KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Xewn Derheqa Baxa Mezin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Baxa ji xewna Nebûkedneser Padşa hate birînêThe tree in King Nebuchadnezzar’s dream is chopped down

      DERSA 62

      Xewn Derheqa Baxa Mezin

      Şevekê Nebûkedneser xewneke tirs dît. Ewî gazî mêrên bîlan kir û ji wana pirsî, ew xewn çi tê hesabê. Lê tu kesî ji wan nikaribû ewê xewnê wîra şiroveke. Axiriyê padşa gazî Daniyêl kir.

      Nebûkedneser gote Daniyêl: “Min xewna xweda baxek dît. Ew usa mezin bû, wekî gihîşte ezmana, û ji hemû qulbên dinyayê dihate xuyanê. Ew bi êmîşa tije bû û belgên wî gelek bedew bûn. Heywan bin siya baxda hêsa dibûn, lê çivîka ser çiqilên wî baxî hêlûn xwera çêdikirin. Paşî wê yekê, melek ji ezmana daket. Ewî got, wekî bax û çiqilên wî bibirin. Lê koç bi kokêva erdêda bihêlin. Bira hesin û sifir dora koçva bialînin. Bira dilê baxêye merivayî bê guhastinê ser dilê heywên û paşî wê yekê heft wext wê derbaz bin. Û meriv wê pêbihesin, wekî Xwedê ye Serwêrê hemû dinyayê û kêra dixwaze, serwêrtiyê dide”.

      Yehowa Daniyêlra şirovekir çi tê hesabê ew xewn. Gava Daniyêl pêhesiya çi tê hesabê ew xewn, xof kete dilê wî. Ewî got: “Padşê min, minê bixwesta, wekî ew xewn bê serê dijminên te, lê yazix ew derheqa te ye. Ew baxa mezin ya ku hatibû birînê, ew tu yî. Tê serwêrtiya xwe unda kî, û tuyê mîna heywanên beyanî çolêda çêrê bixwî. Lê ew yek ku melek got, koç bi kokêva erdêda bihêlin, tê hesabê wekî tuyê dîsa vegerî ser serwêrtiya xwe”.

      Salek şûnda, Nebûkedneser ser banê mala xwe digeriya, dîna xwe dida şeherê xwe Babîlonê û hewasa wî pêra dihat. Ewî got: “Hela dîna xwe bidin, min şeherekî çiqas mezin û qewî ava kiriye. Ez yekî himzor im!” Ewî hê xeberdana xwe xilaz nekir, dengekî ji ezmana got: “Nebûkedneser, te serwêrtiya xwe unda kir”.

      Wê demê, Nebûkedneser hişê xwe unda kir û bû mîna heywanên beyanî. Lema jî ew îda nikaribû mala xweda bimîne, lê tevî heywanên beyanî çolêda dijît. Porê wî mîna perên teyr dirêj bibûn û neynikên wî mîna pencê teyr bûn.

      Heft sal derbaz bûn, Nebûkedneser hate ser hişê xwe û Yehowa dîsa serwêrtiya Babîlonê da destê wî. Nebûkedneser got: “Pesina didime Yehowa, Xwedayê herî Himzor. Niha ez zanim, wekî Yehowa ye Padşê erd û ezmana. Ew merivên babax nimiz dike û kêra dixwaze, serwêrtiyê dide”.

      “Berî wêranbûnê kubarî tê û berî ketinê ruhê babaxîyê” (Metelok 16:18).

      Pirs: Çi dihate hesabê xewna Nebûkedneser? Çawa ji xeberên Nebûkedneser tê kifşê, çi ders ewî xwera hilda?

      (Daniyêl 4:1-37).

  • Nivîsara Ser Dîwêr
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
    • Dest dinivîse ser dîwêr

      DERSA 63

      Nivîsara ser Dîwêr

      Wede şûnda Belşatsar bû padşê Babîlonê. Rojekê, ewî bi hezara merivên navdar teglîf kir, seva ku tevayî kêf kin. Ewî gote xulamên xwe, wekî ewana kasên zêr bînin, kîjan Nebûkedneser ji paristgeha Yehowa hilda bû. Belşatsar û mêvanên wî ji wan kasên zer vedixwarin û xudanên xwe rûmet dikirin. Nişkêva destê mêriv xuya bû û destpêkir xeberên ecêb ser dîwêr binivîse.

      Belşatsar gelek tirsiya. Ewî gazî sêrbazên xwe kir û soz da wan: “Hergê kesek bikaribe wan xebera şiroveke, ewê padşatiyêda ciyê sisiya bigire”. Wana çi jî kir, lê yeke nikaribûn wan xebera şirovekin. Paşî wê yekê jin-padşa hat û got: “Wira mêrekî heye, navê kîjanî Daniyêl e, û ew xewn-xeyalên Nebûkedneser şirovedikir. Ewê bikaribe wan xebera tera jî şiroveke”.

      Daniyêl hate cem Belşatsar padşa, û ewî gote Daniyêl: “Hergê tu bikaribî wan xebera minra şirovekî, ezê zincîra zêr pêşkêşî te kim û te bikime serwêrê sisiya padşatiyêda”. Daniyêl caba wî da û got: “Ez pêşkêşên te qebûl nakim, lê wan xebera ezê tera şirovekim. Bavê te Nebûkedneser gelek qure bû, û Yehowa vî nimiz kir. Te derheqa wê yekê zanibû, lê dîsa jî te ji kasên zêr vedixwar, kîjan ku ji paristgeha Yehowa hatibûn hildanê. Bi wan kirên xwe te Xwedê bêhurmet kir. Lema jî Xwedê ew xeber tera nivîsî: “Mene, Mene, Tekel û Peres. Ew xeber têne hesabê, wekî Medya û Faris wê Babîlonê zeft kin û padşatiyê ji destê te bistînin”.

      Eskerên Padşê Koreş çemra derbaz bûn û ketine dergehê şeher

      Dihate kifşê, ku tu kes wê nikaribe Babîlonê zeft ke. Ew şeher bi dîwarên qalim hatibû avakirinê û dorêra dikişiya. Lê hema wê şevê, Medya û Farisa Babîlon zeft kirin. Padşê Farisa, Koreş, riya ava çem, da guhastinê, ava çem daket û esker îda karibûn çemra derbaz bin û nêzîkî dergehên şeher bin. Bide hesabê xwe, wê şevê dergehên şeher vekirî mabûn! Esker ketine hindur, şeher zeft kirin û padşa kuştin. Usa Koreş bû serwêrê Babîlonê.

      Wê salê Koreş elam kir: “Yehowa gote min, wekî paristgeha Orşelîmê tezeda ava kin. Her kes ji cimeta wî, kê dixwaze alîkariyê bide, dikare here”. Ça Yehowa soz dabû, 70 sal paşî wêrankirinê Orşelîmê, gelek Cihû paşda vegeriyan. Koreş hemû kasên zêr û zîv, kîjan Nebûkedneser ji paristgehê hildabû, paşda vegerand. Te dîna xwe da wê yekê, ça Yehowa bi saya Koreş alî cimeta xwe kir?

      “Hilşiya, wêran bû, Babîlona mezin! Ew bû cî-war, miskenê cina” (Eyantî 18:2)

      Pirs: Çi dihatine hesabê nivîsarên ser dîwêr? Yehowa çi gote Koreş, wekî ew bike?

      (Ezra 1:1-11; Daniyêl 5:1-30; Îşaya 44:27–45:2; Yêremya 25:11, 12).

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin