KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr24 Îlon rûp. 1-8
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
  • Binserî
  • 2-8 ÎLONÊ
  • 9-15 ÎLONÊ
  • 16-22 ÎLONÊ
  • 23-29 ÎLONÊ
  • 30 ÎLONÊ–6 COTMEHÊ
  • 7-13 COTMEHÊ
  • 14-20 COTMEHÊ
  • 21-27 COTMEHÊ
  • 28 COTMEHÊ–3 MIJDARÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
mwbr24 Îlon rûp. 1-8

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

© 2024 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

2-8 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 79-81

(Zebûr 79:9)

9 Bona xatirê navê Xwe alî me bike, Xwedêyê azadîya me. Bona rûmeta navê Xwe me xilaz ke û guneyên me afû ke.

(Zebûr 80:18)

18 Emê îdî ji Te dûr nekevin, me sax ke û emê gazî navê Te kin.

(Zebûr 81:13)

13 Heger cimeta Min guhdarîya Min bike û Îsraêl rîya Minda here,

(Zebûr 81:16)

16 Lê Ezê genimê kirik te bidime xwarinê û hingivê ji qeyê te bidime têrkirinê”.

Hezkirinê Hindava Navê Yehowaye Rûmet Bidine Kifşê

ijwbv 3 ¶4-5

Romayî 10:13—“Kî Gazî Navê Xudan ke, Wê Xilaz be”

Kitêba Pîrozda gilî-gotina ‘gazî navê Xudan kin’ hê zêde tişt tê hesabê, ne ku tenê navê Xwedê bizanibin û hebandinêda bidine xebatê (Zebûr 116:12-14). Ev yek usa jî tê hesabê îtbariya xwe Xwedê bînin û alîkariyê ji Wî bixwazin (Zebûr 20:7; 99:6).

Navê Xwedê bona Îsa gelek ferz bû. Duayê ku Îsa meriva hîn dikir, usa destpêdibe: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be” (Metta 6:9). Îsa usa jî hîn dikir, wekî her kesê ku dixwaze emirê heta-hetayê bistîne, gerekê wî Kesî, kî ku xweyê vî navî ye, nas ke, hez bike û gura wî bike (Yûhenna 17:3, 6, 26).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 80:1)

1 Şivanê Îsraêlê, guh bide, Tu mîna kerê pêz rêberîya Ûsiv dikî! Yê ser xêrûba rûniştî, Tu gul didî,

it-2 111

Ûsiv

Navê Ûsiv Eyan Dibe. Ûsiv nava kurên Aqûbda ciyê bilind digirt, lema jî ecêbmayî nîne, ku cara hemû berekên Îsraêliya (Zb. 80:1), yan jî ev berek, yên ku wext şûnda bûne para padşatiya bakurê, bi navê wî têne navkirinê (Zb. 78:67; Am. 5:6, 15; 6:6). Navê wî usa jî pêxembertiyên Kitêba Pîrozda heye. Xewn-xeyala pêxembertî, ya Hezeqêlda, mîrata Ûsiv dubare bû (Hz. 47:13). Şeherekîda bi navê “Yehowa Wêderê ye”, navê dergehekî danîbûn Ûsiv (Hz. 48:32, 35). Gava xeberdan diçe, wekî Îsraêl wê dîsa bibe cimeta Yehowaye tek, derheqa Ûsiv tê gotinê, ku ewê bibe serwêrê pareke vî miletî, û serwêrê para din wê Cihûda be (Hz. 37:15-26). Çawa ku pêxembertiya Obadya dide kifşê, “Mala Ûsiv” wê kar bike vê yekêda, ku qira “Mala Esaw” bîne (Ob. 18, ÎM), û li gora pêxembertiya Zekerya, Yehowa wê “Mala Ûsiv” xilaz ke (Zek. 10:6, ÎM). Nava berekên Îsraêla ruhanîda, ne ku derheqa Efrayîm tê gotinê, lê derheqa Ûsiv (Ent. 7:8).

Ev yek ku kitêba Eyantî 7:8-da derheqa Ûsiv tê gotinê, dide kifşê, wekî pêxembertiya ku Aqûb ber mirinê gotibû, derheqa Îsraêla ruhanî bû. Hêja ye dîna xwe bidinê, wekî “Zorê Aqûb”, dêmek Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh ça Şivanê qenc şand, yê ku emirê xwe bona “pezên” xwe berva da (Yn. 10:11-16). Îsa Mesîh usa jî kevirê enîşkê ye, ser kîjanî paristgeha Xwedê sekinî ye, ya ku ji Îsraêlên ruhanî ye (Ef. 2:20-22; 1 Pt. 2:4-6). Ev Şivan û Kevir tevî Xwedêyê Himzor e (Yn. 1:1-3; Kr.Şn. 7:56; Îbr. 10:12; beramber ke Dsp. 49:24, 25).

9-15 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 82-84

(Zebûr 84:1-3)

1 Çiqasî xweş in cî-warê Te, Xudanê Ordîya! 2 Nefsa min heyr û demana hewşên Xudanda ye, dil û bedena min pê Xwedêyê zêndî eşq û şa ye. 3 Çivîkê jî mal dît, dûvmeqeskê jî hêlûn danî, ku cûcûkên xwe wir dayne, cem gorîgehên Te, Xudanê Ordîya, Padşayê min û Xwedêyê min.

(Zebûr 84:10)

10 Rast rojeke hewşa Teda, ji hezar rojên dereke çêtir e. Qenc e ber şêmîka Xana Xwedêyê xwe bim, ne ku malên nepakada ez bijîm.

(Zebûr 84:11)

11 Çimkî Xudan Xwedê tev û mertal e. Xudan kerem û rûmetê dide, Ew tu qencîyê ji ser wan nabire, kîjan ku dijîn bêleke.

Qedirê ku Wera Hatiye Dayînê Bişêkirînin

w08 15/7 30 ¶3-4

Nêtên Bîlan Dayne Pêşiya Xwe û Şabûna Xwe Unda Neke

Ji bo emirê mezin yan jî sihet-qewata xirab, em nikarin haqas xizmet kin, çiqas ku dixwazin. Hergê zarên teye biçûk hene, tera dikare bê kifşê, wekî tu wedê hînbûna şexsî û ser civata haqas guhdar nînî, çimkî wede û qewata te ser zarên te tê xerckirinê. Lê gelo usa dernayê, ku gava tu bi zêdeyî dîna xwe didî ser vê yekê, çi ku ji qewata te der e, tu vê yekê dest xwe dikî, çi ku tu bi rastî dikarî bikî?

Bi hezara sala pêşda, yekî Lêwî tiştekî usa xwest bike, çi ku wê tu car nikaribûya bikira. Her sal jêra qedir dihate dayînê, wekî du heftiya paristgehêda xizmet ke. Lê ewî dixwest timê ber qurbangehê xizmet ke, û ew hêjayî paya bû (Zb. 84:1-3). Gelo çi alî wî mêrê amin kir, wekî şabûna xwe unda neke? Ewî fem dikir, wekî hema rojekê jî hewşa paristgehêda be, ev îda qedirekî mezin bû (Zb. 84:4, 5, 10). Ev meseleke baş e bona me. Dewsa ku em dîna xwe bidine vê yekê, çi ku ji qewata me der e, diha baş e em dîna xwe bidinê, ku em çi dikarin bikin û vê yekê bişêkirînin.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 82:3)

3 Heqîyê li belengaz û sêwîya bikin, hindava feqîr û kesîbda ser rastîyê bin.

it-1 816

Êtîm

Yehowa digot, wekî ev yek ku Îsraêlî hindava êtîmada çawa bûn, rastiya wan dida kifşê, çimkî meriva gelek car dikaribûn guh nedine êtîma. Çaxê cimeta Îsraêl ruhanîda qewî bû, wî çaxî wana bona êtîma xem dikir. Lê gava welatda neheqî dikirin, hingê bona êtîma xem nedikirin û ev yek nîşana vê yekê bû, ku ewana ruhanîda sist bibûn (Zb. 82:3; 94:6; Îş. 1:17, 23; Yêr. 7:5-7; 22:3; Hz. 22:7; Zek. 7:9-11; Mlx. 3:5). Nifirê Yehowa ser wan meriva bû, kê ku hindava êtîmada heq nîbûn (Qn.Dc. 27:19; Îş. 10:1, 2). Yehowa digot, ku ew Alîkarê sêwiya ye (Mtl. 23:10, 11), Ew Piştovan (Zb. 10:14) û Bavê wan e (Zb. 68:5). Ew heqiyê li sêwiya dike (Qn.Dc. 10:17, 18), rema xwe hindava wanda dide kifşê (Hs. 14:3), piştgiriya wan dike (Zb. 146:9) û emirê wan xwey dike (Yêr. 49:11).

Mesîhiyên rast bi vê yekê têne naskirinê, ku alî jinebiya û êtîma dikin. Aqûb Mesîhiyara nivîsî: “Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasiya rast û bêqusûr ev e: Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya û hevza xwe jî ji lekên dinê bike” (Aqb. 1:27).

16-22 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 85-87

(Zebûr 86:4)

4 Dilê xulamê Xwe şa ke, Xudano, ku gumana min li ser Te ye.

(Zebûr 86:11, 12)

11 Xudan rîya Xwe min hîn ke, ku ez rastîya Teda herim, bike ku dilê min ji navê Te xof bike. 12 Bi temamîya dilê xwe ezê şikirîyê bidime Te, Xudan Xwedêyê min û heta-hetayê rûmetê bidime navê Te.

(Zebûr 86:6, 7)

6 Bibihê Xudano, duayê min û dîna Xwe bide lavayên min. 7 Oxirmê giranda, Te dikim gazî, Tu bona min dibî hewarî.

Dua Alî Me Dike Sebir kin

w12 15/5 25 ¶10

Gelo Tu Rûmeta Yeһowa Eyan Dikî?

10 Seva ku em rûmeta Yehowa eyan kin, em gerekê timê dua bikin (Rom. 12:12). Em dikarin û him jî gerekê Yehowara dua bikin, wekî ew alî me bike usa jêra xizmet bikin, çawa ku ew dixwaze. Lema jî wê baş be, wekî em ruhê pîroz ji wî bixwazin, ku ew baweriya me qewî ke, qewatê bide me, wekî nava cêribandinada amin bimînin û rast Xebera Wî meriva hîn kin (2 Tîmt. 2:15; Met. 6:13; Lûqa 11:13; 17:5). Çawa ku zar îtbariya xwe bavê xwe tîne, em jî gerekê îtbariya xwe Bavê xweyî ezmana Yehowa bînin. Hergê em ji wî lava dikin, wekî alî me bike, ku diha baş mizgîniyê bela kin, em dikarin bawer bin, ku Ewê duayên me bibihê. Tu car nefikirin, wekî duayên me bona wî bargiranî ne! Were em duayên xweda pesinê wî bidin, razîbûna xwe jêra eyan kin û îlahî cêribandinada rêberiyê ji wî bixwazin. Usa jî were em dua bikin, wekî Xwedê alî me bike jêra xizmet kin û navê wî pîroz kin (Zeb. 86:12; Aqûb 1:5-7).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 86:11)

11 Xudan rîya Xwe min hîn ke, ku ez rastîya Teda herim, bike ku dilê min ji navê Te xof bike.

it-1 1058 ¶5

Dil

Xizmetiya “Bi Hemûya Dil”. Dilê sîmbolîk ji dilê fîzîkî cude dibe, çimkî ev dikare duparî be. Dawid dua dikir: “Dilekî yekpare bide min, seva ku ez bitirsim ji te” (Zb. 86:11, ÎM). Ev duakirina wî dide kifşê, wekî dilê meriv dikare duparî be hindava vê yekê, çi ku ew hiz dike û ditirse. Dilê merivê usa dikare duparî be û ew hebandinêda mîna ava “golî” be, dêmek bê xîret Xwedêra xizme ke (Zb. 119:113; Ent. 3:16). Xêncî wê yekê çaxê meriv du axara qulix dike yan jî derewa dike, dêmek tiştekî difikire, lê tiştekî din dibêje, dilê wî dibe duparî (1 Dr. 12:33; Zb. 12:2). Îsa durûtî sert sûcdar kir, çimkî ev yek dide kifşê, ku dilê meriv duparî ye (Mt. 15:7, 8).

23-29 ÎLONÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 88-89

(Zebûr 89:14)

14 Rastî û heqî ew bingehên textê Te ne, hub û aminî pêşîya Te diçin.

(Zebûr 89:15, 16)

15 Xwezî li wê cimetê, ku zane deng hilde cejinêra. Xudano, ew bi ronaya rûyê Te dimeşin. 16 Temamîya rojê bi navê Te şa dibin û bi azadîya Te bilind dibin.

(Zebûr 89:34-37)

34 Peymana Xwe Ezê neteribînim û sozê ji devê Xwe derxistî, neguhêzim. 35 Carekê Min pê pîrozîya Xwe sond xwarîye, tu car Dawidra xêlif nebêjim. 36 Zureta wîyê heta-hetayê bimîne, textê wî jî weke royê li ber Min. 37 Mîna hîvê heta-hetayê wê qedîm be, ezmanda jî mîna şedekî amin be”.

Serwêrtiya Yehowa Lape Baş e

w14 15/10 10 ¶14

Bira Baweriya We Hindava Padşatiyê Neqilqile

14 Were em dîna xwe bidinê, ku Yehowa çi soz da, gava tevî Padşê Îsraêlêye berê, Dawid, peyman girêda (Bixûne 2 Samûyêl 7:12, 16). Yehowa hingê tevî Dawid ev peyman girêda, çaxê ewî Îsraêlêda serwêrtî dikir, û jêra soz da, ku Mesîh wê ji wî pêşda bê (Lûqa 1:30-33). Usa Yehowa hê zelal kir, wekî ji kîjan rikinyatî wê zureta sozdayî pêşda bê û îzbat kir, wekî zureta Dawid wê bi qanûnî textê Padşatiya Mesîhîtî war be (Hezql. 21:25-27). Bi saya Îsa, serwêrtiya Dawid wê heta-hetayê be. Belê, zureta Dawid wê “heta-hetayê bimîne, textê wî jî weke royê” be (Zeb. 89:34-37). Serwêrtiya Mesîh wê tu car hukumê xwe bi xirabiyê nede xebatê û çi ku ew bike wê heta-hetayê bikişîne.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 89:37, ÎM)

37 Wek hîva ku her û her dimîne, Wê ezman wek şedê dilsoz be”.

cl 281 ¶4-5

Yê Amin Tenê Tu yî

4 Nivîsarên Îbranîda xebera “amin” tê hesabê qencî, ya ku timê bi hezkirinê hindava kesekîda yan tiştekîda tê eyankirinê, heta ku negihîje nêta xwe. Ev yek diha zêde tişt tê hesabê, ne ku tenê merivne dilsoz bin. Meriv ji bo borcdariyê dikare dilsoziya xwe bide kifşê, lê aminî ser hîmê hezkirinê ye. Xêncî vê yekê, xebera “dilsoz” dikarin hindava tiştên nebînberda jî bidine xebatê. Mesele, zebûrbêj derheqa hîvê dibêje şedekî “dilsoz”, çimkî ev timê heye (Zebûr 89:37, ÎM). Lê derheqa hîvê nikarin bêjin, ku ev amin e. Gelo çira? Çimkî aminî ev heye eyankirina hezkirinê, lê tiştên nebînber nikarin hestên xwe eyan kin.

5 Kitêba Pîrozda xebera amin tê hesabê hestekî nazik û germ. Merivên ku hindava hevda aminiyê didine kifşê û îtbariya xwe hevdu tînin, hevaltiya wan nêzîk e. Aminiya usa nayê guhastinê. Ev mîna pêlên berê nîne, yên ku virda-wêda diçin tên. Aminî, dêmek hezkirina amin, tu car derbaz nabe û hemû çetinaya sebir dike.

30 ÎLONÊ–6 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 90-91

(Zebûr 90:10)

10 Rojên emirê me heftê sal in, heger bi sihet-qewat heyştê sal bin, dîsa rûmeta wan zemet û keder e, ew zû dibihurin, em jî difirin diçin.

(Zebûr 90:2)

2 Berî bûyîna çîya, berî efirandina erdê û topa dinê, ji her-heyê heta hetayê, Tu Xwedê yî.

(Zebûr 21:4)

4 Ewî jîyîn ji Te xwest, Te rojên dirêje her-heyê danê.

(Zebûr 91:16)

16 Ezê wî rojên dirêjva têr kim û azadîya Xwe nîşanî wî kim”.

Seva ku Emirê We Dirêj be, Îtbariya Xwe Yehowa Bînin

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 91:11)

11 Çimkî wê temîya te bide milyaketên Xwe, ku hemû rê-dirbên teda te xwey kin.

7-13 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 92-95

(Zebûr 92:1)

1 Qenc e şikirîyê bidine Xudan û eşqî navê Te bistirên, Yê Herî Jorin,

(Zebûr 92:4)

4 Çimkî Te, Xudan, ez şa kirim bi kirinên Xwe, kirinên destê Tera ez gul didim.

(Zebûr 92:5)

5 Çawa mezin in, Xudano, kirên Te! Gelekî kûr in şêwirên Te!

(Zebûr 92:12-15)

12 Rastê mîna dara xurmê gul de, mîna erza Lubnanê bilind be, 13 ew Xana Xudanda daçikandî ne, hewşên Xwedêyê meda gul dane. 14 Heta mezinayîya xweda jî wê ber bidin, ter û şîn wê bimînin, 15 wekî salix kin, ku Xudan rast e, Ew qeyayê min e, neheqî Wîda tune.

Jîyîna Lape Baş Ev e, ku Yehowara Xizmet kin!

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 92:5)

5 Çawa mezin in, Xudano, kirên Te! Gelekî kûr in şêwirên Te!

cl 176 ¶18

“Çiqasî Kûr in . . . Serwaxtî û Zanebûna Xwedê!”

18 Dîna xwe bidinê ku Pawlosê şandî derheqa serwaxtiya Yehowa çi dibêje: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarên wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyên wî nake!” (Romayî 11:33). Pawlosê şandî hestên xwe hindava serwaxtiya Efirandar da kifşê, ku ew çiqas Wîra firnaq dibe. Nivîsarên Yûnanîda vê rêzêda xebereke usa hatiye xebitandinê, ku nêzîkî xebera “bêbin” e. Ev yek şikilekî bedew dide ber çevê me. Dişirmîşbûna ser bîlaniya Yehowa mîna vê yekê ye, ku dîna xwe bidine geliya bêbinî, ya ku usa mezin e, wekî kûraya vê nayê kifşê û nikarin form û dêtalên vê jî çap kin (Zebûr 92:5). Gelo ev yek alî me nake milûk bin?

14-20 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 96-99

(Zebûr 96:2)

2 Eşqî Xudan bistirên, pesinê navê Wî bidin, roj bi roj xilazkirina Wî danasîn kin.

(Zebûr 96:12, 13)

12 Bira eşq bin deşt û her tiştên navda ne, bira şa bin li ber Xudan, hemû darên daristên. 13 Çimkî Ew tê, Ew tê ku dîwana erdê bike. Ewê bi heqîyê dîwana dinê bike û mileta bi rastîya Xwe.

(Zebûr 99:1-3)

1 Xudan e padşa! Bira milet bilerizin! Ew li ser xêrûba rûdinî, bira erd biheje. 2 Xudan mezin e Sîyonêda, Ew li ser hemû miletara ye. 3 Bira pesinê navê Teyî mezin û xof bidin. Ew pîroz e!

“Xilazkirina Wî Danasîn kin”!

w11 1/3 6 ¶1-2

Mizgîniya Xêrê Çi ye?

Mesîhiyara şixul hatiye dayînê, wekî “mizgîniya padşatiya Xwedê” bela kin, dêmek merivara bêjin, wekî ev heye serwêrtî, ya ku wê bi heqî ser temamiya dinyayê hukum bike. Xebera ‘mizgînî’ Kitêba Pîrozda tevî cûre-cûre xebera tê xebitandinê. Mesele “mizgîna rizgarkirina [xilazkirina] wî bidin” (Zebûr 96:2, ÎM), “Mizgîniya Xwedê” (Romayî 15:16), û “mizgîniya derheqa Îsa Mesîh” (Markos 1:1).

Hergê kin bêjin Mizgîniya xêrê ev e, çi ku Îsa meriva hîn dikir û çi ku şagirtên wî dinivîsîn. Pêşiya ku here ser ezmên, Îsa gote peyçûyên xwe: “Lema jî herin, merivên ji hemû mileta bikine şagirtên min û wana bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz binixumînin, û hîn kin, wekî ew hemû temiyên ku min dane we, bînin sêrî” (Metta 28:19, 20). Ev tê hesabê, wekî Mesîhiyên rast ne ku gerekê tenê mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela kin, lê usa jî meriva bikine şagirt.

w12 1/9 16 ¶1

Roja Dîwankirinê Wê Çi Biqewime?

Çawa ji şikilê milê rastê tê kifşê, gelek meriv difikirin, wekî Roja Axretê, ruhên bi mîlyona meriva wê ber textê Xwedê bisekinin, û bona kirên xweye berê bêne dîwankirinê. Hinek ji wan wê bêne xelatkirinê, dêmek emirê ezmanî bistînin, lê yên din wê cenimêda biçerçirin. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî nêta Roja Axretê ew e, ku meriya ji neheqiyê aza ke (Zebûr 96:13). Îsa aliyê Xwedêda hatiye kifşkirinê ça Hakim, wekî bona meriya heqiyê vegerîne (Bixûne Îşaya 11:1-5; Karên Şandiya 17:31).

w12 15/9 12 ¶18-19

Edilaya Hezarsalî û ji vê Zêdetir jî!

18 Ev edilayî hate teribandinê, çaxê meriv bin hukumê Mîrê-cina himberî serwêrtiya Yehowa derketin. Lê ji sala 1914, Padşatiya Mesîhîtî her tiştî dike, wekî yektiyê û edilayê vegerîne (Efes. 1:9, 10). Wedê Serwêrtiya Hezarsalî wê tiştên usa biqewimin, çi ku îro “nexuya” ne. Paşê Serwêrtiya Îsaye Hezarsalî wê xilaz be. Gelo paşê çi wê biqewime? Rast e Îsara “hemû hukum hatiye dayînê li ser ezmên û li ser erdê”, lê ew pey vê yekê nakeve, ku navê xwe bilind ke. Nêta wî ew nîne ku dewsa Yehowa bigire. Ewê bi milûktî “padşatiyê bide destê Bav Xwedê” û wê hukumê xwe “bona rûmeta Bav Xwedê” bide xebatê (Met. 28:18; Fîlî. 2:9-11).

19 Wî çaxî, hemû bineliyên Padşatiya Xwedê ser erdê wê bibine bêqisûr. Ewana wê çev bidine Îsa û bi milûktî û hazirbûnê serwêrtiya Yehowa qebûl kin. Wedê cêribandina paşin, mecala wan wê hebe, wekî îzbat kin, ku ewana bi dil û can vê yekê dikin (Eyan. 20:7-10). Paşî vê yeke, hemû meriv û melekên raber wê bêne kutakirinê. Çiqas wedekî xweş wê bê! Temamiya malbeta Yehowa wê rûmetê bide Wî û “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (Bixûne Zebûr 99:1-3).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 96:1)

1 Stiraneke nû bistirên eşqî Xudan, bistirên eşqî Xudan temamîya erdê!

it-2 994

Kilam

Zebûrda û usa jî nivîsarên Îşaya û Yûhennayê şandîda, derheqa “stiraneke nû” tê gotinê (Zb. 33:3; 40:3; 96:1; 98:1; 144:9; 149:1; Îş. 42:10; Ent. 5:9; 14:3). Heçî zef derecada, kontêksta vê gilî-gotinê dide kifşê, wekî “stiraneke nû” wî çaxî distiran, gava tiştekî mexsûs diqewimî, çi ku serwêrtiya Yehowava girêdayî bû. Mesele, Zebûr 96:10-da derheqa elametîke şa tê gotinê: “Xudan e Padşa!”. Ça kifş e, stirana nû bona derecên teze bû, dêmek derheqa mezinkirina serwêrtiya Yehowa û usa jî, ku ev yek çi dihate hesabê bona erd û ezmana (Zb. 96:11-13; 98:9; Îş. 42:10, 13).

21-27 COTMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 100-102

(Zebûr 100:5)

5 Çimkî Xudan qenc e, huba Wî heta-hetayê ye û aminîya Wî jî qurne-qurne ye.

(Zebûr 101:2, 3)

2 Bi serwaxtîyê ezê rîya bêlekeda herim. Kengê Tê bêyî cem min? Ezê mala xweda bi dilê rast rabim-rûnîm, 3 tiştên xirab ezê neynime ber çevê xwe, kirên neheqa li ber çevê min reş in, ewê nêzîkî min nebin.

(Zebûr 101:5)

5 Ezê yê dizîva buxdan heval dike rûbarî dinê nehêlim, yê çevada kubar û dilda babax ez nikarim sebir kim.

Hezkirina Amin Yehowara Didine Kifşê

w11 15/7 16 ¶7-8

Gelo Tuyê Guh Bidî Şîretên Yehowaye Zelal?

7 Gelo em ça xwe ji dersdarên derew xwey dikin? Em wana teglîfî mala xwe nakin û silavê nadine wan. Xêncî vê yekê, em edebyetên wan naxûnin, pê têlêvîziyayê programên wan nanihêrin, nakevine ser malperên wan û ne jî komêntariyên xwe dihêlin. Gelo em çira usa dikin? Ji bo hezkirinê. Em “Xwedayê rastiyê” hez dikin, lema jî em dîna xwe nadine hînkirinên qelp, yên ku miqabilî Xebera Xwedê ne, çi ku heye “rastî” (Zb. 31:5, ÎM; Yn. 17:17). Em usa jî teşkîleta Xwedê hez dikin, ya ku alî me kiriye, derheqa navê Yehowa, qirara Xwedê derheqa erdê, halê miriya û gumana saxkirina miriya, rastiyê pêbihesin. Bîne bîra xwe, ku te çi ser xwe texmîn kir, gava cara pêşin derheqa van rastiya û rastiyên dine qîmet pêhesiyayî. Belê, em gerekê îzinê nedine wan meriva, yên ku derewiyê bela dikin, wekî me miqabilî vê teşkîletê derxin, bi saya kîjanî em rastî pêhesiyane (Yn. 6:66-69).

8 Dersdarên derewîn çi jî bêjin, emê pey wan neçin! Çira em gerekê berbi bîrên ziha herin, ku poşman bin û bêne xapandinê? Diha baş e em Yehowara û teşkîleta wîra amin bimînin, bi saya kîjanê em ruhanîda tî nînin û ava rastiyê ji Xebera Xwedê distînin! (Îş. 55:1-3; Mt. 24:45-47)

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 102:6)

6 Ez bûm mîna kundê berîyê, wî bûmê korî xirabada.

it-2 596

Kundê Beriyê

Çaxê kund (pêlîkan) têr dixwe, ew difire ciyên xewle. Wêderê ew serê xwe kaşî ser namilên xwe dike û cî naleqe, û dûrva usa tê kifşê, ku tê bêjî ev kevirê sipî ye. Ev çivîk dikare bi siheta usa bisekine û ev beramberî vê yekê dibe, gava meriv medekirî ye û hewasa vî tiştekîra tune, derheqa çi jî zebûrbêj digot, gava besa kul-derdê xwe dikir: “Ez bûm mîna kundê berîyê, wî bûmê korî xirabada” (Zb. 102:6). Vê rêzêda xebera “beriyê”, ça kifş e derheqa beriya rêalî nayê gotinê, lê derheqa van ciya tê gotinê, kîderê ku meriv najîn, mesele ciyên cimcime. Hine demsalada aliyê bakura Ûrdunê, cimcime dibe mala kund. Îsraêlêda sê cûre kund hene. Yên lape belabûyî kundên sipî (Pelecanus onocrotalus), tek-teka dikarin kundên kurûşk bivînin (Pelecanus crispus) û kundên pişta kîjana rengên pembe ye (Pelecanus rufescens).

Kund hez dikin ciyên usa bijîn, kîderê ku meriv tune ne. Ev çivîk hêlûnên xwe çêdikin û cûcika mezin dikin, û çaxê ewana mesiya digirin, dîsa vedigerin wêderê. Ji bo vê yekê ku kund hez dikin xwe başqe kin, Kitêba Pîrozda ev heye sîmbola valayê. Seva ku bide kifşê, wekî Edom wê bê valakirinê, Îşaya pêxembertiya xweda got, ku ev erd wê bibe warê kundên berîyê (Îş. 34:11). Gava Sêfanya pêxembertî kir, wekî Nînewa wê bi temamî bê wêrankirinê û meriv têda nemînin, ewî got ku ser stûnên vê kundên beriyê wê bijîn (Sf. 2:13, 14).

28 COTMEHÊ–3 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 103-104

(Zebûr 103:8)

8 Dilşewat û rem e Xudan, xweyê sebir-sikanê û hubêda xinêyo.

(Zebûr 103:9, 10)

9 Ew heta xilazîyê hêrs nakeve, heta-hetayê kînê najo. 10 Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me.

(Zebûr 103:14)

14 Çimkî Ew zane meya me û bîr tîne ku em xalî ne.

Ew Zane ku “Em Xalî ne”

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 104:24)

24 Xudano, çiqasî gelek in kirên Te! Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, efirînên Teva erd tijî ye.

cl 55 ¶18

Qewata ku Diefirîne—“Efirandarê Erd û Ezman”

18 Em çi hîn dibin ji vê yek, ku Yehowa qewata xwe ça dide xebatê gava tişta diefirîne? Çaxê em derheqa efrînên Yehowa difikirin, em heyr-hujmekar dimînin. Carekê zebûrbêj usa got: “Xudano, çiqasî gelek in kirên Te! . . . Efirînên Teva erd tijî ye” (Zb. 104:24) Ev xeberne rast in! Bîoloj dibêjin, ku ser erdê mîlyonek zêdetir efrînên bînber hene. Lê bi nihêrandina hineka diha zêde hene. Hine neqişkar têderdixin, wekî tu tişt îda hişê wanra derbaz nabe, ku neqiş kin. Lê mecalên Yehowa, ku tişta biefirîne bê sînor in û ew dikare tiştên teze û ne mîna hev biefirîne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin