KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr26 Çile rûp. 1-5
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2026
  • Binserî
  • 5-11 ÇILEYÊ
  • 12-18 ÇILEYÊ
  • 19-25 ÇILEYÊ
  • 26 ÇILEYÊ–1 SIBATÊ
  • 2-8 SIBATÊ
  • 9-15 SIBATÊ
  • 16-22 SIBATÊ
  • 23 SIBATÊ–1 ADARÊ
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2026
mwbr26 Çile rûp. 1-5

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

© 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

5-11 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 17-20

Çi Wê Bê Serê Wan, yên ku Me Dizêrînin

(Îşaya 17:12, ÎM)

12 Heywax, xirecira gelek mileta mîna xuşîna . . . [berê] ye. Heywax, xirecira . . . [mileta] mîna xuşîna avên . . . [qewî] ye.

(Îşaya 17:13, 14, ÎM)

13 [Cimet] . . . mîna ava rabûyî bixuşin jî, gava Xwedê . . . [qurebûna] wan bişkêne wê dûr birevin. Mîna hûrika kaya çiyaya li ber bayê bikevin, mîna toza . . . [ku rûniştiye ji bo bakî qewî difire]. 14 Dema êvarê, va ye tirs û saw! [Pêşiya] . . . ku bibe sibeh, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, pişika kesên me bişêlînin.

ip-1 198 ¶20

Pêxembertiya Yehowa Derheqa Mileta

20 Îşaya dibêje: “Dema êvarê, va ye tirs û saw! [Pêşiya] . . . ku bibe sibeh, tune bûn. Ev e para kesên me talan dikin, pişka kesên me bişêlînin” (Îşaya 17:14, ÎM). Gelek meriv cimeta Yehowa ‘dişêlînin’ yan jî dizêrînin, dêmek hindava wanda sert û bê qedir in. Mesîhiyên rast para rêlîgiyên vê dinyayê nînin, û nejî dixwazin tevî wan bibine yek, lema jî merivên ku miqabilî wan dertên, wana ça kesên sist hesab dikin, kîjana ku hêsa ye bişkênin. Lê cimeta Xwedê bawer e ku zûtirekê wê “bibe sibeh”, dêmek hindik maye ku Xwedê wana ji hemû zêrandina xilaz ke (2 Têsalonîkî 1:6-9; 1 Petrûs 5:6-11).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 18:1, 2, ÎM)

1 Wey li welatê ku vizîna perê kuliya jê tê, li wî welatê li aliyê dine çemên Kûşê! 2 Welatê bi . . . [qeyîkên ji papîrûsê] hatine çêkirin û Nîlêra qasida dişîne. Ya qasidên bi lez û bez! Herin bal miletekî bejindirêj û çermhilû, bal wî . . . [milêtê] ku dûr û nêzîk jê ditirsin, miletekî gelekî . . . [qewî] ku bin lingada diperçiqîne û welatê wî, çema ji hev vediqetîne.

12-18 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 21-23

Em ji Serhatiya Şebna Çi Hîn Dibin

(Îşaya 22:15-19, ÎM)

15 Reb Xudanê Karîndar usa dibêje: “Rabe here bal wî keyayî, bal Şebnayê berpirsiyarê qesirê û jêra bêje: 16 ‘Çi karê te li vir heye? Merivê te li vir heye ku te li vir xwera gor kola? Te li dera jor xwera gor kola, zinarê bilindcîda xwera . . . [mezel çêkir]. 17 Mêrxaso! Wê Xudan te bi . . . [hêrs] bavêje. Wê te bigire û biguvêşe, 18 te dîsa-dîsa bizivirîne û mîna . . . [topê] bavêje diyarekî fire. Wêderê tê bimirî, wêderê wê erebên te yên bi rûmet bimînin. Tê şerma mala xweyê xwe bî. 19 Ezê te ji berpirsiyariya te bavêjim, ji dera ku tu lê yî te bînim xwarê.

(Îşaya 36:3, ÎM)

3 Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê ku berpirsiyarê qesirê bû, Şebnayê nivîskar û Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, çûn pêşiya wî.

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 22:13, ÎM)

13 Lê we kêfa xwe kir û hûn şa bûn. We got: “Em bixwin û vexwin, çimkî emê sibêh bimirin” we pez û dewar serjê kirin, goşt xwar, şerav vexwar.

19-25 ÇILEYÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 24-27

“Xwedayê Me Ev e!”

(Îşaya 25:9, ÎM)

9 Wê rojê wê bêjin, “Va ye, Xwedayê me ev e! Em . . . [hîviya] wî man ku me . . . [xilaz] ke. Xudanê me ev e ku em . . . [hîviya] wî man. Em bi . . . [xilazkirina] wî şa û kêfxweş bin”.

(Îşaya 25:6, ÎM)

6 Wê Xudanê Karîndar bona hemû . . . [mileta], li vî çiyayî . . . [sifireke] xwarinên dewlemend bide. Wê . . . [sifira] ji şeravên kevin, ji xwarinên dewlemend yên bi rûn tije, ji şeravên . . . [parzûnkirî] yên kevin bide.

(Îşaya 25:7, 8, ÎM)

7 Li vî çiyayî wê xêliya ku hemû . . . [mileta] dinixême û . . . [lehîf] bi ser hemû miletava hatiye kişandin rake. 8 Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çeva, ji hemû rûya paqij ke. Wê şerma . . . [cimeta] xwe, ji tevaya dinyayê rake. Çimkî Xudan usa gotiye.

cl 15 ¶21

“Xwedayê Me Ev e!”

21 Te qe zareke biçûk dîtiye, ya ku bavê xwe nîşanî hevalên xwe dike û dibêje, “Eva bavê min e”? Gelek meniyên xizmetkarên Xwedê jî hene, wekî bi vî cûreyî Yehowara firnaq bin. Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê ku wê bê wede çaxê merivên amin wê bi serbilindî bêjin: “Xwedayê Me Ev e!” (Îşaya 25:8, 9, ÎM). Çiqas diha zêde tu derheqa hunurên Yehowa pêbihesî, haqas hê zêde tê îzbat bî ku ew Bave herî baş e.

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 26:3, DT)

3 Tuyê xwey kî wana yên ku bi temamî xwe te digirin, tuyê wanra edilaya dirêj bidî, çimkî ewana îtbariya xwe te tînin.

26 ÇILEYÊ–1 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 28-29

Ne ku Tenê bi Zar-Zimanê Xwe, lê bi Dilê Xwe jî Yehowa Rûmet kin

(Îşaya 29:13, ÎM)

13 Ev . . . [cimet] bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wane ji min jî, tenê . . . [temiyên] meriva ne ku ji wan hîn bûne.

ip-1 299 ¶23

Îşaya Derheqa Kirên Yehowaye Ecêbmayî Pêxembertî Dike

23 Serwêrên rêlîgî yên Cihûdayê xwe ça merivne bîlan û ruhanî didane kifşê, lê bi rastî wana pişta xwe dabû Yehowa. Ewana van tişta meriva hîn dikirin, çi ber çevê wan rast bû, ne ku ber çevê Xwedê. Û bi saya vê yekê wana kirên xweye xirab û bênamûsiya xwe heq derdixistin, û usa hêrsa Xwedê ser xweda dianîn. Lê seva vê durûtiya wan, Yehowa wê cabê ji wan bixwaze. Ew dibêje: “Ev . . . [cimet] bi devê xwe nêzîkî min dibe û bi lêvên xwe rûmetê dide min. Lê dilê wan ji min dûr e. Tirsa wane ji min jî, tenê . . . [temiyên] meriva ne ku ji wan hîn bûne. Lema ezê careke din keremeta nîşanî vî . . . [cimetî] bikim, erê ezê karekî . . . [ecêbmayî û girîng] bikim. Wê . . . [bîlaniya bîlana] nemîne, femdariya femdara bê veşartin” (Îşaya 29:13, 14, ÎM). Bîlanî û femdariya qelp yên serwêrên rêlîgiye Cihûdayê vî çaxî kuta bû, gava Yehowa derece usa guhast, ku Împêriya Babîlonêye Hemdinyayê hicûmî ser Cihûyên raber kir û qira wan anî. Ev yek hate serê serwêrên rêlîgiye qirna yekêda jî, yên ku xwe bîlan hesab dikirin, û cimet ji riya rast derdixistin. Tiştekî vî cûreyî wê bê serê serwêrên rêlîgî, yên rojên meda jî (Metta 15:8, 9; Romayî 11:8).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 28:7, ÎM)

7 Kesên ji ber şeravê dişewişin û ji ber meyê diterpilin jî ev in, kahîn û pêxember ji ber meyê dişewişin, ji ber şeravê tevlihev dibin, ji ber meyê diterpilin. Gava dîtinok divînin, dişewişin. Gava . . . [dîwanê] dikin, diterpilin.

2-8 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 30-32

Bin Perê Yehowada Sitarê Bivîne

(Îşaya 31:5, ÎM)

5 Çawa ku teyr difirin, wê Xudanê Karîndar Orşelîmê usa biparêze. Wê biparêze û aza ke, ser wêra derbaz be û . . . [xilaz] ke”.

(Îşaya 32:1, 2, ÎM)

1 Va ye, wê padşek bi heqiyê padşatiyê bike, wê serok bi . . . [heqiyê] serwêrtî bikin. 2 Wê her yekî ji wan mîna dereke meriv xwe ji bayê vedişêre, mîna sitara . . . [ji firtonê], mîna . . . [kaniyên] avê yên dera ziha, mîna siya zinarê bilind li dera westayiya be.

w01 15/11 16 ¶7

Yehowa Sitara Me ye

7 Yehowa sitara me ye, û em berdiliyê distînin ji van giliya: “Ewê pê perê Xwe te binixême, binê baskê Wîda tê bisitirî, rastîya Wîyê tera bibe mertal û sûr” (Zebûr 91:4). Mîna teyredekî ku pê perên xwe cûcûkên xwe diparêze, Xwedê jî me diparêze (Îşaya 31:5). Teyrede pê perên xwe cûcûkên xwe dinixêmîne, seva ku wana ji terewila xwey ke. Em jî ça bêjî mîna cûcûka bin perên Yehowada bêxofiyêda nin, çimkî me teşkîleta wîda sitar dîtiye (Rût 2:12; Zebûr 5:1, 11).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 30:20, 21, ÎM)

20 Reb nanê tengasiyê û ava cefê bide te jî wê Mamosteyê te îda xwe veneşêrin. Çevên te Mamosteyê we bivînin. 21 Gava tu berbi aliyê rastê yan aliyê çepêva averê dibî, wê guhên te ji paşva, vê gotinê bibihîzin: ‘Rê ev e, vê rêra herin!’

9-15 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 33-35

Yehowa Sitara Me ye

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 35:8, ÎM)

8 Wê li wir rêke mezin hebe, wê jêra “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak wêderêra derbaz nebe, wê ya kesên riya Xudan be. Kesên wê rêra derbaz dibin, . . . [bêfem] bin jî, wê jê averê nebin.

16-22 SIBATÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 36-37

Netirse ji Wan Tişta Çi ku Dibihêyî

(Îşaya 36:1, 2, ÎM)

1 Çardeh saliya padşatiya Hizqiyayê Padşada Sanherîbê Padşê Aşûrê li dijî hemû bajarên bi sûr yên Cihûdayê derket û ew standin. 2 Padşê Aşûrê fermandarê xwe bi . . . [ordiya] mezinra ji Laxîşê şand Orşelîmê bal Hizqiya Padşa. Fermandar hat û li ber Zeviya Kincşûştinê li ber . . . [kaniya] li bal Hewza Jorin sekinî.

ip-1 387 ¶10

Baweriya Padşa Hate Xelatkirinê

10 Rabşak dîna Cihûya dikişîne ser vê yekê ku ordiya wan himberî ordiya Asûriya gelek sist e. Rabşak qerfê xwe wan dike: “Hergê tu bikaribî siyara . . . [dest xî], ezê du hezar hespa bidime te” (Îşaya 36:8, ÎM). Lê gelo ferz bû ku çiqas hesp û siyarên Cihûya hebûn? Na, çimkî xilazbûna wan vê yekêva girêdayî nîbû. Metelok 21:31-da usa tê gotinê: “Hesp bona şêr tê hazirkirinê, lê serketin bi destê Xudan e”. Paşê Rabşak dibêje, ku Yehowa Asûriya kerem dike, ne ku Cihûya. Ewî ev giliyên xwe bi vê yekê îzbat kir, ku got wekî bi cûrê mayîn wana wê nikaribûya usa kûr biketana erdê Cihûya (Îşaya 36:9, 10).

ip-1 388 ¶13-14

Baweriya Padşa Hate Xelatkirinê

13 Gelek îzbatiyên Rabşak hebûn û ew dîsa besa yekê dike. Ew dibêje wekî Cihû baweriya xwe Hizqiya neynin, gava ew bêje wan: “Wê Xudan me . . . [xilaz] ke”. Rabşak anî bîra Cihûya, ku xudanên Samerya nikaribûn deh bereka ji Asûriya xilaz kirana. Lê çi dikarin bêjin derheqa xudanên miletên din, yên ku Asûriya wan alt kirin? Ew dibêje: “Ka . . . [xudanên] Hama û Arpadê li ku ne? Ka . . . [xudanên] Sefarwayîmê li ku ne? Gelo wana Samerya ji destê min . . . [xilaz] kiriye?” (Îşaya 36:18-20, ÎM).

14 Hemikî Rabşakê ku serê xwe ber xudanên qelp datanî, haj pê tune bû ku firqîke çiqas mezin heye orta Sameriyaye raber û Orşelîmê, kîderê ku Hizqiya serwêrtî dikir. Xudanên Sameriyayêye qelp nikaribûn deh berek xilaz kirana (2 Padşatî 17:7, 17, 18). Lê bineliyên Orşelîmê bin serwêrtiya Hizqiyada terka xudanên qelp dabûn û dîsa Yehowara xizmet dikirin. Mêrên Cihû ne jî destpêkirin vê yekê Rabşakra îzbat kin. “Wana dengê xwe nekir û . . . [caba] wî neda. Çimkî . . . [temiya] padşa usa bû: ‘[Caba] . . . wî nedin’” (Îşaya 36:21, ÎM). Êliyakîm, Şebna, û Yoah çûne cem Hizqiya û her tişt jêra gilî kirin, çi ku Rabşak gote wan (Îşaya 36:22).

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 37:33-37, ÎM)

33 “Xudan ser Padşê Aşûrê usa dibêje: “‘Wê nekeve vî bajarî û tîra navêjê. Wê bi mertala nêzîkî bajêr nebe û ber sûrên wê pal çêneke. 34 Wê berê wî bide riya ku jê hatiye û neyê vî bajarî’. Ev e gotina Xudan. 35 “‘Ezê ji bo xwe û ji bo xatirê xulamê xwe Dawid vî bajarî biparêzim û . . . [xilaz] bikim’”. 36 Milyaketê Xudan derket û ji . . . [zoma] Aşûrê sed û heştêpênc hezar kes kuştin. Serê sibê tenê . . . [cinyaz] hebûn. 37 Sanherîbê Padşê Aşûrê . . . [ordiya] xwe berda, reviya Nînewayê û li wir ma.

(Îşaya 36:4, ÎM)

4 Fermandar wanra got: “Hizqiyara bêjin: ‘Padşê Mezin, Padşê Aşûrê usa dibêje: Tu bi çi . . . [îtbar] î?

23 SIBATÊ–1 ADARÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ÎŞAYA 38-40

“Wê Keriyê Xwe Mîna Şivanekî Biçêrîne”

(Îşaya 40:8, ÎM)

8 Giya hişk dibe, kulîlk diçilmisin, lê gotina Xwedayê me her û her dimîne”.

(Îşaya 40:11, ÎM)

11 Wê keriyê xwe mîna şivanekî biçêrîne, bi zendê xwe berxa bide hev. Hemêza xweda hilgire û miyên bi berx hêdî-hêdî bajo.

(Îşaya 40:26-29, ÎM)

26 Çevên xwe bidin bilindciya û bivînin! Gelo kê ev efirandin? Yê ku artêşa stêra derdixe û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinaiya taqeta wî, ji ber . . . [qewata wîye mezin], yek ji wan jî kêm nabe. 27 Ya Aqûb! Ya Îsraêl! Çima tu dibêjî: “Riya min ji Xudan veşartiye û heqê min ber Xwedêra derbaz dibe û diçe?” 28 Gelo tu pê nizanî? Gelo te nebihîstiye? Xwedayê herheyî, Xudan e! Wî binê dinyayê efirand! Ew ne diweste, ne jî . . . [qidûm dikeve] û femdariya wî qet nayê zanîn. 29 Ew . . . [qewatê] dide westayiya, qewata bêtaqeta zêde dike.

Xizna Kitêba Pîroz

(Îşaya 40:3, ÎM)

3 Dengekî gazî dike û dibêje: “Li beriyê riya Xudan . . . [hazir] bikin, li çolê ji bo Xwedayê me rêke mezin rast bikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin