HER TIŞT BIHA DIBE ÇA EBÛRA XWE BIKIN?
Gumana Xwe Unda Nekin
Gelo welatê teda xercên meriva ji heqê ku ewana distînin zêdetir e? Gelo tu ber xwe dikevî ku ça ebûra xwe yan malbeta xwe bikî? Hergê erê, dibeke tu ber xwe dikevî ku axiriyêda wê halê te ça be. Hela hê derecên usa çetinda jî guman dikare alî me bike.
ÇIRA EV YEK FERZ E?
Merivên xweyîguman ne tenê dixwazin wekî her tişt baş be, lê guman qewatê dide wan ku her tiştî bikin, wekî dereca xwe rast kin. Mesele, hine lêkolîn didine kifşê, wekî merivên xweyîguman . . .
diha hêsa çetinayada sebir dikin
diha hêsa hînî derecên teze dibin
safîkirinên diha bîlan dikin, çi ku alî wan dike sihet-qewata xwe bibine xweyî û bi emirekî rihet bijîn
TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?
Ya pêşin, bifikirin ku dereca weda Kitêba Pîroz ça dikare alî we bike. Kitêba Pîrozda gelek şîretên kêrhatî hene, yên ku dikarin alî we bikin, gava her tişt biha dibe. Ev şîret dikarin alî we bikin wekî xwe bêçare texmîn nekin û diha baş bona çetinayên ku dikarin paşê rastî we bên, hazir bin.
Ya duda, dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîrozda derheqa axiriyê çi tê gotinê. Gava hûn qîmeta Kitêba Pîroz fem kin, ev yek dikare we hêlan ke ku diha kûr lêkolîn kin hela vê kitêbêda derheqa axiriyê çi tê gotinê. Mesele, hûnê pêbihesin ku Xwedê ne ku tenê dixwaze wekî gumana we ser axiriya baş hebe, lê ew usa jî îzbatiyên hîmgirtî dide, wekî ew yek wê eseyî bê sêrî (Yêremya 29:11). Hîmê vê gumanê Padşatiya Xwedê ye.
PADŞATIYA XWEDÊ ÇI YE, Û EWÊ ÇI BIKE?
Padşatiya Xwedê ev heye serwêrtî, ya ku wê ser temamiya dinyayê hukumtiyê bike (Daniyêl 2:44; Metta 6:10). Wî çaxî tu kes wê îda neçerçire, kesîbbûn wê tune be, her dera wê edilayî be û tu kes wê hewcê tu tiştî nîbe.
Bi mîlyona meriv îtbariya xwe wan soza tînin, çimkî bawer in, ku “Xwedêyê xweyê gotina xwe” nikare derewa bike (Tîto 1:2). Lema jî wê gelek baş be wekî em xwexa Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Gumana ku ew dide, me qewî dike wekî em bikaribin çetinayên êkonomîkîda teyax kin û bi baweriyê hîviya axiriya baş bin.