-
Mal û Milk Gihîşte AqûbDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 12
Mal û Milk Gihîşte Aqûb
Çaxê Îsaq Rêvêka stand, ew 40 salî bû. Ewî gelek lê hiz dikir. Paşê du kurên cêwî wanara hatine bûyînê.
Navê kurê pêşin danîn Esaw, lê yê duda Aqûb. Esaw hiz dikir çolê be û ew bû nêçîrvanekî baş. Lê Aqûb hiz dikir malda bimîne.
Wan çaxa edet bû, wekî paşî mirina bav, nîvê zef ji hebûna wî gerekê bigihîşta kurê wîyî mezin. Dêmek mal û milkê wî. Usa jî sozê Xwedê dikeve nava wê hebûnê, yê ku ewî dabû Birahîm. Lê Esaw ew sozê ku Xwedê dabû Birahîm, qîmet nekir, lê Aqûb ew soz gelek qîmet dikir.
Carekê Esaw gelek westiyayî ji nêçîrê vegeriya mal. Ewî texmîn kir, wekî bîneke xweş tê, çimkî wê demê Aqûb xwarin çêdikir. Esaw gote wî: “Ez birçîna dimirim! Wê şorba sor minra dagire!” Aqûb gotê: “Ezê tera dagirim, lê pêşiyê soz bide min, wekî ezê, mal û milkê bavê me bistînim, ya ku gerekê bibe para te”. Esaw got: “Çî minra ne, tu dikarî hildî. Ez birçî me û dixwazim bixwim”. Ça tu dişirmîş dibî, Esaw tiştekî aqilayî kir? Na, ev yek bêaqilayî bû. Esaw seva hine xwarin, tiştekî gele qîmet unda kir.
Çaxê Îshaq îda gelek kal bû, wede gihîşt, wekî ew kurê xweyî mezin kerem ke. Lê Rêvêkayê alî kurê xweyî biçûk kir, û ewî kerem stand. Çaxê Esaw seva vê yekê pêhesiya ew gelek hêrs ket û xwest birê xwe bikuje. Îshaq û Rêvêkayê xwestin Aqûb ji qeziyê xwey kin, wana gote wî: “Here bal xalê xwe Laban bimîne, heta ku hêrsa Esaw dayne”. Aqûb gura dê-bavê xwe kir û revî çû, wekî emirê xwe xilaz ke.
“Çi feyde heger meriv temamiya dinyayê qazinc ke, lê emirê xwe unda ke? Yan jî meriv çi dikare ber emirê xweva bide?” (Marqos 8:36, 37).
-
-
Aqûb û Esaw Hev HatinDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 13
Aqûb û Esaw Hev Hatin
Yehowa soz da Aqûb, wekî wê wî xwey ke çawa Birahîm û Îshaq xwey dikir. Aqûb şeherê Haranêda cî-war bû û wêderê zewicî. Ew bû xweyê malbeteke mezin û yekî dewletî bû.
Paşê Yehowa gote Aqûb: “Vegere ser erdê xwe”. Û Aqûb tevî malbeta xwe rêket. Rêva çend meriv nêzîkî Aqûb bûn û gotine wî: “Birê te Esaw berbi te tê, û 400 mêr tevî wî tên!” Aqûb tirsiya, wekî Esaw ziyanê nede wî û neferên wî. Ewî Yehowara dua kir: “Lava dikim min ji birê min xwey ke”. Roja din, Aqûb birê xwey Esawra gelek berx, bizin, çêlek, dewe û ker, çawa pêşkêş şand.
Wê şevê çaxê Aqûb tenê bû, ewî melek dît! Melek kete gulaşê tevî wî, heta ku sibeh safî bû. Rast e Aqûb ziyan stand, lê dîsa jî terka wî neda. Melek gote Aqûb: “Min berde ez herim”. Lê Aqûb gote wî: “Na, heta ku tu min kerem nekî, ez te bernadim”.
Axiriyê, melek Aqûb kerem kir. Û hingê Aqûb fem kir, wekî Yehowa wê îzinê nede Esaw ziyanê bide wî.
Sibehê zû, Aqûb dîna xwe dayê û dûrva dît ça Esaw tevî 400 mêra berbi wî tê. Aqûb pêşiya malbeta xwe berbi Esaw çû û heft cara serê xwe ber wî daxist. Lê Esaw berbi birê xwe revî û xwe avîte pêsîra wî. Her du kele-kel giriyan, usa wana edilayî xwey kirin. Ça tu dişirmîş dibî, Yehowa çi texmîn kir, gava Aqûb wê derecêda xwe rast da kifşê?
Paşî wê yekê Esaw xwest vegere mala xwe, lê Aqûb riya xwe berdewam kir. Aqûb bû bavê 12 kura. Navê kurên wî usa bûn; Rûbên, Şimhûn, Lêwî, Çihûda, Dan, Neftelî, Gad, Aşêr, Îsaxar, Zebûlon, Ûsiv û Binyamîn. Yehowa bi destê kurekî wî, dêmek Ûsiv, cimeta xwe xilaz kir. Zanî çi cûreyî? Werên em pêbihesin.
“Dijminêd xwe hiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin, wekî hûn bibine zarêd Bavê xweyî Ezmana” (Metta 5:44, 45).
-