-
Yonatanê Mêrxas û AminDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 42
Yonatanê Mêrxas û Amin
Yonatan kurê Şawûlî mezin, eskerekî mêrxas bû. Carekê Dawid ser wî got, wekî ew teyra zûtir e û şêra qewattir e. Rojekê Yonatan 20 eskerên Filistî ser bilindcîkî dît. Ewî gote berdestiyê xwe: “Tenê wî çaxî emê pêşberî wan derên, gava Yehowa nîşanekê bide me. Hergê Filistî mera bêjin hilkişin cem me, emê fem kin, wekî em gerekê hicûmî ser wan kin”. Û wî çaxî Filistiya kirine gazî: “Hilkişine cem me û tevî me şer kin”. Yonatan û eskerên wî derbêra hilkişiyan ser wî bilindcî û ew esker alt kirin.
Yonatan kurê mezin bû, lema jî ew gerekê paşî bavê xwe Şawûl, bibûya padşa. Lê Yehowa Dawid kifş kir, wekî paşî Şawûl bibe padşa. Rast e, Yonatan derheqa wê yekê zanibû, lê ewî çevnebarî Dawid nedikir. Dewsê, Yonatan û Dawid bûne hevalê nêzîk. Wana soz da hev, wekî wê piştgiriya hevdu bikin. Çawa nîşan, Yonatan kinc, şûr, tîr û kembera xwe da Dawid.
Kengê Dawid xwe ji Şawûl vedişart, Yonatan hate bal Dawid û gote wî: “Netirse û mêrxas be. Yehowa te jibartiye, wekî tu bibî padşa. Hela hê bavê min jî ewê yekê zane”. Lê tu jî naxwazî, wekî hevalekî te usa baş, mîna Yonatan hebe?
Yonatan gelek car seva hevalê xwe emirê xwe dikire bin qeziyê. Ewî zanibû, wekî Şawûl dixwest Dawid bikuje, lema gote bavê xwe: “Ew nerast e, wekî tu dixwazî Dawid bikujî. Ne ewî tiştekî xirab nekiriye!” Wî çaxî Şawûl gelek hêrs ket ser Yonatan. Çend sal şûnda Şawûl û Yonatan şerda mirin.
Paşî mirina Yonatan, Dawid kurê wî Mefîboşet, geriya û gava wî dît, gotê: “Bavê te hevalê minî nêzîk bû, lema jî ezê temamiya emirê te miqatî te bim. Tê mala minda bimînî û ser text-sifrekê tevî min nan bixwî”. Dawid tu car hevalê xwe Yonatan bîr nedikir.
“Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin. Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide” (Yûhenna 15:12, 13).
-
-
Gunê Dawid PadşaDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 43
Gunê Dawid Padşa
Paşî mirina Şawûl, Dawid bû padşa. Wî çaxî Dawid 30 salî bû. Paşî çend salê padşatiya xwe, ewî gunekî giran kir. Şevekê ji banê mala xwe Dawid jineke bedew dît. Dawid pêhesiya, wekî navê wê Bat-Şeba ye û ew jina eskerê wî Ûriya ye. Dawid Bat-Şeba anî mala xwe û serê xwe pêra danî. Bat-Şeba hemle derket. Dawid dixwest gunê xwe veşêre. Lema jî ewî gote serokê eskerên xwe, wekî Ûriya derbazî meydana şer bikin, lê xwe bidine paş. Paşî wê yekê ça Ûriya şerda hate kuştinê, Dawid Bat-Şeba jintî xwera anî.
Yehowa xirabiya Dawid dît. Lê gelo Yehowa çi kir? Yehowa Natan pêxember şande bal Dawid. Natan gote wî: “Bal merivekî dewletî gelek pez hebûn, lê bal yê kesîb tenê berxeke wî hebû, kîjan ewî gelek hiz dikir. Rojekê, ew merivê dewletî berxa yê kesîb zeftî xwe kir”. Dawid gelek hêrs ket û gote Natan: “Merivê dewletî hêjayî mirinê ye!” Hingê Natan gote Dawid: “Ew merivê dewletî tu yî!” Wî çaxî Dawid ber xwe ket, gunê xwe da rûyê xwe û got: “Min ber Yehowa gune kir”. Gunê Dawid wî û malbeta wîra gelek kul-derd anî. Yehowa Dawid ceza kir, lê wî nekuşt, çimkî Dawid yekî milûk bû û qelpî dilê wîda tune bû.
Dawid dixwest Yehowara paristgehê ava ke, lê Yehowa kurê wî Silêman jibart, seva paristgehê ava ke. Dawid destpêkir tiştên bona avakirinê seva Silêman hazir ke û got: “Paristgeha Yehowa gerekê rûmet be. Silêman hê cahil e, lema jî ez gerekê her tiştên bona avakirinê, seva wî hazir kim”. Dawid gelek pere seva avakirinê qurban kir. Ewî xebatçiyên baş jibart. Zêr û zîv top kir û ji şeherê Sûr û Sayda darên erzê anî. Dawid pêşiya mirina xwe Silêmanra şirovekir, wekî çi cûre ew gerekê paristgehê ava ke û gote wî: “Yehowa gote min, wekî nexşa paristgehê bona te hazir kim. Netirse, Yehowa wê alî te bike. Qewî be û avakirinê destpêke”.
“Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne” (Metelok 28:13).
-