-
Rexab Cesûsa VedişêreDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 30
Rexab Cesûsa Vedişêre
Çaxê cesûsên Îsraêlî çûne Erîhayê, ewana mala jinekêda man, navê wê Rexab bû. Padşê Erîhayê pêhesiya û eskerên xwe şande mala Rexabê. Ewê du cesûs ser banê mala xwe veşart, lê eskerara got, wekî bidine pey wan, çimkî ewana derketin û çûn. Ewê cesûsara got: “Ezê alî we bikim, çimkî ez zanim, wekî Yehowa tevî we ye û ewî erdî wê bide we. Soz bidine min, wekî hûnê malbeta min xilaz kin”.
Cesûsa gotine Rexabê: “Em soz didine te, wekî hemû kesên, ku mala teda bin, wê ziyanê nestînin”. Wana gote wê: “Benê sor pencera xweva girêde, wekî malbeta te, bê xilazkirinê”.
Rexabê alî cesûsa kir, wekî ji pencera mala wê, pê tog dakevin. Pêşiya ku herine bal Yêşû, cesûs sê roja serê çiyê xwe vedişartin. Îsraêlî Çemê Ûrdunêra derbaz bibûn û xwe hazir dikirin, wekî ewî erdî zeft kin. Erîha erdê pêşiyê bû, kîjan wana gerekê zeft kira. Yehowa gote wan, wekî nava şeş rojada, rojê carekê gerekê dora wî şeherî bizivirin. Lê roja hefta, ewana heft cara dora şeher zivirîn. Kahîna boriyê dixistin, lê eskera bi dengê qayîm dikirine qare-qar. Wî çaxî dîwarên şeher jorda hatin! Lê dîwarê mala Rexabê, tiştek pê nehat. Rexab û malbeta wê xilaz bûn, çimkî ewê baweriya xwe Yehowa anî.
“Ne usa jî Rexab . . . bi kira rast hate hesabê, gava cesûs qebûl kirin û ew rêke dinva verêkirin?” (Aqûb 2:25).
-
-
Yêşû û GîboniyaDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 31
Yêşû û Cimeta Gîbonî
Elametiya derheqa zeftkirina Erîhayê, hate belakirinê nav temamiya miletê Kenanê. Padşê wan mileta safî kirin tevayî pêşberî Îsraêliya şer kin. Lê Gîbonî pê nêteke din hatine bal Îsraêliya. Ewana kincên kevin xwekirin, hatine bal Yêşû û gotin: “Em ji welatê dûr hatine. Me derheqa Yehowa bihîstiye û derheqa wê yekê, çi ku ewî bona we Misirêda û Mowabêda kir. Soz bidine me, wekî hûnê me nekujin û emê bibine berdestiyên we”.
Yêşû baweriya xwe wana anî û qayîl bû wana nekuje. Paşî sê roja Yêşû pêhesiya, wekî ewana ne ji welatê dûr in, lê ji welatê Kenanê ne. Yêşû wana pirsî: “Çira we em xapand in?” Wana got: “Em ji we tirsiyan! Em zanin, wekî Yehowa Xwedayê we bona we şer dike. Lava dikin me nekujin”. Yêşû sozê xwe anî sêrî û îzin neda, wekî ewana bêne kuştinê.
Paşî wê yekê, pênc padşên Kenanê û eskerên wan xwestin Gîboniya zeft kin. Lê Yêşû û eskerên wî temamiya şevê rê ketibûn, seva ku Gîboniya xilaz kin. Sibehê zû şerê wan destpêbû. Kenanî revîn, wekî xwe xilaz kin, lê Yehowa teyroka qayîm ser wanda barand. Paşê Yêşû ji Yehowa lava kir, wekî ro neçe ava. Çira Yêşû ji Yehowa hîvî kir, wekî tiştekî usa bike, çi ku tu car neqewimîbû? Çimkî ewî baweriya xwe Yehowa dianî. Heta ku Îsraêliya tevî padşên Kenaniya û eskerên wan şer dikirin, temamiya wê rojê, ro nediçû ava.
“Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e” (Metta 5:37).
-