KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Paristgeh bona Yehowa
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Agir ji Yehowa daket ser qurbana gorîgehê

      DERSA 44

      Paristgeh bona Yehowa

      Silêman Padşa dua dike

      Paşî wê yekê çaxê Silêman bû padşê Îsraêlê, Yehowa ji wî pirsî: “Çi tu dixwazî, wekî ez bidime te?” Silêman got: “Ez hê cahil im û nizanim çi gerekê bikim. Lava dikim bîlaniyê bide min, wekî ez bikaribim rêberiyê cimeta te bikim”. Yehowa gote wî: “Seva ku te bîlanî ji min xwest, ezê te bikime merivê lapî bîlan ser erdê. Usa jî ezê hebûna mezin bidime te. Û hergê tu gura minda bî, ezê emirê dirêj bidime te”.

      Silêman destpêkir paristgehê ava ke. Ewî paristgeh pê zêr, zîv, dar û kevirê biha ava dikir. Hezara jin û mêr avakirinêda alîkarî didan. Paşî heft sala, avakirina paristgehê hate sêrî û hazir bû, wekî tesmîlî Yehowa kin. Wêderê gorîgeh hebû ser kîjanî Yehowara qurban didan. Silêman ber gorîgehê kete ser çoka û dua kir: “Ya Yehowa, tu hêjayî paristgeha hê mezin û bedew î, lê lava dikim xizmetî û duakirina me qebûl ke”. Gelo Yehowa paristgeh qebûl kir û guh da duayê Silêman? Paşî duakirina Silêman, agir ji ezman daket ser qurbana gorîgehê. Usa Yehowa da kifşê, wekî paristgeh qebûl kir. Gava Îsraêliya ew yek dîtin, ewana gelek şa bûn.

      Agir ji Yehowa daket ser qurbana gorîgehê

      Derheqa bîlaniya Silêman Padşa, ne ku tenê temamiya Îsraêlêda zanibûn, lê hela hê welatên dûr jî. Meriv dihatin cem wî, wekî ew problêmên wan safî ke. Carekê jin-padşa Şebayê hate bal wî, wekî pê pirsên çetin bîlaniya wî bicêribîne. Gava ewê guh da wî, got: “Min bawer nedikir, çi ku meriv derheqa bîlaniya te digotin, lê niha ez divînim, wekî bîlaniya te ji gotinên wan zêdetir e. Xwedayê te Yehowa kerema xwe daye te”. Cimeta Îsraêl bi emirekî baş dijît û bextewar bûn. Lê wedekî kinda, ew her tişt hate guhastinê.

      “Û va ye yekî ji Silêman mestir li vir heye” (Metta 12:42).

      Pirs: Çima Yehowa bîlaniya mexsûs da Silêman? Çawa Yehowa da kifşê, wekî paristgeh qebûl kir?

      (1 Padşatî 2:12; 3:4-28; 4:29–5:18; 6:37, 38; 7:15–8:66; 10:1-13; 2 Dîrok 7:1; 9:22).

  • Padşatî Dibe du Para
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Ahiya kinca xwe kire 12 para ber çevê Yerovam

      DERSA 45

      Padşatî Dibe Du Para

      Heta ku Silêman Yehowara xizmet dikir, Îsraêlêda edilayî hebû. Lê Silêman gelek jinên ji miletên din xwera dianîn, kîjana pût dihebandin. Hêdî-hêdî, Silêman hate guhastinê û ewî jî destpêkir pûta bihebîne. Yehowa gelek ser Silêman hêrs ket û gote wî: “Ezê padşatiyê ji te bistînim û bikim du para. Ezê para lape mezin bidime xulamê te, lê zureta te wê tenê ser pareke biçûk padşatiyê bike”.

      Yehowa bi cûrekî mayîn jî safîkirina xwe da kifşê. Carekê xulamekî Silêman, Yerovam, rêva rastî pêxember Ahiya hat. Ahiya kinca xwe kire 12 para û gote Yerovam: “Yehowa wê padşatiya Îsraêlê ji zureta Silêman bistîne û bike du para. Dehe para hilde, çimkî tu yê bibî padşê dehe bereka”. Gava Silêman Padşa derheqa wê yekê bihîst, ewî xwest Yerovam bikuje! Lema jî Yerovam revî Misirê. Wede şûnda Silêman mir û kurê wî Rehobowam bû padşa. Wî çaxî Yerovam fikirî, wekî dikare vegere Îsraêlê, çimkî emirê wî îdî bin qeziyêda nîbû.

      Gelek Îsraêlî qurban dianîn golika zêrra, kîjan ku Yerovam danî

      Rûspiyên Îsraêlê gotine Rehobowam: “Hergê tu hindava cimetê baş bî, ewana wê tera amin bin”. Lê hevalên Rehobowam, yên cahil, gotine wî: “Tu gerekê hindava cimetê sert bî! Zorê cimetê bike, wekî hê zef bixebitin!” Rehobowam gura hevalên xweyî cahil kir. Ew gelek sert bû hindava cimetê, lema jî dehe berekên Îsraêlê pêşberî wî rabûn. Wana Yerovam kirine padşê xwe, û ev padşatiya ser dehe bereka hate navkirinê padşatiya Îsraêlê. Lê du berekên din, yên ku Rehobowamra amin man, hatin navkirinê padşatiya Cihûda. Wî cûreyî 12 berekên Îsraêlê hatine parevekirinê.

      Yerovam nedixwest, wekî cimeta wî here paristgeha Orşelîme seva xizmetkirinê. Gelo çira? Çimkî ew şeher bin padşatiya Rehobowamda bû û Yerovam ditirsiya, wekî cimet dikare pişta xwe bide wî û aliyê Rehobowam bigire. Lema jî Yerovam du golikên zêr çêkir û gote cimetê: “Orşelîm gelek dûr e. Hûn dikarin vira xizmetiya xwe bînin sêrî”. Cimetê destpêkir serê xwe ber golikên zêr dayne û dîsa Yehowa bîr kirin.

      “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye?  . . . Yan çi par nava bawermenda û nebawerada heye?” (2 Korintî 6:14, 15).

      Pirs: Çira Îsraêl hate parevekirinê? Çi tiştên xirab Rehobowam Padşa û Yerovam Padşa kirin?

      (1 Padşatî 11:1-13, 26-43; 12:1-33).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin