KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Yehowa Eyan kir, wekî Ew e Xwedayê Rast
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Yehowa ji ezman agir şand ser qurbanê Êlyas

      DERSA 46

      Yehowa Eyan kir, wekî Ew e Xwedayê Rast

      Gelek padşên dehe berekên padşatiya Îsraêl, xirab bûn, lê Ahab padşa gişka xirabtir bû. Ewî jineke bi navê Îzabêl stand, kîjanê xudanê qelp Bael, diheband. Ahab û Îzabêl cimet hîn kirin, wekî serê xwe ber Bael daynin û wana pêxemberên Yehowa dikuşt. Lê seva wê yekê Yehowa çi kir? Ewî pêxemberê xwe Êlyas şand, wekî ew elametiya wî derbazî Ahab ke.

      Êlyas gote Ahab Padşa, wekî seva zulmiya wî Îsraêlêda baran wê sê sala nebare. Sê sala zêdetir zevî şîn nedibûn û cimet birçîna dimir. Yehowa gote Êlyas, wekî here bal Ahab. Gava padşa wî dît, gote wî: “Tu yî, meniya her cefên me! Rûyê teda em ketine wî halî!” Êlyas caba wî da û got: “Rûyê minda nîne, wekî bêbaranî ye. Ew rûyê weda ye, çimkî hûn serê xwe ber Bael datînin. Cimet û pêxemberên Bael ser çiyayê Karmel top kin û emê bicêribînin, kê ye Xwedayê rast”.

      Cimet ser çiyê top bû. Û Êlyas gote wan: “Ser hişê xweda werên. Hergê Yehowa ye Xwedayê rast, pey wî herin, lê hergê Bael e, pey wî herin. Werên em bicêribînin. Bira 450 pêxemberên Bael qurbanê hazir kin û gazî xudanê xwe bikin. Ezê jî qurbanê hazir kim û gazî Yehowa kim. Kê agir ji ezman bişîne ser qurbanê, ew e Xwedayê rast”. Cimet qayîl bû.

      Pêxemberên Bael qurban hazir kirin. Temamiya rojê wana gazî xudanê xwe dikirin: “Wey, Bael, caba me bide!” Lê Bael cab nedida û Êlyas qerfê xwe wana dikir. Ewî digot: “Hê qayîm bikine qare-qar. Dibek ew razaye, û lazim e, wekî kesek wî hişyar ke”. Terî kete erdê, lê pêxemberên Bael berdewam dikirin gazî wî kin. Lê ewî dîsa jî cab nedida.

      Êlyas qurbana xwe danî ser gorîgehê û gelek av serda kir. Paşê ewî dua kir û got: “Ya Yehowa, lava dikim bira cimet bivîne, wekî tu yî Xwedayê rast”. Hema vê demê Yehowa agir ji ezman şande ser qurbanê. Cimetê bi dengê bilind got: “Yehowa ye, Xwedayê rast!” Êlyas got: “Nehêlin, wekî pêxemberên Bael birevin û xwe veşêrin!” Wê rojê 450 pêxemberên Bael hatine kuştinê.

      Gava ser berêra ewrekî biçûk hate kifşê, Êlyas gote Ahab: “Wê lêyî bikişe. Zû ereba xwe siyar be û here mal”. Wê demê ewrê reş top bû û barana qayîm destpêbû. Paşî wê yekê hişkayî xilaz bû. Ahab pê ereba xwe leze-lez rê ket. Bi alîkariya Yehowa, Êlyas ji erebê zûtir direviya! Gelo çetinayên Êlyas xilaz bûn? Were em bivînin.

      “Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî” (Zebûr 83:18, DT).

      Pirs: Çawa ser çiyayê Karmel Yehowa da kifşê, wekî ew e Xwedayê rast? Çawa Yehowa caba duakirina Êlyas da?

      (1 Padşatî 16:29-33; 17:1; 18:1, 2, 17-46; Aqûb 5:16-18).

  • Yehowa Êlyas Qewat Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Êlyas ji şkeftê derketiye û guh dide melekê Xwedê

      DERSA 47

      Yehowa Êlyas Qewat Dike

      Îzabêl gelek hêrs ket çaxê bihîst, çi hate serê pêxemberên Bael. Ewê meriv şandin, wekî bêjine Êlyas: “Sibê, tuyê mîna pêxemberên Bael bêyî kuştinê”. Êlyas gelek tirsiya û revî beriyê. Êlyas dua dikir: “Yehowa, teyaxa min tune. Lava dikim, emir ji min bistîne”. Êlyasê vestiyayî bin baxda xewra çû.

      Melek wî hişyar kir û bi dengê nerm gote wî: “Rabe, nan bixwe”. Êlyas dît, wekî nêzîkî wî, ser kevira nanê germ e û kûpê avê ber e. Ewî xwar-vexwar û dîsa raza. Melek dîsa wî hişyar kir û got: “Rabe, nan bixwe. Tera qewat lazim e, wekî rêkevî”. Êlyas rabû û nan xwar. Paşê ew 40 roj û 40 şevî rêda bû, heta gihîşte Çiyayê Horeb. Wêderê ew kete şkeftê û raza. Lê Yehowa tevî wî xeber da û gote wî: “Êlyas, tu vira çi dikî?” Êlyas cab da û got: “Îsraêliya sozê, ku dabûn te neanîn sêrî. Ewana gorîgeha te hûrdexweşî kirin û pêxemberên te kuştin. Lê niha ewana dixwazin min jî bikujin”.

      Yehowa gote wî: “Derê û ser çiyê bisekine”. Nişkêva bakî qayîm rabû, erd hejiya, û paşê agir hate kifşê. Axiriyê, Êlyas bihîst dengekî nerm û rihet. Ewî pê kincê xwe ser çevê xwe dada û şkeftê derket. Yehowa ji wî pirsî, wekî çira ew revî. Êlyas gote wî: “Tenê ez ji xizmetkarên te sax mame”. Lê Yehowa gote wî: “Tu tenê nînî. Îsraêlêda dîsa 7 000 xizmetkarên minî amin mane. Here û Êlîşa dewsa xwe çawa pêxember kifş ke”. Êlyas pêra-pêra çû û kir ew, çi ku Yehowa wîra got. Hergê tu wê yekê dikî, çi ku Yehowa ji te dewa dike, ça tu dişirmîş dibî, ewê alî te jî bike? Erê, sed selefî. Werên em niha binihêrin çi dîsa qewimî wedê bêbaraniyê.

      “Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).

      Pirs: Çira Êlyas revî? Yehowa çi gote Êlyas?

      (1 Padşatî 19:1-18; Romayî 11:2-4).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin