KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 1 rûp. 14-15
  • Jîyîna bê Strês, Rêalî ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Jîyîna bê Strês, Rêalî ye
  • Hişyar Bin!—2020
  • Têmên Mîna Wê
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2020
  • Bin Serwêrtiya Padşatiya Xwedê wê “Edilayî Gelek be”
    Hişyar Bin!—2019
  • Çawa Strêsêda Teyax kin
    Hişyar Bin!—2020
  • Padşatiya Xwedê bona Îsa Çi Tê Hesabê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2014
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 1 rûp. 14-15
Gede tevî bavê xwe ser pêlên berê dilîze, dê û qîz jî ji devê berê li wan dinihêrin.

ÇAWA JI STRÊSÊ DERÊN

Jîyîna bê Strês, Rêalî ye

Bîlaniya Kitêba Pîroz alî me dike, wekî ji bo tiştên biçûk nekevne strêsê. Hemikî xwexa em nikarin xwe ji wan hemû tişta xwey kin, çi ku strêsê pêşda tîne. Lê Efirandarê me dikare alî me bike. Ewî hela hê kesek jî kifş kiriye, wekî bê hewara me. Ev Îsa Mesîh e. Çaxê ew ser erdê bû, ewî gelek tiştên baş dikir bona meriya. Û zûtirekê ew wê ji wan tişta zêdetir bike bona halxweşiya me. Mesele:

ÎSA WÊ NEXWEŞIYA BIDE HILDANÊ.

“Cimetê her cûre merivêd nexweş anîne cem wî, . . . , û ewî ew hemû jî qenc kirin (METTA 4:24).

ÎSA WÊ CÎ-SITARÊ Û XWARINÊ BIDE HEMÛYA.

“Wê [bineliyên Mesîh] xaniyan ava bikin û rûnên û rezan daynin û mêwa wê bixwin. Wê ew ava bikin û wekî din kes rûnenê” (ÎŞAYA 65:21, 22).

SERWÊRTIYA ÎSA WÊ EDILAYÊ Û BÊXOFIYÊ BÎNE.

“Bira rojêd wîda rastî gul de û edilayî gelek be, heta ku hîv betavebe. Bira hukum ke ji berê heta berê û ji çemê Firatê heta serê dinê. . . . hemû dijminêd wî tozê balêsin” (ZEBÛR 72:7-9).

ÎSA WÊ NEHEQIYÊ BIDE HILDANÊ.

“Dilê wî, wê bona kesîb û belengaza bişewite Ewê nefsa wan ji bindestî û zordariyê aza ke” (ZEBÛR 72:13, 14, DT).

ÎSA WÊ KUL-DERDA Û MIRINÊ BIDE HILDANÊ.

“Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:4).

“ZEMANÊD XIRAB”

“Îro dinya bi strêsê, xemgî- niyê derd-kula û êşê hê zêde bûye. Berê ev tişt haqas tune bûn” (Mûhamêd Yûnis; Rêberê teşkî- letekê, kîjan ku fikirên civakê lêkolîn dike).

Çima îro strês usa belabûyî ye? Kitêba Pîroz zelal caba vê pirsê dide ji 2 Tîmotêyo 3:1: “Rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên”. Ji rêzên din tê kifşê, ku meniya vê yekê xeysetên meriya ne, mesele timayî, babaxî, qelpî, hêrsbûn û heleqetiya xirab malbetêda (2 Tîmotêyo 3:2-5). Zemanên xirab wê hingê xilaz bin, gava Îsa Mesîh, Padşê Padşatiya Xwedê ji ezmên serwêrtiyê bike (Daniyêl 2:44).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin