KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Donzdeh Cesûs
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Mêrên Îsraêlî cesûsiya erdê Kenanê dikin

      DERSA 26

      Donzdeh Cesûs

      Îsraêlî ji Çiyayê Sînayê, beriya Paranêra çûn heta ciyê bi navê Kadeş. Wêderê Yehowa gote Mûsa: “Donzdeh mêra bişîne, ji her qebîlekê merivekî bişîne, wekî cesûsîya erdê Kenanê bikin, ya ku ezê bidime Îsraêliya”. Mûsa 12 mêr jibart û gote wan: “Herin erdê Kenanê û pêbihesin ew erd çawa ye, xweyî deremet e yan bê ber e. Merivên wî erdî qewat in yan sist in, şeherên wan hene yan çadirada dijîn”. Ew 12 cesûs çûne Kenanê, Yêşû û Kaleb jî nav wan cesûsada bûn.

      Îsraêlî dikine kute-kut û sist dibin

      Paşî 40 rojî ewana paşda vegeriyan û tevî xwe hêjîr, hinar û tirî anîn. Cesûsa gilî kir: “Erdê wan baş e, lê ewana gelek qewat in û dîwarê şeherên wan zef bilind in”. Lê Kaleb got: “Em dikarin wana alt kin. Werên em hema niha jî herin!” Tu zanî çira Kaleb usa got? Çimkî Kaleb û Yêşû îtbariya xwe Yehowa dianîn. Lê deh cesûsên din gotin: “Na! Merivên wêderê gelek terikî ne! Me xwe mîna kuliya texmîn dikir ber wana”.

      Îsraêlî ber xwe ketin û sist bûn. Wana destpêkir bikine kute-kut û hevra gotin: “Werên em xwera rêberekî din bijbêrin û paşda herin Misirê. Çira em gerekê herin wî cîyî û bêne kuştinê?” Yêşû û Kaleb gotin: “Miqabilî Yehowa ranebin û netirsin. Yehowa wê me xwey ke”. Lê Îsraêliya guh nedane wan. Hela hê wana xwest Yêşû û Kaleb bikujin!

      Hingê Yehowa çi kir? Ewî gote Mûsa: “Min haqas tişt bona Îsraêliya kir, lê yeke wana dîsa guh nedidane min. Seva wê yekê ewana wê 40 sala beriyêda bimînin, heta bimirin. Tenê zarên wan, û usa jî Yêşû û Kaleb wê bikevine wî erdî, kîjan min wanra soz daye”.

      “Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” (Metta 8:26).

      Pirs: Çi qewimî çaxê 12 cesûs ji Kenanê vegeriyan? Yêşû û Kaleb ça dane kifşê, wekî îtbariya xwe Yehowa tînin?

      (Jimar 13:1–14:38; Qanûna Ducarî 1:22-33; Zebûr 78:22; Îbranî 3:17-19).

  • Ewana Miqabilî Yehowa Derketin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Qorax û peyçûyên wî ber Mûsa û Harûn sekinîne

      DERSA 27

      Ewana Miqabilî Yehowa Derketin

      Hinek wext şûnda, çaxê Îsraêlî hê beriyêda bûn, Qorax, Datan, Abîram û 250 mêrên din miqabilî Mûsa derketin. Wana gote wî: “Bese, em vestiya ne! Heta kengê tê serwêrtiyê me bikî û Harûn jî kahîntiyê me bike? Yehowa tevî me her kesî ye, ne ku tenê tevî te û Harûn e”. Ew yek Yehowa xweş nehat. Xwedê hesab kir, wekî ewana miqabilî wî rabûn, ne ku miqabilî Harûn û Mûsa.

      Mûsa gote Qorax û peyçûyên wî: “Sibê bixûrdanê xwe tevî bixûrê hildin û werên ber konê pîroz. Yehowa wê nîşan ke, ewî kê jibartiye”.

      Roja din Qorax û 250 peyçûyên wî çûn, wekî ber konê pîroz rastî Mûsa bên. Wêderê wana bixûr şewitandin, çawa ku kahîna dikirin. Wê demê Yehowa gote Mûsa û Harûn: “Dûrî Qorax û peyçûyên wî bin”.

      Çaxê Qorax çû ber konê pîroz, kîderê Mûsa bû, Datan, Abîram û neferên wan nexwestin herin wêderê. Yehowa gote Îsraêliya, wekî xwe dûr bigirin ji çadirên Qorax, Datan û Abîram. Ewana pêra-pêra dûrî wan çûn. Datan, Abîram û neferên wan ber çadirên xwe sekinî bûn. Nişkêva erd vebû û ewana têda çûn. Paşê, ji konê pîroz agir derket, Qorax û 250 peyçûyên wî şewitand.

      Erd vedibe, Datan, Abîram û neferên wan têda diçin

      Paşê Yehowa gote Mûsa: “Şivdara her serwêrên bereka hilde û navê wana ser şivdara wan binivîse. Lê ser şivdara ji bereka Lêwî, navê Harûn binivîse. Wan şivdara dayne konê pîroz û ez kê bijbêrim, şivdara wî wê gul bide”.

      Roja din Mûsa her şivdar derxist û nîşanî serwêra kir. Şivdara Harûn gul dabû û ber girtibû. Usa Yehowa îzbat kir, wekî ewî Harûn jibartiye ça kahîn.

      “Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin” (Îbranî 13:17).

      Pirs: Çira Qorax û peyçûyên wî miqabilî Mûsa derketin? Em ji ku zanin, wekî Yehowa Harûn jibartibû ça kahîn?

      (Jimar 16:1–17:13; 26:9-11; Zebûr 106:16-18).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin