KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Ûnis dadikeve binê avê, û wî çaxî mesiya mezin nêzîkî wî dibe

      DERSA 54

      Yehowa Sebir da Kifşê Hindava Ûnis

      Neynowayêda meriv gelek zulm bûn. Yehowa gote pêxemberê xwe Ûnis, wekî ew here Neynowayê û bêje wan meriva, wekî ewana kirên xweye xirab bihêlin û xwe riya rast bigirin. Lê Ûnis revî cîkî din. Ew kete gemiyê, ya ku diçû Tarşîşê.

      Gava gemî nava berêda bû, firtone rabû û gemîvan gelek tirsiyan. Wana destpêkirin xudanên xwera dua bikin: “Çira ew yek tê serê me?” Axiriyê Ûnis gote wan: “Meniya wê qeziyê ez im. Ez direvim, wekî temiyên Yehowa neynim sêrî. Min bavêjine berê û firtone wê biseqire”. Gemîvana nedixwestin Ûnis bavêjine berê, lê yeke ewî dewa dikir, wekî wî bavêjin. Gava wana wî avîtine berê, ber seqirî.

      Ûnis difikirî, wekî wê xilaz nebe. Heta ku ew dadikete binê berê, ewî Yehowara dua dikir. Yehowa mesiya mezin şand û ewî Ûnis daqurçand, lê Ûnis nemir. Ewî zikê mesîda Yehowara dua kir: “Ez soz didime te, wekî ezê her gav gura teda bim”. Yehowa sê roja Ûnis zikê mesîda xwey kir. Paşê Yehowa usa kir, wekî mesî Ûnis avîte ber devê berê.

      Rast e, Yehowa Ûnis xilaz kir, lê gelo ew yek dihate hesabê, wekî ew gerekê neçe Neynowayê? Na. Yehowa dîsa carekê gote Ûnis, wekî here wêderê. Vê carê Ûnis guh da Xwedê. Ew çû wêderê û gote wan merivên zulm: “Paşî 40 roja, Neynowa wê bê kutakirinê”. Lê wî çaxî tiştekî ecêb qewimî, cimeta Neynowayê guh dane xebera Xwedê û kirên xweyî xirab hîştin. Padşê Neynowayê gote cimetê: “Gazî Xwedê kin û kirên xweye nerast tobe kin. Dibek em xilaz bin”. Gava Yehowa dît, wekî cimetê tobe kir, ewî safî kir qira Neynowayê neyne.

      Ûnis nêzkî Neynowayê dibe

      Ûnis gelek hêrs ket gava dît, wekî ew şeher nehate qirkirinê. Çawa te dîna xwe dayê, Yehowa dilremî da kifşê hindava Ûnis, lê Ûnis hindava cimeta Neynowayê dilrem nîbû. Ew hêrs ket û xeyîdî, ji wî şeherî derket û bin siya belgê kundirda rûnişt. Hinek wext şûnda kundir ziha bû, û Ûnis seva wê yekê jî gelek hêrs ket. Paşê Yehowa gote wî: “Heyfa te wî kundirî hat, ne ku cimeta Neynowayê. Lê min heyfa xwe wan anî, dilremî da kifşê û ewana xwey kirin”. Bi wê yekê Yehowa çi dixwest bide kifşê? Yehowa eyan kir, wekî cimeta Neynowayê diha qîmet e, ne ku şînkayî.

      “Xudan . . . Ew bi dûmika dirêj li we sebir dike, naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9).

      Pirs: Çi cûre ders Yehowa da Ûnis? Ji dereca Ûnis em çi dikarin hîn bin?

      (Ûnis 1:1–4:11).

  • Melekê Yehowa, Hizqiya Xwey kir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Melek diçe pêşberî eskerên Aşûrê

      DERSA 55

      Melekê Yehowa Hizqiya Xwey kir

      Împêrya Aşûrê dehe berekên Îsraêlê kire bin destê xwe. Sanherîb, padşê Aşûrê, usa jî dixwest du berekên padşatiya Cihûdayê bike bin destê xwe. Ewî şeherên Cihûdayê yek pey yekê zeft dikir. Lê diha zef ewî dixwest Orşelîmê zeft ke. Lê Sanherîb nizanibû derheqa wê yekê, wekî çevê Yehowa ser Orşelîmê ye.

      Hizqiya, padşê Cihûdayê, gelek pere da Sanherîb, wekî ew destê xwe nede Orşelîmê. Rast e Sanherîb pere hilda, lê ewî dîsa jî eskerên xwe dişand, wekî pêşberî Orşelîmê derên. Cimeta Orşelîmê bin tirsêda bûn, çimkî eskerên Aşûra hêdî-hêdî nêzîkî Orşelîmê dibûn. Hingê Hizqiya gote wan: “Netirsin. Rast e, Aşûr qewat in, lê Yehowa wê me diha qewat ke”.

      Sanherîb Rabşak şande Orşelîmê, wekî qerfê xwe cimetê bike. Rabşak ber dergehê şeher sekinî bû û bi dengê bilind digot: “Yehowa nikare alî we bike. Nehêlin, wekî Hizqiya we bixapîne. Tu xudanek nikare we ji destê me xilaz ke”.

      Hizqiya ji Yehowa pirsî çi ew gerekê bike. Yehowa cab da û got: “Xem neke bona gotinên Rabşak. Ezê Orşelîmê nedime destê Sanherîb”. Paşî wê yekê, Hizqiya nema ji Sanherîb stand. Nemêda nivîsî bû: “Tesmîlî min bin. Yehowa nikare we xilaz ke”. Hizqiya dua dikir: “Yehowa, lava dikim, me xilaz ke, seva ku her kes bizanibe, wekî tenê tu yî Xwedayê rast”. Yehowa got: “Padşê Aşûrê wê nekeve Orşelîmê. Ezê şeherê xwe xwey kim”.

      Senherîb bawer bû, wekî Orşelîm wê bikeve destê wî. Lê şevekê Yehowa melekê xwe şande meydana eskera, yên ku nêzîkî şeher cîvar bibûn. Ewî melekî 185 000 esker kuşt! Senherîb Padşa, eskerên xweyî qewî unda kir. Ew bi şermî vegeriya mala xwe. Çawa Yehowa soz dabû, wekî wê Hizqiya û Orşelîmê xwey ke, ewî hema usa jî kir. Hergê tu wî çaxî Orşelîmêda bûyayî, teyê jî îtbariya xwe Yehowa bianiya?

      “Milyaketê Xudan tevî xofkêşêd Wî ye, pişta wan digire û wan xilaz dike” (Zebûr 34:7).

      Pirs: Çawa Yehowa Orşelîm xwey kir? Çawa tu dişirmîş dibî, Yehowa wê te xwey ke?

      (2 Padşatî 17:1-6; 18:13-37; 19:1-37; 2 Dîrok 32:1-23).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin