-
Birahîm û Serayê Gura Xwedê KirinDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 8
Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin
Nêzîkî şeherê Babîlonê şeherekî bi navê Ûr hebû, wî şeherîda meriva cûre-cûre xudan dihebandin, ne ku Yehowa. Lê şeherê Ûrda merivek hebû, yê ku tenê Yehowa diheband. Navê wî Birahîm bû.
Yehowa gote Birahîm: “Mala xwe û bira-pismamên xwe bihêle, rabe here wî erdî, kîjan ku ezê nîşanî te kim”. Paşê Xwedê soz da wî û got: “Ji te wê miletekî mezin pêşda bê û bona xatirê te ezê gelek tiştên baş seva merivên ser temamiya dinyayê, bikim”.
Birahîm nizanibû çira Yehowa gote wî, wekî ew rabe here, lê ewî bi temamî baweriya xwe Yehowa dianî. Lema jî Birahîm, jina wî Sera, bavê wî Têrah û kurê birê wî Lût guh dane Xwedê, hûr-mûrê xwe top kirin û rêketin.
Birahîm 75 salî bû kengê ew û malbeta wî çûne wî ciyî, kîderê ku Yehowa got. Ew erdê Kenanê bû. Wêderê Xwedê tevî Birahîm xeber da û gote wî: “Ew erdê dor-berê te, yê ku tu dibînî, ezê bidime zarên te”. Lê Birahîm û Sera emirda mezin bûn û zarên wan tune bûn. Gelo Yehowa çi kir, seva sozê xwe bîne sêrî?
“Bi baweriyê, . . . Birahîm . . , guhdarî kir, ku here wî ciyê ku wê çawa war bistanda. Û rabû çû, lê nizanibû jî kuda diçe” (Îbranî 11:8).
-
-
Kurê Hizret!Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 9
Kurê Hizret!
Birahîm û Sera îda gelek sal zewicî bûn. Ewana mala xweye bedew şeherê Ûrda hîştin û çadirada dijîtin. Seva wê yekê Serayê nedikire kute-kut, çimkî ewê baweriya xwe Yehowa dianî.
Serayê gelek dixwest, wekî zarên wê hebin, lema jî ewê gote Birahîm: “Hergê cariya min Hacerêra zar bibe, dêmek ew wê çawa zara min be”. Wede derbaz bû û Hacerêra zar bû. Navê wî danîn Îsmayîl.
Çend sal şûnda, çaxê Birahîm 99 salî bû, lê Sera 89 salî bû, sê mêr hatine mala wan. Birahîm wana teglîfî mala xwe kir, wekî binê baxda rûnên û hêsa bin, ewî destpêkir sifrê wanara rast ke. Tu zanî ew sê mêr kê bûn? Ew melek bûn! Wana gote Birahîm: “Saleke din wan çaxa, kurek wê tera bibe”. Sera hindurê konda sekinî bû û xeberên wan dibihîst. Ew ber xweda keniya û got: “Gelo rastî ezê wî emirê xweyî mezinda zar bînim? Ne ez îda pîr bûme!”
Saleke din Serayêra kur bû, çawa ku Yehowa piştî melekê xwe soz dabû. Birahîm wî nav kir Îshaq, çi ku tê hesabê “Ken”.
Gava Îshaq pênc salî bû, Serayê dît, wekî Îsmayîl qerfê xwe Îshaq dike. Serayê xwest kurê xwe ji wî xwey ke, lema jî çû bal Birahîm û gote wî, wekî ew Hacerê û kurê wê Îsmayîl ji mal derxe. Serîda Birahîm nedixwest usa bike. Lê Yehowa gote Birahîm: “Guh bide Serayê. Ezê bona Îsmayîl xem bikim. Lê ew sozê ku min daye te wê ser Îshaq bê sêrî”.
“Bi baweriyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar nedanî, ewê qewata berê zika stand û . . . Zarek wîra bû. Çimkî bawer kir, ku yê wîra soz daye amin e” (Îbranî 11:11).
-