-
Rêberê Teze û du Kulfetên MêrxasDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 32
Rêberê Teze û Du Kulfetên Mêrxas
Yêşû gelek sal rêberî cimeta Yehowa dikir, ew 110 salî bû çaxê mir. Heta Yêşû sax bû, Îsraêliya Yehowara xizmet dikirin. Lê paşî mirina wî, ewana çev dane Kenaniya û destpêkirin mîna wana serê xwe ber pûta daynin. Seva wê yekê ku Îsraêlî Yehowara amin neman, Ewî îzin da padşê Kenanê, bi navê Yawîn, wekî emirê wan çetin ke. Cimeta Îsraêl lava dikir, wekî Yehowa alî wan bike. Lema jî Yehowa rêberê teze, bi navê Barak, ser wan kifş kir. Barak gerekê alî cimetê bikira, wekî ewana vegerin bal Yehowa.
Kulfeteke pêxember, navê kîjanî Debora bû, meriv şandin, wekî elametîke ferz ji Yehowa bêjine Barak. Wana gote Barak: “Tevî xwe 10 000 mêr hilde, here ber çemê Kîşonê, û tevî eskerên Yawîn şer bike. Wêderê tuyê Sîsera, serwêrê eskerê Yawîn alt kî”. Barak gote Deborayê: “Ezê herim, tenê hergê tu tevî min bêyî”. Ewê gote wî : “Ezê tevî te bêm. Lê bizanibe, wekî tu ne ew î, yê ku gerekê Sîsera bikuje. Yehowa got, wekî ewê ji destê kulfetekê bê kuştinê”.
Debora tevî Barak û eskerên wî çû ser Çiyayê Tebor, wekî bona şer xwe hazir kin. Gava Sîsera bihîst derheqa wê yekê, ewî esker û erebên wan top kir û çû ber meydana nêzîkî çemê Kîşonê. Deborayê gote Barak: “Îro ew roj e, kengê Yehowa wê Sîsera bide destê te”. Barak û 10 000 eskerên wî ji çiya peya bûn, wekî rastî Sîsera û eskerên wîye qewî bên.
Wî çaxî Yehowa usa kir, wekî ava çemê Kîşonê rabû û ji çem derket. Erebên eskerên Sîsera ji heriyê nikaribûn derên. Sîsera ereba xwe hîşt û ji wêderê revî. Barak tevî eskerên xwe eskerên Sîsera alt kirin, lê Sîsera xwe veşart! Ew revî û xwe çadira kulfetekêda, navê kîjanê Yaêl bû, veşart. Ewê şîr da wî û orxan avîte ser. Sîsera vestiyayî bû û xewra çû. Paşî wê yekê Yaêl tele-tel nêzîkî wî bû û singek kuta cênîka wî û ew kuşt.
Wî çaxî Barak Sîsera digeriya. Yaêl ji çadira xwe derket û got: “Were bikeve hindur. Ezê nîşanî te kim wî merivî, kîjanî tu digerî”. Barak kete çadirê û dît, wekî Sîsera miriye. Barak û Debora pê kilama pesin didane Yehowa seva wê yekê, ku ewî alî Îsraêliya kir, wekî dijminên xwe alt kin. Paşî wê yekê Îsraêlî 40 sala edilayêda dijîtin.
“Xudan dike fermanî, kulfet dibine mizgîndarêd piranî” (Zebûr 68:11).
-
-
Rût û NahomîDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 33
Rût û Nahomî
Çaxê Îsraêlêda birçîbûn bû, kulfeteke Îsraêlî bi navê Nahomî, tevî mêrê xwe û du kurên xwe çûne Mowabê. Wede şûnda mêrê Nahomiyê mir. Du kurên wê qîzên Mowabî standin, navê wan Rût û Orpa bû. Lê yazix, paşê du kurên wê jî mirin.
Kengê Nahomî bihîst, wekî Îsraêlêda birçîbûn xilaz bû, ewê safî kir vegere mala xwe. Rût û Orpa tevî wê rêketin, lê rêva Nahomiyê gote wan: “Hûn jinên baş bûn bona kurên min û bûkên baş bona min. Ez dixwazim, wekî hûn dîsa mêr kin. Vegerin û herin Mowabê, malên xwe”. Wana gote wê: “Em te hiz dikin! Em naxwazin te bihêlin”. Nahomiyê dîsa jî digote wan, wekî ewana vegerin. Axiriyêda Orpa vegeriya, lê Rût ma. Nahomiyê gote wê: “Dibînî Orpa vegeriya bal cimeta xwe û xudanên xwe. Tu jî tevî wê here”. Lê Rût gote wê: “Ez te nahêlim. Cimeta te wê bibe cimeta min û Xwedayê te wê bibe Xwedayê min”. Ça tu dişirmîş dibî, Nahomiyê çi ser xwe texmîn kir, çaxê Rût jêra usa got?
Rût û Nahomî gihîştine Îsraêlê, çaxê destpêkirina cehdirûnê bû. Rojekê, Rût çû zeviyê, wekî simbila top ke, çi ku paşî xebatçiya mabû. Ew zeviya Bowaz bû, kurê Rexabê. Ewî bihîstibû, wekî Rût ji Mowabê ye û ewê xasiya xwe rojên çetinda tenê nehîşt. Ewî gote xebatçiyên xwe, wekî pey xwe hê zêde simbila bihêlin, seva ku Rût top ke.
Êvarê, Nahomiyê ji Rût pirsî: “Îro te zeviya kêda top dikir?” Rût got: “Ew zeviya Bowaz bû”. Nahomiyê gote Rût: “Bowaz merivê mêrê min e. Berdewam ke tevî jinên din zeviya wîda top ke, çimkî wêderê tuyê xweykirî bî”.
Rût berdewam dikir zeviya Bowazda top ke, heta ku topkirina cehdirûnê xilaz bû. Bowaz dîna xwe dayê, wekî Rût xebatê natirse û kulfeteke gelek baş e. Wan çaxa, gava mêrê kesekî dimir û zureta wan tune bû, yek ji merivên mêrê wê jinebiyê gerekê ew bistanda. Lema jî Bowaz xwera Rût jintî anî. Wanara kurek bû, wî nav kirin Ovêd, axiriyêda ew bû kalikê Dawid Padşa. Hevalên Nahomî gelek şa bûn. Wana got: “Yehowa tera Rût şand, wekî piştgiriya te bike, lê niha nebî tera bû. Bira navê Yehowa rûmet be”.
“Lê heval jî hene ji birakî çêtir in” (Metelok 18:24).
-