KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr24 Mijdar rûp. 1-10
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
  • Binserî
  • 4-10 MIJDARÊ
  • 11-17 MIJDARÊ
  • 18-24 MIJDARÊ
  • 25 MIJDARÊ–1 KANÛNA PÊŞIN
  • 2-8 KANÛNA PÊŞIN
  • 9-15 KANÛNA PÊŞIN
  • 16-22 KANÛNA PÊŞIN
  • 23-29 KANÛNA PÊŞIN
  • 30 KANÛNA PÊŞIN–5 ÇILEYÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
mwbr24 Mijdar rûp. 1-10

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

4-10 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 105

“Ew Peymana Xwe Heta-Hetayê Bîr Tîne”

it-2 1201 ¶2

Xeber

Hemû efrînên bînber û nebînber gura Xebera Xwedê dikin. Ew dikare bi saya wan qirara xwe bîne sêrî (Zb. 103:20; 148:8). Xebera wî bi îtbar e, ew sozên xwe tu car bîr nake û tîne sêrî (Qn.Dc. 9:5; Zb. 105:42-45). Ewî xwexa gotiye, ku xebera Wî “heta-hetayê dimîne”, ewê paşda venegere, heta ku negihîje nêta xwe (Îş. 40:8; 55:10, 11; 1 Pt. 1:25).

(Destpêbûn 15:18)

18 Wê rojê Xudan Abramra peyman girêda û got: “Va ez erdê ji çemê Misirê heta çemê mezin, awa gotî Firatê, didime zureta te:

(Destpêbûn 26:3)

3 Vî welatîda xerîbîyêda bimîne, ezê tevî te bim û dua li te bikim. Çimkî ezê temamîya van welata bidime te û zureta te û wê sonda xwe, ya ku min bavê te Birahîmra sond xwarîye, bînime sêrî.

(Destpêbûn 28:13)

13 Û awa Xudan ser wîra sekinîbû û digot: “Ez Xudan Xwedêyê kal-bavê te Birahîm û Xwedêyê Îshaq im. Ezê wî erdê ku te li ser paldaye bidime te û zureta te.

(Zebûr 105:8-11)

8 Ew peymana Xwe heta-hetayê bîr tîne û sozê Xweyî dayî jî heta hezar nisilî, 9 kîjan ku da Îbrahîm û sondê ku Îshaqra xwar. 10 Aqûbra jî ew mak kir çawa qanûn û Îsraêlra jî peymana heta-hetayê. 11 Got: “Erdê Kenanê Ezê bidime te, çawa para wartîya we”.

(Zebûr 105:12, 13)

12 Gava ewe kêm bûn, hindik û xerîb bûn nava wêda, 13 ji miletekî derbazî nav miletekî din dibûn, ji padşatîkê derbazî nav cimeteke din,

(Zebûr 105:42-44)

42 Çimkî sozê Xweyî pîroz Wî bîr anî, ku dabû Îbrahîmê xulamê Xwe. 43 Cimet derxist bi dilê eşq û bijartîyên Xwe bi dengê şa. 44 Welatên mileta Ewî da wan û keda xerîba kirin milkê xwe,

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 105:17-19)

17 hingê merîk pêşîya wan şand, Ûsiv xulamtîyêra hate firotan. 18 Nigên wî qeydada şidandin û xelaq avîtine stukura wî, 19 heta wî wextê gotina wî hate sêrî, xebera Xudan ew cêriband.

w86 1/11 19 ¶15

Cahilno, Rola We Bextewarî û Tifaqiya Malbetêda

15 “Nigên wî [Ûsiv] qeydada şidandin û xelaq avîtine stukura wî, heta wî wextê gotina wî hate sêrî, xebera Xudan ew cêriband” (Zebûr 105:17-19). Ûsiv 13 sala dîl û girtî bû, heta ku Yehowa sozê xwe hindava wî anî sêrî. Derdên jîyînê lê cêribandin. Rast e ev çetinayî ne ji Yehowa bûn, lê ewî bona nêtekê îzin da, ku Ûsiv rastî wan çetinaya bê. Gelo wedê çetinaya Ûsiv timê îtbariya xwe xebera Yehowa dianî? Gelo ewî hunurên baş nav xweda pêşda dianî, mesele sebir, milûktî, xîret û baweriya xwe qewî dikir, çi ku wê alî wî bikira wekî temiya çetin, ku jêra hatibû dayînê, bianiya sêrî? Belê, paşî cêribandinên mezin mîna agir, Ûsiv bû mîna zêrê xalis û diha qîmet bû ber çevê Xwedê, yê ku wext şûnda bi cûrê mexsûs wî da xebatê (Destpêbûn 41:14, 38-41, 46; 42:6, 9).

11-17 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛRA 106

“Wan Bîr Kirin Xilazkir Xwedêyê Xwe”

(Derketin 14:11, 12)

11 Gotine Mûsa: “Gelo Misirêda tirb tunebûn ku te em anîn berîyêda bimirin? Te ev çi anî serê me ku em ji Misirê derxistin? 12 Welatê Misirêda me ev yek tera nedigot: ‘Bihêle em xulamtîyê misirîyara bikin’? Çimkî hê rind bû me Misirêda xulamtî bikira, ne ku berîyêda bimirin”.

(Zebûr 106:7-9)

7 Kal û bavên me Misirêda keremetên Te fem nekirin, huba Teye mezin bîr neanîn, lê serî hildan li ber berê, ber Bera Sor. 8 Lê Wî bona navê Xwe ew xilaz kirin, wekî qewata Xweye mezin bide kifşê. 9 Bera Sor hilat ew miçiqî, kûrayêva ew derbaz kirin, çawa bestêva.

(Derketin 15:24)

24 Hingê cimetê bîna xwe li Mûsa teng kir û gotê: “Em çi vexwin?”

(Derketin 16:3)

3 Zarên Îsraêl gotine wan: “Xwezî em bi destê Xudan li welatê Misirêda bimirana, gava em ber sîtilê goşt rûdiniştin û me têr nan dixwar, we em derxistine vê berîyê ku temamîya civînê birçîya bikujin”.

(Derketin 16:8)

8 Mûsa got: “Xudanê êvarê bona xwarinê goşt bide we û serê sibehê jî nan bide heta ku hûn têr bixwin, çimkî Xudan bihîst ew bîntengîya we. Em kî ne? Hûn bîna xwe li me teng nakin lê li Xudan”.

(Derketin 17:2, 3)

2 Hingê cimetê qirka Mûsa girt û gotinê: “Avê bide me em vexwin”. Mûsa gote wan: “Hûn çima qirka min digirin? Çima Xudan dicêribînin?” 3 Cimet wê derê tî bû, bîna xwe li Mûsa teng kirin û gotinê: “Çima te em ji Misirê derxistin, wekî me, zarên me û heywanên me tîbûna bikujî?”

(Zebûr 106:13, 14)

13 Lê belê zûtirê kirên Wî bîr kirin, ew hîvîya şîretên Wî neman. 14 Berîyêda gelekî temsistî kirin û Xwedê cêribandin li çol bestêda.

(Derketin 32:1)

1 Gava cimetê dîna xwe dayê ku Mûsa derengî dikeve ji ser çîyê nayê xarê, hingê cimet topî cem Harûn bû û gote wî: “Rabe mera xwedêya çêke, ku pêşîya me kevin, çimkî ew Mûsayê meriv, yê ku em ji welatê Misirê derxistin, em nizanin çi hate serê wî”.

(Zebûr 106:19-21)

19 Golik çêkirin Horêbêda, ber sûretê rokirî serê xwe danîn. 20 Xwedêyê rûmeta xwe dilqê golikê gîhaxurra guhêrîn. 21 Wan bîr kirin xilazkir Xwedêyê xwe, ku kirên mezin Misirêda kirine,

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 106:36, 37)

36 Xulamtî pûtên wanara kirin û ew bûne bela serê wan. 37 Kur û qîzên xwe kirine qurban cinara,

w06 15/7 13 ¶9

Fikirên Qîmet ji Kitêba Zebûr Para Sisiya û Çara

106:36, 37. Ev rêz didine kifşê ku çi hevgirêdan heye orta pûtparistiyê û qurbanên bona cina. Lema jî merivê ku serê xwe ber pûta û şikila datîne, dikare bikeve bin hukumê cina. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Yûhenna 5:21).

18-24 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

ZEBÛR 107-108

“Razî bin ji Xudan, Çimkî Ew Qenc e”

w07 15/4 20 ¶2

Bira Civat Pesinê Yehowa Bide

2 Civat ev ne tenê koma meriva ye, nêtên kîjana mîna hev in, mesele sport yan jî tiştên din. Lê nêta civatê ev e, wekî meriv pesinê Yehowa bidin. Ji kitêba Zebûr em pêdihesin, ku civat berê jî hebûn. Zebûr 35:18-da tê gotinê: “Civîna mezinda ezê şikir bikim ji bo te, li pêş hemûya bidim pesinê te, ÎM”. Zebûra 107:31, 32-da jî tê gotinê: “Bira şikirîyê bidine Xudan bona huba Wî û kirinên Wîye hujmekar bona merivayê! Bira Wî bilind kin civîna cimetada”.

w15 1/1 8 ¶4

Ji Yehowa Razî bin û Kerema Bistînin

4 Hergê em dixwazin razîbûnê dilê xweda zêde kin û xwey kin, em gerekê bi razîbûnê bifikirin li ser keremên xweye ji Yehowa, û usa jî dişirmîş bin derheqa kirên wîyî bi hezkirina amin. Çaxê zebûrbêj hema usa kir, ew zendegirtî ma ser gelek qencî û kirên Yehowa (Bixûne Zebûr 40:5; 107:43).

(Zebûr 107:1, 2)

1 Razî bin ji Xudan, çimkî Ew qenc e, çimkî huba Wî heta-hetayê ye. 2 Bira aha bêjin azadbûyên Xudan, kîjan azad kirin ji destê dijmin

(Kolosî 1:13, 14)

13 Ewî em ji hukumetiya terîstaniyê xilaz kirin û cî-guhastî Padşatiya Kurê xweyî hizkirî kirin, 14 pê kîjanî em aza bûn, awa gotî me baxşandina guna stand.

(Zebûr 107:31, 32)

31 Bira şikirîyê bidine Xudan bona huba Wî û kirinên Wîye hujmekar bona merivayê! 32 Bira Wî bilind kin civîna cimetada û pesinê Wî bidin koma rûspîyada.

(Zebûr 107:43)

43 Kî ye serwaxt ku van yeka bide ber hişa û huba Xudan ew fem bike.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 108:9)

9 Mowab derdana Mine şûştinê ye, sola Xwe Ezê bavêjime ser Edomê, dilê Xwe Ezê şa kim li Filistînê”.

it-2 420 ¶4

Mowab

Wext şûnda çaxê Dawid bû padşa, orta Îsraêl û Mowabda dîsa şer destpêbû. Dawid bi temamî Mowabî bindest kirin û zorê wan kir, wekî xerca bidin. Ça tê kifşê, xilaziya şer, ji sê para du parên eskerên Mowabiya hatine kuştinê. Diqewime ewî eskerara ferman da, ku ser erdê bi rêz velezin, paşê dirêjaya vê rêzê çap kir û kire sê para. Du par evî da kuştinê, parek jî sax hîşt (2 Sm. 8:2, 11, 12; 1 Dr. 18:2, 11). Diqewime vî şerîda, Benaya, kurê Yehoyada, “her du lawên Arîêlê Mowabî xist” û kuşt (2 Sm. 23:20; 1 Dr. 11:22). Bi vê yekê ku Dawid bi temamî Mowabî alt kirin, pêxembertiya ji giliyên Bilam hate sêrî, ya ku ewî 400 sal zêdetir pêşda gotibû: “Steyrkê ji Aqûb derkeve, şiva padşatîyê wê ji Îsraêl pêşda bê, wê cênîka Mowab hûrdexweşî ke, hemû zarên Şêt qir ke” (Jm. 24:17). Ça kifş e Zebûrbêj besa vê serketinê kir, gava got, ku Xwedê Mowab hesab dikir ça “derdana . . . şûştinê” (Zb. 60:8; 108:9).

25 MIJDARÊ–1 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 109-112

(Zebûr 110:1)

1 Xudan gote Xweyê min: “Li milê Minî rastê rûnî, heta neyarên Te bikime binê pîyên Te”.

(Zebûr 110:2)

2 Xudanê şiva qewata Te ji Sîyonê bişîne, li nava neyarên Xweda serwêrtîyê bike.

(Zebûr 110:3)

3 Roja herî şêr, cimeta Teyê bi rezedilî bê û xortên Teyê jî mîna qiravîya berbangê bûyî bin, ewê bêne cem Te ser çîyayên pîroz.

Piştgiriya Îsa Padşa Bikin!

w06 1/9 13 ¶6

Fikirên Qîmet ji Kitêba Zebûr Para Pênca

110:1, 2—“Xweyê [Dawid]”, Îsa Mesîh çi dikir, gava aliyê milê Xwedêyî rastê rûniştibû? Paşî saxkirinê, Îsa çû li ezmana û aliyê milê Xwedêyî rastê rûniştibû, heta ku sala 1914-da destpêkir ça Padşa serwêrtiyê bike. Heta ku Îsa hîviya wî wedeyî bû, ewî rêberiya peyçûyên xweye bi ruh kifşkirî dikir, ku ewana şixulê belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirtada kar bikin, û usa jî wan hazir dikir wekî Padşatiya wîda tevî wî serwêrtiyê bikin (Metta 24:14; 28:18-20; Lûqa 22:28-30).

w00 1/4 18 ¶3

Dijminên Xwedê Wê Sernekevin!

3 Ji destpêka qirna 20 Şedên Yehowa rastî peyketina tên. Gelek welatada dijmina dixwestin şixulê belakirina Padşatiya Xwedê bidana sekinandinê. Vê yekêda dijminê meye sereke Mîrê-cina piştgiriya wan dike, yê ku “mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke” (1 Petrûs 5:8). Çaxê sala 1914-da “wextê . . . mileta” xilaz bûn, Yehowa Kurê xwe ça Padşa kifş kir, wekî ew serwêrtiyê li erdê bike, û gote wî: “Li nava neyarên Xweda serwêrtîyê bike” (Lûqa 21:24; Zebûr 110:2). Îsa hukumê xwe da xebatê û Mîrê-cina ji ezmên avîte ser erdê. Mîrê-cina jî zane ku wedê wî hinek maye, lema hêrsa xwe ser Mesîhiyên bi ruh kifşkirî û piştgirên wan radike (Eyantî 12:9, 17). Gelo ji bo hicûmkirinên ji aliyê dijminên Xwedê, çi qewimî?

be 76 ¶2

Pêşda Here û Bigihîje Nêtên Xwe

Feresetên xwe bidine xebatê tê hesabê, ku gava pêşin bavêjin. Tu gava pêşin davêjî, ku nêzîkî xûşk-bira bî, wekî tevî wan derêyî xizmetiyê? Tu xîret dikî ku civatêda alî kesên teze, cahila û yên nexweş bikî? Gava lazim tê Oda Civatê bê temizkirinê yan jî hine îdarên civatên mezinda alîkarî bê dayînê, gelo tu hazir î vê yekêda kar bikî? Gelo tu dikarî car-cara ça pêşengê wedelû xizmet kî, yan jî bibî pêşengê hertim? Tu dikarî derbazî civatekê bî, kîderê ku alîkarî lazim e? Hergê tu bira yî tu her tiştî dikî, wekî bibî alîkarçiyê civatê yan jî rûspî? Gava tu hazir î alî kesên din bikî û cabdariya hildî ser xwe, ev yek dide kifşê, wekî tu ruhanîda pêşda diçî (Zeb. 110:3).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 110:4)

4 Xudan sond xwar û poşman nabe: “Tu heta-hetayê Kahîn î, mîna Melkî-Sadiq”.

it-1 524 ¶2

Peyman

Peymana Kahîntiyê bi Cûrê Melkîsedek. Derheqa vê peymanê kitêba Zebûr 110:4-da hatiye nivîsarê, û nivîskarê nema Îbraniyara, ev yek derheqa Mesîh dibêje (Îbr. 7:1-3, 15-17). Yehowa ev peyman tenê tevî Îsa Mesîh girêda. Eşkere ye ku Îsa besa vê peymanê kir, gava tevî peyçûyên xwe peymana Padşatiyê girêda (Lq. 22:29). Li gora sonda Yehowa, Îsa Mesîh, Kurê Xwedêyî ezmana, gerekê bibe kahîn bi cûrê Melkîsedek. Melkîsedek, padşa û kahînê Xwedê ser erdê bû. Îsa gerekê ça Padşa û Kahînê Mezin, ne ku ser erdê, lê ser ezmana bûya. Ewî ev xizmetiya xwe destpêkir gava çû ser ezmana (Îbr. 6:20; 7:26, 28; 8:1). Ji ber ku Îsa bin rêberiya Yehowada wê timê Padşa û Kahînê Mezin be, ev peyman jî wê heta-hetayê bimîne (Îbr. 7:3).

2-8 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 113-118

(Zebûr 116:6-8)

6 Xudan yên sade xwey dike, gava ez ketim, ez xilaz kirim. 7 Nefsa min were ser rihetîya xwe, çimkî Xudan tera qencî kir. 8 Te nefsa min ji mirinê xilaz kir, çevê min jî ji hêsira paqij kir, nigê min jî likumandinê Te xwey kir.

(Zebûr 116:12)

12 Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min?

(Zebûr 116:14)

14 Ad-qirarên min ber Xudan kirî, ezê li ber cimeta Wî bînim sêrî.

(Zebûr 116:17)

17 Ezê dîyarîya razîdarîyê Tera bidim û gazî navê Xudan kim.

Em Ça Dikarin Razîbûna Xwe Yehowara Bidine Kifşê?

w01 1/1 11 ¶13

Hezkirinê Pêşda Bînin

13 Ji giliyên Îsa eyan e, wekî berî pêşin em gerekê Yehowa hez bikin. Lê em bi hezkirina hindava Yehowada nayêne bûyînê. Em gerekê vê hezkirinê nav xweda pêşda bînin. Çaxê em cara pêşin derheqa Yehowa pêhesiyan, xeyset-hunurên wî dilê me girtin. Wext şûnda em pêhesiyan, ku çawa ewî erd bona însanetê hazir kir (Destpêbûn 2:5-23). Em pêhesiyan ku ewî pişta xwe neda însanetê, çaxê gune kete dinyayê, lê her tişt kir, wekî me ji guna aza ke (Destpêbûn 3:1-5, 15). Ew hindava merivên aminda rem bû û wede şûnda Kurê xweyî tayê-tenê bona baxşandina gunê meriva, berva da (Yûhenna 3:16, 36). Çiqas zanebûna me derheqa Yehowa zêde dibû, haqas razîbûna me jî zêde dibû (Îşaya 25:1). Dawid Padşa Yehowa hez dikir, çimkî Ewî bi hezkirinê bona wî xem dikir (Zebûr 116:1-9). Îro jî Yehowa bona me xem dike, ev rêberiya me dike, dişidîne û hêlan dike. Çiqas zêde em wî nas dikin, haqas hezkirina me hindava wîda pêşda tê (Zebûr 31:23; Sêfanya 3:17; Romayî 8:28).

w09 15/7 29 ¶4-5

Bi Razîbûnê Qebûl ke, ji Dil Bide

Zebûrbêj difikirî: “Ez çi bidime Xudan, bona temamîya qencîya Wîye ser min?” (Zeb. 116:12) Gelo ewî derheqa kîjan kirên qenc digot? Yehowa derd-kulada alî wî dikir. Xêncî vê yekê, Yehowa “nefsa [wî] ji mirinê” xilaz kir. Bona vê yekê Zebûrbêj dixwest razîbûna xwe jêra bide kifşê û tiştekî bide Yehowa. Gelo ewî çi cûreyî dikaribû vê yekê bike? Ewî got: “Ad-qirarên min ber Xudan kirî, ezê . . . bînim sêrî” (Zeb. 116:3, 4, 8, 10-14). Ewî safî kir, wekî her sozên ku dabû Yehowa û hemû borcdariyên xwe, bîne sêrî.

Tu jî dikarî usa bikî. Gelo çi cûreyî? Hergê timê li gora qanûn û prînsîpên Xwedê bijîyî. Lema jî haş ji xwe hebe, wekî xizmetiya Yehowara emirê teda ciyê pêşin bigire û îzinê bide, wekî ruhê pîroz hemû şixulada rêberiya te bike (Waîz 12:13; Galt. 5:16-18). Bi rastî emê tu car nikaribin bi temamî razîbûna xwe jêra bidine kifşê, bona her tiştên ku ewî seva me kiriye. Lê Yehowa divîne, wekî tu bi dil û can wede û qewata xwe bona xizmetiyê xerc dikî û ev yek dilê wî şa dike (Metlk. 27:11). Qedirekî çiqas mezin mera hatiye dayînê, ku bi vî cûreyî dilê Yehowa şa kin!

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 116:15)

15 Mirina amina ber çevê Xudan biha ye.

w12 15/5 22 ¶1-2

Pirsên Xwendevana

Zebûrbêj ji bîna ber Xwedê nivîsî: “Mirina amina ber çevê Xudan biha ye” (Zeb. 116:15). Emirê her xizmetkarekî Yehowa gelek qîmet e ber çevê Wî. Lê Zebûra 116-da diha zêde tê gotinê, ne ku derheqa mirina xizmetkarekî Yehowa.

Gava gotar ser kesê mirî tê xwendinê, nerast e giliyên ji Zebûra 116:15 hindava kesê mirî bidine xebatê, hela hê hingê jî, hergê ew heta mirina xwe bi aminî Yehowara xizmet dikir. Gelo çira? Çimkî nêta giliyên zebûrbêj diha mezin e. Ev têne hesabê, ku bona Xwedê qîmeta mirina hemû xizmetkarên wîye amin, çawa kom gelek biha ye, û ewê tu car îzinê nede, wekî ev yek biqewime (Binihêre Zebûr 72:14; 116:8).

9-15 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 119:1-56

(Zebûr 119:9)

9 Cahil çawa dikare rîya xwe paqij xwey ke? Gava pê xebera Te miqatîyê li xwe bike.

(Zebûr 119:24)

24 Temîyên Te şabûnên min in ew sevî-şîretkarên min in.

(Zebûr 119:31)

31 Ez bûme maşoq temîyên Tera,

Xudan, min nede qarê şermêra.

(Zebûr 119:36)

36 Dilê min qayl ke temîyên Xwera, ne ku hebûkêva bêm girêdanê.

(Zebûr 119:37)

37 Çevê min xwey ke ji boş-betalîyê û rîya Xweda Tu min bide jîyanê.

“Cahil Çawa Dikare Rîya Xwe Paqij Xwey ke?”

w87 1/11 18 ¶10

Gelo Tu Her Aliyava Temizayê Xwey Dikî?

10 Efesî 5:5-da Pawlos got: “Hûn vê yekê zanibin ku tu qav, yan heram, yan timakar (ku pûtparist e) Padşatiya Mesîh û Xwedêda war nabe”. Lê dîsa jî her sal bi hezara xûşk-bira ji bo bênamûsiyê sert têne şîretkirinê, yan jî ji civatê têne derxistinê, çimkî “miqabilî bedena xwe” guna dikin (1 Korintî 6:18). Gelek car menî vê yekêda ne, ku filan meriv “pê xebera [Xwedê] miqatîyê li xwe” nedikir (Zebûr 119:9). Mesele, wedê tatîlê, dêmek hêsabûnê gelek bira aliyê nav-namûsiyêda fesal nînin. Ewana destpêdikin tevî merivên nebawer hevaltiyê bikin. Hine Mesîhî difikirîn, ku ewana merivne baş in û tevî kirên wane nebaş dibûn. Hinek jî destpêdikin tevî hevalxebatçiyên xwe hevaltiya nêzîk bikin. Rûspîkî tevî hevalxebatçiya xwe usa nêzîk bû, ku hela hê malbeta xwe jî hîşt û çû tevî wê jinikê bijî. Rûyê vê yekêda ew ji civatê hate derxistinê. Belê, giliyên ji Kitêba Pîroz çiqas rast in: “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike”! (1 Korintî 15:33)

w06 15/6 25 ¶1

“Temîyên Te Şabûnên Min in”

WAN rojên giranda temiyên Xwedê alî me dikin çetinayada teyax kin. Hine temiyên wî em wedê xwendina Kitêba Pîroz distînin, hinek jî ser civata, gava cabên xwe didin û pê dersa dertên. Diqewime heçî zef înformasiya, çi ku em dixûnin û dibihên, mera îda nas e. Lê ji bo vê yekê ku gelek tişt bîra me diçe, em gerekê timê nêt, qanûn û rêberiya Xwedê bînin bîra xwe. Em gerekê temiyên Xwedê qîmet kin, çimkî evana alî me dikin ruhanîda sist nebin û bîr nekin, ku me çira riya rastiyê bijartiye. Lema jî Zebûrbêj Yehowara distira: “Temîyên Te şabûnên min in” (Zebûr 119:24).

w10 15/4 20 ¶2

Çevê Min Xwey ke ji Boş-Betalîyê!

2 Çi ku em dinihêrin, dikare ziyanê bide me. Hevgirêdana çev û mejû usa qewî ye, ku gava çevê me tiştekî divîne, ev dikare xwestin û tiştên dine nebaş dilê meda pêşda bîne. Em dinya xirab û xwehezda dijîn, serwêrê kîjanî ku Mîrê-cina ye, lema jî der-dorê me haqas şikil û înformasiya nebaş heye, çi ku hêsa dikare me ji riya rastiyê derxe hela hê wî çaxî jî, gava dîna me hema ser senîkî diçe ser wan tişta (1 Yûhenna 5:19). Lema ecêbmayî nîne ku zebûrbêj ji Xwedê lava dikir: “Çevê min xwey ke ji boş-betalîyê û rîya Xweda Tu min bide jîyanê” (Zebûr 119:37).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 119)

w05 15/4 10 ¶2

Îtbariya Xwe Xebera Yehowa Bîne

Têma sereke ya Zebûra 119 ev e, ku Xebera Xwedê, dêmek elametiyên wî timê qîmet in. Diqewime seva ku ev Zebûr diha baş bîra meriyada bihata xweykirinê, ev li gora alîfbeyê hatiye nivîsarê. Hemû 176 rêzên vê Zebûra poêtîkîda li gora alîfbeya Îbraniye berê hatiye nivîsarê. Orîjînala Îbranîda ev Zebûr ji 22 para ye, her parekêda 8 rêz hene, kîjan ku destpêdibin bi vî herfî, bi kîjanî jî par destpêdibe. Vê Zebûrêda tê gotinê derheqa Xebera Xwedê, qanûn, temî, rê, ferman û dîwankirinên wî. Vê gotarêda û ya dinda wê hûr bi hûr Zebûra 119 bê şêwirkirinê. Dişirmîşbûna ser meselên xizmetkarên Yehowaye berê û yên îro, wê alî me bike diha zêde vê stirana ji bîna ber Xwedê qîmet kin û razîbûna xwe hindava Xwedê û Xebera wî, dêmek Kitêba Pîroz, hê zêde kin.

16-22 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 119:57-120

(Zebûr 119:61)

61 Torê nepaka dor min girtin, lê hînkirina Te bîr nekir min.

(Zebûr 119:71)

71 Qenc bû ku ser bela xwe vebûm û qanûnên Te ez ser vebûm.

(Zebûr 119:76)

76 Bira aminîya Te bibe minra baristanî, weke wî sozê qûlê Xwera Te dayî.

Çawa Ber Çetinaya Sebir kin

w06 15/6 20 ¶2

“Hînkirina Te Çiqasî Ez Hiz Dikim!”

Wê baş be ji xwe bipirsin: “Çi cûreyî qanûna Xwedê berdilî û alîkarî dida zebûrbêj?” Zanebûna wê yekê ku ew bona Yehowa qîmet bû, dilê wî rihet dikir. Nivîskarê vê zebûrê zanibû, ku Xwedê qanûna xwe bona kara însanetê daye, û ji bo vê yekê zebûrbêj şa dibû hela hê wedê miqabilîbûna dijmina jî. Ewî fem kir ku Yehowa timê hindava wîda rem bû. Xêncî vê yekê, çaxê zebûrbêj rêberiya ji qanûna Xwedê emirê xweda dida xebatê, ew ji dijminên xwe serwaxttir dibû û hela hê emirê xwe jî xilaz kir. Çaxê ew li gora qanûnê dijît, ewî rihetiya dil distand û xweyê îsafa temiz bû (Zebûr 119:1, 9, 65, 93, 98, 165).

w00 1/12 14 ¶3

Tu Temiyên Yehowa Gelek Hez Dikî?

3 Temiyên Yehowa bona zebûrbêj gelek qîmet bûn. Ew usa stira: “Dilezînim, derengî naxim, ku emirên Te biqedînim. Torê nepaka dor min girtin, lê hînkirina Te bîr nekir min” (Zebûr 119:60, 61). Temiyên Yehowa alî me dikin, wekî ber peyketina teyax kin, çimkî em bawer in ku Bavê meyî ezmana dikare wan telika ji riya me bide hildanê, kîjan ku dijmin mera datînin. Wedê lazimda ew wê usa bike, wekî tu tişt riya me negire, seva ku em bikaribin mizgîniya Padşatiyê bela kin (Markos 13:10).

w06 1/9 14 ¶4

Fikirên Qîmet ji Kitêba Zebûr Para Pênca

119:71—Gelo çetinayada çi kar heye? Çetinayî dikarin alî me bikin, ku em hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin, wîra hê bi dil û can dua bikin, diha rind Kitêba Pîroz lêkolîn kin, û wekî li gora vê yekê bijîn. Xêncî vê yekê, ew yek ku nihêrandina me hindava çetinayên me çi cûreyî ye, dikare sistbûnên me diha eyan ke, kîjana em dikarin rast kin. Emê ji bo çetinaya ne ku bibine merivne zulim, lê bibine merivne diha baş.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 119:103)

103 Xebera Te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda.

w17.05 19 ¶11, 12

Nehêlin Hizkirina We Sar be

11 Em çawa Mesîhî rastiyê qîmet dikin û hiz dikin. Xebera Xwedê ew heye kaniya rastiyê. Duada Îsa bavê xwera giliyên usa got: “Xebera te rastî ye” (Yûhn. 17:17). Seva ku rastiyê hiz bikin, em gerekê Xebera Xwedê rind bizanibin (Kols. 1:10). Lê tenê zanebûn bes nîne. Zebûra 119 alî me dike fem bikin, ku çi tê hesabê rastiyê hiz bikin. (Bixûne Zebûr 119:97-100.) Emê karê bistînin hergê çi ku em Kitêba Pîrozda dixûnin, temamiya rojê kûr ser bifikirin. Û gava em bivînin ku em kareke çiqas mezin distînin çaxê prînsîpên vê didine xebatê, emê Kitêba Pîroz diha hiz bikin.

12 Zebûrbêj usa jî got: “Xebera te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda” (Zeb. 119:103). Mîna zebûrbêj, em jî dikarin tem kin xwarina ruhanî ku em ji teşkîleta Xwedê distînin. Gava em xwarina ruhanî lêkolîn dikin, ew “gotinên xweş” ji Kitêba Pîroz bîra meda dimînin. Paşê em ewan gotina dikarin bidine xebatê wekî alî meriva bikin (Waîz 12:10).

23-29 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 119:121-176

(Zebûr 119:127)

127 Lê belê ew hizkirina emirên Te, minra ji zêr û ji zêrê xalis çêtir e.

(Zebûr 119:128)

128 Lema ez rast xwe li hemû qanûnên Te digirim, lê ji hemû rîyên derew ez dienirim.

(Zebûr 119:130)

130 Eyanbûna xebera Te ronayî dike, ew merivên sade serwaxt dike.

(Zebûr 119:133)

133 Xeberên Xweda Tu gavên min bişidîne, hukumê xirabîyê bira li ser min nemîne.

(Metelok 22:3)

3 Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne.

Çawa bi Zêdeyî Xemgîn Nebin

w93 15/4 17 ¶12

Cahilno, Nêta We Çi ye?

Berî pêşin tu gerekê xirabiyê nefret kî (Zebûr 97:10). Lê tu ça dikarî vê yekê nefret kî, çi ku sêrîda hewas tê kifşê? Tu gerekê bifikirî ku rûyê vê yekêda çi dikare biqewime. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Nexapin, Xwedê nabe pêkenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine. Kî ku bona binyata xwe diçîne, ewê ji wê binyatê mirinê biçine” (Galatî 6:7, 8). Gava tu têyî cêribandinê, wekî xirabiyê bikî, bifikire ku çi zirar dikare pêşda bê, lê ya lape xirab tuyê dilê Yehowa bêşînî (Beramber ke Zebûr 78:41). Bifikire ku ji bo vê yekê hemlebûna bê xwestin, û nexweşî dikarin pêşda bên, mesele nexweşiya AIDS (SPÎD). Usa jî tuyê aliyê êmosiyalîda biçerçirî û xwe nehêja hesab kî. Axiriya kirên xirab dikare gelek dirêj bikişîne. Xûşkeke me dibêje: “Pêşiya ku ez û mêrê min rastî hev bihatana, em îda tevî kesên din ketibûne heleqetiya sêksûalî. Rast e, niha em herdu jî Mesîhî ne, yeke bênamûsiya ku me berê dikir, heta roja îro jî dibe sebeba şer-dew û kumreşiya orta meda”. Usa jî bîr neke ku tu dikarî cabdariyên xweye civatêda unda kî, û hela hê ji civatê jî bêyî derxistinê (1 Korintî 5:9-13). Gelo hêja ye bona lezeta ku kin dikişîne, haqas tiştên qîmet unda kin?

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 119:105)

105 Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e.

30 KANÛNA PÊŞIN–5 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 120-126

(Zebûr 126:1-3)

1 Gava Xudan em hêsîr vegerandine Sîyonê, ew mera bû mîna xewnekê. 2 Hingê ken li ber devê me ket û zimanê me jî reqisîn. Nava miletada hingê hate gotin: “Xudan bona wan tiştên mezin kirin!” 3 Xudan bona me tiştên mezin kirin û em gelekî eşq û şa bûn.

(Zebûr 126:5)

5 Yên ku pê hêsira direşînin, pê eşq û şabûnê wê bidirûn.

(Zebûr 126:6)

6 Yên pê girî tûrikê toxim direşînin, wê bi stirana eşq gurzên xwe bînin.

Wana Pê Hêsira Direşandin, Lê Pê Eşq û Şabûnê Didirûtin

w04 1/6 16 ¶10

Ewên ku Pesinê Xwedê Didin Keremkirî ne

10 Em ça şagirtên Îsa, miqabilî Mîrê-cina şer dikin. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve” (Aqûb 4:7). Hemikî ev yek hêsa nîne. Seva ku Xwedêra xizmet kin qewat û xîret lazim e (Lûqa 13:24). Lê kitêba Zebûr 125:5-da, sozekî usa hatiye dayînê: “Yên ku pê hêsira direşînin, pê eşq û şabûnê wê bidirûn”. Em Xwedêkî şêkirdarra xizmet dikin. Ewê “wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” û wan meriva kerem ke, yên ku pesinê Wî didin (Îbranî 11:6).

w01 15/7 18-19 ¶13-14

Bi Xîret Biçinin!

13 Kesên ku şixulê nandirûnêda tevî Xwedê hevkariyê dikin, û rastî peyketina tên, ji giliyên Zebûr 125:5, 6 berdilîke mezin distînin: “Yên ku pê hêsira direşînin, pê eşq û şabûnê wê bidirûn. Yên pê girî tûrikê toxim direşînin, wê bi stirana eşq gurzên xwe bînin”. Ji giliyên zebûrbêj derheqa reşandin û dirûnê, eşkere tê kifşê, ku ça Yehowa xem dikir û kerem dikir wan hine Cihûya, yên ku ji dîltiya Babîlonê vegeriyan. Cihû gelek şa dibûn, ku hatibûne azakirinê, lê çaxê wana destpêkir erdê hişk bêcer bikin, yên ku 70 sal tu kesî guh nedidayê, diqewime ewana digiriyan. Lê dîsa jî ewên ku toxim direşandin û mal ava dikirin, cefên wan gelek ber û şabûn wanra dianî.

14 Gava em rastî cêribandina tên, yan jî em û bawermendên me “bona rastiyê” diçerçirin, diqewime em digirîn (1 Petrûs 3:14). Çaxê em teze destpêkin nandirûnêda kar bikin, diqewime emê rastî çetinaya bên û bifikirin, wekî hemû cefên me xizmetiyêda boş-betal in. Lê gava em berdewam dikin toxim bireşînin û av didin, vî çaxî Xwedê wê eseyî ev yek, çi ku me çandiye, mezin ke, û keremên wî wê bêhesab bin (1 Korintî 3:6). Ev yek eşkere tê kifşê ji berên baş, yên ku pêşda tên bi saya vê yekê, ku em Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bela dikin.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 124:2-5)

2 “Heger Xudan tevî me nîbûya, gava meriva ser meda girt, 3 hingê wê saxe-sax em daqurtandana, gava hêrsa wan li me rabibû xwe dixwarin. 4 Ava wê em nava xweda mina kirina, lêyîyê ser mera derbaz bûya, 5 avên rabûyî wê ser mera derbaz bûna”.

cl 73 ¶15

“Xwedê Sitargeh û Qewata Me ye”

15 Were em sêrîda şêwir kin, ku Xwedê çawa emirê me xwey dike. Em çawa xizmetkarên Yehowa dudilî nabin, ku Xwedê me çawa kom diparêze. Hergê usa nîbûya, Mîrê-cina wê hêsa me hûfî xwe kira. Hela bifikire, Mîrê-cina “serwêrê vê dinyayê”, hîviyê ye wekî hebandina rast kuta ke (Yûhenna 12:31; Eyantî 12:17). Hine serwêrên xweyîhukum, şixulê belakirina mizgîniyê qedexe dikirin û dixwestin cimeta Xwedê bi temamî kuta kin. Lê dîsa jî cimeta Xwedê qewî disekinî û berdewam dikir bi xîret xizmet ke! Çira miletên qewî nikaribûn şixulê komeke ku sist û bê alîkar dihate kifşê, bidana sekinandinê? Çimkî Yehowa me dike bin perê xweyî qewî! (Zebûr 17:7, 8)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin