-
Şeş Belayên DinDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 20
Şeş Belayên Din
Mûsa û Harûn çûne bal Firewin, wekî elametiya Xwedê derbazî wî kin: “Hergê tu cimeta min bernedî, ezê mêşên mezin bişînim ser welatê te. Mêşên mezin diketine hemû malên Misiriya, ça malên kesîba usa jî yên dewletiya. Temamiya welat tije mêşên mezin bûn. Lê erdê Goşenêda, kîderê Îsraêlî diman, mêşên mezin tune bûn. Destpêbûyî ji bela çara ziyan digihîşte tenê Misiriya. Firewin ber Mûsa û Harûn lava kir: “Yehowara bêjin bira me ji wan mêşên mezin xilaz ke. Û ezê cimeta wî berdim”. Lê gava Yehowa mêşên mezin kuta kir, Firewin poşman bû. Gelo ew yek bona Firewin bû ders?
Yehowa got: “Hergê Firewin cimeta min bernede, heywanên Misiriya wê nexweş kevin û hişk bin”. Roja din heywanên wan yek pey yekê hişk dibûn. Lê heywanên Îsraêliya hişk nedibûn. Dîsa jî Firewin ser ya xwe sekinî, û fikirên xwe neguhast.
Paşê Yehowa gote Mûsa, wekî ew dîsa here bal Firewin û koziyê berbi ezman bireşîne. Hewa Misirêda xirab bû, çimkî kozî, temamiya erdê girt. Ji bo wê yekê, cimeta Misiriya û heywanên wan, giran nexweş ketin, çimkî bedena wan destpêbû kotî be. Paşî wan hemû tişta Firewin dîsa jî îzin neda, wekî Îsraêlî herin.
Yehowa dîsa Mûsa şande bal Firewin, seva ku derheqa gotinên wî bêje: “Tu heta niha cimeta min bernadî? Sibêh teyrok wê bibare”. Roja din Yehowa teyrok, birûsk û agir şande ser erdê. Tiştekî usa pêşda Misirêda tu car neqewimî bû. Hemû bax û şînkayî ziyan standin, xêncî erdê Goşen. Firewin got: “Lava Yehowa bike, wekî ewê yekê bide sekinandinê! Paşê hûn dikarin rabin û herin”. Lê gava teyrok û baran sekinî, Firewin fikirên xwe guhast.
Mûsa got: “Niha kulî hemû şînkayên ku paşî teyrokê mane, wê bixwin”. Mîlyone kulî destpêkirin qira her tiştî bînin, çi ku çolêda û ser baxa mabû. Firewin destpêkir lava bike: “Bêje Yehowa bira wan kuliya ji me dûrxe”. Lê dîsa jî paşî wê yekê çaxê Yehowa Misirî ji kuliya xilaz kirin, yeke Firewin cimet berneda.
Yehowa gote Mûsa: “Destê xwe berbi ezman bilind ke”. Hema wê demê ezman reş bû û terî kete erdê. Sê roja Misiriya nikaribûn tu tişt û tu kes bidîtana. Tenê bal Îsraêliya ronkayî bû.
Firewin gote Mûsa: “Tu û cimeta te dikarin herin. Lê heywanên xwe vira bihêlin”. Mûsa got: “Em gerekê heywanên xwe tevî xwe bivin, wekî Xwedêra bikine qurban”. Firewin gelek hêrs ket, kire qare-qar û got: “Bicemin herin! Hergê ez we dîsa vira bivînim, hûnê bêne kuştinê”.
“Hûnê firqiya orta merivê rast û merivê xirab bivînin, orta xizmetkarê Xwedê û yên ku jêra xizmet nakin” (Malaxî 3:18, DT).
-
-
Bela DehaDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 21
Bela Deha
Mûsa soz da Firewin, wekî wê îda neyê cem wî. Lê heta biçûya, Mûsa gote Firewin: “Nîvê şevê her nixuriyên Misiriya wê bimirin, çawa nixuriyê Firewin, usa jî nixuriyê xulama”.
Yehowa gote Îsraêliya, wekî xwarina mexsûs hazir kin. Ewî got: “Berx yan bizina yeksalî serjêkin, û xûna wî derê mala xwe xin. Goştê wî ser agir bipêjin û pê nanê şkeva bixwin. Kincê we bira we be, çarixê we bira nigê weda be, seva hazir bin rêkevin. Îşev ezê we aza kim”. Hûn dikarin bidin ber çevê xwe, Îsraêlî çiqas şa dibûn?
Nîvê şevê, melekê Yehowa kete hemû malên Misiriya. Ew mal, rexderiyên kîjanî xûn lêxistî nîbû, nixuriyên wan mirin. Lê ew malên, ku rexderiyên wan xûn lêxistî bûn, melek berra derbaz bû. Nixuriyê her malbeteke Misiriya, ça yên dewletî usa jî yên kesîb mirin. Lê qe zareke Îsraêliya nemir.
Hela hê kurê Firewin jî mir. Firewin îda nikaribû teyax kira. Ewî gazî Mûsa û Harûn kir û gote wan: “Rabin, ji vira derkevin herin. Herin û Xwedayê xwera xizmet kin. Heywanên xwe jî, tevî xwe bivin!”
Gava Îsraêlî ji Misirê derketin, hîv tije bû. Ewana malbet pey malbet, kom pey kom derketin. Xêncî 600 000 mêra usa jî gelek kulfet û zar hebûn. Tevî wan gelek merivên ji miletê din jî derketin, wekî Yehowara xizmet kin. Îjar Îsraêlî bi rastî aza bûn!
Wekî bîr nekirana ça Yehowa wana xilaz kir, ewana gerekê her sal ew xwarina mexsûs hazir kirana. Ew roj hate navkirinê Cejina Derbazbûnê.
“Bona wê yekê min tu kirî padşa, wekî qewata xwe bi te bidime kifşê û navê min temamiya dinyayêda bê gotinê” (Romayî 9:17).
-