KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Hînkirinên Kitêba Pîroz Serwaxtî Wextda
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2018 | № 1
    • alîkarî dît. Çi ku ewê bi saya Kitêba Pîroz stand, bi rastî jî mûhîm e. Sê gotarên dinda tê şirowekirinê, ku çawa gelek merivên din jî, alîkarî ji vê kitêbê dîtin, çaxê rêberiya wê didane xebatê. Wana li ser xwe texmîn kir, ku Kitêba Pîroz anegorî tiştê terîxiyêye kevin, pir mûhîm e. Ew ne mîna gelek kitêbên din e, kîjan ku kevin û bêkêr dibin. Gelo çima ev kitêb usa cude dibe? Çimkî vê kitêbêda fikirên Xwedê ne, ne ku ya meriya (1 Têsalonîkî 2:13).

      Hemikî jîyîna me kin e û tije problêma ye. Çaxê jîyîna teda problêm pey problêma tên, gelo kîderê tu dikarî berdilî, alîkarî û şîretên baş bivînî?

      Dîna xwe bidin sê tişta kîderê ku zelal dibe, wekî Kitêba Pîroz kêrhatî ye bona jîyîna te. Ev dikare te hîn ke ku çawa,

      1. xwe xwey kî ji problêma, çaxê dikarî.

      2. safî kî çetinaya, rastî kîjanî tu têy.

      3. teyax kî wan derecên çetinda, kîjan ku em nikarin biguhêzin.

      Gotarên dinda wê derheqa wan sê dereca bê şêwirkirinê.

  • Kevin e Yan Axiriyê Eyan Dike?
    Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê) — 2018 | № 1
    • MÊDÎSÎNA

      KITÊBA PÎROZ NE KITÊBA MÊDÎSÎNAYÊ YE, LÊ PRÎNSÎPÊN KU TÊDA NIVÎSAR IN PÊŞDA EYAN DIKE ZANEBÛNA KÊRHATÎ BONA SIHET-QEWATÊ.

      Başqekirina merivên nexweş.

      Qanûna Mûsa şirowedikir wekî merivên bi kotîbûnê nexweş, gerekê ji yên dinêna bihatana başqekirinê. Tenê di qirna 14 û 15-da hekîm destpêkirin hîn bin evê prînsîpê bidine xebatê, çi ku kêrhatî derket (Qanûna Kahîntiyê serê 13 û 14).

      Xweşûştin paşî wê yekê, çaxê destê xwe didine ciniyaz.

      Heta qirna 19 tiştê usa gelek belabûyî bû, çaxê doxdir ser ciniyaza dixebitîn, paşê jî destê xwe nedişûştin û derbêra diçûn cem merivên sax, ku wan binihêrin û qenc kin. Ji bo vê yekê gelek nexweşî pêşda hatin. Lê pêşiya wê yekê di Qanûna Mûsada hatibû gotinê, wekî kesê ku destê xwe dabû ciniyazê meriv, dihate hesabê nepaqij. Di van derecada av gerekê bireşandana ser wî, ku bê paqijkirinê (Jimar 19:11, 19).

      Çelkirina edeba.

      Her sal, nîv mîlyona zara zêdetir dimirin ji bo nexweşiyên hal, heçî zef ji bo wê yekê, ku edebên meriya ça lazim e nayêne kutakirinê. Qanûna Mûsada dihate gotinê, ku edebên meriya gerekê bêne çelkirinê, dêmek ji meriya dûrxistinê (Qanûna Ducarî 23:13).

      Wedê sinetkirinê.

      Di qanûna Xwedêda dihate gotinê, wekî gedê virnî gerekê li roja heyşta bihata sinetkirinê (Qanûna Kahîntiyê 12:3). Cem zarên virnî, bi normal paşî heftiya pêşin, xûn destpêdike tîr be. Lema jî wedê berê, tişteke bê xof û baş bû, hergê meriv heftêk zêdetir hîviyê bûn û paşê zarên xwe sinet dikirin.

      Hevgirêdan orta sihet-qewata êmosiyalî û fîzîkî.

      Lêkolînkarên mêdîsînayê û zandar dibêjin, ku êmosiyên baş mesele, şabûn, hêvî, razîbûn, û hazirbûn ku bibaxşînine meriya, gelek baş hukum dikin li ser sihet-qewatê. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilê şa mîna dermanê kêrhatî ye, lê dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin