KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Wêrankirina Orşelîmê
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Orşelîm û paristgeh dişewitin

      DERSA 58

      Wêrankirina Orşelîmê

      Hêdî-hêdî cimeta Cihûdayê pişta xwe didane Yehowa û serê xwe ber xudanê qelp datanîn. Gelek sal Yehowa her tişt dikir, wekî alî wan bike. Ewî pêxemberê xwe dişand cem Îsraêliya, lê wana guh nedidanê wan. Hela hê qerfê xwe jî wana dikirin. Lê çawa Yehowa pûtparistî da hildanê?

      Nebûkedneser, padşê Babîlonê, şeher pey şeher zeft dikir. Cara pêşiyê, kengê ewî şeherê Orşelîmê zeft kir, ewî Yehoyakîm Padşa kire dîlê xwe. Ewî usa jî serwêr, esker û merivên destpêşe bire Babîlonê. Xêncî wê yekê, ewî xizna paristgeha Yehowa zeftî xwe kir. Paşî wê yekê Nebûkedneser, Tsedekiya kire padşê Cihûdayê.

      Serîda Tsedekiya gura Nebûkedneser dikir. Lê cimeta dor-berê wî û pêxemberên derew Tsedekiya hêlan kirin miqabilî Babîlonê derê. Lê Yêremya gote Tsedekiya: “Hergê tu miqabilî wan derêyî, wê Cihûdayêda kuştin, birçîbûn û nexweşî destpêbin”.

      Paşî heyşt sala Tsedekiya safî kir miqabilî Babîlonê derê. Wê yekêda ewî alîkarî ji eskerên Misiriya xwest. Wî çaxî jî Nebûkedneser eskerên xwe şande Orşelîmê û eskerên wî dora şeher girtin. Yêremya gote Tsedekiya: “Yehowa dibêje, hergê tu tesmîlî Babîlonê bî, tu û temamiya şeher wê xilaz bin. Lê hergê tesmîlî wan nebî, Babîlonî wê Orşelîmê bişewitînin û te bikine dîl”. Tsedekiya got: “Ez tesmîl nabim!”

      Sal nîvek derbaz bû, eskerên Babîlonê dîwarê Orşelîmê hilşandin û şeher şewitandin. Wana usa jî paristgeh şewitandin, gelek meriv kuştin û hezara kirine dîl.

      Tsedekiya ji Orşelîmê revî, lê Babîloniya dane pey wî, nêzîkî Erîhayê wî girtin û birine bal Nebûkedneser. Padşê Babîlonê usa kir, wekî Tsedekiya pê çevê xwe bivîne, çawa ew kurên wî dikuje. Paşî wê yekê Nebûkedneser, Tsedekiya kor dike û wî davêje kelê, kîderêda wede şûnda ew dimire. Lê Yehowa cimeta Cihûyara soz da û got: “Paşî 70 sala, ezê we dîsa vegerînim Orşelîmê”.

      Lê çi hate serê wan cahila, yên ku çawa dîl birine Babîlonê? Gelo ewana Yehowara amin man?

      “Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê, dîwanêd te rast û heq in” (Eyantî 16:7).

      Pirs: Nebûkedneser kê bû? Çi hate serê Orşelîmê? Tsedekiya kê bû?

      (2 Padşatî 24:1, 2, 8-20; 25:1-24; 2 Dîrok 36:6-21; Yêremya 27:12-14; 29:10, 11; 38:14-23; 39:1-9; Hezeqêl 21:27).

  • Çar Xort Yên ku Yehowara Amin man
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya înkar dikin bixwin xwarina ji sifira padşê

      DERSA 59

      Çar Xort yên ku Yehowara Amin man

      Çaxê Nebûkedneser zureta serwêrên Cihûdayê bire Babîlonê, ewî wezîrê xwe, Aşkenaz, ser wanra kifş kir. Nebûkedneser gote Aşkenaz, wekî ji wan xorta yên lapî sihet-qewat û aqil bijbêre. Padşe ferman da, wekî ew xortên cahil sê sala bêne hînkirinê. Ew hînkirin gerekê alî wan bikira, wekî ewana bibûna merivne navdar Babîlonêda. Ew xort gerekê bihatana hînkirinê binivîsin, bixûnin, û zimanê Babîloniya hîn bin. Usa jî wana gerekê ew xwarin bixwarana, yên ku didane ber padşê û wezîrên wî. Navê wan çar xorta Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya bû. Aşkenaz navê teze yên ku Babîlonêda belabûyî bûn, da ser wan xorta: Belteşatsar, Şedrak, Meşak û Abednego. Gelo ewê hînkirinê riya wan girt, wekî ewana îda Yehowara xizmet nekin?

      Ewan çar xorta dilê xweda safî kiribûn, wekî gura Yehowada bimînin. Wana zanibû, wekî gerekê xwarina ji sifira padşê nexwin, çimkî nava wê xwarinêda jî hebû goştên wan heywana, kîjan bi qanûna Yehowa îzin tune bû bixwin. Lema jî wana gote Aşkenaz: “Ji kerema xwe zorê me neke, wekî em xwarin ji sifira padşê bixwin”. Aşkenaz gote wan: “Hergê hûn wê xwarinê nexwin, hûnê nexweş kevin, û hergê padşa ewê yekê bivîne, wê min bikuje!”

      Daniyêl tiştek safî kir û gote wî: “Ji kerema xwe nava dehe rojada tenê xwarinên pê pincarê û bê goşt bidine me. Paşê wan dehe roja me beramberî wan cahila kin, yên ku ji sifira padşê dixwarin”. Aşkenaz tevî wan razî bû.

      Paşî dehe roja, Daniyêl û sê hevalên wî diha sihet-qewat dihatine kifşê, ne ku cahilên din. Ew yek gelek dilê Yehowa xweş hat, wekî ew xort wîra amin man. Yehowa usa jî bîlanî da Daniyêl, wekî ew bikaribe dîtinoka û xewna şiroveke.

      Gava hînkirina wan xilaz bû, Aşkenaz ew cahil birine bal Nebûkedneser. Kengê padşa tevî wan xeber da, ewî texmîn kir, wekî Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya ji her xortên din aqiltir in. Lema jî ewî ew çar xort padşatiya xweda kifş kirin. Paşî wê yekê padşa gelek car şîret ji wana dixwest, derheqa pirsên ferz. Yehowa bîlaniya usa da wan, wekî bal tu aqilbend û sêrbazên padşê tune bûn.

      Rast e Daniyêl, Hananya, Mîşaêl û Azarya welatê xerîbda bûn, lê dîsa jî bîr nedikirin, wekî ewana ji cimeta Yehowa ne. Lê hergê tu jî ji dê-bavê xwe dûr bî, gelo tuyê Yehowara amin bimînî?

      “Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke, lê tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hizkirinêda, baweriyê û helaliyêda” (1 Tîmotêyo 4:12).

      Pirs: Çawa tu dişirmîş dibî, çira Daniyêl û sê hevalên wî Yehowara amin man? Çawa Yehowa alî wan kir?

      (Daniyêl 1:1-21).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin