-
Sozê YeftahDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 36
Sozê Yeftah
Îsraêliya dîsa pişta xwe dane Yehowa û destpêkirin xudanên qelpra xizmet kin. Gava Ammoniya Îsraêlî kirine bin destê xwe, xudanên wanî qelp nikaribûn wana xilaz kin. Gelek sal Îsraêlî diçerçirîn. Axiriyêda wana gote Yehowa: “Me gune kir. Em lava dikin, me ji dijminên me xilaz ke”. Paşî wê yekê Îsraêliya pûtên xwe şkênandin û dîsa destpêkirin Yehowara xizmet kin. Yehowa nedixwest bidîta çawa Îsraêlî diçerçirin.
Yehowa Yeftah jibart, wekî ew alî eskera bike, seva ewana şerê tevî Ammoniyada serkevin. Ewî gote Yehowa: “Hergê tu wî şerîda min serfiniyaz kî, ez soz didim, wekî ezê wî merivî tesmîlî te bikim, yê ku wê ji mala min pêşiya hemûya derê, wekî rastî min bê”. Yehowa guh da duayê Yeftah û Ammonî dane destê wî.
Çaxê Yeftah vegeriya mal, pêşiya hemûya qîza wî berbi wî hat, ew zara wîye tayê-tenê bû. Qîza wî direqisî û defê dixist. Gelo wî çaxî Yeftah çawa xwe texmîn kir? Sozê wî kete bîra wî û ewî got: “Qîza min, te çi serê min kir! Te êş kire dilê min. Min soz daye Yehowa, û seva ku wî sozî bînim sêrî, ez gerekê te tesmîlî wî kim û bişînime Şîlonê, wekî tu wêderê konê pîrozda xizmet kî”. Qîza wî got: “Bavo, hergê te soz daye Yehowa, tu gerekê sozê xwe bînî sêrî. Tenê xwestineke min heye, îzinê bide ez tevî keçika herime çiya û du meha wêderê derbaz kim. Paşê ezê herim konê pîrozda xizmet kim”. Qîza Yeftah temamiya emirê xwe bi aminî konê pîrozda xizmet dikir. Her sal hevalên wê diçûne Şîlonê, wekî teseliya wê bikin.
“Ewê ku bavê xwe yan diya xwe ji min zeftir hiz bike, ne hêjayî min e” (Metta 10:37).
-
-
Yehowa Tevî Samûyêl Xeber DideDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 37
Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide
Du kurên Serekkahîn Elî hebûn, yên ku konda ça kahîn xizmet dikirin. Navê wan Hofnî û Fînehas bû. Ewana guh nedidan qanûnê Yehowa û gelek zulm bûn hindava meriva. Gava cimeta Îsraêlî qurban Yehowara dianîn, Hofnî û Fînehas kudorê goştê lapî baş xwera hildidan. Rast e, Elî dibihîst derheqa wê yekê, çi ku kurên wî dikirin, lê ewî pişt guhê xweva davît û tiştek wanara nedigot. Çawa tu dişirmîş dibî, ew yek Yehowa xweş dihat?
Rast e, Samûyêl ji Hofnî û Fînehas gelek biçûktir bû, lê ewî çev nedida wana. Samûyêl dilê Yehowa şa dikir. Şevekê, gava Samûyêl raza bû, ewî bihîst, wekî kesek gazî wî dike. Ew rabû, çû bal Elî û got: “Ez hatim!” Lê Elî gote wî: “Min gazî te nekiriye. Here, bikeve nav ciya û razê”. Samûyêl vegeriya û kete nav ciya. Samûyêl cara duda ew deng bihîst. Lê kengê ewî cara sisiya ew deng bihîst, Elî fem kir, wekî Yehowa gazî Samûyêl dike. Ewî gote Samûyêl, hergê tu dîsa carekê ewî dengî bibihêyî, gerekê bêjî: “Yehowa, bêje, xulamê te guh dide te”.
Samûyêl çû, kete nav ciyê xwe û dîsa deng bihîst: “Samûyêl! Samûyêl!” Ewî cab da û got: “Bêje, xulamê te guh dide te”. Yehowa gote wî: “Bêje Elî, wekî ezê wî û malbeta wî ceza kim. Ew zane, wekî kurên wî tiştên xirab konê minda dikin, lê ew bona wê yekê tiştekî nake”. Sibehê zû, çawa her gav Samûyêl çû, derê kon vekir, lê ditirsiya bêje Elî derheqa wê yekê, çi ku Yehowa wîra got. Elî ew yek texmîn kir, gazî wî kir û ji wî pirsî: “Kurê min, Yehowa qe çi gote te? Her tiştî minra bêje”. Û Samûyêl her tişt Elîra gilî kir.
Wede derbaz dibû û Samûyêl mezin dibû, û Yehowa hertim tevî wî bû. Temamiya Îsraêlêda cimet pêhesiya, wekî Yehowa Samûyêl jibartiye, ku ew bibe pêxember û hakim.
“Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe” (Waîz 12:1, DT).
-