KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr25 Mijdar rûp. 1-10
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
  • Binserî
  • 3-9 MIJDARÊ
  • 10-16 MIJDARÊ
  • 17-23 MIJDARÊ
  • 24-30 MIJDARÊ
  • 1-7 KANÛNA PÊŞIN
  • 8-14 KANÛNA PÊŞIN
  • 15-21 KANÛNA PÊŞIN
  • 22-28 KANÛNA PÊŞIN
  • 29 KANÛNA PÊŞIN–4 ÇILEYÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2025
mwbr25 Mijdar rûp. 1-10

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

3-9 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ STIRANA SILÊMAN 1-2

Serhatiya Derheqa Hezkirina Amin

(Stirana Silêman 1:9-11, ÎM)

9 Ez te . . . [beramberî hespa] erebeyên Firewin [dikim], yara min. 10 [Sûretên] . . . te bi xemla, stûyê te bi . . . [morî] çiqas xweşik e. 11 Emê tera xemlên zêrîn çêkin, bi parên zîvîn.

(Stirana Silêman 2:16, 17, ÎM)

16 Evîndarê min, yê min e, ez jî ya wî me. Li nav sosina pezê xwe diçêrîne. 17 Gava dinya hênik bû, sî dirêj bûn, delalê min, bibe mîna xezal û were! Mîna karê pezkoviyên li ser çiya û zinara vegere!

Xizna Kitêba Pîroz

(Stirana Silêman 2:7, ÎM)

7 Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, bi pezkoviyên mê, bi we sond didim xwarin, hezkirinê hişyar nekin û ranekin, heta ew bixwaze.

10-16 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ STIRANA SILÊMAN 3-5

Ferz e Dilda Bedew Bin

(Stirana Silêman 4:3, ÎM)

3 Mîna . . . [têlên] sor in lêvên te, çi xweşik e devê te. Pişt xêliyêda . . . [sûretên] te, mîna . . . [kudurên] hinarê xuya ne.

(Stirana Silêman 4:11, ÎM)

11 Hingiv diherike ji lêvên te, bûka delal. Şîr û hingiv bin zimanê teda ye. Bîna Lubnanê tê ji kincên te.

(Stirana Silêman 4:12, ÎM)

12 Baxçekî girtî ye . . . [xûşka] min, bûka delal, kanîke girtî û morkirî.

w00 15/11 32

Bedewbûna Dil Tu Car Naçilmise

Meriv diha zêde dîna xwe didine bedewbûna fîzîkî, ne ku bedewbûna dilda, û ji bo vê yekê nihêrandina nerast hindava meriva pêşda tê. Lê Efirandarê me kûraya dil divîne, û bona wî firqî tune ku em rûva çi cûreyî ne. Ev yek meseleke baş e bona me, ku nihêrandina me hindava meriva gerekê çi cûreyî be. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xudan mîna meriv divînin navîne. Meriv li rû dinihêre, lê belê Xudan li dil dinihêre” (1 Samûyêl 16:7, ÎM).

Xwedê safî dike ku bedewbûn bi rastî çida ye û Xebera Xweda ewî eyan kiriye, ku bedewbûna rast ruhaniya merivava girêdayî ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Derew e delaltî û pûç e bedewetî, kulfeta ji Xudan ditirse ewe xwezîtî” (Metelok 31:30). Gelek car usa dibe, ku merivê bedew xweyê hunurên baş nînin (Ester 1:10-12; Metelok 11:22). Rast e bedewbûna fîzîkî dikare hêdî-hêdî biçilmise, lê bedewbûna dilda, dêmek hunurên baş, dikarin diha zêde bin û diha bedew bin.

Lema jî çiqas bi bîlanî ye hunurên usa nav xweda pêşda bînin, ça “hezkirin, şabûn, edilayî, sebir, dilovanî, qencî, bawerî, şkestîbûn, xwegirtin” (Galatî 5:22, 23). Hergê em wan hunura nav xweda pêşda bînin, emê bikaribin bedewbûna usa qazanc kin, kîjan ku tu car naçilmise (1 Petrûs 3:3, 4).

Xizna Kitêba Pîroz

(Stirana Silêman 3:5, ÎM)

5 Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, bi pezkoviyên mê, bi we sond didim xwarin, hezkirinê hişyar nekin û ranekin, heta ew bixwaze.

17-23 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ STIRANA SILÊMAN 6-8

Nav-Namûs be

(Stirana Silêman 8:8, 9, ÎM)

8 Xûşkeke me ya biçûk heye, hê memikên wê tunene. Roja ku wê bixwazin, emê ji bo wê çi bikin? 9 Hergê ew sûrek bûya, meyê li ser wê birceke zîv ava bikira. Hergê ew derîk bûya, meyê bi textikên dara . . . [erzê] ew binixamta.

(Stirana Silêman 8:10, ÎM)

10 Ez dîwar im, memikên min jî bircên wê ne. Lema li ber çevê wî ez bûm ya ku rihetiyê tîne.

yp 188 ¶2

Gelo Xwedê Ça Dinihêre ser Heleqetiya Sêksûaliye Pêşiya Zewacê?

Gava xort û qîz xwe ji bênamûsiyê xwey dikin, ewana ne ku tenê xwe ji axiriya xirab xwey dikin, lê usa jî tiştekî qîmet qazanc dikin. Kitêba Pîrozda derheqa qîzekê tê gotinê, ya ku xortekî hez dikir, lê dîsa jî ber çevê Xwedê temiz dima. Lema jî ewê bi serbestî dikaribû bigota: “Ez dîwar im”. Ew mîna derîkî sist nîbû, kîjan ku dikaribû hêsa vebûya, dêmek biketa ber bayê bênamûsiyê. Pirsên nav-namûsiyêva girêdayîda, ew mîna bircên qewî û dîwarên bilind bû, çimkî tu kes nikaribû biketa bircên usa. Ew hêjayî vê yekê bû, ku hate navkirinê “bêqisûr”, û derheqa dergîstiyê xwe dikaribû bigota: “Ber çevê wî ez bûm ya ku rihetiyê tîne”. Ev yek ku îsafa wê temiz bû, baş hukum dikir ser heleqetiya wê tevî dergîstiyê wê (Stirana Silêman 6:9, 10; 8:9, 10, ÎM).

yp2 33

Mesela Keçika ji Şûnemê

Keçika ji Şûnemê fem dikir, ku gerekê serwaxt be û nekeve ber bayê hestên romantîk. Ewê hevalên xwera usa got: “Ez bi we sond didim xwarin, hezkirinê hişyar nekin û ranekin, heta ew bixwaze”. Keçika ji Şûnemê zanibû, wekî hestên romantîk dikarin usa ser meriv hukum kin, ku ewê nikaribe zelal bifikire. Mesele, ewê fem dikir ku bin hukumê hevalada dikare qayîl be heleqetiya romantîk tevî wî merivî destpêke, kîjan ku layîqî wê nîne. Hela hê hestên wêye şexsî jî dikaribûn riya vê bigirtana ku rast ser tişta binihêre. Lê keçika ji Şûnemê xwegirtin dida kifşê û xwe beramberî “dîwar” dikir (Stirana Silêman 8:4, 10, ÎM).

Gelo nihêrandina te jî hindava hezkirinê mîna ya keçika ji Şûnemê ye? Gelo tu dikarî guh bidî ne ku tenê dilê xwe, lê usa jî hişê xwe? (Metelok 2:10, 11) Carna merivên der-dor dikarin usa ser te hukum kin, wekî tu bikevî ber bayê wan û tevî kesekî heleqetiya romantîk destpêkî, gava tu bona vê yekê hela hê hazir nînî. Lê carna dibeke nihêrandina te jî nerast be. Mesele, çaxê tu divînî ku xort û qîzek destê hev girtine û xwera digerin, dibeke tu dilteng dibî, çimkî tu jî dixwazî tevî kesekî heleqetiya romantîk destpêkî. Dibeke hestên te usa qewî bin, wekî tu qayîl bî hela hê kesê nebawermend jî begem kî. Keçika ji Şûnemê vê pirsêda serwaxt bû. Tu jî dikarî çev bidî wê!

Xizna Kitêba Pîroz

(Stirana Silêman 8:6, ÎM)

6 Tu min mîna morekî dayne ser dilê xwe, mîna morekî dayne ser zendê xwe. Çimkî hezkirin mîna mirinê . . . [qewî] ye, dilketin mîna diyarê miriya . . . [qayîm] e. Pêta wê mîna pêta êgir [alava Yah, DT] dişewitîne û diqedîne.

24-30 MIJDARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 1-2

Guman bona Wan, Yên ku ji bo Gunên Xwe Dilteng in

(Îşaya 1:4-6, ÎM)

4 Wey li wî miletê gune dike, . . . [cimeta] neheqî li xwe barkirî, zureta xirabkara, Zarokên xirabbûyî! Wana . . . [Xwedê hîşt] û Pîrozê Îsraêl kêm dît. Wana pişta xwe danê. 5 Çima hûn dixwazin dîsa lêdan bixwin? Çima hûn serî hildidin? Serî bi temamî nexweş, dil bi temamî . . . [birîndar] e. 6 Ji binê piya heta serî siheta we nemaye. Tenê . . . [pizik], birînên kevin û nû hene. Hemû birînên we jî nepaqijkirî, nepêçayî, nerûnkirî ne.

(Îşaya 1:16, ÎM)

16 Xwe bişon û paqij bikin, ji ber çevê min xirabîkirinê rakin, dawî li xirabiyê bînin.

(Îşaya 1:18, ÎM)

18 Xudan dibêje: “Niha werên em li doza xwe binihêrin. Gunên we bi xûnê sor jî bibin, wê mîna berfê sipî bibin. Bibin mîna qirmizê sor jî, wê mîna hiriyê sipî bibin.

ip-1 14 ¶8

Bav û Kurên Wîye Raber

8 Îşaya wan giliyên sert dibêje Cihûya: “Wey li wî miletê gune dike, gelê neheqî li xwe barkirî, zureta xirabkara, zarokên xirabbûyî! Wana . . . [Xwedê hîşt] û Pîrozê Îsraêl kêm dît. Wana pişta xwe danê” (Îşaya 1:4, ÎM). Kirên xirab dikarin usa zêde bin, ku bibine mîna barekî giran. Wedê Birahîm, Yehowa derheqa Sodom û Gomorayê got, ku “gunên wan gelekî giran bûne” (Destpêbûn 18:20). Tiştekî usa nava cimeta Cihûdayêda jî diqewimî, çimkî Îşaya dibêje wekî wana bi neheqî xwe bar kiriye. Ew usa jî wana nav dike “zureta xirabkara, zarokên xirabbûyî”. Belê, bineliyên Cihûdayê mîna wan zara bûn, yên ku neheqî kiribûn. Wana pişta xwe da Xwedê û hindava wîda ça hindava xerîbekî bûn.

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 2:2, 3, ÎM)

2 Rojên pêşda, wê çiyayê Mala Xudan bê danîn ku bibe çiyayê herî bilind. Wê bi ser hemû giran bikeve û hemû milet biherikinê. 3 Wê pir gel herinê û bêjin: “Werên Çiyayê Xudan, werên, em herin Mala Xwedayê Aqûb, ku ew riyên xwe hînî me bike û em rêçikên wîda bimeşin”. Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.

1-7 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 3-5

Yehowa Hêja bû ku Cimeta Wî Gura Wîda be

(Îşaya 5:1, 2, ÎM)

1 Ez ji bo rezê evîndarê xwe, strana evîndarê xwe bêjim: Li . . . [bilindcîkî ser erdê wîyî] berdar, rezekî evîndarê min hebû. 2 Wî rez kola û kevir derxistin. Mêwên bijare lê çandin û li navê bircek ava kir. Hindurê wêda . . . [ciyê bona hincirandina tiriya] jî kola. Ew li bendê ma ku rez tirî bide, lê rez tiriyê . . . [beyanî] da.

(Îşaya 5:7, ÎM)

7 Rezê Xudanê Karîndar Mala Îsraêl e, . . . [xweyê wî] pê dilşa ye, . . . [cimeta] wî Cihûda ye. Heqî bû hêviya wî, lê wî dît . . . [nerastî]. [Heqî] . . . bû hêviya wî, lê tenê ma hewarî.

(Îşaya 5:4, ÎM)

4 Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye? Ez li bendê bûm tirî bide min, lê çima tiriyê . . . [beyanî] da?

w06 15/6 17 ¶1

“Vê Kola Tirîyê Tu Xwey ke”!

Seva ku gelek şerav çêkin, cotkarên Îsraêlî gerekê rind miqatî rezên tiriya bûna. Kitêba Îşayada tê gotinê, wekî pêşiya ku rezên tiriyaye bijare daçikîne, rezvan erd ser bilindcîkî bêcer dikir û ji kevirên mezin temiz dikir. Paşê ji wan kevira ewî dikaribû dîwar ava kira, seva ku rezên tiriya xwey kira ji heywanên malê, ji rûviya, ji hine heywanên beyanî û ji diza. Xweyê rezên tiriya ji kevira tiştekî usa çêdikir, kîderê ku tirî dihincirand û usa jî birceke biçûk çêdikir, kîderê ku hênik bû û ewî dikaribû miqatî rezên xwe be. Tenê paşî cefên usa, xweyê rez dikaribû hîviyê bûya, wekî berên baş bistîne (Îşaya 5:1, 2).

ip-1 76 ¶8-9

Wey li Rezên Tiriyaye Neamin!

Îşaya, xweyê rezên tiriya, dêmek Yehowa, nav dike “evîndarê min” (Îşaya 5:1, ÎM). Îşaya dikaribû usa Xwedê nav kira, çimkî heleqetiya wî tevî Xwedê nêzîk bû (Beramber ke Îbo 29:4; Zebûr 25:14). Hezkirina Îşaya hindava Xwedê ça bêjî tu tişt nîbû himberî hezkirina Xwedê hindava cimeta wî, dêmek hindava rezên tiriya ku ewî “daçikand” (Beramber ke Derketin 15:17; Zebûr 80:8, 9).

9 Yehowa cimeta xwe erdê Kenanêda “daçikand”, dêmek cîwar kir û qanûn û temî da wan, kîjan ku mîna dîwar wana ji hukumê xirab yên miletên der-dor xwey dikirin (Derketin 19:5, 6; Zebûr 147:19, 20; Efesî 2:14). Xêncî vê yekê, Yehowa hakim, kahîn û pêxember kifş dikirin wekî ewana cimetê hîn kin (2 Padşatî 17:13; Malaxî 2:7; Karên Şandiya 13:20). Gava dijmin miqabilî Îsraêliya derdiketin, Yehowa kesên usa kifş dikirin, yên ku cimeta wî diparastin (Îbranî 11:32, 33). Lema jî meniya Yehowa hebû ku cimeta xwe bipirse: “Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye?”

w06 15/6 18 ¶1

“Vê Kola Tirîyê Tu Xwey ke”!

Îşaya “Mala Îsraêl” beramberî rezên tiriya kir, kîjan ku wede şûnda îda berên beyanî dida (Îşaya 5:2, 7, ÎM). Tiriyên beyanî ji tiriyên baxçe biçûktir in û bi dendika tije ne. Tiriyên beyanî nayêne xwarinê û ne jî şeravê ji vê çêdikin, lema jî ev sîmbola cimeta Xwedê bû, yê ku pişta xwe dabû Xwedê û ne ku berên baş, lê berên xirab dianî. Lê vê yekêda neheqiya rezvan tune bû. Yehowa Xwedê aliyê xweda her tişt kir, seva ku cimeta wî berên baş bide. Ewî pirsî: “Hê jî tiştekî ku ji bo rezê xwe bikim maye? Qey min her tiştî nekiriye?” (Îşaya 5:4, ÎM).

w06 15/6 18 ¶2

“Vê Kola Tirîyê Tu Xwey ke”!

Cimeta Îsraêl berên baş nedida, lema jî Yehowa gote wan, wekî wê ev dîwar hilşîne, yê ku ewî dora wan ava kiribû, seva ku wana biparêze. Ewê îda rezên tiriya nebire û xaliya vê bêcer neke. Baranên biharê, kîjanava ku girêdayî ye hela rezên tiriya wê ber bidin yan na, îda wê nebarin, û rezên tiriya wê bi zîwan û stiriya tije be (Îşaya 5:5, 6).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 5:20, ÎM)

20 Wey li wan kesa ku ji ya xirabra qenc, ji ya qencra xirab dibêjin. Teriyê dikin . . . [dewsa] ronayê, ronayê dikin . . . [dewsa] teriyê. Tel dikin . . . [dewsa] şîrîn, şîrîn dikin . . . [dewsa] tel.

8-14 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 6-8

“Ez li Vir im, Min Bişîne”!

(Îşaya 6:8, ÎM)

8 Piştra min dengê Reb bihîst. Wî digot: “Ez kê bişînim? Wê kî ji bo me here?” Min got: “Ez li vir im, min bişîne”.

(Îşaya 6:9, 10, ÎM)

9 Wî got: “Rabe here û vî . . . [miletîra] bêje: “‘Çiqas bibihîzin jî fem nekin, Çiqas bibînin jî tênegihîjin. 10 Dilê vî . . . [miletî] hişk bike, guhê wan giran bike û çevê wan bigire ku bi çevê xwe nebînin, bi guhê xwe nebihîzin û bi dilê xwe fem nekin. Li min venegerin û . . . [qenckirinê] nebînin’”.

ip-1 93-94 ¶13-14

Yehowa Xwedê Paristgeha Xweye Pîrozda ye

13 Were em jî tevî Îşaya guh bidine wan xebera: “Min dengê Reb bihîst. Wî digot: ‘Ez kê bişînim? Wê kî bona me here?’ Min got: ‘Ez li vir im, min bişîne’” (Îşaya 6:8, ÎM). Eşkere ye ku Yehowa ev pirs dide, seva ku cab ji Îşaya bistîne, çimkî vê dîtinokêda tu pêxemberekî din tune bû. Bê şik, Yehowa Îşaya teglîf dike ku bibe elametçiyê wî. Lê gelo çima Yehowa dipirse: “Wê kî bona me here?” Gava Yehowa destpêdike ne ku yekanîda lê gelekanîda xeber de, ça tê kifşê ew dîsa kesekî hildide hesab. Gelo kê? Ew derheqa Kurê xweyî tayê-tenê dibêje, yê ku paşê ça meriv hate ser erdê, ew Îsa Mesîh bû. Hemikî, ew hema ew kes bû, kîjanîra ku Yehowa got: “Em merî dilqê xweda û mîna xwe bixuliqînin” (Destpêbûn 1:26; Metelok 8:30, 31). Belê, ser ezmana kêleka Yehowa Kurê wîyî tayê-tenê ye (Yûhenna 1:14).

14 Îşaya derbêra caba xwe dide! Bona wî firqî tune bû ku çi ewî gerekê elamî cimetê kira, ew derbêra dibêje: “Ez li vir im, min bişîne”. Ew ne jî dipirse ku ewê çi karê bistîne, hergê wê temiyê bîne sêrî. Ruhê hazirbûnê ku Îşaya da kifşê, meseleke baş e bona hemû xizmetkarên Xwedêye rojên meda, kîjanara ku temî hatiye dayînê wekî ‘mizgîniya Padşatiyê ser temamiya dinyayê bela kin’ (Metta 24:14). Mîna Îşaya, ewana jî bi aminî evê temiyê tînin sêrî û “hemû miletara” şedetiyê didin hela hê wî çaxî jî, gava meriv guh nadine wan û dilsariyê didine kifşê. Ewana mîna Îşaya berdewam dikin şixulê xwe bînin sêrî, çimkî zanin ku ev şixul kesê Herî Jorin dinyalikêda daye wan.

ip-1 95 ¶15-16

Yehowa Xwedê Paristgeha Xweye Pîrozda ye

15 Paşê Yehowa Îşayara dibêje ku çi ew gerekê elamî cimetê ke û cimet wê ça xwe bide kifşê, gava vê elametiyê bibihê. Yehowa got: “Rabe here û vî . . . [miletîra] bêje: ‘Çiqas bibihîzin jî fem nekin, çiqas bivînin jî tênegihîjin. Dilê vî . . . [miletî] hişk bike, guhê wan giran bike û çevê wan bigire ku bi çevê xwe nevînin, bi guhê xwe nebihîzin û bi dilê xwe fem nekin. Li min venegerin û . . . [qenckirinê] nevînin’” (Îşaya 6:9, 10, ÎM). Gelo ev yek dihate hesabê ku Îşaya gerekê sert û berzeq bûya, û bi vê yekê usa bikira ku Cihûya nexwesta vegerin cem Yehowa? Hemikî na! Ev cimeta Îşaya bû û ewî wana hez dikir. Lê giliyên Yehowa eyan kirin, ku cimet wê ça xwe bide kifşê, gava elametî ji Îşaya bibihê. Firqî tune ku çiqas rast û bi aminî Îşaya ewê cabdariyê bîne sêrî, yeke ewana wê guh nedine wî.

16 Lê dîsa jî ev yek neheqiya cimetê bû. Îşaya wê dîsa û dîsa cimetêra xeber de, lê ewana wê elametiya ji wî qebûl nekin û fem nekin. Heçî zef meriv wê serhişkiyê bidine kifşê û guh nedine wî, tê bêjî ewana kor û ker in. Bi vê yekê ku Îşaya dîsa û dîsa dihate cem wan, ewî mecal dida wan ku ewana bidine kifşê wekî naxwazin evê elametiyê fem kin û qebûl kin, û ev yek safîkirina wan e. Ewana wê bidine kifşê ku xwexa hişê xwe û dilê xwe dadidin û elametiya Xwedê înkar dikin, ya ku Îşaya wanra dibêje. Halê merivên roja îroyîn jî hema usa ne! Gelek ji wan guh nadine Şedên Yehowa, yên ku mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela dikin.

ip-1 99 ¶23

Yehowa Xwedê Paristgeha Xweye Pîrozda ye

23 Îsa xeberên ji Îşaya wekiland û bi vê yekê da kifşê wekî ew pêxembertî rojên wîda jî dihate sêrî. Cimet xwe usa dida kifşê, çawa ku Cihûyên rojên Îşayada. Wana hindava rastiyê ça bêjî xwe kor û ker kir, û ewana jî hatine qirkirinê (Metta 23:35-38; 24:1, 2). Ev yek qewimî sala 70 D.M.-da, gava ordiyên Romayî bin rêberiya seresker Tîto miqabilî Orşelîmê derketin û şeher tevî paristgeh wêran kirin. Lê hine meriv guh dane xeberên Îsa û bûne şagirtên wî. Îsa wan meriva nav kir “bextewar” (Metta 13:16-23, 51). Ewî wanra got, gava “bivînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye”, hingê gerekê “birevine çiya” (Lûqa 21:20-22). Usa “zureta pîroz”, ku bawerî dida kifşê, hatibû xweykirinê, ji kîjanî ku cimeta ruhanî hatibû sazkirinê, dêmek “Îsraêla Xwedê” (Galatî 6:16).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 8:1-4, ÎM)

1 Xudan minra got: “Tu . . . [textekî] mezin hilde û li ser bi nivîseke hêsa, ‘Yê Mahêr-Şalal-Haş-Baz e’ binivîse. 2 Ji bo vê jî bila Ûriyayê Kahin û Zekeriyayê kurê Yeverêkya ku . . . [amin] in bibin şedên min”. 3 Ez çûm bal jina xweye pêxember, ew bi zaro ma û kurekî anî. Xudan minra got: “Tu navê wî ‘Mahêr-Şalal-Haş-Baz’ dayne. 4 Çimkî hê ku zarok hînî gotina: ‘Dayê, bavo’ nebûye, wê Padşayê Aşûrê dewlemendiya Şamê û talanê Sameryayê xwera bibe”.

15-21 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 9-10

Derheqa “Ronayîke Mezin” Hate Pêxembertîkirinê

(Îşaya 9:1, 2, ÎM)

1 Lê wê terîtiya welatê dilteng nemîne. Berê Xwedê herêmên Neftelî û Zevûlon biçûk xist, lê . . . [axiriyêda], wê herêmên Riya Deryayê, aliyê din yê Çemê Şerîayê, Celîleya mileta birûmet bike. 2 [Cimeta] . . . ku teriyêda diçe, wê ronayîke mezin bivîne. Li ser . . . [bineliyên] welatê teriya kûr, wê bibe ronayî.

(Îşaya 9:3, ÎM)

3 Te milet zêde kir, Tê şahiya wan jî mezin bikî. Dema . . . [nandirûnê] şayî çawa be, dema parevekirina talênda . . . [şabûn] çawa be, wê li pêş te jî usa şa bibin.

(Îşaya 9:4, 5, ÎM)

4 Çimkî çawa ku te roja Mîdyanêda şikandin, Tê nîrê li ser wan dibe bar, darê zulma li ser milê wan, gopalê li ser pişta wan bişikênî. 5 Her . . . [solê] şervanê çûye şer, cilên xûnêda hatine . . . [lewitandinê], wê ji bo êgir . . . bişewitin.

w11 15/8 10-11 ¶13

Ewana Hîviya Mesîh Bûn

13 Derheqa xizmetiya Mesîhiye Celîlêda jî hatibû pêxembertîkirinê. Îşaya pêxember derheqa “herêmên Neftelî û Zebûlon . . . Celîleya mileta” usa nivîsî: “[Cimeta] . . . ku teriyêda diçe, wê ronayîke mezin bivîne. Li ser . . . [bineliyên] welatê teriya kûr, wê bibe ronayî” (Îşaya 9:1, 2, ÎM). Îsa xizmetiya xwe Celîlêda, şeherê Kepernahûmêda destpêkir, kîderê ku bineliyên Neftelî û Zebûlon ronaya ruhanî dîtin, kîjan ku Îsa wanra anî (Metta 4:12-16). Celîlêda Îsa Gotara xweye ser Çiyê got, ya ku bi fikirên kûr tije bû, şandî bijartin, keremeta xweye pêşin kir, û ça tê kifşê, paşî saxkirina xweye ji mirinê, hema wêderê 500 şagirtên xwera eyan bû (Metta 5:1–7:27; 28:16-20; Markos 3:13, 14; Yûhenna 2:8-11; 1 Korintî 15:6). Usa bi saya xizmetiya xweye ‘herêmên Neftelî û Zebûlonda’, ewî pêxembertiya ji Îşaya anî sêrî. Hemikî, Îsraêlêda Îsa herêmên dinda jî xizmet dikir.

w01 15/7 14-15 ¶19-20

Bi Şabûnê Şixulê Nandirûnêda Kar Bike!

19 Wedê xizmetiya Îsaye ser erdê û paşî xilazkirina xizmetiya wî, şixulê nandirûnê şabûneke mezin dianî. Gelek meriv bi hazirbûnê mizgînî qebûl dikirin. Roja Pênciyê Hesabê ya sala 33 D.M. rojeke mexsûs bû, çimkî vê rojê weke 3 000 meriv guh dane xeberên Petrûs, ruhê pîroz standin û bûne para cimeta Xwedê, dêmek Îsraêla ruhanî. Hejmara Îsraêla ruhanî zêde dibû, çimkî “Yehowa roj bi roj hejmara kesên ku dihatine ser riya xilazbûnê, zêde dikir”, çi ku şabûneke mezin dianî (Karên Şandiya 2:37-41, 46, 47; Galatî 6:16; 1 Petrûs 2:9).

20 Wî çaxî pêxembertiya ji Îşaya dihate sêrî: “Te milet zêde kir, Tê şaya wan jî mezin bikî. Dema . . . [nandirûnê] şayî çawa be, dema parevekirina talênda . . . [şabûn] çawa be, wê li pêş te jî usa şa bibin” (Îşaya 9:3, ÎM). Rast e îro em divînin ku hejmara kesên bi ruhê pîroz kifşkirî “zêde” bûye û îda tê bêjî temam bûye jî, em şa dibin vê yekêra ku her sal hejmara wan kesa jî zêde dibe, gumana kîjana ku jîyîna ser erdê ye (Zebûr 4:7; Zekerya 8:23; Yûhenna 10:16).

ip-1 128-129 ¶20-21

Sozê Derheqa Mîrê Edilayê

Çawa ku ji wan xeberên Îşaya tê kifşê, kara ji şixulê ku Mesîh dikir, wê heta-hetayê be. Îşaya nivîsî: “Çimkî çawa ku te roja Midyanêda şikandin, Tê nîrê li ser wan dibe bar, darê zulma li ser milê wan, gopalê li ser pişta wan bişikênî” (Îşaya 9:4, ÎM). Bi seda sala pêşiya wedê Îşaya pêxember, Midyana tevî Mowabiya şêwira xwe kirin, wekî Îsraêliya bivine berbi bênamûsiyê (Jimar 25:1-9, 14-18; 31:15, 16). Wede şûnda, nava heft salada Midyana tirsa xwe kiribûne ser Îsraêliya, çimkî wana hicûmî ser gundên Îsraêliya dikir û wana talan dikirin (Hakimtî 6:1-6). Lê paşê Yehowa bi saya Gîdeyon ordiya Midyana kuta kir. Û îda tu şedetî tune ne ku paşî wan roja cimeta Yehowa dîsa ji destê Midyana diçerçirî (Hakimtî 6:7-16; 8:28). Zûtirekê Îsa Mesîh, yê ku Gîdeyonê mezin e, wê dijminên cimeta Xwedêye roja îroyîn kuta ke (Eyantî 17:14; 19:11-21). Paşê, çawa ku Yehowa ordiya Midyana kuta kir, hema usa jî bi qewata Wî, ne ku bi qewata meriva, hemû dijminên cimeta Xwedê wê bi temamî bêne kutakirinê (Hakimtî 7:2-22). Îda tu car cimeta Xwedê wê neyê zêrandinê!

21 Ev yek ku Yehowa qewata xwe bi wî cûreyî eyan dike, nayê hesabê ku ew zordarî û şer qebûl dike. Îsayê ku ji mirinê hatiye saxkirinê, Mîrê Edilayê ye, û çaxê ewê dijmina bi temamî kuta ke, bi saya vê yekê ewê edilaya heta-hetayê bîne ser erdê. Paşê Îşaya dîsa dibêje, wekî hemû tiştên şer-dewava girêdayî wê bê kutakirinê. “Her . . . [solê] şervanê çûye şer, cilên xûnêda hatine gevizandin, wê ji bo êgir . . . bişewitin” (Îşaya 9:5, ÎM). Îda wê tu car dengê solên eskera neyêne bihîstinê. Tu kes wê îda kincên eskerên kuştiye xûnêda lewitî, nevîne. Şer-dew îda wê tune bin! (Zebûr 46:9)

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 9:6, DT)

6 Bona me zarok hate bûyînê, kur mera hate dayînê; Serwêrtî wê ser milê wî be, ewê bê navkirinê Şîretkarê Pir Baş, Xwedêyê Zor, Bavê Heta-Hetayê, Mîrê Edilayê.

22-28 KANÛNA PÊŞIN

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 11-13

Kitêba Pîroz Derheqa Mesîh Çi Gotibû?

(Îşaya 11:1, ÎM)

1 Wê ji qurmê Yêşa . . . [çîl] bavêje, ji koka wî çiqlek fêkî bide.

(Îşaya 11:2, 3, ÎM)

2 Wê Ruhê Xudan, Ruhê . . . [bîlaniyê] û femdariyê, Ruhê şîret û . . . [qewatê], Ruhê zanîn û tirsa Xudan li ser wî be. 3 Wê bi tirsa Xudan şa bibe. Wê li gora dîtina çevê xwe . . . [dîwanê] neke û li gora bihîstina guhê xwe . . . [şîreta] nede.

(Îşaya 11:3, ÎM)

3 Wê bi tirsa Xudan şa bibe. Wê li gora dîtina çevê xwe . . . [dîwanê] neke û li gora bihîstina guhê xwe . . . [şîreta] nede.

(Îşaya 11:4, DT)

4 Ew wê bi heqiyê dîwana belengaza bike, û pê rastiyê şîret ke bona kara milûkên ser erdê. Wê bi gopalê gotina xwe dinyayê xe, bi hulma devê xwe xiraba bikuje.

(Îşaya 11:5, ÎM)

5 Wê piştênka pişta wî . . . [rastî], kembera nava wî . . . [aminî] be.

w11 1/4 4 ¶6

Îsa ji Kîderê Hat?

Çend qirna pêşda Nivîsarên Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî Mesîh wê bê navkirinê “yê Nisretî”. Metta nivîsî, wekî malbeta Îsa “li bajarekî bi navê Nisret cîwar bû, wekî ev gotina pêxembera bê sêrî: ‘Ser wî, wê yê Nisretî bê gotinê’” (Metta 2:19-23). Ça tê kifşê, xebera “Nisretî” ji xebera Îbranî pêşda tê, ku tê hesabê “çîl”. Diqewime Metta derheqa pêxembertiya Îşaya dixwest bigota, kîderê ku Mesîh tê navkirinê çîlê ji koka Yêşa, yê ku bavê Dawid Padşa bû (Îşaya 11:1). Îsa bi rastî zureta Yêşa bû ji xeza Dawid Padşa (Metta 1:6, 16; Lûqa 3:23, 31, 32).

ip-1 159 ¶6

Serwêrtiya Îsa Xilazbûn û Şabûnê Tîne

6 Gelo Îsa wê serwêrekî çi cûreyî be? Gelo ew wê mîna Asûr sert û zulm be, yê ku hicûmî ser padşatiya Îsraêlêye bakurê kir? Hemikî na. Derheqa Mesîh Îşaya usa got: “Wê Ruhê Xudan, Ruhê . . . [bîlaniyê] û femdariyê, Ruhê şîret û . . . [qewatê], Ruhê zanîn û tirsa Xudan li ser wî be. Wê bi tirsa Xudan şa bibe” (Îşaya 11:2, 3a, ÎM). Mesîh ne ku bi rûn lê bi ruhê pîroz hatê kifşkirinê. Gava Îsa cem Yûhenna Nixumdar hate nixumandinê, ruhê pîroz mîna kevotkê hate ser wî. Usa Îsa bi ruhê pîroz hate kifşkirinê (Lûqa 3:22). Îsa îzbat dike ku ewî ruhê pîroz ji Yehowa standiye bi vê yekê ku bîlanî, femdarî, zanibûn û qewatê dide kifşê. Bona serwêr ew hunur çiqas qîmet in!

ip-1 160 ¶9

Serwêrtiya Îsa Xilazbûn û Şabûnê Tîne

9 Îşaya hê zêde pêxembertî dike derheqa Îsa: “Ew wê tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke” (Îşaya 11:3b, DT). Hergê dîwana we bikirana, gelo hûnê şa nebûna ku hakimekî usa dîwana we bikira? Mesîh Hakimê temamiya dinyayê ye û derewî, geveztî û fêlbazî ser safîkirinên wî nikarin hukum kin. Xêncî vê yekê, ew dîna xwe nade tiştên usa, çi ku bona meriva ferz e, mesele hebûkê. Ew derewiyê derbêra têderdixe, çimkî “merivê hindurê dilda” dinihêre, ne ku rûyê wan (1 Petrûs 3:4). Îsa meseleke baş e bona wan bira, yên ku kifşkirî ne wekî civatada derecên çetin safî kin (1 Korintî 6:1-4).

ip-1 161 ¶11

Serwêrtiya Îsa Xilazbûn û Şabûnê Tîne

11 Îsa peyçûyên xwe bi vî cûreyî rast dike, ku ew yek kareke lape baş wanra bîne. Û ew bona rûspiya meseleke baş e vê yekêda, ku ça alî Mesîhiya bikin, wekî ewana jî xwe rast kin. Ewê bi cûrê sert dîwana wan meriva bike, yên ku hînî xirabiyê bûne. Çaxê Xwedê ji merivên vê dinyayê cabê bixwaze, Mesîh wê “dinyayê xe”, dêmek wê hemû merivên zulim kuta ke (Zebûr 2:9; beramber ke Eyantî 19:15). Axiriya-axiriyê merivên zulim, yên ku edilayiyê xirab dikin, wê qe nemînin (Zebûr 37:10, 11). Îsa yekî rast û amin e û qewata wî digihîjê, wekî vê yekê bîne sêrî (Zebûr 45:3-7).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 11:9, 10, ÎM)

9 Wê tu kes li ser temamiya çiyayê minê pîroz, zirarê nede û wêran neke. Çimkî çawa av . . . [berê] tije dike, dinya jî wê bi zanîna Xudan tije bibe. 10 Wê rojê, wê koka Yêşa mîna . . . [nîşana bona mileta] bisekine. Wê milet lê bigerin û ciyê wî birûmet be.

29 KANÛNA PÊŞIN–4 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 14-16

Dijminên Cimeta Xwedê wê Eseyî Bêne Cezakirinê

(Îşaya 14:13-15, ÎM)

13 Te dilê xweda digot: “Ezê rabim ezmana, ezê textê xwe daynim ser stêrên Xwedê. Ezê . . . li bilindaya Siyonê rûnêm. 14 Ezê hilkişim serê bilindaya ewra, ezê xwe bikim mîna Xwedayê Herî Berz”. 15 Lê tê bikevî diyarê miriya, heta çela kûr ya mirinê.

(Îşaya 14:22, 23, ÎM)

22 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Ezê ser wanva herim. Ezê ji Babîlê, navê wan, kesên saxmayî, hemû binelî û zureta . . . [kuta kim]”. Ev e gotina Xudan. 23 “Ezê Babîlê bikim mal û milkê . . . [heywanên beyanî û cimcime]. Ezê wê bi gêziya . . . [kutakirinê gêzî kim]”. Ev e gotina Xudanê Karîndar.

(Îşaya 14:24, 25, ÎM)

24 Xudanê Karîndar sond xwar û got: “Ez çawa fikirîbim wê usa be, Min çawa plan kiribe wê pêk bê. 25 Ezê li welatê xwe Aşûriya bişikênim, li çiyayên xwe wan bin lingada biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser . . . [cimeta] min rabe, barê wan ji ser pişta wan rabe.

(Îşaya 16:13, 14, ÎM)

13 Ev e gotina Xudan ku ji berêva li ser Moavê gotiye. 14 Lê niha Xudan dibêje: “Tam piştî sê sala, wê rûmeta Moavê, tevî hemû qerebalixa wê ya mezin rezîl bibe. Kêm kesên saxmayî jî, wê . . . [bê qewat] bibin”.

ip-1 180 ¶16

Yehowa Şeherê Babax Nimiz Dike

16 Wêrankirina Babîlonê derbêra sala 539 B.D.M.-da neqewimî. Lê îro em zanin wekî hemû tişt çi ku Îşaya derheqa Babîlonê pêxembertî kiribû, hate sêrî. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz got, wekî “îro dewsa Babîlonê tenê kevir-kuçik û ciyê xikî-xalî maye. Ew yek eşkere dike ku hemû tişt, çi ku Îşaya û Yêremya pêxembertî kiribûn, raste-rast hate sêrî”. Zelal e ku wedê Îşaya tu kes nikaribû pêxembertî bikira, wekî Babîlon wê ser heta-hetayê wêran be û bibe ciyê vikî-vala. Paşî vê yekê ça Îşaya pêxember kitêba xwe nivîsî, 200 sal derbaz bû, gava Medî-Farsiya Babîlonê kirine bin destê xwe. Û tenê bi qirna şûnda Babîlon bi temamî vala bû. Gelo ew yek baweriya me hindava Kitêba Pîroz qewî nake, ku ew bi rastî Xebera Xwedê ye? (2 Tîmotêyo 3:16) Xêncî vê yekê, Yehowa wedê berê pêxembertî dianîne sêrî, lema ew yek me dide bawerkirinê ku hemû pêxembertiyên derheqa axiriyê jî wê bêne sêrî.

ip-1 184 ¶24

Yehowa Şeherê Babax Nimiz Dike

24 Kitêba Pîroz padşên ji xeza Dawid beramberî steyrka dike (Jimar 24:17). Serwêrtiya wan padşa ji Dawid destpêbû, yê ku ji çiyayê Siyonê serwêrtiyê dikir. Çaxê Silêman Orşelîmêda paristgeh ava kir, temamiya şeher hatibû navkirinê Siyon. Li gora Qanûnê hemû mêrên Îsraêlî, gerekê salê sê cara biçûna Siyonê. Usa Siyon bû ew çiya, kîderê ku civîn derbaz dikirin. Nebûkedneser safî dike padşên Cihûya bike bin destê xwe û ji vî çiyayî berî wan de. Bi vê yekê ew ça bêjî dixwaze ji wan “steyrka” bilindtir be. Nebûkedneser bona serketina xwe rûmetê nade Yehowa, lê babaxiyê dide kifşê û xwe dewsa Yehowa datîne.

ip-1 189 ¶1

Pêxembertiya Yehowa Derheqa Mileta

Yehowa dikare miletên din bide xebatê, seva ku cimeta xwe bona zulmiya ku ewana dikin, ceza ke. Lê hela hê wî çaxî jî Xwedê nedixwast, wekî miletên din bi zêdeyî sert bûna hindava cimeta wî û hebandina rast pêpes kirana. Lema jî ew bi saya Îşaya pêşda derheqa Babîlonê pêxembertî dike (Îşaya 13:1). Lê vî çaxî Babîlon bona cimeta Xwedê xof nîbû. Rojên Îşayada Asûr cimeta Xwedê dizêrand. Ewî hicûmî Îsraêla bakurê û heçî zef şeherên Cihûdayê dikir. Lê dîsa jî Asûr wê hertim serketî nîbûya. Îşaya nivîsî: “Xudanê Karîndar sond xwar û got: ‘Ez ça fikirîbim wê usa be, min ça plan kiribe wê pêk bê. Ezê li welatê xwe Asûriya bişikênim, li çiyayên xwe wan bin lingada biperçiqînim. Wê nîrê wan ji ser . . . [cimeta] min rabe, barê wan ji ser pişta wan rabe’” (Îşaya 14:24, 25, ÎM). Hine wext şûnda paşî vê pêxembertiya Îşaya, Asûr îda bona Cihûdayê xof nîbû.

ip-1 194 ¶12

Pêxembertiya Yehowa Derheqa Mileta

12 Gelo kengê ew pêxembertî wê bê sêrî? Zûtirekê. “Ev e gotina Xudan ku ji berêva li ser Moavê gotiye. Lê niha Xudan dibêje: ‘Tam piştî sê sala, wê rûmeta Moavê, tevî hemû qerebalixa wê ya mezin rezîl bibe. Kêm kesên saxmayî jî, wê . . . [bê qewat] bibin’” (Îşaya 16:13, 14, ÎM). Li gora îzbatiyên arxêolojî qirna heyştada B.D.M., Mowab gelek diçerçirî û şeherên vê vala bûn. Tîglat-Pîleser III derheqa padşê Mowabê Salamanû dibêje ku ew yek ji wan padşa bû, yê ku xerc didanê. Sanherîb xerc ji padşê Mowabê Kamûsûnadbî distand. Padşên Asûrî Êsar-Haddon û Aşûrbanîpal digotin ku wana padşên Mowabê Mûsûrî û Kamaşaltû kiribûn bin destê xwe. Bi seda sala pêşda bi temamî qira cimeta Mowabî hat. Zandara kevir-kuçikên wan şehera dîtin, yên ku li gora nihêrandina wan, şeherên Mowabiya bûn. Lê îzbatiyên arxêolojî derheqa vê dijminê Îsraêlêye qewî, heta niha gelek hindik in.

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 14:17, ÎM)

17 Rûyê erdê kir berî, bajarên dinyayê hilşandin û nehişt dîl herin malên xwe, ev kes e?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin