KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2020 | Gulan
    • GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 19

      Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda

      “Wexta dawiyêda wê qiralê [padşê] başûrê bi wîra [padşê bakurêra] şer bike” (DAN. 11:40).

      KILAMA 150 Xwe li Xwedê Bigire, ku Xilaz bî

      VÊ GOTARÊDAa

      1. Pêxembertiya Kitêba Pîroz çi mera eyan dike?

      ZÛTIREKÊ cimeta Yehowa wê rastî çi bê? Em haş ji vê yekê hene. Pêxembertiyên Kitêba Pîroz mera eyan dikin derheqa qewimandinên ferz, ku wê ser me her kesî hukum bin. Pêxembertîk mera eyan dike, ku hine serwêrtiyên lape qewat wê çi bikin. Ev pêxembertî Daniyêl serê 11-da nivîsar e, û gilî dike derheqa du padşên ku hevra dijminatiyê dikişînin, ew hene padşê bakurê û padşê başûrê. Ev pêxembertî nîvê zef îda hatiye sêrî, lema em dudilî nînin, wekî çi ku maye, ew jî wê ese bê sêrî.

      2. Li gora Destpêbûn 3:15 û Eyantî 11:7 û 12:17, em gerekê çi bîra xweda xwey kin, gava pêxembertiya Daniyêl lêkolîn dikin?

      2 Seva em pêxembertiya Daniyêl ji serê 11 fem kin, em gerekê bîr nekin, wekî wêderê tê gotinê derheqa wan serwêr û serwêrtiya, yên ku xût pey cimeta Xwedê diketin. Rast e hejmara xizmetkarên Xwedê himberî bineliyên temamiya dinyayê gelek biçûk e, yeke ewana dikevine çeva. Çira? Çimkî ewana ber çevê Şeytan û dinya wî reş in, û lema nêta wan ew e ku qira xizmetkarên Yehowa bînin. (Bixûne Destpêbûn 3:15 û Eyantî 11:7; 12:17.) Xêncî vê yekê, pêxembertiya ji kitêba Daniyêl girêdayî ye tevî pêxembertiyên mayîn. Lema jî seva evê pêxembertiyê rast fem kin, em gerekê beramberî rêzên din bikin.

      3. Emê vê gotarêda û gotara dinda derheqa çi pêbihesin?

      3 Vê gotarêda emê şêwir kin kitêba Daniyêl 11:25-39. Emê pêbihesin ku ji sala 1870 heta sala 1991 padşê bakurê û padşê başûrê kê bûn, û emê bivînin, ku çira lazim e femkirina xwe hindava vê para pêxembertiyê, biguhêzin. Lê gotara dinda, emê şêwir kin ku para din ya vê pêxembertiyê, kîjan Daniyêl 11:40–12:1-da nivîsar e, çi eyan dike derheqa wedê ji sala 1991 destpêkirî heta şerê Harmegedonê. Wedê lêkolînkirina van du gotara, wê baş be dîna xwe bidine çargoşa bi navê “Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê”. Ya pêşin, were em pêbihesin, du padşa vê pêxembertiyêda kê ne.

      ÇA TÊDERXIN KU KÊ YE PADŞÊ BAKURÊ Û PADŞÊ BAŞÛRÊ

      4. Kîjan sê tişt alî me dikin wekî têderxin, ku kê ne padşê bakurê û padşê başûrê?

      4 Sernav “padşê bakurê” û “padşê başûrê” pêşiyê ser wan serwêra dihate gotinê, yên ku wan ciya padşatî dikirin, ku ji Îsraêlê aliyê bakurê û başûrê bûn. Lê çira em usa dibêjin? Dîna xwe bidinê, ku melek Daniyêlra çi got: “Ez hatim ku, ka wê rojên dawînda çi bê serê netewa [cimeta] te ez tera bêjim” (Dan. 10:14). Heta Pênciye Hesabê sala 33 D.M., miletê Îsraêl cimeta Xwedê bû. Paşê Yehowa eşkere kir, wekî îda şagirtên Îsayî amin bûne cimeta wî. Lema jî pêxembertiya Daniyêl ji serê 11, diha zef ne ku derheqa miletê Îsraêlê ye, lê derheqa şagirtên Mesîh ye (Kar. Şand. 2:1-4; Rom. 9:6-8; Galt. 6:15, 16). Û cûre-cûre wededa, cûre-cûre serwêr dibûne padşê bakurê û padşê başûrê, lê ewana sê tiştada nedihatine guhastinê. Ya pêşin, ew herdu padşa pey cimeta Xwedê diketin. Ya duda, ew yek ku ewana ça bûn hindava cimeta Xwedê, dida kifşê ku ewana Xwedêyê rast Yehowa nefret dikin. Û ya sisiya, ev herdu padşa bona hukumtiyê hevra diketine hucetê.

      5. Ji sala 100 heta sala 1870, gelo padşê bakurê û padşê başûrê hebûn? Şirovekin.

      5 Qirna dudada D.M., Mesîhiyên qelp ketine nava civata Mesîhîtîda. Ewana hînkirinên pûtparista bela dikirin û rastiyên ji Xebera Xwedê vedişartin. Ji wî wedeyî, heta xilaziya qirna 19, ser erdê teşkîleta Xwedê tune bû. Mesîhiyên qelp mîna zîwana gelek bela bûn, lema jî çetin bû têderxin, ku bi rastî Mesîhiyên rast kê ne (Met. 13:36-43). Ça tê kifşê ji sala 100 heta sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê tune bûn, çimkî wî çaxî teşkîleta Xwedê tune bû, ku wana hicûmî ser kirana.b Lê paşî sala 1870 padşê bakurê û padşê başûrê xuya bûn. Çira em usa dibêjin?

      6. Kengê cimeta Xwedê dîsa eyan bû? Şirovekin.

      6 Ji destpêka sala 1870 cimeta Xwedê destpêkir saz be ça kom. Vê salê Çarlz T. Rassêl û piştgirên wî, koma lêkolînkirina Kitêba Pîroz saz kirin. Li gora pêxembertiyê Rassêl bira û hevalên wî bûne “elamçî”, kîjanî ku pêşiya sazbûna Padşatiya Mesîhîtî rê hazir kir (Malx. 3:1, DT). Hingêda cimeta Xwedê dîsa eyan bû! Lê gelo wî wedeyî hebûne serwêrtiyên usa, ku pey xizmetkarên Xwedê diketin? Belê, hebûn û were em şêwir kin ku em vê yekê ji ku zanin.

      PADŞÊ BAŞÛRÊ KÊ YE?

      7. Heta sala 1917, padşê başûrê kê bû?

      7 Ji sala 1870, Brîtanya bû împêriya hemdinyayê, ordiyên kîjanî lape qewî û mezin bûn. Pêxembertiyêda ew împêriya bi sîmbolîk ça stirûkî biçûk bû, kîjan sê stirûyên mayîn rakir, dêmek Fransa, Îspanya û Nîdêrland (Dan. 7:7, 8). Heta sala 1917, Brîtanya padşê başûrê bû. Wî wedeyî, nava dinyayêda Amêrîka bû welatekî lapî dewletî, û destpêkir tevî Brîtanyayê hevkariyê bike.

      8. Wan rojên axiriyêda kê ye padşê başûrê?

      8 Şerê Hemdinyayê I-da, Amêrîkayê û Brîtanyayê qewata xwe kirine yek û bûne piştgirên hev. Hingêda Brîtanya û Amêrîka tevayî bûne Împêriya Anglo-Amêrîkaya Hemdinyayê. Ça Daniyêl pêxembertî kir, ev padşê başûrê “artêşekî [ordîke] mezin û zef xwurt [qewî]” top kir (Dan. 11:25). Nava wan rojên axiriyêda, Anglo-Amêrîka padşê başûrê ye.c Lê kê bû padşê bakurê?

      Pêxembertî derheqa Împêriya Anglo-Amêrîkaya Hemdinyayê

      Padşê başûrê, dêmek Împêriya Anglo-Amêrîkayê, cûre-cûre pêxembertiyên Kitêba Pîrozda, bi sîmbolîk tê eyankirinê ça . . .

      • Nigên ji hesin û heriya sor.

        nigên ji hesin û heriya sor (Dan. 2:41-43)

      • Serê cenewir pê stirûya. Nava stirûyên wîda, stirûkî biçûk pê çev û dev dertê.

        stirûyê ku ser serê cenewir derket (Dan. 7:7, 8)

      • Cenewir pê dehe stirûya û heft seriya.

        serê hefta yê cenewir (Eyan. 13:1)

      • Cenewir pê du stirûya.

        cenewirê bi du stirûya (Eyan. 13:11-15)

      • Esker wedê şer çekên xwe derxistin.

        “pêxemberê derew” (Eyan. 19:20)

      KÊ BÛ PADŞÊ BAKURÊ?

      9. Kengê padşê bakurê dîsa xuya bû, û Daniyêl 11:25 ça hate sêrî?

      9 Çaxê Rassêl û hevalên wî koma lêkolînkirina Kitêba Pîroz saz kirin, paşê sala 1871 padşê bakurê dîsa xuya bû. Vê salê polîtîk Otto fon Bîsmark, çend rêgîon kire yek, û usa Almanya bû Împêriya qewî. Padşakî ji wan rêgîona, bi navê Wîlhêlm I, bû împêratorê pêşin, û ewî Bîsmark kifş kir ça serokwezîrê pêşin.d Bi deha sala şûnda, Almanya diha qewat bû û welatên Afrîkayê û têrîtoriyên Okyanûsa Mezin kire bin destê xwe. Ew xwest ji Brîtanyayê qewattir be. (Bixûne Daniyêl 11:25.) Ewî ordiya xwe qewî û mezin kir. Û şerê hemdinyayê yekêda, Almanyayê pê ordiya xweye mezin, miqabilî dijminên xwe şer dikir.

      10. Daniyêl 11:25b, 26, ça hate sêrî?

      10 Paşê Daniyêl pêxembertiyê dike, wekî çi wê bê serê Împêriya Almanyayê û ordiya wîye mezin. Vê pêxembertiyêda derheqa padşê bakurê tê gotinê, ku ew “wê nesekine”, dêmek wê nemîne. Lê menî wê çi bûya? Daniyêl dibêje ku ewana wê miqabilî wî “dek û dolaba daynin. Yên xwarina wîyî xweşik xwarine jî wî bişkênin” (Dan. 11:25b, 26a). Wedê Daniyêlda, ewên ku “xwarinên xweşik yên qiral” dixwarin, ew bûn, yên ku ber padşa disekinîn û ciyê bilind digirtin (Dan. 1:5). Lê vê pêxembertiyêda kê bûn yên ku xwarinên padşa dixwarin? Ewana ew bûn, kîjan ku Împêriya Almanyayêda ciyê bilind digirtin, mesele gênêralên împêratorê û şêwirdarên eskerî. Ew merivên ku Împêriya Almanyayêda ciyê bilind digirtin, tiştên usa kirin, ku padşa hukumê xwe unda kir û împêriya hilşiya.e Daniyêl ne tenê derheqa hilşandina vê împêriyayê pêxembertî kir, lê usa jî derheqa axiriya şerê wê tevî padşê başûrê. Pêxembertiyêda derheqa padşê bakurê, hatiye gotinê: “Wê artêşa wî belav bibe û geleka wê bên lêxistin û bikevin” (Dan. 11:26b). Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, şerê hemdinyayê yekêda, ordiya Almanyayê hev bela bû û gelek meriv hatine kuştinê. Nava terîxiya însanetêda tu car haqas meriv şerda nemirine.

      11. Padşê bakurê û padşê başûrê çi kirin?

      11 Derheqa wextê pêşiya Şerê Hemdinyayê I, Daniyêl 11:27, 28-da tê gotinê, ku padşê bakurê û padşê başûrê wê ber “sifrekê derewa” bêjin. Usa jî kitêba Daniyêlda tê gotinê, wekî padşê bakurê wê xwera hebûka mezin top ke. Ew pêxembertî hema usa hate sêrî. Lê çi cûreyî? Almanyayê û Brîtanyayê hevra gotin ku edilayê dixwazin, lê ev gotinên wan derew derketin çaxê sala 1914-da şerê hemdinyayêda wana destpêkir tevî hev şer kin. Lê pêşiya sala 1914, nav temamiya dinyayêda Almanyayê aliyê dewletîbûnêda ciyê duda digirt. Paşê Almanya, dêmek padşê bakurê, şer kir tevî padşê başûrê, lê ewî da der, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê Daniyêl 11:29 û 30a-da.

      EW HERDU PADŞA PEY CIMETA XWEDÊ DIKEVIN

      12. Şerê hemdinyayê pêşinda, padşê bakurê û padşê başûrê çi dikirin?

      12 Ji sala 1914, ew herdu padşa hevra diketine lecê û herdu jî pey cimeta Xwedê diketin. Mesele, şerê hemdinyayê pêşinda, dewleta Almanyayê û Brîtanyayê pey xizmetkarên Xwedê diketin, çimkî wana înkar dikir şerda meriva bikujin. Û dewleta Amêrîkayê jî birên ku rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dikirin, kire kelê. Bi vê yekê pêxembertiya ji Eyantî 11:7-10 hate sêrî.

      13. Ji destpêka sala 1933 û wedê şerê hemdinyayê duda, padşê bakurê çi kir?

      13 Paşê, îda ji destpêka sala 1933, û îlahî wedê şerê hemdinyayê dudada, padşê bakurê cimeta Xwedê gelek dizêrand. Çaxê partiya Natsîsta, Almanya hildane bin destê xwe, Hîtlêr û piştgirên wî, şixulê cimeta Xwedê qedexe kirin. Wana bi seda xizmetkarên Yehowa kuştin, û bi hezara zêdetir kirine girtîgehê. Daniyêl derheqa wan zêrandina pêxembertî kiribû. Padşê bakurê şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kir, û bi vê yekê bi sîmbolîk “paristgeh” heram kir û qurbanên ku timê dianîn, da hildanê (Dan. 11:30b, 31a). Serokê wî, Hîtlêr, hela hê sond jî xwar, ku wê Almanyayêda qira hemû xizmetkarên Xwedê bîne.

      PADŞÊ BAKURÊYÎ TEZE XUYA DIBE

      14. Kê bibû padşê bakurê paşî şerê hemdinyayê duda? Şirovekin.

      14 Paşî şerê hemdinyayê duda, dewleta Komûnîstî ya Yektiya Sovyetê, heçî zef têrîtoriya ku Almanyayê zeft kiribû, hilda bin destê xwe û bû padşê bakurê. Mîna Natsîstên bêrem, Yektiya Sovyetê jî eşkere nîşan kir, ku çiqas nefret dike wan meriva, yên ku Xwedêyê rast dihebînin û qirara wî datînin ciyê pêşin.

      15. Çaxê Şerê Hemdinyayê II xilaz bû, padşê bakurê çi kir?

      15 Çaxê Şerê Hemdinyayê II xilaz bû, hine wede şûnda Yektiya Sovyetê û piştgirên wê, dêmek padşê bakurêyî teze, hicûmî ser cimeta Xwedê kir. Li gora pêxembertiya ji Eyantî 12:15-17, evî padşayî şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kir û bi hezara xizmetkarên Yehowa aksor kir. Bi rastî nava wan rojên axiriyêda, padşê bakurê ça bêjî “lêya” zêrandinê ser wanda anî, seva şixulê cimeta Xwedê bide sekinandinê, lê jêra hev nehat.f

      16. Pêxembertiya ji Daniyêl 11:37-39, ça ser Yektiya Sovyetê hate sêrî?

      16 Bixûne Daniyêl 11:37-39. Li gora vê pêxembertiyê padşê bakurê hindava “Xwedêyê kal-bavên xwe, DT”, qedir nîşan nekir. Çi cûreyî? Yektiya Sovyetê pê vê nêtê ku koka rêlîgiya bîne, her tişt dikir seva qewata teşkîletên rêlîgî sist ke. Lema jî serwêrên Sovyetê bona vê yekê hela hê ji sala 1918 fermanekî usa dan, kîjan ku hîm danî wekî mektebada atêîzm bê hînkirinê. Lê li gora pêxembertiyê, padşê bakurê ça pesin da xudanê “birca”? Yektiya Sovyetê bêhesab pere xerc kir, seva ordiya xwe qewî ke, û bi hezara bombên atomê çêkir, wekî qewata xwe mezin ke. Hin padşê bakurê hin jî padşê başûrê, axiriyêda xwera çekên usa qewî top kirin, ku dikarin qira bi mîlyarda meriva bînin!

      HEVKARIYA DU PADŞA

      17. “Tiştê mekrûh yê ku xirab dike”, bi sîmbolîk çi tê hesabê?

      17 Padşê bakurê tenê tiştekîda piştgiriya padşê başûrê kir: Ewana herdu jî “tiştê mekrûh yê ku xirab dike” ava kirin (Dan. 11:31). Ew “tiştê mekrûh”, dêmek tiştê heram, bi sîmbolîk tê hesabê teşkîleta Miletên Yekbûyî.

      18. Çira ser Miletên Yekbûyî tê gotinê “tiştê mekrûh”?

      18 Teşkîleta Miletên Yekbûyî bi sîmbolîk tê hesabê “tiştê mekrûh” yanê heram, çimkî ew elam dike, wekî dikare vê yekê bike, çi ku tenê Padşatiya Xwedê dikare bike, dêmek edilayê bîne ser erdê. Vê pêxembertiyêda usa jî tê gotinê, wekî ev tiştê heram, dêmek teşkîleta Miletên Yekbûyî, wê hemû rêlîgiyên qelp kuta ke (Binihêre çargoşe “Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê”).

      ÇIRA EM GEREKÊ EVÊ TERÎXIYÊ BIZANIBIN?

      19-20. a) Çira em gerekê evê terîxiyê bizanibin? b) Caba kîjan pirsê emê gotara mayînda pêbihesin?

      19 Em gerekê evê terîxiyê bizanibin, çimkî ew îzbat dike ku ji sala 1870 heta sala 1991, pêxembertiya Daniyêl derheqa padşê bakurê û padşê başûrê hatiye sêrî. Lema jî em bawer dikin, ku para vê pêxembertiyê ya ku maye, ew jî wê bê sêrî.

      20 Sala 1991, Yektiya Sovyetê hilşiya. Lê kê ye îro padşê bakurê? Caba vê pirsê emê gotara mayînda pêbihesin.

      HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

      • Kîjan sê tişt alî me dikin, ku têderxin padşê bakurê û padşê başûrê kê ne?

      • Ji sala 1870 heta 1991 padşê bakurê û padşê başûrê kê bûn?

      • Çira em gerekê evê terîxiyê bizanibin?

      KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

      a Em eşkere divînin ku pêxembertiya Daniyêl derheqa padşê bakurê û padşê başûrê heta îro tê sêrî. Lê em vê yekêda çira bawer in? Û çira lazim e em evê pêxembertiyê kûr fem bikin?

      b Ser hîmê vê yekê, em gerekê Aûrêlyan Împêratorê Romê (270-275 D.M.), hesab nekin ça padşê bakurê, û usa jî Zênobya Jin-padşa (267-272 D.M.), hesab nekin ça padşê başûrê. Lema jî çi ku derheqa van padşa hatiye gotinê kitêba bi navê “Dîna Xwe Bide Pêxembertiya Daniyêl”, serê 13 û 14-da, wê bê guhastinê.

      c Binihêre çargoşe “Pêxembertî derheqa Împêriya Anglo-Amêrîkaya Hemdinyayê”.

      d Sala 1890-da, Kaîsêr Wîlhêlmê II hukumtî ji Bîsmark stand.

      e Ji bo kirên wan împêriya hê zû ket. Mesele, ewana îda piştgiriya kaîsêr nedikirin, înformasiya konfîdênsyalî derheqa şer bela kirin, û zorê kaîsêr kirin, wekî hukumtiya xwe bihêle.

      f Li gora Daniyêl 11:34, zêrandina Mesîhiya aliyê padşê bakurêda, wedekî kin hate sekinandin. Mesele, ev yek qewimî, çaxê Yektiya Sovyetê sala 1991 hilşiya.

  • Îro Padşê Bakurê Kê ye?
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2020 | Gulan
    • GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 20

      Îro Padşê Bakurê Kê ye?

      “Ew wê bigihîje dawiya xwe, û wê kesekî ku alîkariyê jêra bike, tune be” (DAN. 11:45).

      KILAMA 95 Ronayî Hê Zelal Dibe

      VÊ GOTARÊDAa

      1-2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

      EM Xilaziya rojên axiriyêda dijîn, û hê eşkere îzbatkirinên vê yekê divînin. Zûtirekê, Yehowa û Îsa wê qira hemû serwêrtiyên meriva bînin, kîjan ku miqabilî Padşatiya Wî dertên. Heta ew roj bê, padşê bakurê û padşê başûrê wê berdewam kin hevra bikevine hucetê û hin jî pey cimeta Xwedê kevin.

      2 Vê gotarêda emê pêxembertiya ji Daniyêl 11:40–12:1 şêwir kin. Emê pêbihesin ku îro kê ye padşê bakurê û çira em gerekê netirsin çaxê rastî tengasiya bên, yên ku pêşiya me ne.

      PADŞÊ BAKURÊYÎ TEZE EYAN DIBE

      3-4. Îro padşê bakurê kê ye? Şirovekin.

      3 Sala 1991-da Yektiya Sovyetê hilşiya. Hingê xizmetkarên Xwedê ku bin serwêrtiya wêda dijîtin, hinekî “alîkarî” standin, dêmek wextekî azayêda bûn (Dan. 11:34). Bi saya vê yekê, wana aza mizgînî bela dikir, û zûtirekê wan welatada, kîjan berê diketine Yektiya Sovyetê, hejmara mizgînvana bi seda hezara zêde bû. Wede şûnda, Rûsya û welatên ku piştgiriya wê dikin, bûne padşê bakurê. Û çawa me gotara pêşiya wêda şêwir kir, seva têderxin ku padşê bakurê û padşê başûrê kê ne, em gerekê bîr nekin ku kîjan sê tiştada ewana nayêne guhastinê: 1) ewana miqabilî cimeta Xwedê derdikevin, 2) pê wan kirên xwe ewana eşkere dikin ku dijminên Xwedê û cimeta wî ne, û 3) ew herdu padşa hevra dikevine hucetê.

      4 Dîna xwe bidinê, ku çira em dibêjin, wekî îro Rûsya û piştgirên wê, padşê bakurê ne. 1) Ewana pey cimeta Xwedê ketine bi vê yekê, ku şixulê belakirina mizgîniyê qedexe kirine, û bi seda hezara xûşk-bira dizêrînin, kîjan dijîn li ciyên ku bin kontrola wanda nin. 2) Ev kirên wan nîşan dikin, wekî ewana Yehowa û cimeta wî nefret dikin. 3) Ewana seva hukumê xwe zêde kin, dikevine hucetê tevî padşê başûrê, dêmek Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Were em pêbihesin, wekî Rûsya û piştgirên wê, ça bûne padşê bakurê.

      PADŞÊ BAKURÊ Û PADŞÊ BAŞÛRÊ DÎSA HEVRA DIKEVINE HUCETÊ

      5. Daniyêl 11:40-43-da, derheqa kîjan wextî tê gotinê, û çi diqewime wî wedeyî?

      5 Bixûne Daniyêl 11:40-43. Vê pêxembertiyêda tê gotinê derheqa wextê dawînê, dêmek rojên axiriyê. Wan rêzada usa jî tê kifşê hucetiya padşê bakurê û padşê başûrê. Û li gora pêxembertiya Daniyêl, xilaziya rojên axiriyêda, padşê başûrê wê tevî padşê bakurê “şer” bike (Dan. 11:40).

      6. Çi îzbat dike ku herdu padşa hevra dikevine hucetê?

      6 Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra bikevine hucetê, seva hukumê xwe ser dinyayê mezin kin. Mesele, dîna xwe bidin çi qewimî paşî Şerê Hemdinyayê II çaxê Yektiya Sovyetê û piştgirên wê nîvê Ewropayê zêdetir kirine bin destê xwe. Ew kirên padşê bakurê, mecbûr kirin padşê başûrê, wekî tevî welatên din peyman girêde, seva ordiyên xwe bikine yek, û usa teşkîleta bi navê NATO saz bû. Padşê bakurê û padşê başûrê berdewam dikin hevra dikevine hucetê bi vê yekê, ku perê qalim xerc dikin, seva çekên wane lape qewî hebin. Padşê bakurê tevî padşê başûrê dikete hucetê usa jî bi vê yekê, ku wedê şera piştgiriya dijminên wî dikir Afrîkayêda, Asyayêda, û Amêrîkaya Latînîda. Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê hukumê xwe dinyayêda hê zêde dikin. Padşê bakurê û padşê başûrê hev neheq dikin vê yekêda, ku pê programên komputerê ziyanê didine sîstêma heve êkonomîkî û polîtîkî. Li gora pêxembertiya Daniyêl, padşê bakurê usa jî berdewam dike pey cimeta Xwedê keve (Dan. 11:41).

      PADŞÊ BAKURÊ DIKEVE “WELATÊ XWEŞIK”

      7. Çi ye “welatê xweşik”?

      7 Daniyêl 11:41 dibêje, wekî padşê bakurê wê bikeve “welatê xweşik”. Ew çi welat e? Berê welatê Îsraêlê eyan bû ça “xemla hemû welata” (Hezql. 20:6). Xêncî vê yekê, ev welat gelek mexsûs bû, çimkî merivên wêderê Yehowa dihebandin. Lê ji sala 33 D.M., ev îda bi sîmbolîk “welat” e, çimkî îro cimeta Yehowa ser temamiya erdê belabûyî ye. Îro “welatê xweşik” bi sîmbolîk cineta ruhanî ye, çi ku tê hesabê şixulên ruhanî, mesele hebandin Yehowara civatêda û xizmetiyêda.

      8. Padşê bakurê ça kete “welatê xweşik”?

      8 Wedê wan rojên axiriyêda, padşê bakurê çend cara kete “welatê xweşik”. Mesele, çaxê Almanyaya Natsîstî padşê bakurê bû, ew îlahî wedê şerê hemdinyayê duda, kete “welatê xweşik” gava xizmetkarên Xwedê dizêrand û dikuşt. Paşî Şerê Hemdinyayê II, gava Yektiya Sovyetê bû padşê bakurê, ew kete “welatê xweşik” çaxê pey cimeta Xwedê diket û aksor dikir.

      9. Wan salên paşwextiyê, Rûsya û piştgirên wê ça ketine “welatê xweşik”?

      9 Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê jî ketine “welatê xweşik”. Çawa? Sala 2017-da, ev padşê bakurê şixulê cimeta Yehowa qedexe kir û hine xûşk-bira kire kelê. Ewî usa jî edebyetên me û Kitêba Pîroze “Welgerandina Dinya Teze”, qedexe kir. Xêncî vê yekê, ewî Rûsyayêda fîlîala me, Odên Civata û Odên Civatên Mezin ji me stand. Paşî vê yekê, sala 2018-da, Koma Rêberiyê elam kir, ku Rûsya û piştgirên wê, padşê bakurê ne. Rast e xizmetkarên Yehowa zef têne zêrandinê, lê ewana tu car miqabilî serwêra dernayên û ne jî tiştekî dikin seva serwêrtiyê biguhêzin. Dewsê ewana şîreta Kitêba Pîroz tînin sêrî û bona “hemû serwêra” dua dikin, îlahî gava serwêr safîkirinên usa dikin, ku dikarin ser azaya hebandina me hukum bin (1 Tîmt. 2:1, 2).

      GELO PADŞÊ BAKURÊ WÊ PADŞÊ BAŞÛRÊ ALT KE?

      10. Gelo padşê bakurê wê padşê başûrê kuta ke? Şirovekin.

      10 Pêxembertiya ji Daniyêl 11:40-45, heçî zef derheqa kirên padşê bakurê gilî dike. Lê gelo ev tê hesabê, wekî ew wê padşê başûrê kuta ke? Na. Padşê başûrê wê hela hê “sax” be, heta ku Yehowa û Îsa şerê Harmegedonêda qira hemû serwêrtiyên meriva bînin (Eyan. 19:20). Lê çira em vê yekêda bawer in? Dîna xwe bidinê, ku pêxembertiyên ji kitêba Daniyêl û Eyantî çi didine kifşê.

      Kevirê ku ji serê çiyayê tê, nigên heykela mezin dikeve.

      Padşatiya Xwedê ku bi sîmbolîk tê hesabê kevir, wê Harmegedonêda heykelê mezin, dêmek serwêrtiya meriva kuta ke (Binihêre abzasa 11)

      11. Daniyêl 2:43-45 çi eyan dike? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)

      11 Bixûne Daniyêl 2:43-45. Daniyêl derheqa wan serwêrtiya pêxembertî kir, yên ku cûre-cûre wededa pey cimeta Xwedê diketin. Ewana bi sîmbolîk cûre-cûre parên heykelê bûn. Serwêrtiya paşin bi sîmbolîk nigên vî heykelî ne, ku ji hesin û heriya sor in. Ev nig bi sîmbolîk têne hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Ev pêxembertî nîşan dike, wekî Împêriya Anglo-Amêrîka wê hela hê serwêrtiyê bike, heta ku Padşatiya Xwedê qira hemû serwêrtiyên meriva bîne.

      12. Bi sîmbolîk serê hefta yê cenewir kê ye, û çira ferz e vê yekê bizanibin?

      12 Yûhennayê şandî jî derheqa serwêrtiyên dinyayê pêxembertî kir, yên ku pey cimeta Xwedê diketin. Pêxembertiya Yûhennada ew serwêrtî bi sîmbolîk cenewirê pê heft seriya ye. Serê hefta yê cenewir tê hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Eva înformasiya ferz e, çimkî paşî vî serî, îda tu serê mayîn tune ye, ew yê xilaziyê ye. Û ev serê hefta hela hê wê serwêrtiyê bike, heta Mesîh û ordiyên wîyî ezmana ewî cenewirî bi temamî kuta kinb (Eyan. 13:1, 2; 17:13, 14).

      PADŞÊ BAKURÊ AXIRIYÊDA WÊ ÇI BIKE?

      13-14. Kê ye “Gog ji welatê Magogê”, û çi dibeke wê hêrsa wî rake, ku ew pey cimeta Xwedê keve?

      13 Pêxembertiya Hezeqêl mera dide kifşê ku çi wê biqewime pêşiya kutakirina padşê bakurê û padşê başûrê. Hergê em binihêrin pêxembertiyên ji Hezeqêl 38:10-23; Daniyêl 2:43-45; 11:44–12:1; û Eyantî 16:13-16, 21, emê bivînin wekî ew hemû pêxembertî derheqa wedekî dibêjin. Li gora vê yekê, em dikarin axiriyêda hîviya wan tişta bin.

      14 Hine wext paşî destpêka tengasiya mezin, “hemû padşêd dinyayê” wê koalîsya mileta saz kin, dêmek bibine komek (Eyan. 16:13, 14; 19:19). Eva wê ew koalîsya be, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “Gog ji welatê Magogê” (Hezql. 38:2). Ev koalîsya mileta, wê miqabilî cimeta Xwedê derkeve û bixwaze bi temamî qira wê bîne. Lê çira? Derheqa wî wedeyî, Yûhennayê şandî xewn-xeyalêda dît, wekî teyroka gir ser dijminên Xwedêda dibare. Ew teyrok bi sîmbolîk dibeke tê hesabê dîwana sert, ku cimeta Yehowa wê merivara elam kin. Diqewime hema ew elametî wê hêrsa Gog ji Magogê rake, seva miqabilî cimeta Xwedê derê û ser rûyê erdê wana bi temamî kuta ke (Eyan. 16:21).

      15-16. a) Daniyêl 11:44, 45-da, derheqa kîjan qewimandina tê gotinê? b) Çi wê biqewime tevî padşê bakurê û Gog ji Magogê?

      15 Derheqa vê dîwana sert û hicûmkirina ser cimeta Xwedê, Daniyêl 11:44, 45-da jî tê gotinê. (Bixûne.) Daniyêl dibêje, wekî deng û bes ji “rohilatê û ji bakurê” wê bên, ku padşê bakurê “bikesirînin”, û ew wê bi hêrsa mezin derê. Nêta padşê bakurê wê ew be ku “geleka helaq bike”, yanê qir ke. Ça tê kifşê, vira xebera “gelek” ser cimeta Yehowa tê gotinê.c Diqewime wan rêzada Daniyêl nîşan dike, ku dijminên Xwedê wê ça cara paşin hicûmî ser cimeta Xwedê bikin.

      16 Ew hicûmkirina padşê bakurê û serwêrtiyên mayîn, wê hêrsa yê Himzor bîne, û Ew wê şerê Harmegedon destpêke (Eyan. 16:14, 16). Wî wedeyî padşê bakurê û miletên mayîn ku bi sîmbolîk Gog ji Magogê têne hesabê, wê bela xwe bistînin û “kesekî ku alîkariyê” bide wan, wê “tune be” (Dan. 11:45).

      Îsa ser hespê siyar bûye û hazir e tîrê berde. Melekên din jî ser hespa siyar bûne û şûr destê wanda ye.

      Şerê Harmegedonêda Îsa Mesîh û ordiyên wîyî ezmana, wê qira dinya Şeytan bînin û cimeta Xwedê xilaz kin (Binihêre abzasa 17)

      17. “Serokê mezin”, dêmek Mixayîl ku Daniyêl 12:1-da nivîsar e, ser kê tê gotinê, û ew wê çi bike?

      17 Bixûne Daniyêl 12:1. Vê rêzêda hûr bi hûr tê şirovekirinê derheqa vê yekê, ku ça padşê bakurê û piştgirên wî, wê qir bin û ça Yehowa wê cimeta xwe xilaz ke. Ew rêz çi tê hesabê? Vê rêzêda Mixayîl, sernavê Îsa Mesîh ye, ku bû Padşa Padşatiya Xwedêda. Ji sala 1914, çaxê ew Padşatî ser ezmana saz bû, hingêda Îsa bona cimeta Xwedê sekinî ye. Axiriyêda jî ew wê “rabe”, dêmek wê şerê Harmegedonêda dijminên Xwedê kuta ke. Ev şer wê xilaziya vê qewimandinê be, ku Daniyêl nav dike “wextekî tengasiyê”, û kîjan ku nava terîxiya însanetêda tu car tune bûye. Yûhennayê şandî kitêba Eyantîda ewî wextî nav dike “tengasiya mezin” (Eyan. 6:2; 7:14).

      NAVÊ TE WÊ “PIRTÛKÊDA NIVÎSANDΔ BE?

      18. Çira em gerekê ji axiriyê netirsin?

      18 Em gerekê axiriyê netirsin, çimkî pêxembertiyên ji Daniyêl û ji Yûhenna îzbat dikin, wekî wedê tengasiya mezin hemûyên ku Yehowa û Îsara xizmet dikin, wê xilaz bin. Daniyêl dibêje ku navê wan, yên ku wê xilaz bin, wê “pirtûkêda nivîsandî” bin (Dan. 12:1). Lê em gerekê çi bikin seva navê me vê pirtûkêda bê nivîsandinê? Em gerekê pê jîyîna xwe îzbat kin, wekî baweriya xwe Berxê Xwedê, dêmek Îsa tînin (Yûhn. 1:29). Em gerekê emirê xwe tesmîlî Xwedê kin û bêne nixumandinê (1 Pet. 3:21). Û em gerekê nîşan kin, wekî piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin bi vê yekê, ku alî meriva dikin derheqa Yehowa pêbihesin.

      19. Em nihada gerekê çi bikin û çira?

      19 Niha ew wede ye, wekî em îtbariya xwe hindava Yehowa û teşkîleta wî qewî kin. Niha ye wede ku aliyê Padşatiya Xwedê bigirin. Hergê em usa bikin, emê xilaz bin, gava Padşatiya Xwedê qira padşê bakurê û padşê başûrê bîne.

      HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

      • Îro kê ye padşê bakurê?

      • Çi cûreyî padşê bakurê kete “welatê xweşik”?

      • Çi wê biqewime tevî padşê bakurê û padşê başûrê?

      KILAMA 149 Kilama Serketinê

      a Îro padşê bakurê kê ye û ew wê ça bê kutakirinê? Cabên van pirsa wê baweriya me bişidînin û me hazir kin bona tengasiyên ku pêşiya me ne.

      b Bona hê zêde înformasiya derheqa Daniyêl 2:36-45 û Eyantî 13:1, 2 pêbihesin, binihêrin “Birca Qerewiliyê”, ya 15 Hezîranê sala 2012, rûp. 7-11, 12-13, 14-18, 19.

      c Bona hê zêde înformasiya, binihêre “Birca Qerewiliyê” ya 15 Gulanê, sala 2015, rûp. 29-30.

  • Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê
    Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê) — 2020 | Gulan
    • Rojên Axiriyêda Du Padşa Hevra Dikevine Hucetê

      Pêxembertiyên ser vî nexşî wextekîda diqewimin. Ewana hemûşk îzbat dikin, ku em dijîn “wexta dawînê”, dêmek wexta xilaziyê (Dan. 12:4).

      Nexşa ku pêxembertiya nîşan dike, û eyan dike ku ji sala 1870 heta roja îroyîn padşê bakurê û padşê başûrê kê ne.
      • Nexşa 1 dide kifşê pêxembertiyên rojên axiriyê ji sala 1870 heta 1918. Ji destpêka sala 1914 rojên xilaziyê ne. Pêxembertiya 1: Cenewirê pê heft seriya eyan dibe pêşiya wan salên ku nexşêda heye. Wedê Şerê Hemdinyayê I, serê hefta yê cenewir birîndar dibe. Ji sala 1917, serê hefta qenc dibe û cenewir jî qewat dibe. Pêxembertiya 2: Padşê bakurê sala 1871-da eyan bû, lê padşê başûrê sala 1870-da. Padşê başûrê pêşiyê eyan dibe ça Brîtanyaya Mezin, lê sala 1917-da, dibe Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 3: Ji destpêka sala 1870, Çarlz Têyz Rassêl û hevalên wî dibin eyan dibin ça “elamçî”. Ji sala 1881 “Birca Qerewiliyê ya Siyonê” xwendevanên xwe hêlan dikir ku mizgîniyê bela kin. Pêxembertiya 4: Nandirûn; zîwan ji genim başqe bû. Pêxembertiya 5: Ji sala 1917 destpêkirî nig tevî hesin û heriya sor tevhev bûne. Usa jî tê kifşê: Qewimandinên dinyayê ji sala 1914 heta sala 1918, Şerê Hemdinyayê I. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Ji sala 1914 heta 1918, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz Brîtanyayêda û Almanyayêda hatine girtinê. Sala 1918, birên ji ofîsa sereke Amêrîkayêda hatine girtinê.
        Pêxembertiya 1.

        Rêz: (Eyan. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12)

        Pêxembertî: “Cenewir” îda 3 000 sala zêdetir ser meriva hukumtî dikir. Wextê xilaziyêda serê hefta birîndar bû. Wede şûnda ew serî qenc bû û “temamiya dinyayê” pey cenewir çû. Şeytan bi saya cenewir, tevî yên ku mane şer dike.

        Ça hate sêrî: Paşî Sêlavê serwêrtiyên meriva ku dijminatî Yehowara dikirin, destpêkirin ser meriva hukumtiyê bikin. Gelek qirne şûnda, wedê Şerê Hemdinyayê I, Împêriya Brîtanî gelek sist bû. Lê paşê ew dîsa qewat bû bi vê yekê, ku tevî Amêrîkayê bû yek. Îlahî wî wextê xilaziyêda, Şeytan sîstêma xweye polîtîkî miqabilî cimeta Xwedê dide xebatê.

      • Pêxembertiya 2.

        Rêz: (Dan. 11:25-45)

        Pêxembertî: Şerê orta padşê bakurê û padşê başûrê wî wextê xilaziyêda.

        Ça hate sêrî: Almanya û Anglo-Amêrîka miqabilî hev şer dikirin. Sala 1945 Yektiya Sovyetê û piştgirên wê bûne padşê bakurê. Sala 1991-da, Yektiya Sovyetê hilşiya, û hine wede şûnda Rûsya û piştgirên wê, bûne padşê bakurê.

      • Pêxembertiya 3.

        Rêz: (Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18)

        Pêxembertî: Yehowa gerekê “elamçî” bişanda, seva riya berbi sazbûna Padşatiya Xwedê hazir kira. Ew “elamçî” ku komeke ji meriva ye, gerekê “mizgîniyê dilnimizara” elam ke.

        Ça hate sêrî: Ji sala 1870 destpêkirî, Ç. T. Rassêl û piştgirên wî, bi xîret destpêkirin rastiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin û şirovekin. Ji sala 1880, wana dida kifşê wekî gelek ferz e xizmetkarên Xwedê mizgîniyê bela kin. Wana gotar derxistin bi navê “Lazim e 1 000 Mizgînvan” û “Bona Belakirina Mizgîniyê Bijartî ne”.

      • Pêxembertiya 4.

        Rêz: (Met. 13:24-30, 36-43)

        Pêxembertî: Dijmin li nav genimda zîwan çand, û herdu jî hevra digihîjin heta roja nandirûnê; Paşê zîwan ji genim tê başqekirinê.

        Ça hate sêrî: Ji destpêka sala 1870, Mesîhiyên rast destpêkirin ji Mesîhiyên qelp başqe bin, û firqiya orta wanda hê zelal dihate kifşê. Rojên axiriyêda Mesîhiyên rast ça kom organîze bûne û ji Mesîhiyên qelp bi temamî qetiyane.

      • Pêxembertiya 5.

        Rêz: (Dan. 2:31-33, 41-43)

        Pêxembertî: Heykelê ku ji cûre-cûre mêtala bû, nigên wî ji hesin û heriya sor bûn.

        Ça hate sêrî: Heriya sor ew heye cimeta, ku bin serwêrtiya Anglo-Amêrîkayê dijîn. Ew cimet miqabilî wê serwêrtiyê dertê, û lema jî ew serwêrtî qewata xweye mîna hesin bi temamî nikare bide xebatê.

      • Nexşa 2, dide kifşê pêxembertiyên wextê xilaziyê ji sala 1919 heta 1945. Padşê bakurê eyan dibe ça Almanya heta sala 1945. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 6: Sala 1919, Mesîhiyên bi ruh kifşkirî hatine paqijkirinê û civat saz bû. Mizgînî diha bi xîretî dihate belakirinê. Pêxembertiya 7: Sala 1920, Lîga Mileta saz bû û heta destpêka Şerê Hemdinyayê II hebû. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya hela hê heye. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor hela hê hene. Qewimandinên hemdinyayê ji sala 1939 heta 1945, Şerê Hemdinyayê II. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Almanyayêda ji 1933 heta 1945, 11 000 Şedên Yehowa zêdetir ketine kelê. Brîtanyayêda ji sala 1939 heta 1945, weke 1 600 Şedên Yehowa ketine kelê. Amêrîkayêda ji sala 1940 heta 1944, 2 500 cara zêdetir hicûmî ser Şedên Yehowa kirin
        Pêxembertiya 6.

        Rêz: (Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20)

        Pêxembertî: “Genim” dikine embara û “xulamê amin û serwaxt” hate kifşkirinê ser “xulamên malê”. “Mizgîniya Padşatiyê” destpêdibe “li nav temamiya dinyayê” bela be.

        Ça hate sêrî: Sala 1919 xulamê amin ser cimeta Xwedê tê kifş kirinê. Ji wî wedeyî, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz diha zêde xizmet dikin. Îro Şedên Yehowa 200 welatada zêdetir xizmet dikin û ser 1 000 zimana zêdetir edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz derdixin.

      • Pêxembertiya 7.

        Rêz: (Dan. 12:11; Eyan. 13:11, 14, 15)

        Pêxembertî: Cenewirê pê du stirûya, merivên ser erdêra dibêje ku “heykelekî wî cenewirî çêkin”, û ewî “ruh ber heykelê” cenewirda anî.

        Ça hate sêrî: Împêriya Anglo-Amêrîkayê teşkîleta Lîga Mileta saz kir. Miletên mayîn jî piştgiriya vê teşkîletê kirin. Axiriyêda, padşê bakurê jî bû yek tevî Lîga Mileta, lê tenê ji sala 1926 heta 1933. Meriva bawer dikirin, wekî Lîga Mileta wê ser dinyayê edilayê bîne, çi ku tenê Padşatiya Xwedê dikare bike. Îro meriv ser teşkîleta Miletên Yekbûyî jî usa difikirin.

      • Nexşa 3, nîşan dike pêxembertiyên derheqa wextê xilaziyê ji sala 1945 heta 1991. Padşê bakurê eyan dibe ça Yektiya Sovyetê û piştgirên wê heta sala 1991, û paşê Rûsya û piştgirên wê bûne padşê bakurê. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 8: Dûkî mîna ewir ji teqandina bomba atomê, dide kifşê ku Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê ziyaneke gelek mezin anî. Pêxembertiya 9: Dewsa Lîga Mileta, sala 1945 teşkîleta Miletên Yekbûyî saz bû. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya hela hê heye. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor hela hê hene. Pêxembertiya 6, sala 1945 hebûn 156 000 mizgînvana zêdetir. Sala 1991, hebûn 4 278 000 mizgînvana zêdetir. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûn: Yektiya Sovyetê ji sala 1945 heta salên 1950, bi hezara Şedên Yehowa aksorî Sîbîryayê kiribûn.
        Pêxembertiya 8.

        Rêz: (Dan. 8:23, 24)

        Pêxembertî: Padşakî hêrs gerekê derketa, ku belake usa baniya, kîjan tu car tune bû.

        Ça hate sêrî: Anglo-Amêrîka belaya usa mezin anî, ku gelek meriv hatine qirkirinê. Mesele, wedê Şerê Hemdinyayê II, Amêrîkayê du bombên atomê avîte ser wî welatî, kîjan ku dijminê wî û Brîtanyayê bû. Tu car tu çekî, ziyaneke usa mezin neanîbû.

      • Pêxembertiya 9.

        Rêz: (Dan. 11:31; Eyan. 17:3, 7-11)

        Pêxembertî: “Cenewirekî sorê gevez” pê dehe stirûya ji geliyê hey-wayê derdikeve, ew padşê heyşta ye. Kitêba Daniyêl ser wî padşayî dibêje “tiştê mekrûh yê ku xirab dike”.

        Ça hate sêrî: Lîga Mileta wedê Şerê Hemdinyayê II qewata xwe unda kir. Paşî wî şerî, Miletên Yekbûyî ciyê wî girt. Ev jî mîna Lîga Mileta pesina distîne, kîjan ku tenê Padşatiya Xwedêra dikeve. Miletên Yekbûyî wê hicûmî ser hemû rêlîgiya ke.

      • Nexşa 4 dide kifşê pêxembertiyên wextê xilaziyê ji roja îroyîn heta Harmegedonê. Padşê bakurê eyan dibe ça Rûsya û piştgirên wê. Padşê başûrê eyan dibe ça Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Pêxembertiya 10: Serwêrên dinyayê wê elam kin “dinya seqirî û bêxofî ye”. Paşî vê yekê, tengasiya mezin destpêdibe. Pêxembertiya 11: Miletên dinyayê wê pey rêlîgiya qelp bikevin. Pêxembertiya 12: Serwêrtiyên dinyayê wê hicûmî ser cimeta Xwedê bikin. Bijartiyên ku mane wê herin ser ezmana. Pêxembertiya 13: Harmegedon. Siyarê hespê boz serdikeve. Cenewirê pê heft seriya tê kutakirinê; kevirê ku jorda tê, nigên heykelê ji hesin û heriya sor dikeve, û ev heykel tê kutakirinê. Pêxembertiya 1, cenewirê pê heft seriya wê hebe heta Harmegedonê. Pêxembertiya 5, nigên ji hesin û heriya sor wê heta Harmegedonê hebin. Pêxembertiya 6, îro 8 580 000 mizgînvana zêdetir hene. Qewimandinên ku ser cimeta Yehowa hukum bûne: Sala 2017, serwêrên Rûsyayê Şedên Yehowa dikine kelê û avayên fîlîalê ji wana standin.
        Pêxembertiya 10 û 11.

        Rêz: (1 Têsln. 5:3; Eyan. 17:16)

        Pêxembertî: Milet wê elam kin “dinê seqirî û bêxofî ye”, û “dehe stirû” û “cenewir” wê pey “qavê” kevin û lê qir kin. Paşî vê yekê, xezebê ser wan miletada bê.

        Ça wê bê sêrî: Milet dibeke bêjin ku ewana gihîştine edilayê û bêxofiyê. Paşê ew miletên ku piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin, wê qira hemû rêlîgiyên qelp bînin. Ev îda wê destpêka tengasiya mezin be. Tengasiya mezin wê pê şerê Harmegedonê xilaz be, kîderêda wê temamiya dinya Şeytan kuta be.

      • Pêxembertiya 12.

        Rêz: (Hezql. 38:11, 14-17; Met. 24:31)

        Pêxembertî: Gog wê erdê cimeta Xwedê zeft ke. Paşê, melek wê bijartiya bicivînin.

        Ça wê bê sêrî: Padşê bakurê tevî serwêrtiyên dinyayê wê pey cimeta Xwedê kevin. Hine wede paşî destpêka peyketinê, bijartiyên ku mane wê ser ezmana bicivin.

      • Pêxembertiya 13.

        Rêz: (Hezql. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Eyan. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20)

        Pêxembertî: Siyarê “hespekî boz” qira Gog û ordiya wî tîne. “Cenewir” tê avîtinê nava “gola agir” û heykelê mezin hûrdexweşî dibe.

        Ça wê bê sêrî: Padşê Padşatiya Xwedê, dêmek Îsa, wê bê hewara cimeta Xwedê. Ew tevî 144 000 û ordiyên meleka, wê qira koalîsya mileta û temamiya dinya Şeytan bîne.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin