-
Tûm bi Agir DişixuleDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 18
Tûm bi Agir Dişixule
Mûsa 40 sala Midyayêda ma. Ew zewicî û zar wîra hatine bûyînê. Rojekê, Mûsa nêzîkî Çiyayê Sînayê pez diçêrand û tiştekî ecêb dît. Ewî dît, wekî agir tûm ketiye, lê tûm naşewite! Çaxê Mûsa nêzîk bû, wekî binihêre hela çira ew tûm naşewite, ji tûm dengek hat: “Mûsa! Gelek nêzîkî vir nebe. Çarixên xwe bêxe, çimkî tu ser erdê pîroz sekiniyî”. Yehowa bi saya melek tevî wî xeber dida.
Mûsa tirsiya û ser çevê xwe dada. Yehowa got: “Min dît çawa Îsraêlî diçerçirin. Ezê wana ji destê Misiriya xilaz kim û bivime erdekî baş. Tuyê cimeta min ji Misirê derxî”. Bide ber çevê xwe, Mûsa çiqas ecêbmayî ma gava ev yek bihîst!
Mûsa pirsî û got: “Lê hergê cimet pirs ke, kê te şandiye, ez çi bêjime wan?” Xwedê gotê: “Wanara bêje, wekî Yehowa, Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb te şandiye”. Wî çaxî Mûsa got: “Lê hergê ewana guh nedine min?” Yehowa Mûsara da kifşê, wekî wê alî wî bike. Xwedê gote wî, wekî şivdara xwe bavêje erdê. Mûsa şivdar avît û ew bû mer! Çaxê Mûsa poça wî girt, ew dîsa bû şivdar. Yehowa gotê: “Çaxê tu wî keremetî nîşanî wan kî, ewana wê bawer kin, wekî min te şandiye”.
Mûsa got: “Lê ez nikarim zelal xeber dim”. Wî çaxî Yehowa soz da wî: “Ezê te hîn kim çi bêjî û birê te Harûn tevî te bişînim, wekî alî te bike”. Çaxê Mûsa dît, wekî Yehowa tevî wî ye, ewî jin-zarê xwe hilda û vegeriya Misirê.
“Xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê” (Metta 10:19).
-
-
Sê Belayên PêşiyêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 19
Sê Belayên Pêşiyê
Îsraêlî pê xebata giran diçerçirandin û çawa dîl didane xebatê. Yehowa Mûsa û Harûn şande bal Firewin, wekî bêjine wî: “Cimeta min berde, wekî beriyêda minra xizmet kin”. Lê Firewinê kubar-babax got: “Minra yeke Yehowa çi dibêje, ez Îsraêliya bernadim”. Paşî wê yekê Firewin zorê Îsraêliya kir, wekî hê zêde bixebitin. Wî çaxî Yehowa Firewin ceza kir. Zanî çi cûreyî? Ewî deh bela anî serê Misiriya. Yehowa gote Mûsa: “Firewin gura min nake. Sibehê zû ewê ber devê Çemê Nîl be. Here cem wî û bêjê, seva wê yekê ku tu cimeta Îsraêl bernadî, Çemê Nîl wê pêda bibe xûn”. Mûsa gura Xwedê kir û çû cem Firewin. Firewin dît, wekî Harûn pê şivdara xwe Çemê Nîl xist û çem bû xûn. Bîna genî ji çem dihat, mesiyê têda mirin û tu kesî nikaribû ava Çemê Nîl vexwe. Lê dîsa jî, Firewin Îsaraêlî bernedan.
Paşî heft roja, Yehowa dîsa Mûsa şande bal Firewin, wekî bêjê: “Hergê tu cimeta min bernedî, Misirêda wê tije beq bin”. Harûn şivdara xwe bilind kir û welat tije beq bûn. Ewana diketine malên meriya, nav cî-nivîn û derdanên wan. Hemû ciya beq bûn. Firewin gazî Mûsa kir û gotê, wekî ew lavaya Yehowa bike, ku vê belayê bide sekinandinê û soz da, wekî wê Îsraêliya berde. Yehowa ew bela da sekinandinê, û Misiriya destpêkirin wan beqên mirî topî ser hev kin. Temamiya welatda bîna genî dihat. Lê vê carê jî, Firewin cimet berneda.
Îjar Yehowa gote Mûsa: “Harûn gerekê şivdara xwe toza erdê xe û ewê bibe vizik, dêmek mêşên biçûk”. Û temamiya welatê Misirêda tije vizik bûn. Cimeta Firewin gote wî: “Ew bela ji Xwedê ye”. Lê wê carê jî Firewin îzin neda, wekî Îsraêlî herin.
“Ezê vî carî destê xwe û qudreta xwe yî di ser her tiştîda ye ji wanra bidim nasîn û wê bizanibin ku, navê min [Yahowa ye, DT]” (Yêremya 16:21).
-