-
Kurê Jinebî Hate SaxkirinêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 48
Kurê Jinebiyê Hate Saxkirinê
Çaxê Îsraêlêda bêbaranî bû, Yehowa Êlyasra got: “Here Sereptê. Wêderê jinebîk wê xwarinê bide te”. Ber derê şeher Êlyas jineke kesîb dît, ya ku dar top dikir. Ewî av ji wê xwest. Ew kulfet çû avê wîra bîne, lê heta ew diçû Êlyas kire gazî û got: “Lava dikim, hine nan jî bîne”. Lê jinebiyê got: “Nanê min tune. Bal min tenê hine ar û rûn maye, ewa wê ancax têra min û kurê min bike”. Êlyas gote wê: “Yehowa soz dide, hergê tu hine nan bona min bipêjî, ar û rûnê te wê kuta nebe, heta bêbaranî xilaz be”.
Jinebî çû mal û destpêkir, seva pêxemberê Yehowa nan bipêje. Wî wedê çetin mala jinebiyêda her gav xwarin hebû, çawa Yehowa soz dabû. Ar û rûnê wê xilaz nedibû.
Paşê ewê jinebiyê derdekî giran dît. Kurê wê gelek nexweş ket û mir. Ewê lava Êlyas kir, wekî alî wê bike. Êlyas zar ji destê wê hilda û bire otaxa jorê. Ewî zar danî ser cî-nivîna û destpêkir dua bike: “Yehowa, lava dikim, zarê sax ke”. Tu zanî çira ew yek wê ecêbmayî bûya, hergê Yehowa ew keremet bikira? Çimkî çawa em zanin, tu kes pêşda ji mirinê nehatibû saxkirinê. Hin jî jinebî û kurê wê Îsraêlî nîbûn.
Lê dîsa jî zarok hate saxkirinê! Êlyas gote jinebiyê: “Binihêre! Kurê te vegeriya jîyînê”. Dê gelek şa bû û gote Êlyas: “Niha ez zanim, wekî tu ji Xwedê hatî. Û her tişt, çi ku tu dibêjî ji Xwedê ye û ew têne sêrî”.
“Dîna xwe bidine qarqara, ne direşînin, ne didirûn û ne jî embar yan kîlerêd wan hene, lê Xwedê risqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in” (Lûqa 12:24).
-
-
Jin Padşe ya Zulm Hate CezakirinêDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 49
Jin-Padşe ya Zulm Hate Cezakirinê
Ahab Padşa Yîzrêelêda ji pencera mala xweva dikaribû rezên tiriyê Nabot bivîne. Ewî gelek dixwest ewî erdî bikire. Lê Nabot nedifirot, çimkî bi qanûna Yehowa îzina wî tune bû erdê kal-bavê xwe bifiroşe. Lê gelo ew yek Ahab xweş hat? Na. Ahab gelek hêrs ket. Ew usa dilşkestî bû, wekî nedixwest ji otaxa xwe derê û ne jî dixwest xwarinê bixwe.
Jina Ahab Îzabêl, yeke zulm bû, ewê gote mêrê xwe: “Tu padşê Îsraêlê yî. Çi jî bixwazî gerekê bistînî. Ezê ewî erdî bona te bistînim”. Ewê neme şanid rûspiyên wî şeherîra, kîjanîda Nabot dijît. Nemêda nivîsîbû, wekî buxdana bavêjine Nabot, ku yan çi ewî nifir Xwedê kiriye, lema jî gerekê wî pê kevira bikujin. Ewan mêrên mezin, hema usa jî kirin. Paşî wê yekê Îzabêlê gote Ahab: “Nabot mir. Rezên tiriyê wî îda yê te ne”.
Lê ne tenê Nabot bê menî ji destê Îzabêlê hate kuştinê, ewê gelek meriv kuşt, kîjana Yehowa hiz dikirin. Ewê pût dihebandin û dîsa gelek tiştên xirab dikir. Yehowa ew hemû kirên wêye zulm didît. Lê gelo Yehowa çi anî serê wê?
Paşî wê yekê Ahab mir, û kurê wî Yoram bû padşa. Yehowa mêrek, navê kîjanî Yehû bû, şande bal Îzabêlê, wekî wê û malbeta wê ceza ke.
Yehû kete ereba xwe û çû Yîzrêelê, mala Îzabêlê. Yoram jî kete ereba xwe seva rastî Yehû bê, gava ew dît, ji wî pirsî: “Hatina te xêr e?” Yehû gote wî: “Heta ku diya te Îzabêl kirên xirab dike, tiştên xêr wê tune be”. Wî çaxî Yoram xwest ereba xwe bizivirîne û paşda bireve, lê Yehû pê tîr Yoram kuşt.
Gava Îzabêlê dît, wekî Yehû tê berbi mala wê, çû xwe xemiland, hilkişiya otaxa jorê û ber pencerê hîviya wî bû. Çaxê Yehû nêzîk bû, ewê gelek sert wî silav kir. Yehû gote xulamên wê, yên ku kêleka wê sekinî bûn: “Lê jorda bavêjin!” Wana Îzabêl ji pencerê avîtin, ew jorda ket û mir.
Paşî wê yekê Yehû usa kir, wekî 70 kurên Ahab hatin kuştinê û erd ji xizmetkarên Bael hate temizkirinê. Divînî, wekî Yehowa hemû tiştî divîne û çaxê lazim e, ceza dike wan meriva, yên ku tiştên nerast dikin?
“Ew milkê ku pêşda bi lezo-bez hatîye destxistin, wê axirîyêda duayê lê wê neyê kirin” (Metelok 20:21).
-