Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
7-13 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | AQÛB 3-5
“Bîlaniya Xwedê Eyan ke”
(Aqûb 3:17) Lê serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye.
cl 221-222 ¶9-10
Serwaxtiya Jorin Jîyîna Teda Eyan Dibe?
9 “Berê pêşin paqij e”. Paqij bin, tê hesabê dilda bêqisûr û bêleke bin. Kitêba Pîroz serwaxtiyê tevî dil girê dide, lê serwextiya ji ezmên nikare bikeve dilê wî merivî, kîjan ku bi fikir û xwestinên nerast tije ye (Metelok 2:10; Metta 15:19, 20). Hergê dilê me paqij e û em dixwazin xwe rast kifş kin, hingê emê xwe ji xirabiyê dûr bigirin û qenciyê bikin (Zebûr 37:27; Metelok 3:7). Lema jî çaxê rêz derheqa serwaxtiyê şirovedike, pêşiyê tê gotinê wekî ew “paqij e”. Dêmek hergê em aliyê namûsiyêda û ruhanîda paqij nîbin, emê nikaribin wan xeyseta pêşda bînin, kîjan ku serwaxtiyêva girêdayî ne.
10 “Paşê edil e”. Serwaxtiya jorin me hêlan dike edilayê bigerin, kîjan ku yek ji berên ruhê Xwedêyî pîroz e (Galatî 5:22). Em dixebitin wekî “edilayiyê xwey kin”, çi ku cimeta Yehowa dike yek (Efesî 4:3). Em usa jî hemû tiştî dikin, wekî edilayê çêkin hingê, çaxê ew unda dibe. Gelo çima ev yek ferz e? Kitêba Pîroz dibêje: “Ser xweda werin, li pey edilayiyê bin û Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê wê tevî we be” (2 Korintî 13:11). Dêmek hergê em edilayêda bijîn, Xwedayê edilayê wê tevî me be. Ev yek ku çawa em tevî xûşk û bira xwe kifş dikin, dikare ser heleqetiya me tevî Yehowa hukum be. Lê çi em gerekê bikin, ku edilayê pêşda bînin? Were em bi meselê şêwir kin.
(Aqûb 3:17) Lê serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye.
cl 223-224 ¶12
Serwaxtiya Jorin Jîyîna Teda Eyan Dibe?
12 “Berbihêr e”. Çi tê hesabê berbihêrî? Li gora nihêrandina lêkolînkarên Kitêba Pîroz, çetin e bivînin mena welgerandina wê xeberê, kîjan ku Aqûb 3:17-da tê nivîsarê ça “berbihêr”. Hine terciman giliyê usa didane xebatê ça “milûk”, “qenc”, “nerm”. Rast e-rast ev xebera Îbranî tê hesabê, merivê nerm kîjan ku ser ya xwe nasekine. Tu ça dikarî têderxî hela bîlaniya jorin ya vî cûreyî, jîyîna meda eyan dibe yan na?
cl 224-225 ¶14-15
Serwaxtiya Jorin Jîyîna Teda Eyan Dibe?
14 “Milûk”. Ew xebera Îbranî, kîjan ku ser zimanê me hatiye welgerandinê ça “milûk”, raste-rast tê hesabê “hazir e guhdar be”. Ev xebera Îbranî Nivîsarên Îbranîda tu ciya xêncî vî ciyî, zêde tu ciya nehatiye nivîsarê. Li gora zandarekî ev xeber “gelek car tê xebitandinê, gava xeberdan diçe derheqa terbetiya eskeriyêda”. Nêta vê xeberê ev e; “rûnerm” û “guhdar”. Ew meriv kîjan ku bi bîlaniya jorin tê rêberîkirinê, bi hazirbûn guh dide hemû tiştên ku Nivîsarên Pîrozda lêkirîne. Ew tê naskirinê ça merivekî nerm, kîjan ku ser ya xwe nasekine gava miqabilî safîkirina wî dertên. Ew hazir e nihêrandina xwe biguhêze, hergê bi Kitêba Pîroz wîra nîşan dikin, ku ew tiştekîda nerast e. Le tu têyî naskirinê ça merivekî usa?
“Bi Remê û Berêd Qenciyêva Tijî ye”
15 “Bi remê û berêd qenciyêva tijî ye”. Remtî ev heye pareke ferz ya serwaxtiya jorin. Ser serwaxtiya vî cûreyî dibêjin “bi remê tije ye”. Dîna xwe bidinê, xeberên “remtiyê” û “berên qenciyê” tevayî hatine nivîsarê. Çimkî ser hîmê Kitêba Pîroz remtî ev heye xemkirin hindava merivada û dilşevatî, ya ku hêlan dike bi merdanî kirên qenc bikin. Di kitebekêda tê şirovekirinê, wekî xebera “remtî” tê hesabê bona meriva berxwekevin, kîjan ku ketine qeziyê, û alî wan bikin. Bîlaniya Xwedê timê hazir e alîkariyê bide, qenc e û dilgerm dike. Lê em çi cûreyî dikarin bidine kifşê, wekî bi remtiyê tije ne?
(Aqûb 3:17) Lê serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye.
cl 226-227 ¶18-19
Serwaxtiya Jorin Jîyîna Teda Eyan Dibe?
18 “Bê tagêr”. Bîlaniya Xwedê cudebûnê nake orta mileta. Hergê em bi vê bîlaniyê rêberî bin, emê her tiştî bikin wekî dilê xwe temiz kin, seva ku hemû mileta wek hev bigirin (Aqûb 2:9). Em gerekê meriva hurmet nekin ji bo xwandina wan, hebûna wan yan jî cabdariyên wane civatê. Usa jî em gerekê ber çevê xwe nimiz nekin wan xûş-bira, kî ku nava merivada eyan û pêşdaçûyî nîne. Yehowa wana hêjayî hizkirina xwe dike, lema jî em gerekê vê yekêda çev bidine wî.
19 “Bê hilekarî ye”. Xebera Yûnanî “hilekarî”, dikarin bidine xebatê hindava wî merivî, yê ku sînemêda rolê dilîze. Mesele berê lîstikçiyê Yûnanî û Romayî wedê lîstina rola xwe, bi tiştekî sifetê xwe diguhastin. Lema jî xebera Yûnanî “hilekar” hindava wî merivî didane xebatê, kî ku fêlbazî dikir û bi qelpiyê şixûlê xwe pêşda dibir. Bîlaniya Xwedê ne tenê wî çaxî gerekê ser me hukum ke, çaxê em pirsekêda ber bi xûşk-bira diçin, lê usa jî hukum dike ser nihêrandina me hindava wan.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Aqûb 4:7) Awa ber Xwedê şkestî bin. Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve.
Dijminê Xwe Nas ke
4 Petrûsê şandî Şeytan Mîrê-cina nav dike ça “şêr”, yê ku “mire-mira wî ye”, lê Yûhenna wî nav dike “mer” û “ziya” (1 Pet. 5:8; Eyan. 12:9). Lê em gerekê ji Şeytan netirsin, çimkî qewata wî bi sînor e. (Bixûne Aqûb 4:7.) Yehowa, Îsa û milyaketên amin, me xwey dikin. Em pê alîkariya wan dikarin miqabilî dijminê xwe derên. Lê em gerekê bizanibin caba wan sê pirsên sereke: Qewat û hukumê Şeytan çiqas e? Ew hukumê xwe ça dide xebatê? Gelo hene tişt ku ew nikare bike? Were em caba van pirsa şêwir kin, û usa jî binihêrin çi dersa dikarin hîn bin.
(Aqûb 4:11, 12) Xeyba hevdu nekin xûşk-birano. Kî xeyba birê xwe dike, yan loma birê xwe dike, ew xeyba Qanûnê dike û loma Qanûnê dike. Lê heger tu loma Qanûnê dikî, îdî tu Qanûnê naqedînî, lê hakimê wê yî. 12 Tenê Qanûndarek û Hakimek heye, ku dikare hin xilaz ke û hin jî unda ke. Lê tu kî yî ku loma hevalê xwe dikî?
w97 15/11 20-21 ¶8
Bawerî Alî Me Dike Teyax kin û Dua Bikin
8 Çaxê meriv xeybê birê xwe dike, ew gune dike (Aqb. 4:11, 12). Hene yên usa ku xeybê bira dikin, xwe heq derdixin û bi vê yekê xwe ser wanra digirin (Zb. 50:20; Mtl. 3:29). Xebera Yûnanî “xeyb” tê hesabê dijminatî yan şer-avîtin. Ev beramberî sûcdarkirinê ye. Çi cûreyî meriv dikare xeybê birê xwe bike û qanûna Xwedê sûcdar ke? Qanûnzan û fêrisî, qanûna Xwedê guhastin û bi nihêrandina xwe meriv sûcdar dikirin (Mq. 7:1-13). Hergê em xeybê birê xwe dikin, kîjanî ku Yehowa sûcdar nake, gelo bi vê yekê em qanûna Xwedê sûcdar nakin? Bi vî cûreyî em ça bêjî didine kifşê, wekî qanûna Xwedêda kêmasî heye. Û gava em xeybê birê xwe dikin, em nikarin qanûna hizkirinê bînin sêrî (Romayî 13:8-10).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Aqûb 3:1-18) Bira gelek ji we, birayêd min nebine dersdar, çimkî hûn zanin dîwanê ser me dersdara hê giran be. 2 Belê em hemû jî gelekî şaşiya dikin. Heger yek xeberdanêda tu şaşiyê nake, ew yekî kamil e, ku dikare temamiya qalibê xwe zeft ke. 3 Em gemê davêjine devê hespê, wekî ew bê zeftê, ku em serwêriyê temamiya hespê pêva bikin. 4 Em bînin ser gemiyê jî. Ew çiqasî mezin in û ji ber bayê qayîm têne ajotinê, lê bi çerxeke gelekî biçûk têne serwêrîkirinê, dilê gemîvan kiyalîda ku bixwaze. 5 Usa jî ziman endemekî biçûk e, lê tiştêd ji xwe mestir dibêje. Dîna xwe bidine pirîske agir, çi daristaneke mezin dikare bişewitîne! 6 Ziman jî agirek e, dinyake zulmkar e nava endemêd meda. Ew temamiya qalibê me dêris dike, agir dewra jiyîna mêriv dixe û ew xwexa ji alava agirê dojê pêgirtî ye. 7 Her cûre rewir, teyrede, şûlikî û heywanêd berê têne zeftê û zeftî mêriv dibin, 8 lê tu qûl-bende zimên nikare. Ew zulmkarekî bêar e, jera merava dagirtî ye. 9 Em bi wî şikiriyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifira mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê. 10 Hema ji wî devî jî dua û nifir dertên. Xûşk-birayêd min, ev yek ne cayîz e ku aha be. 11 Gelo ji çevkanîkê ava xweş û tel dide der? 12 Gelo dibe xûşk-birayêd min, wekî dara hêjîrê berê zeytûnê bide, yan jî kola tiriyê hêjîrê? Ne jî ji şorayiyê ava xweş dertê? 13 Nava weda kî serwaxt û aqil e? Bira ew bi pergaliya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktiya serwaxtiyê bide kifşê. 14 Lê heger dilê weda hevsûdiya xirab û çevnebarî hene, kubar nebin û rastiyê derew dernexin. 15 Eva «serwaxtiya” ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye. 16 Çimkî li kîderê hevsûdî û çevnebarî hene, li wir bêterbetî û her kirinêd xirab jî hene. 17 Lê serwaxtiya jorin, berê pêşin paqij e, paşê edil e, milûk û berbihêr e, bi remê û berêd qenciyêva tijî ye, bê tagêr û bê hilekarî ye. 18 Û berê rastiyê ji aliyê yê ku bi edilayiyê diçîne tê çinînê.
14-20 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PETRÛS 1-2
“Pîroz bin”
(1 Petrûs 1:14, 15) Mîna zarêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezaniya xweda. 15 Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda.
Kirîn “Pêşkêşa Kamil” ji Xwedê ye
5 Lê em ça dikarin nîşan kin, wekî navê Xwedê hiz dikin? Pê kirên xwe. Yehowa ji me dewa dike ku em pîroz bin. (Bixûne 1 Petrûs 1:15, 16.) Ew tê hesabê, wekî em gerekê tenê Yehowa bihebînin û bi temamiya dilê xwe gura wî bikin. Hela hê wedê peyketina jî, em gerekê hemû tiştî bikin seva qanûn û prînsîpên wî bînin sêrî. Çaxê em kirên rast dikin, em navê Yehowa rûmet dikin (Met. 5:14-16). Çawa cimeta pîroz, em pê jîyîna xwe îzbat dikin wekî qanûnên Yehowa rast û baş in, lê gotinên Şeytan derew in. Em gişk gunekar in û lema jî şaşiya dikin. Lê em bi dil gunên xwe tînin rûyê xwe û pişta xwe didine wan kira, kîjan ku navê Xwedê bêhurmet dikin (Zeb. 79:9).
(1 Petrûs 1:16) Çawa nivîsar e: “Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im”.
Çawa Xwera Wedederbazkirina Bijbêrin
6 Yehowa mera dibêje: “Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im” (1 Petrûs 1:14-16; 2 Petrûs 3:11). Yehowa xizmetkirina me qebûl dike tenê wî çaxî, hergê ev pîroz e, dêmek temiz e (Qanûna Ducarî 15:21). Xizmetkirina me nikare temiz bê hesabê, hergê em wan tişta dikin, çi ku Yehowa nefret dike. Mesele bênamûsî, zulmî yan tiştên cinava girêdayî (Romayî 6:12-14; 8:13). Hergê em usa wede derbaz kin, emê dilê Yehowa bêşînin. Ji bo wê yekê, xizmetkirina me dikare ber çevê Yehowa netemiz û nelayîq bê hesabê û ziyana qewî bide heleqetiya me tevî wî.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(1 Petrûs 1:10-12) Bona vê xilazbûnê pêxember lê geriyan û ketibûne bin enena û bona wê kerema ku wê wera bibûya pêxembertî kirin. 11 Ruhê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikişîne û peyra bikeve rûmeta xwe. Û wan dikir ku bizanibin ka bona kengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin. 12 Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha wera bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî wera dannasîn kirin, bi Ruhê Pîrozî ku ji ezmên hate şandinê. Milyaket jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.
w08 15/11 21 ¶10
Fikirên Qîmet Ji Nemên Aqûb û Petrûs
1:10-12. Melek hizreta vê yekê bûn, ku rastiyên ruhaniye kur têderxin, yên civata Mesîhiyên rûnkirî, derheqa kîjana ku pêxemberên Xwedê nivîsî bûn. Lê ev rastî hingê zelal bû, çaxê Yehowa bi saya civata Mesîhiya destpêkir kar bike (Ef. 3:10). Wê baş be em çev bidine meleka, û hizreta vê yekê bin, wekî “nêt-meremêd Xwedêye kûr” pêbihesin (1 Kr. 2:10).
(1 Petrûs 2:25) Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seviyê ruhê xwe vegeriyane.
it-2 565 ¶3
Berpirsiyar
Berpirsiyarê Girîng. Kifş e Petrûsê şandî gava 1 Petrûs 2:25-da derheqa “pezêd xalifî” dibêje, ew Îşaya 53:6 diwekilîne. Paşê Petrûs berdewan dike: “Lê niha hûn li Şivan û Seviyê ruhê xwe vegeriyane”. Ça tê kifşê Şivan û Seviyê ser Yehowa Xwedê tê gotinê, çimkî kîjanara ku Petrûs nivîsî, nikarin bêjin ku ewana “xelifî bûn” û ji Îsa Mesîh dûr ketibûn; lê bi saya Îsa ewana berbi Yehowa Xwedê hatin, kîjan ku Şivanê Girîng e bona cimeta xwe (Zb. 23:1; 80:1; Yêr. 23:3; Hz. 34:12). Ser Yehowa usa jî dikarin bêjin berpirsiyar bi wê nêtê, ku ew enene dike (Zb. 17:3). Bi saya enenekirinê (êpîskopê, bi Yûnanî), dikaribûn dîwan pêşda baniyana û axiriyêda safîkirina dîwanê bona yê dihate dîwankirinê, nebaş bûya. Mesele, qirna yekêda B.D.M. Orşelîm hate enenekirinê [êpîskopê, bi Yûnanî] û dîwankirinê. Orşelîm haş xwe tune bû (Lq. 19:44). Lê enenekirin dikare karê jî bîne, çawa ev yek wê biqewime tevî wan, kî ku wê “şikiriyê bidine Xwedê, wê Roja ku serîkî bide dinê” (1 Pt. 2:12)
Xwendina Kitêba Pîroz
(1 Petrûs 1:1-16) Ji Petrûs, Şandiyê Îsa Mesîh, Cimeta Xwedêye bijartîra, ya ku li welatêd Pontosê, Galatyayê, Kepedokyayê, Asyayê û Bîtênyayêda xerîb belabûyî ye. 2 Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Ruhê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdariya Îsa Mesîh bikin û bi xûna wiye rêtî bêne paqijkirinê: De bira kerem û edilayî hê li we zêde be. 3 Şikir ji Xwedêra, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rema xweye pir, careke din em dinê xistin, bi rabûna Îsa Mesîhe ji miriya, wekî bibine xweyê gumana sax 4 û wan soz-qirarêd nebetale nerizî û neçilmisî war bin. Evana li ezmana wera xweykirî ne. 5 Û qewata Xwedê pê baweriya we we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axiriya zemênda wê xuya be. 6 Hûn bi wê şa dibin, rast e niha jî usa diqewime ku hûn hinekî medekirî ne, ji dest cûre-cûre cêribandina. 7 Ev yek dibe sebeb, wekî xalisiya baweriya we hê bi qîmet kifş be, ne ku ew zêrê ku nava êgirda tê cêribandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew baweriya we wê hêjayî pesin, rûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh. 8 We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin, niha jî nabînin, lê wî bawer dikin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrûmet, ku bi zara nayê gotinê. 9 Çimkî hûn xilazkirina ruhê xwe distînin, ku meremê baweriya we ye. 10 Bona vê xilazbûnê pêxember lê geriyan û ketibûne bin enena û bona wê kerema ku wê wera bibûya pêxembertî kirin. 11 Ruhê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikişîne û peyra bikeve rûmeta xwe. Û wan dikir ku bizanibin ka bona kengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin. 12 Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha wera bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî wera dannasîn kirin, bi Ruhê Pîrozî ku ji ezmên hate şandinê. Milyaket jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin. 13 Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hişyar bin, tam gumana xwe bidine ser wê keremê, ya ku wê wera bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh. 14 Mîna zarêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezaniya xweda. 15 Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda. 16 Çawa nivîsar e: “Pîroz bin, çimkî ezî pîroz im”.
21-27 COTMEHÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 PETRÛS 3-5
“Axiriya her Tiştî Nêzîk Bûye”
(1 Petrûs 4:7) Axiriya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.
w13 15/11 3 ¶1
“Ser Xwe bin, ku Bikaribin Dua Bikin”
“XEBATÇÎK ku şev dixebitî got: “Qeraberbangê gelek çetin e hişyar bimînin”. Hemikî ewên ku mecbûr in şev bixebitin û ranezin, wê wan giliyara qayîl bin. Îro Mesîhî rastî çetinaya vî cûreyî tên, çimkî şevereşa vê dinya Şeytan, dirêj dikişîne (Rom. 13:12). Wê çiqas xof be seva me, wekî wê dema dereng em xevra herin! Gelek ferz e guh bidine vê şîreta ji Kitêba Pîroz: “Ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin” (1 Pet. 4:7).
(1 Petrûs 4:8) Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême.
w99 15/4 22 ¶3
Çawa Têderxin û Alt kin Sistbûna Ruhanî
Gelek ferz e timê hişê xweda xwey kin şîreta Pawlos ya bi hizkirinê: “Axiriya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin. Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême” (1 Petrûs 4:7, 8). Kêmasiyên me û yên merivên din, dikarin hêsa li ser hiş û fikirên me hukm kin û wek kevirê likumandinê riya me bigirin. Şeytan rind zane derheqa vê sistbûna meriya. Ew evê fikirê pêşda dibe: “Cude ke û Hukum ke”. Wê baş be “cî nedine Mîrêcin”, û zûskava bi hizkirin bibaxşînine hev (Efesî 4:25-27).
(1 Petrûs 4:9) Hindava hevda mêvanhiz bin, bîna xwe teng nekin.
Mêvanhizî Qîmet e û Gelek Lazim e!
2 Petrûs şîret da wan xûşk-bira: “Hindava hevda mêvanhiz bin” (1 Pet. 4:9). Xebera “mêvanhiz” ser zimanê Yûnanî raste-rast tê hesabê “hizkirin, yan jî qencî hindava xerîba”. Lê dîna xwe bidinê, Petrûs vê rêzêda derheqa xûşk-bira digot ku “hindava hevda” mêvanhiz bin, dêmek tevî wan kîjana ewana îda nas dikin û hevaltiyê dikin. Lê mêvanhiziyê wê çida alî wan Mesîhiya bikira?
3 Ewana wê hê nêzîkî hev bûna. Hela bifikirin, çaxê kesekî hûn teglîfî mala xwe kirin, hûn gelek şa bûn, usa nîne? Dibeke ew roj hê bîra weda ye. Yan jî çaxê we ji civatê kesek teglîfî mala xwe kir, hûn hê nêzîkî hev bûn, rast e? Çaxê em mêvanhiziyê didine kifşê, em xûşk-bira hê rind nas dikin. Mesîhiyên ku wedê Petrûs dijîtin, gerekê hê zêde tifaq bûna, çimkî hingê hal xirab dibû. Îro jî em gerekê usa bikin, çimkî em dijîn “rojêd axiriyêda” (2 Tîmt. 3:1).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(1 Petrûs 3:19, 20) Bi ruhanî çû nava wan ruhêd kelêda dannasîn kir, 20 yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî heyşt nefs “nava avêda” xilaz bûn.
w13 15/6 23
Pirsên Xwendevana
Kitêba Pîroz dibêje, wekî Îsa nava “ruhêd kelêda dannasîn kir” (1 Pet. 3:19). Ev çi tê hesabê?
▪ Li gora giliyê Petrûsê şandî, ev ruh “wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda” (1 Pet. 3:20). Eşkere ye Petrûs digot derheqa efirînên ruhanî, kîjana ku safî kirin tevî miqabilîbûna Şeytan bibine yek. Cihûda derheqa meleka dibêje, kîjan “ku hukumê xwe xwey nekirin, lê ciyê xwe şihitandin, Xwedê wan bi qeydêd heta-hetayêye terîstaniyêda xwey dike, bona wê Roja hesabe Dîwanê” (Cihûda 6).
Wedê Nuhda efirînên ruhanî çida neguhdariya xwe dane kifşê? Pêşiya Sêlavê ewan ruhên zulm xwe kirine dilqê meriya. Ev kirên wan li gora qirara Xwedê nîbûn (Destp. 6:2, 4). Xêncî wê yekê, gava melek tevî jina bênamûsî kirin, wana tiştekî netebyetî kir, çimkî li gora qirara Xwedê, melek gerekê neketana heleqetiya usa tevî meriya (Destp. 5:2). Ev melekên zulm û neguhdar, wê bêne kutakirinê roja Xwedêye kifşkirîda. Lê heta niha, çawa ku Cihûda kifş dike, ewana “terîstaniyêda” nin, yanê kela ruhanîda nin.
Çi çax Îsa nava “ruhêd kelêda dannasîn kir”? Petrûs dinivîse wekî ev hingê qewimî gava Îsa “aliyê ruhanîda jiyînêra hate vegerandinê” (1 Pet. 3:18, 19). Dîna xwe bidinê, Petrûs dibêje Îsa “dannasîn kir”. Petrûs ev xeber da xebatê, kîjan ku dide kifşê wekî îda kiriye. Ev yek îzbat dike wekî Îsa “dannasîn kir” pêşiya ku Petrûs nema xweye pêşin binivîsiya. Diqewime hinek wext şûnda paşî saxkirinê, Îsa gote ruhên xirab, wekî ewana wê bêne cezakirinê, çimkî hêjayî vê yekê ne. Evê dannasînkirinê da kifşê, wekî hêviya wan tune. Çimkî ev danasînkirina dîwankirinê bû (Ûnis. 1:1, 2). Îsa ku heta mirinê bawerî û aminya xwe xwey kir û hate saxkirinê, ev yek îzbat dike ku hukumê Mîrê-cina ser wî tune. Îzna Îsa hebû evê diwanê elam ke (Yûhn. 14:30; 16:8-11).
Axiriyê, Îsa wê Şeytan û cinên wî girêde û bavêje geliyê hey-wayê (Lûqa 8:30, 31; Ent. 20:1-3). Lê heta hingê ruhên neguhdar wê terîstaniya ruhanîda bin, û dudilîbûn tune wekî ewana wê bêne kutakirinê (Ent. 20:7-10).
(1 Petrûs 4:6) Bona vê yekê jî wan miriyara Mizgînî hate dayînê, yêd ku bi bedenî mîna meriva dîwana wan hate kirinê, wekî bi ruhanî bijîn mîna Xwedê.
w08 15/11 21 ¶8
Fikirên Qîmet Ji Nemên Aqûb û Petrûs
4:6: Kî bûn ew mirî, kîra “Mizgînî hate dayînê”? Xeberdan diçe derheqa wan kî ku “dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn”, dêmek ruhanîda mîrî bûn heta ku mizgîniya xêrê pêhesiyan (Ef. 2:1). Lê gava mizgîniya xêrê bawer kirin, ruhanîda “sax bûn”.
Xwendina Kitêba Pîroz
(1 Petrûs 3:8-22) Heyneser hemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin. 9 Ji ber xirabiyêva xirabiyê nekin, yan ji ber bêhurmetkirinêva bêhurmetkirinê, lê ji ber vanva dua-dirozga li wan bikin, çimkî hûn vê yekêra hatine gazîkirinê, wekî dua-dirozgê sozdayî ser weda bê. 10 Çimkî nivîsar e: “Kî jiyînê begem dike û dixwaze rojêd xweş bibîne, bira zimanê xwe ji xirabiyê xwey ke û zarê xwe jî ji derewiyê. 11 Bira ji xirabiyê vegere, qenciyê bike û edilayiyê bigere, li pey wê here. 12 Çimkî çevê Xudan li ser rasta ye û guhê wî ser duayê wan e, lê Xudan miqabilî wan e, yêd ku xirabiyê dikin”. 13 Kî wê xirabiyê li we bike, heger hûn demana qencîkirinêda bin? 14 Lê heger hûn bona rastiyê cefê jî bibînin, hûne xwezilî ne! Îdî ji meriva netirsin û xwe unda nekin. 15 Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin, 16 xweyê îsafa rihet bin, wekî, gava hûn bêne rezîlkirinê, yêd ku pergaliya weye qence tevî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin. 17 Hê qenc e, heger qirara Xwedê ye, em bona qenciyê cefê bikişînin, ne ku bona xirabiyê. 18 Çimkî Mesîh carekê bona her tim bona guna cefa kişand, yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew aliyê bedenîda hate kuştinê, lê aliyê ruhanîda jiyînêra hate vegerandinê. 19 Bi ruhanî çû nava wan ruhêd kelêda dannasîn kir, 20 yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir, wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî heyşt nefs “nava avêda” xilaz bûn. 21 Ew av sûretê nixumandinê bû, kîjan niha we xilaz dike. Ew nixumandin ne ku we ji qilêra bedenê dişo, lê ji îsafa rihet şedetîk e li ber Xwedê. Ew yek bi rabûna Îsa Mesîhe ji miriya we xilaz dike, 22 yê ku çûye ezmên, li milê Xwedêyî rastê ye û milyaket, hukumet û qudretêd ruhanî bin gura wîda ne.
28 COTMEHÊ-3 MIJDARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 2 PETRÛS 1-3
“Hîviya Roja Xwedê bin û Hatina Wî Lez xin”
(2 Petrûs 3:9, 10) Xudan sozê xwe derengî nayêxe, çawa hinek difikirin. Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin. 10 Lê Roja hatina Xudan wê mîna dizekî bê. Hingê ezmanê bi qûjîniya mezin betavebin û tiştêd bin perê wanda jî wê bişewitin wêran bin, dinya û her tiştêd wêda jî wê unda bin herin.
w06 15/12 27 ¶11
Yehowa wê “Heqiyê Bike”
11 Lê em çi cûreyî fem kin gotina Îsa, wekî Yehowa wê lezkeve “zû” heqiyê bike? Rast e Xebera Xwedê dide kifşê ku “Ew [Yehowa] bi dûmika dirê . . . sebir dike” lê wedê xweyî kifşkirîda ewê zû heqiyê bike (Lûqa 18:7, 8; 2 Petrûs 3:9, 10). Rojê Nuhda, gava Sêlav hat, merivên neheq derbêra qir bûn. Usa jî wedê Lût, çaxê ji ezman agir barî, yên neheq qir bûn. Îsa got: “Ew rojê jî wê usa be, gava Kurê Însan kifş be” (Lûqa 17:27-30). “Hingê xezebê nişkêva ser wanda bê” dêmek ser yên xirabda (1 Têsalonîkî 5:2, 3). Em dikarin bawer bin ku Yehowa ji heqiyê, wê îznê nede, wekî diniya Şeytan rojekê zêde berdewam be.
(2 Petrûs 3:11, 12) Heger ev her tişt wê bi vî awayî wêran bin herin, hûn gerekê merivne çawa bin? Gerekê hûn jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin, 12 hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin. Wê rojê ezmanê bişewitin, wêran bin, agirê jî tiştêd bin perê wêda bihelîne.
w06 15/12 19 ¶18
“Roja Mezin ya Yehowa Nêzîk e”
18 Ecêbmayî nîne çira Petrûsê şandî me hêlan dike: 4“Roja Xwedê” bîra xweda xwey kin! Çi cûreyî usa bikin? Mesele em timê gerekê bi jîyîna rast bijîn û Xwedêra amin bin (2 Petrûs 3:11, 12). Ev yek wê alî me bike bi sebir hîviya Roja Yehowa bin. Xebera Yûnanî, ku tê welgerandinê “hîviya Roja Xwedê bin”, raste-rast tê hesabê “lez xin”. Hemikî em nikarin roja Yehowa lez xin. Lê hergê em şixulê Xwedêva mijûl in, ew wede wê seva me hê zû derbaz be (1 Korintî 15:58).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(2 Petrûs 1:19) Awa gotinêd pêxembertiyê jî bona me hê mak dibin. Qenc e wekî hûn dîna xwe bidine wan, çimkî ew mîna çirakê ne, ku teriyêda ronayê dide, heta sibeh zelal be û steyrka berbiro dilê weda derê.
w08 15/11 22 ¶2
1:19: Kî ye “steyrka şewqe sibehê”, çi çax ev steyrk gerekê derkeve û bi saya çi em dikarin fem bikin, ku ev îda qewimiye? “Steyrka şewqe sibehê”, ev Îsa Mesîh e, kîjan ku Padşatî standiye (Ent. 22:16). Di sala 1914-da Îsa li ser hemû efirînara bû Padşa, û bi vê yekê destpêka roja teze elam kir. Xewn-xeyala derheqa guhastina reng-rûyê Mesîh, eyan kir rûmeta wîye axiriyê û qewata Padşatiyê. Evê usa jî îzbat kir rastiya pêxembertiya Xebera Xwedê. Hergê em guh didine vê xeberê, ev yek şewqê dike dilê me û bi saya vê yekê em fem dikin, wekî “steyrka şewqe sibehê”, îda derketiye.
(2 Petrûs 2:4) Çimkî heyfa Xwedê li wan milyaketêd ku gune kirin nehat, lê ew qeydkirî avîtine zindana terîstaniyê, Roja Dîwanêra dane xweykirinê.
w08 15/11 22 ¶3
Fikirên Qîmet Ji Nemên Aqûb û Petrûs
2:4: Çi ye “zindana terîstaniyê” û çi çax melekên miqabil hatine avîtinê li vêderê? “Zindana terîstaniyê”, ev heye ciyê usa, kîderê ku tenê efirînên ruhanî ne. Hişê wan kete şevereşê, dêmek ewana nikarin qirara Xwedê fem bikin. Ewên ku ketine “zindana terîstaniyê”, hêviya wan bona axiriyê tune. Wedê Nuhda, Xwedê melekên neguhdar avîte zindana terîstaniyê. Ewana wê vî halê nimizda bin, heta ku bêne kutakirinê.
Xwendina Kitêba Pîroz
(2 Petrûs 1:1-15) Ji Şimhûn Petrûsê xulam û şandiyê Îsa Mesîh, Wanra, yêd ku bi rastiya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew baweriya xweyîqîmet standin, çawa me stand: 2 De bira kerem û edilayî bi wê zanebûna Xwedê û Xudanê me Îsa li ser we zêde be. 3 Qewata xwedêtiya wî her tiştê ku li jiyîna xwedênasiyê dikeve pêşkêşî me kir, bi wê zanebûna meye hindava wîda, yê ku rûmetê û qenciyêra gazî me kir. 4 Bi vî awayî ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tevî binyata xwedêtiyê bin û ji wê boş-betaliya ku ji dilhavijiyêd dinê pêşda tê birevin. 5 Hema bona vê yekê her aliyava xîret kin, ser baweriya xweda qenciyê zêde kin, ser qenciyêda zanebûnê, 6 ser zanebûnê xwegirtinê, ser xwegirtinê sebirê, ser sebirê xwedênasiyê, 7 ser xwedênasiyê huba xûşk-bira û ser huba xûşk-bira hizkirinê. 8 Çimkî heger ev şuretana nava weda hene û zêde dibin, hûn bêkêr û bêber namînin nava wê zanebûna weye hindava Xudanê me Îsa Mesîhda. 9 Lê li cem kê ev şuretana tunene, ew çevada haqas merim e, wekî qet nabîne û bîr kiriye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye. 10 Bona vê yekê xûşk-birano, hê bikin ku wê gazî û jibarebûna xwe testîq kin. Hûn ku vê yekê bikin, tu car nakevin. 11 Bi vî awayî dergehê li ber we vebe, ku bikevine Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh. 12 Bona vê yekê ez her gav dixwazim ku van tişta bikime bîra we, çawa hûn zanin û ser wê rastiya ku gihîştiye we jî hîmgirtî ne. 13 Ez vê yekê jî rast dibînim, wekî heta vî qalibîda me bînime bîra we. 14 Çimkî zanim ku ezê zûtirekê vî qalibî ji xwe bêxim, çawa ku Xudanê me Îsa Mesîh elamî min kiriye. 15 Awa ezê bikim, ku pey çûyîna minra jî, hûn her gav bikaribin van tişta bînine bîra xwe.