-
Şedên Yehowa Merivên Çi Cûreyî ne?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 1
Şedên Yehowa Merivên Çi Cûreyî ne?
Denmark
Teywan
Vênêsûêla
Hindistan
Tu qet Şedên Yehowa nas dikî? Hinek ji me dibek cînarên te ne, hinek dibek tevî te dixebitin yan jî tevî te mektebêda hîn dibin. Yan jî me tevî te derheqa Kitêba Pîroz xeber daye. Lê tu zanî kî ne em bi rastî, û çira em derheqa hebandina xwe eşkere hemûyara gilî dikin?
Em mîna hemû meriya ne. Em ji cûre-cûre welata nin, û nav meda meriyên kesîb jî hene û yên dewletî jî, xwendî û nexwendî jî hene. Berê, hinek ji me qet Xwedê bawer nedikirin, hinek jî cûrekî mayîn Xwedê dihebandin. Lê pêşiya ku em bibûna Şedên Yehowa, me kûr lêkolîna Kitêba Pîroz dikir û hînkirinên wê dicêriband (Karên Şandiya 17:11). Çi ku em hîn bûn, em tevî van hemû tişta qayîl bûn û me emirê xweda da xebatê, û paşê me xwexa ew rê jibart, wekî Xwedê Yehowara xizmet kin.
Em ji hînbûna Kitêba Pîroz karê distînin. Mîna hemû meriya, em jî rastî çetinaya tên, û kêmasiyên me jî hene. Lê çaxê me emirê xweye her rojîda temî û şîretên ji Kitêba Pîroz didine xebatê, em texmîn dikin ku emirê me hê baş dibe û em bextewar dibin (Zebûr 128:1, 2). Lema jî em van hînkirinên baş, yên ku em ji Kitêba Pîroz pêhesiyan, derbazî meriyên dinêna dikin.
Em bi temî û şîretên Xwedê dijîn. Temî û şîretên Xwedê, yên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, alî me dikin wekî em halxweş bin, qedirê meriya bigirin û hindava meriya qenc û helal bin. Şîretên Xwedê usa jî alî me dikin, wekî sihet-qewata me baş be, wekî em pêşdaçûyî û xwendî bin û seva meriva kêrhatî bin. Usa jî ew alî malbeta dike, wekî nav neferên malêda edilayî, tifaqî û nav-namûsî hebe. Ji Kitêba Pîroz em pêhesiyan, ku “Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta”, lema jî em ketine nav biratiya meye ruhanî, nav kîjanî meriyên ji cûre-cûre welata û mileta ne. Bi saya şîretên Xwedê, em ji problêmên polîtîkê û ji firqiya orta mileta aza bûne. Belê, nav meda cûre-cûre merî ne û nav meda kes nayê hesabê mexsûs, lê tevayî ça cimet, em rastî jî cimeteke mexsûs in (Karên Şandiya 4:13; 10:34, 35).
Çida Şedên Yehowa, mîna hemû meriya ne?
Çi tiştên qîmet Şedên Yehowa pêhesiyan bi saya hînbûna Kitêba Pîroz?
-
-
Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 2
Çira Navê Me Şedên Yehowa ye?
Nuh
Birahîm û Serah
Mûsa
Îsa Mesîh
Geleka tirê ku Şedên Yehowa ev heye navê dînekî nû. Lê bi rastî, hê 2 700 sal pêşda xizmetkarên Xwedayê rast dihatin navkirinê ça “şedên” wî (Îşaya 43:10-12). Heta sala 1931, navê me Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bû. Lê zanî çira me xwera eva nava, Şedên Yehowa, jibart?
Ev nav dide kifşê ku Xwedayê me kî ye. Ji destnivîsarên berê eyan dibe, ku Kitêba Pîrozda navê Yehowa bi hezara cara hatiye xebitandinê. Gelek welgerandinada dewsa vî navî sernavên din, mesele Xwedê û Xudan, hatine xebitandinê. Lê bi rastî Xwedayê rast xwexa navê xwe, Yehowa, Mûsara eyan kiribû û serda giliyên usa wîra gotibû: “Heta-hetayê navê min ev e” (Derketin 3:15). Bi vê yekê Xwedayê rast, xwe ji xwedayên qelp başqe kir. Seva me qedirekî mezin e, ku em navê wî ser xwe digerînin.
Ev nav dide kifşê ku borc û şixulê me çi ye. Nava terîxiyêda hebûn merivên ku şedetî didan derheqa baweriya xwe hindava Yehowa, mesele şedê pêşin Habîl bû. Nava terîxiyêda hebûn meriyên usa ça, Nuh, Birahîm, Serah, Mûsa, Dawid û yên din, kîjan ku ketine nava “elaleta şedaye giran” (Îbranî 11:4-12:1). Mesele, ça hergê kesek ber dîwanê pişta merivekî rast û negunekar bigire û şedetiyê bide, usa jî em şedetiyê didin derheqa Xwedayê xwe û bi xîret rastiyê bela dikin.
Bi vê yekê em çev didine Îsa Mesîh. Kitêba Pîrozda Îsa Mesîh tê navkirinê ça: “Şedê rast û amin” (Eyantî 3:14). Îsa xwexa jî digot, ku evî navê Xwedê da eyankirinê û şedetî dida, wekî meriv derheqa Xwedê rastiyê bizanibin (Yûhenna 17:26; 18:37). Dêmek şagirtên Îsaye rast jî gerekê çev bidana wî, xwe bi navê Yehowa navkirana û bi vê yekê ev nav seva hemû meriya eyan kirana. Şedên Yehowa bi dil û can, hema usa jî dikin.
Çira Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, navê xwe kirine Şedên Yehowa?
Ev çiqas wede ye, ku ser erdê bona Yehowa şede hene?
Kî ye Şedê Yehowayî herî mezin?
-
-
Çawa Rastiyên ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 3
Çawa Rastiyên ji Kitêba Pîroz Hatin Eyankirinê?
Lêkolînkarên Kitêba Pîroz salên 1870-da
Mêr dixûne derxistina pêşine Birca Qerewiliyê
Birca Qerewiliyê ya roja îroyîn
Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku paşî mirina Îsa Mesîh dersdarên nerast wê pey şagirtên Îsa Mesîh kevin, rastiyên ji Kitêba Pîroz wê biguhêzin û nerast derbazî meriya bikin (Karên Şandiya 20:29, 30). Ev yek rastî jî qewimî. Wana hînkirinên Îsa Mesîh tevî hînkirinên pûtparista, lev xistin, û usa Mesîhîtiya nerast pêşda hat (2 Tîmotêyo 4:3, 4). Lema jî pirs pêşda tê: Ji ku em dikarin bizanibin, hela femkirina me derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz rast e, yan na?
Xwedê Yehowa rastiyê eyan dike. Xwedê pêxembertî kir, ku rojên axiriyêda zanebûna rast wê zêde be (Daniyêl 12:4). Sala 1870-da, komeke biçûk, yê ku rastiyê digeriya, têderxist wekî hînkirinên awa gotî Mesîhiya, ne ser hîmê Kitêba Pîroz bûn. Lema jî wana destpêkir bigerin femkirina rast, derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz. Yehowa kerema xwe da wana û alî wan kir, wekî ewana Nivîsarên Pîroz rast fem kin.
Mêrên milûk Kitêba Pîroz hîmgirtî hîn dibûn. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, yên ku îro eyan in ça Şedên Yehowa, bi cûrekî usa baş destpêkirin hîn bin Kitêba Pîroz, wekî hela hê îro jî em vê mêtodê didine xebatê. Wana derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz tevî hev şêwir dikirin û pirs safî dikirin. Çaxê ewana rastî hînkirinên usa dihatin, ku çetin dihate femkirinê, wana derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda ciyên din jî dinihêrîn, seva ku ev pirs wanara hê eyan be. Çaxê ewana dihatin li ser femkirineke usa, yê ku tevî temamiya Kitêba Pîroz lev dihat, wî çaxî wana ev hînkirin dinivîsîn. Bi saya şirovekirina wan, cûre-cûre hînkirinên rast eyan bûn, mesele, hînkirin derheqa: navê Xwedê û Padşatiya wî, qirara Xwedê bona însanetê û erdê, halê miriya û gumana saxkirina miriya. Bi saya lêkolîna wan, ewana ji gelek hînkirinên nerast aza bûn (Yûhenna 8:31, 32).
Sala 1879-da, Lêkolînkarên Kitêba Pîroz texmîn kirin ku wede gihîşt, wekî rastî seva geleka bê eyankirinê. Lema jî di wê salêda wana derxist jûrnala Birca Qerewiliyê, Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike, ya ku heta roja îroyîn jî tê derxistinê. Niha em rastiyê ji Kitêba Pîroz 240 welatada bela dikin, û ser weke 750 zimana mizgîniyê bela dikin. Belê, nava terîxiya dinyayê zanebûna rast tu car usa nehatibû belakirinê, ça îro!
Derheqa rastiyên ji Kitêba Pîroz em çi pêdihesin, çi qewimî paşî mirina Îsa Mesîh?
Bi saya çi, me rastiyên ji Kitêba Pîroz eyan kir?
-
-
Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
-
-
DERSA 4
Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?
Kongo (Kînşasa)
Rwanda
Pareke ji destnivîsarê kîderê ku navê Xwedê Zebûra 69:31-da tê nivîsarê, qirna sisiya yan çara D.M.
Nava gelek sala me cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz dida xebatê, me ev kitêb neşir dikirin û meriyara bela dikir. Lê paşê me dîna xwe dayê, wekî mera welgerandina teze lazim e, bi saya kîjanî meriv wê hê rind rastiyên ji Kitêba Pîroz fem kin, çimkî me zanibû ku qirara Xwedê ew e, wekî her kes zanebûna rast bistîne (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Bona vê yekê, sala 1950-da, me destpêkir welgerandina Kitêba Pîroz ser zimanê îroyîn. Ev welgerandin bi zimanê hêsa, femdarî û rast hate çêkirinê, lema jî navê vê Kitêba Pîroz danîn Welgerandina Dinya Teze. Ev Kitêba Pîroz ser weke 130 zimana zêdetir hatiye welgerandinê.
Kitêba Pîroz gerekê hêsa bihata femkirinê. Wede derbaz dibe qeydê xeberdanê û ziman tê guhastinê, û lema jî gelek welgerandinada giliyên kevin û nefemdarî hene, ji bo çi jî hine ciyên ji Kitêba Pîroz çetin têne femkirinê. Lê usa jî destnivîsarên berê hatibûn dîtinê, yên ku hê rast in û hê nêzîkî orîjînalê ne. Bi saya wan destnivîsara em dikarin zimanê Îbranî, Aramî û Yûnaniya kevin hê hêsa fem bikin.
Kitêba Pîroz gerekê ji orîjînalê, rast û zelal bihata welgerandinê. Gelek ferz e wekî welger bi aminiyê xwe Kitêba Pîroze orîjînal bigirin. Lê hine terciman, dewsa vê yekê, wedê welgerandina Kitêba Pîroz hine tişt diguhêzin. Mesele, gelek welgerandinada navê Xwedê, Yehowa, nehatiye xebitandinê.
Kitêba Pîroz gerekê navê Avtorê xwe hurmet-rûmet ke. (2 Tîmotêyo 3:16) Kitêba Pîroze orîjînalêda navê Xwedê weke 7 000 car hatiye xebitandinê. Jêrê li ser şikil hûn dikarin binihêrin destnivîsarekê, kîjanêda navê Xwedê nivîsar e. Lema jî me Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Tezeda, kîderê ku navê Xwedê, Yehowa, gerekê hebûya, ev nav hatiye nivîsarê (Zebûr 83:18). Bi saya lêkolînê û xebatkirina nava gelek sala, Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze, hewas e seva xwendinê û nav wêda fikirên Xwedê zelal têne kifşê. Firqî tune ser zimanê te Welgerandina Dinya Teze heye yan na, ferz ev e, wekî tu Xebera Yehowa her roj bixûnî (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3).
Çira me safî kir ku mera lazim e Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze?
Her kes kî dixwaze pêbihese derheqa qirara Xwedê, her roj çi gerekê bike?
-