 2 Pt. 2:14).
(Aqûb 2:8) Heger hûn qanûna Padşatiyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike”, hûn qenc dikin.
it-2 222 ¶4
Qanûn
“Qanûna Padşatiyê”. Wek padşê nava meriva, “qanûna padşatiyê” ciyê ferz û bilind digire nava qanûnên din, yên ku heleqetiya orta meriva saz dikin (Aqb. 2:8). Hîmê vê qanûnê hizkirin bû, lê temiya “hevalê xwe weke xwe hiz bike”, (qanûna padşatiyê) ya duda bû, ser kîjanî ku hemû nivîsarêd pêxembera û Qanûnê girêdayî ne (Mt. 22:37-40). Rast e, Mesihî peymana qanûnêda nînin, lê li gora peymana teze ewana borcdar in guh bidine qanûna Yehowa û Kurê wî, Padşa Îsa Mesîh.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Aqûb 2:10-26) Ewê ku temamiya Qanûnê xwey dike, lê tiştekî jê berdide, ew dibe deyndarê temamiya Qanûnê. 11 Çimkî ewê ku got: “Ziniyê neke” usa jî got: “Nekuje”. Awa heger ziniyê nekî, lê bikujî, dîsa Qanûnê diteribînî. 12 Xeberdan û kirinêd xweda usa bin, çawa yêd dîwana wanê bi wê qanûnê bibe, ya ku azayiyê dide. 13 Çimkî bê rem wê dîwana bêrema bibe, lê rem li ber dîwanê rûspî dike. 14 Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirêd wî tunebin? Gelo eva baweriya dikare wî xilaz ke? 15 Mesele, heger birak yan xûşkek sitar lê tunebe yan hewcê nanê rojê be, 16 ji we yek wanra bêje: “Bi xêr û silamet herin, germ û têr bin”, lê tiştêd ku ew hewce bin nede wan, çi feyde? 17 Usa jî bawerî, heger kirêd wê tunebin, bi tenê mirî ye. 18 Lê yekê bêje: “Baweriya te heye, kirêd min hene”. Lê ezê bêjim: Ka baweriya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî baweriyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim. 19 Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! Cin jî bawer dikin û dibizdin. 20 Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye? 21 Ne Birahîmê bavê me bi kira rast hate hesabê, gava kurê xwe Îshaq danî ser gorîgehê, ku bike qurban? 22 Tu dibînî ku baweriyê tevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira baweriyê riya xwe qedand? 23 Û gotina nivîsarê hate sêrî, ku dibêje: “Birahîm baweriya xwe Xwedê anî û ew jêra rastî hate hesabê” û dostê Xwedê hate gotinê. 24 Hûn dibînin ku meriv bi kira rast tê hesabê, ne ku tenê bi baweriyê? 25 Ne usa jî Rexaba çevder bi kira rast hate hesabê, gava cesûs qebûl kirin û ew rêke dinva verêkirin? 26 Awa çawa qalib bê ruh mirî ye, usa jî bawerî bêyî kira mirî ye.