Kî ye Padşê Padşatiya Xwedê?
Ji bîna ber Xwedê hine nivîskarên Kitêba Pîroz hûr bi hûr tiştên usa nivîsîn, ku alî me dikin têderxin wekî kî wê bibe Padşê Padşatiya Xwedê. Ev Serwêr gerekê
Aliyê Xwedêda bihata bijartinê. “Min Padşê Xwe testîq kirîye, . . . De bike Tu ji Min bixwaze, mileta Ez Tera bikim ware, her çar qulbe Tera mal û mikanê” (Zebûr 2:6, 8).
Ji xeza Dawid Padşa bûya. “Bona me zarok hate bûyînê, kur mera hate dayînê; . . . Serwêrtiya wî wê pir zêde be, û xilaziya edilayê wê tune be, li ser textê Dawid û li ser welatê wî” (Îşaya 9:6, 7, DT).
Beytlehmêda bihata bûyînê. “Û tu, ya Beytlehem . . . , zilamê ku bona min bibe serwêrê Îsraêlê, wê ji te derkeve . . . Wê niha ev heta serê erdê mezin be” (Mîxa 5:2, 4).
Bihata înkarkirinê û kuştinê. “Biçûk hate dîtin û ji aliyê mirovanva hate berdan. . . . Û me wî nehesiband. . . . Ew ji ber gunehên me birîndar bû, ji ber fesadiyên [şaşiyên] me, ew êşiya” (Îşaya 53:3, 5).
Ji mirinê bihata rakirinê û aliyê Xwedêda bihata rûmetkirinê. “Çimkî Tê dîyarê mirîyada min nehêlî, ne jî bihêlî aminê Te goristên bibîne . . . Heta-hetaye xêr û xweşî destê Teyî rastêda ye” (Zebûr 16:10, 11).
Îsa Mesîh Serwêrê Layîq e
Nava temamiya terîxiyêda tenê kesek hebû, ser kîjanî ku ew hemû tişt hatine sêrî. Carekê melekekî gote Meryema diya Îsa: “Xudan Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. . . . û xilaziya Padşatiya wî wê tunebe” (Lûqa 1:31-33).
Îsa tu car nebû padşê ser erdê. Lê dewsê ew wê ça Padşê Padşatiya Xwedê ji ezmên ser însanetê serwêrtiyê bike. Çima ew wê Padşakî lapî baş be? Werên em şêwir kin, wekî Îsa çi dikir çaxê ser erdê bû.
Îsa seva meriva xem dikir. Îsa firqî nedikire orta meriva, û alî hemûya dikir (Metta 9:36; Marqos 10:16). Çaxê merivekî kotî ji Îsa lava kir: “Heger tu bixwazî, dikarî min paqij kî”, dilê Îsa ser wî şewitî û ewî ew qenc kir (Marqos 1:40-42).
Îsa hîn kir ça dilê Xwedê şa kin. Ewî got: “Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin”. Ewî usa jî hîn dikir, wekî em gerekê hindava merivada usa bin, çawa ku em dixwazin ewana hindava meda bin. Ev prînsîp hate navkirinê, Qeydê Zêrîn. Xêncî vê yekê, ewî da kifşê, wekî seva Xwedê ne tenê kirên me ferz in, lê usa jî fikir û hestên me. Dêmek, seva ku dilê Xwedê şa kin, em gerekê fikir û xwestinên dilê xwe kontrol kin (Metta 5:28; 6:24; 7:12). Îsa usa jî da kifşê, wekî em gerekê pêbihesin Xwedê çi ji me dixwaze û li gora wê yekê bijîn, çimkî bi rastî tenê ev yek me bextewar dike (Lûqa 11:28).
Îsa hîn dikir çi tê hesabê hiz bikin. Xeber û kirên Îsa meriv hêlan dikirin li gora hînkirinên wî bijîn. “Elalet ser hînkirina wî zendegirtî man, çimkî ewî mîna yekî xweyîhukum ew hîn dikirin” (Metta 7:28, 29). Ewî ewana hîn dikirin: “Dijminêd xwe hiz bikin”. Ewî hela hê seva wan jî dua dikir, kê ku sebebê mirina wî bûn. Ewî got: “Bavo, bibaxşîne van, çimkî nizanin çi dikin” (Metta 5:44; Lûqa 23:34).
Tenê Îsa dikare bibe Serwêrê lapî baş, çimkî ew qenc e û hazir e alîkariyê bide. Lê ew wê çi çax destpêke serwêrtiyê bike?