-
Hêrsketin Dikare Ziyanê BîneDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 4
Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne
Adem û Hêwa ji baxçê Êdênê hatine derxistinê, û paşê gelek zar wanra hatine bûyînê. Qayîn, kurê wanî pêşiyê, bû cotkar, lê kurê duda Habîl, bû şivan.
Rojekê Qayîn û Habîl Yehowara qurban anîn. Tu zanî çi tê hesabê qurban? Ew tê hesabê pêşkêşa qîmet bona Xwedê. Yehowa qurbana Habîlra gelek şa bû, lê ya Qayînra şa nebû. Seva wê yekê Qayîn gelek hêrs ket. Yehowa gote Qayîn, wekî hêrsa wî dikare wî berbi kirê xirab bive. Lê Qayîn guh neda Xwedê.
Dewsê Qayîn gote Habîl: “Were em herine çolê”. Gava ewana çolêda tenê bûn, Qayîn birê xwe xist û wî kuşt. Gelo, Yehowa wê derecêda çi gerekê bikira? Yehowa Qayîn bi wê yekê ceza kir, ku wî ji malbeta wî dûr xist. Û îda îzina wî tune bû paşda vegere.
Ji wê yekê em çi dersê dikarin hîn bin? Em jî dikarin hêrs kevin, hergê tiştek usa nabe, çawa em dixwazin. Hergê em texmîn dikin, wekî zû hêrs dikevin, û yên din jî wê yekê mera dibêjin, dêmek em gerekê ser xwe bixebitin û êmosiyên xwe zeft kin, heta ku ewê êmosiyê ser me kontrol nekiriye.
Habîl, Yehowa hiz dikir û tiştên rast dikir, lema jî Yehowa wê tu car wî bîr neke. Gava Yehowa erdê bike cinet, wê Habîl dîsa vegerîne jîyînê.
“Pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Metta 5:24).
-
-
Gemiya NuhDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 5
Gemiya Nuh
Wede şûnda ser erdê meriv zêde bûn. Gelek ji wan meriva xirab bûn. Usa jî hine melekên ser ezmana xirab bûn. Ewana mala xwe dêmek ezman hîştin û hatine ser erdê. Lê tu zanî çira wana usa kir? Wana xwe kire merî, wekî bizewicin.
Wan melekara zar hatine bûyînê. Ew zar mezin dibûn û qewata wan zêde dibû û ewana dibûne merivên terikî. Wana ziyan didane meriva. Yehowa îda nikaribû îzin bida, wekî ew yek usa berdewam be. Lema jî ewî safî kir, wekî wan merivên zulm sêlavêda kuta ke.
Lê merivek hebû, yê ku ji wan cude dibû. Ewî Yehowa hiz dikir. Navê wî Nuh bû. Jin û sê kurên wî hebûn, Sem, Ham û Yafet, hersêk kurên wî zewicî bûn. Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê gemîke mezin ava ke, seva ku ew û malbeta wî ji Sêlavê bêne xweykirinê. Ew gemî gerekê mîna qutiya mezin bûya û ser avê keta. Usa jî Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê heywana tevî xwe bike gemiyê, seva ku ewana jî sax bimînin.
Nuh pêra-pêra destpêkir gemiyê ava ke. Weke 50 sala Nuh û malbeta wî gemî ava dikirin. Ewana gemî usa ava kirin, çawa ku Yehowa wanara got. Wî çaxî Nuh hin jî merivara derheqa Sêlavê gilî dikir. Lê tu kesî guh nedida wî.
Axiriyê wede îda gihîşt, wekî bikevine gemiyê. Werên binihêrin paşê çi qewimî..
“Çawa ku rojêd Nuhda qewimî, hatina Kurê Însan jî wê usa biqewime” (Metta 24:37).
-