-
Ordiya Yehowaye AgirDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 52
Ordiya Yehowaye Agir
Padşê Sûryayê Ben-hadad berdewam dikir pêşberî Îsraêliya derê. Lê her car Êlîşa pêxember derheqa wê yekê elamî padşê Îsraêlê dikir û padşa dikaribû xwe dûrî dijmina bigire. Lema jî Ben-hadad dixwest Êlîşa bigirta. Ew pêhesiya, wekî Êlîşa şeherê Dotanêda ne, ewî eskerên xwe şande wêderê, wekî wî bigirin.
Êvarê eskerên Sûryayê gihîşte Dotanê. Sibehê zû xulamê Êlîşa derket derva û dît, wekî eskera dor-berê şeher girtine. Ew gelek tirsiya û kire gazî: “Êlîşa em çi bikin?” Êlîşa gote wî: “Yên ku tevî me ne diha zef in, ne ku yên tevî wan”. Wê demê Yehowa usa kir, wekî xulamê Êlîşa ser çiyayên dor-berê xwe, hesp û erebên agir dît.
Gava eskerên Sûryayê xwestin Êlîşa bigirin, ewî ji Yehowa alîkarî xwest. Nişkêva Yehowa usa kir, wekî esker tevîhev bûn û fem nedikirin kîderê ne. Êlîşa gote eskera: “We ciyê xwe şaş kiriye û hûn hatine şeherekî din. Pey min werên û ezê we bivim bal wî merivî, kîjanî hûn digerin”. Ewana pey Êlîşa heta Sameriyê çûn, kîderê padşê Îsraêlê dijît.
Çaxê eskerên Sûryayê fem kirin ewana kîderê ne, îda gelek dereng bû. Padşê Îsraêlê ji Êlîşa pirsî: “Ez wana bikujim?” Gelo Êlîşa xwest ewê mecalê bide xebatê, seva heyfê weke? Na. Êlîşa got: “Wana nekuje. Xwarinê bide wan û paşda bişîne”. Padşa wana têr kir û şande mala wan.
“Em li ber Xwedê rûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).
-
-
Mêrxasiya YehoyadDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 53
Mêrxasiya Yehoyad
Atalya qîza Îzabêlê bû, ya ku mîna diya xwe gelek zulm bû. Mêrê Atalyayê padşê Cihûdê bû. Çaxê mêrê wê mir, kurê wê ciyê bavê xwe girt. Lê gava kurê wê jî mir, Atalyayê Cihûda kire bin destê xwe. Paşî wê yekê, ewê dixwest rikinyata padşatiyê kuta kira. Lema jî ewê her kes, kê dikaribû dewsa wê serwêrtiyê bike, dikuşt, hela hê nebiyên xwe jî. Ewê tirsa xwe kiribû ser hemûşka.
Yehoyad serekkahîn û jina wî Yehoşeba fem dikirin, wekî kirên Atalyayê gelek xirab in. Ewana emirê xwe dikirine bin qeziyê, seva nebiyê Atalyayê veşêrin, navê kîjanî Yoaş bû. Wana ew zarok paristgehêda mezin kirin.
Kengê Yoaş heft salî bû, Yehoyad serokê her bereka û Lêwîya top kir û gote wan: “Miqatî dergehên paristgehê bin, wekî tu kes nekevê”. Paşê Yehoyad Yoaş kire padşê Cihûdayê û tac danî ser serê wî. Cimeta Cihûdayê kire gazî: “Emirê dirêj padşêra!”
Jin-padşa Atalya dengê cimetê bihîst û derbêra çû paristgehê. Çaxê ewê padşê teze dît, kire qare-qar: “Himberî min rabûn! Himberî min rabûn!” Wî çaxî serokên bereka ew jin-padşaya zulm girtin û birin cîkî din kuştin. Lê çi hate serê cimetê, ya ku bin hukumê wêda bû?
Yehoyad alî cimetê kir, wekî peymanê tevî Yehowa girêdin û soz bidin, wekî tenê wîra xizmet kin. Yehoyad usa kir, wekî cimetê paristgeha Bael û pût hûrdexweşî kirin. Ewî kahîn û Lêwî kifş kirin, wekî ewana paristgeha Yehowada xizmet kin, seva ku cimet bikaribe dîsa wêderê Yehowa bihebîne. Yehoyad nobedar da ber derê paristgehê, wekî tu kesê netemiz ber çevê Yehowa, nikaribe bikeve wêderê. Paşê Yehoyad û serokên bereka, Yoaş ser textê padşê dane rûniştandinê. Cimeta Cihûda gelek şa bû. Axiriyê ewana ji hebandina Bael û ji zulmiya Atalya aza bûn û dikaribûn Yehowara xizmet kin. Te dîna xwe dayê, ça mêrxasiya Yehoyad alî gelek meriva kir?
“Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê ku dikare ruh û bedenê cenimêda unda ke” (Metta 10:28).
-