DERSA 57
Çi Gerekê Bikî Hergê Te Gunekî Giran Kiriye?
Rast e tu Yehowa gelek hiz dikî û xwe dûr digirî ji wan tişta, çi ku dikarin dilê wî bêşînin, lê yeke carna tuyê şaşiya bikî. Hemikî hine gune gelek giran in (1 Korintî 6:9, 10). Hergê tu gunekî giran bikî, bîr neke, ku Yehowa dîsa jî te hiz dike, û hazir e bibaxşîne te û alî te bike.
1. Em çi gerekê bikin, seva ku baxşandina Yehowa bistînin?
Ewên ku Yehowa hiz dikin, çaxê fem dikin ku wana gunê giran kiriye, gelek berxwe dikevin. Lê ewana ji sozê Yehowa dilbînîke mezin distînin, çimkî Ewî got, ku hergê gunên wan mîna sorê-gevez bin jî, “wê mîna berfê sipî bibin” (Îşaya 1:18). Gava em ji dil tobe dikin, Yehowa bi temamî dibaxşîne me. Çi tê hesabê tobe kin? Ev tê hesabê, ku em gelek poşman dibin bona kirên xwe, û ser xwe dixebitin, wekî careke din vî tiştî nekin û lavaya Yehowa dikin, ku bibaxşîne me. Xêncî wê yekê em xwe dûr digirin ji fikir û xeysetên usa, yên ku berbi gune dibin. Him jî em her tiştî dikin, wekî li gora normên Yehowa bijîn (Bixûne Îşaya 55:6, 7.)
2. Yehowa ça bi saya rûspiya alî me dike?
Hergê me gunê giran kiriye, gerekê gazî rûspiyên civatê bikin, û alîkariyê ji wana bixwazin (Bixûne Aqûb 5:14, 15.) Ev rûspî Yehowa û cimeta wî hiz dikin. Ewana hatine hînkirinê, ku alî me bikin, seva ku em dîsa jî heleqetiya xwe tevî Yehowa baş kin (Galatî 6:1).
Rûspî çawa alî me dikin, çaxê em gunekî giran dikin? Du rûspî yan jî sisê, rêzên ji Kitêba Pîroz didine xebatê, seva ku mera nîşan kin, wekî ev kirê me nerast e. Ewana usa jî rêberî û şîretên kêrhatî didine me, çi ku alî me dikin, wekî dîsa gune nekin. Hergê merivê ku gunekî giran kiriye tobe nake, rûspî safî dikin, wî ji civatê derxin, seva ku ew ser civatê xirab hukum nebe.
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese, ku hergê em gunên giran bikin, Yehowa wê ça alî me bike. Zanebûna vê yekê, wê razîbûna me hindava Yehowa hê zêde ke.
3. Tobekirin alî me dike, ku dîsa heleqetiya me tevî Yehowa baş be
Hemû gunên ku em dikin, dilê Yehowa dêşînin, lema jî em gunên xwe tobe dikin. Bixûne Zebûr 32:1-5, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çira bona me kar e baxşandinê ji Yehowa bixwazin dewsa ku gunên xwe veşêrin?
Çaxê em ber Yehowa gunên xwe tobe dikin û alîkariyê ji rûspiya dixwazin, hingê em xwe diha baş texmîn dikin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ça ji vîdêoyê hate kifşê, rûspî ça alî Kênon kirin, wekî vegere bal Yehowa?
Seva ku rûspî bikaribin alî me bikin, em gerekê derheqa gunên xwe wanra rast û zelal gilî kin. Ewana hazir in alî me bikin. Bixûne Aqûb 5:16, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çira rûspiyara hêsa dibe alî me bikin, çaxê em derheqa gunên xwe tu tiştî ji wana venaşêrin?
Gunê xwe tobe ke, rûspiyara derheqa gunê xwe rast bêje, û alîkariya Yehowa qebûl ke, kîjan ku ji hizkirinê ye
4. Yehowa hindava gunekara rem e
Hergê merivê ku gunê giran kiriye, înkar dike normên Yehowa bîne sêrî, ew ji civatê hatine derxistinê, û lema tu heleqetiya me tevî wî îda wê tune be. Bixûne 1 Korintî 5:6, 11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Hine hevîrtirşk temamiya hevîr hiltîne. Li gora vê meselê, heleqetî tevî merivê ku gunê xwe tobe nake, ça dikare ser civatê hukum ke?
Yehowa hindava merivên gunekar rem e. Rûspî jî vê yekêda çev didine wî, û xîret dikin ku alî wan bikin, yên ku ji civatê hatine derxistinê. Rast e gelek kesên ku ji civatê hatibûn derxistinê dilteng bûn ji bo vê yekê, lê evê yekê alî wan kir vegerin ser riya rast (Zebûr 141:5).
Heleqetiya Yehowa hindava gunekara, çi cûreyî serwaxtî, remtî û hezkirina wî eyan dike?
5. Yehowa dibaxşîne me, çaxê em tobe dikin
Mesela Îsa alî me dike ku fem bikin, wekî Yehowa çi ser xwe texmîn dike, gava meriv tobe dike. Bixûne Lûqa 15:1-7, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Ev yek derheqa Yehowa çi te hîn dike?
Bixûne Hezeqêl 33:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:
Çi dikeve nava tobekirinê?
Yehowa mîna şivan bona her pezeke xwe gelek xem dike
HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez naxwazim derheqa gunê xwe rûspiyara bêjim, çimkî ditirsim ku wê min ji civatê derxin.“
Tuyê çi bêjî wî merivîra, yê ku usa difikire?
TEMAMKIRIN
Hergê me gunê giran kiriye, lê bi dil gunê xwe tînin rûyê xwe û îda tiştên nerast nakin, hingê Yehowa wê bibaxşîne me.
Wekilandin
Çima bona me kar e, wekî gunên xwe ber Yehowa tobe kin?
Em çi gerekê bikin, seva ku Yehowa gunên me bibaxşîne me?
Em çira gerekê alîkariyê ji rûspiya bixwazin, hergê me gunê giran kiriye?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese, ku merivekî ça dilremiya Yehowa ser xwe texmîn kir, derheqa kîjanî ku Îşaya 1:18-da nivîsar e.
Çawa rûspî alî wan dikin, yên ku gunê giran kirine?
“Hezkirin û Remtî Hindava Kesên ku Gune Kirine” (“Birca Qerewiliyê”, Tebax, 2024)
Dîna xwe bidine, ku çawa hezkirin û remtî hindava gunekarên ku tobe nekirine tê nîşankirinê.
“Alîkariya bona Wan, Yên ku ji Civatê Hatine Derxistinê” (“Birca Qerewiliyê”, Tebax 2024)
Ji vê serhatiyê “Min Fem kir ku Gerekê Vegerim bal Yehowa”, pêbihese, wekî ça merivê ku ji rastiyê dûr ketibû, fem kir ku Yehowa wî paşda vegerande cem xwe.
“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Nîsanê, 2012)