KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 5

      Tu Çi Karê Dikarî Bistînî ji Civata Me?

      Şedên Yehowa Oda Civataye Ergêntînayê

      Argentina

      Civata Şedên Yehowa Sîêrra-Lêonêda

      Sîêrra-Lêonê

      Civata Şedên Yehowa Sîêrra-Lêonêda

      Bêljîk

      Civata Şedên Yehowa Malazya

      Malazya

      Gelek meriv hesab dikin, ku Xwedê gerekê dilê xweda bawer kin, û eseyî nîne herin civata, dêra yan paristgeha. Lê kara te çi ye, hergê tu bêyî ser civata Şedên Yehowa?

      Nava merivên qenc û dilovan tuyê şabûnê bistînî. Mesîhiyên qirna yekê, tevayî top dibûn û civat saz dikirin, seva ku Xwedêra xizmet kin. Li wir ewana Xebera Xwedê hîn dibûn û dil didane hev (Îbranî 10:24, 25). Çimkî civatêda hezkirin hebû, lema jî wana texmîn dikir ku ewana nava hevalên qencda nin, bi rastî nava xûşk-birên xweye ruhanîda nin (2 Têsalonîkî 1:3; 3 Yûhenna 14). Mesîhiyên berê mera meseleke baş hîştine, lema em jî mîna wan civata derbaz dikin û şabûneke mezin distînin.

      Kar ew e, ku civatêda tuyê hîn bî ça prînsîpên ji Kitêba Pîroz bidî xebatê. Wedê berê, ça jî Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, mêr, jin û zar timê diciviyan. Îro jî gava em tevayî top dibin, mêrên cêribandî û maqûl ser hîmê Kitêba Pîroz me hîn dikin û alî me dikin, ku hê kûr pêbihesin, hela ça em dikarin şîret û prînsîpên ji Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê (Qanûna Ducarî 31:12; Nehemiya 8:8). Ser civatê, ji me her kes dikare caba xwe bide û pê kilama pesinê Xwedê bide, bi saya vê yekê baweriya me tê kifşê (Îbranî 10:23).

      Hergê tu gumana xwe bidî ser qewata Xwedê, tuyê karê bistînî. Derbekê Pawlosê şandî civatekêra giliyên usa gotibû: “Ez gelekî heyra dîtina weda me, . . . ku hûn baweriyêda bişidin. Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava” (Romayî 1:11, 12). Belê, gava em têne civatê û timê hev divînin, em baweriyêda dişidin û qewata me jî zêde dibe, wekî em ber çevê Xwedê rast bijîn.

      Hûn jî dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, bêne civatên me, wekî karê bistînin. Em bi dil û eşq te teglîf dikin. Were ser çeva! Derê civata me seva hemûya vekirî ye û wira pera top nakin.

      • Me çev daye kê, ku em dicivin?

      • Em çi karê dikarin bistînin, hergê herin civatên Şedên Yehowa?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Hergê tu dixwazî Oda Civata me bivînî, tu dikarî ji Şedên Yehowa yekêra bêjî, wekî ew Oda Civatê nîşanî te ke.

  • Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 6

      Topbûn û Hevaltiya Me Tevî Xûşk-Bira Çi Karê Dide Me?

      Şedên Yehowa tevî xûşk-bira top dibin

      Madageskar

      Şedekî Yehowa alî bawermendê xwe dike

      Norwej

      Rûspiyên civatê serlêdana bawermendê xwe dikin

      Lubnan

      Şedên Yehowa tevayî top dibin

      Îtalya

      Dixwazî berf be yan bager be, yan paşî xebatê westiyayî bin, yeke em diçine civata xwe, tu çetinayî nikare riya me bigire. Lê zanî çira Şedên Yehowa haqas qewat xerc dikin, wekî timê tevî xûşk-birên xwe top bin?

      Ev yek seva halxweşiya me baş e. “Bona hevdu xem bikin”, vira Pawlos xeber dide derheqa xûşk-birên me, tevî kîjana em ser civînê timê top dibin (Îbranî 10:24). Ev giliyên Pawlos usa jî tê hesabê, ku em gerekê nasiya xwe bidine hev. Bi vê yekê Pawlos hêlana dide me, wekî em usa jî hindava hev dilovan bin. Çaxê em nasiya xwe didine xûşkekê yan birakî me, em têderdixin ku problêmên wan jî mîna yê me ne, û çaxê em ji wan pêdihesin ku ça ewana hêsa problêmên xwe safî dikin, em jî qewî dibin û hêsa ber çetinaya teyax dikin.

      Bi saya vê yekê hevaltiya qayîm saz dibe. Civatêda em top dibin ne ku ça tevî nasên xwe, lê tevî hevalên xweye nêzîk. Em usa jî wede divînin, wekî tevî xûşk-bira hêsa bin û karê bidine hev. Bi saya vê yekê em hîn dibin hê zêde hev qîmet kin, û hezkirina me jî hindava hev hê zêde dibe. Lema, çaxê xûşkek yan birakî me çetinayêda ne, em bi dil û can dixwazin alî wan bikin, çimkî hindava me îda hevaltiya qayîm saz bûye (Metelok 17:17). Bi vê yekê ku em tevî hemû xûşk û bira top dibin û hevaltiyê dikin, em nîşan dikin ku em “hevdura şewat” in (1 Korintî 12:25, 26).

      Em hêlana didine te, wekî tu xwera bijbêrî wan hevala, yên ku qirara Xwedê tînin sêrî. Hevalên usa tuyê nava Şedên Yehowa bivînî. Lema jî îzinê nede tu kesî, wekî rê te bigirin ku tevî me hevaltiyê bikî.

      • Çira topbûn û hevaltiya me tevî xûşk birên me, karê dikare mera bîne?

      • Tu kengê dixwazî bêyî ser civîna me?

  • Ça Derbaz Dibin Civatên Me?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 7

      Ça Derbaz Dibin Civatên Me?

      Civata Şedên Yehowa Zelanda Nûda

      Zelanda Nû

      Civata Şedên Yehowa Japonyayêda

      Japonya

      Şedê Yehowayî cahil ji Ûgandayê Kitêba Pîroz dixûne

      Ûganda

      Du Şedên Yehowa Lîtvanyayêda bi temaşê nîşan dikin, ku çawa bi Kitêba Pîroz şêwir kin

      Lîtvanya

      Mesîhiyên pêşin civatên xwe derbaz dikirin heçî zef pê kilama, duakirina, xwendin û şirovekirina nivîsarê (1 Korintî 14:26). Civatên me jî hema usa derbaz dibin.

      Rêberî ser hîmê Kitêba Pîroz in û kêrhatî ne. Civatek Şemiyê yan Ledê derbaz dibe, ser kîjanî tuyê gotara 30 deqeyî bibihêyî, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz e. Van gotarada tê şirovekirinê, wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa rojên îroyîn û emirê me. Her kes ser civînê tê hêlan dibe, wekî xwexa jî Kitêba Pîroz veke û dîna xwe bide nivîsarê. Paşî vê gotara 30 deqeyî, nava sihetekê Hînbûna “Birca Qerewiliyê” derbaz dibe. Wedê vê hînbûnê her kes dikare caba xwe bide derheqa têmayê, ku ji jûrnala Birca Qerewiliyê seva hînbûnê tê hildanê. Ev civata pê pirs û caba, alî me dike ku em hîn bin rêberiya ji Kitêba Pîroz bidine xebatê. Nav temamiya dinyayê, 110 000 civatada zêdetir, têmaya ji Birca Qerewiliyê ya ku her heftiyê derbaz dibe, yek e.

      Em ser civata hîn dibin, ku hînkirinêda hoste bin. Nava heftiyêda, em dîsa rojekê jî top dibin û civatê derbaz dikin, navê kîjanê ye Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin û ev civat ser sê para paravedibe. Ev civat ser hîmê wan têma ye, yên ku têne dayînê her meh Bernama Civînêda ya Bijîn û Xizmet kin. Para pêşine vê civatê tê navkirinê “Fikirên Qîmet ji Xebera Xwedê”, ya ku alî me dike rind fem bikin wan fikirên Kitêba Pîroz, çi ku civatêda pêşda hatiye xwendinê. Paşê destpêdibe para “Xwe bona Xizmetiyê Hazir kin”, nava kîjanêda temaşe hene ku çawa tevî meriya Kitêba Pîroz şêwir kin. Şîretkar jî dîna xwe didê, ku çi dikare alî şagirta bike, wekî ewana xwendin û hînkirinêda hê pêşda herin (1 Tîmotêyo 4:13). Para paşine vê civatê tê navkirinê “Mîna Îsa Bijîn”, kîderê tê şêwirkirinê wekî çawa em dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz her roj bidine xebatê. Nava vê parêda heye şêwirkirin bi cûrê pirs û caba, çi ku alî me dike Kitêba Pîroz hê rind fem bikin.

      Çaxê tu bêyî ser civatên me, bêşik tuyê eseyî texmîn kî, ku ev hînkirina Kitêba Pîroz ya ku li wir tê derbazkirinê, çiqas baş, rast û kêrhatî ye (Îşaya 54:13).

      • Ser civatên Şedên Yehowa tuyê çi bibihêyî?

      • Careke din tu dixwazî bêyî ser kîjan ji van civata?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Bixûne wan hine têma, yên ku heftiya din ser civatê wê bê derbazkirinê. Paşê bifikire, hela çawa tu dikarî ev tiştên ku tu ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî emirê xweyî her rojîda bidî xebatê.

  • Çira Çaxê Em Diçine Civatê Kincên Baş û Layîq Xwe Dikin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 8

      Çira Çaxê Em Diçine Civatê, Kincên Baş û Layîq Xwe Dikin?

      Bav û kur bona civatê kinca xwe dikin

      Îsland

      Dê û qîz bona civatê xwe hazir dikin

      Meksîka

      Şedên Yehowa ji Gîneya-Bîssau bi kincên terbet xwekirî

      Gînea-Bîssau

      Malbeta ji Fîlîpînê diçe civatê

      Fîlîpîn

      Dîna xwe bide ser şikilên vê broşûrê ku çaxê Şedên Yehowa diçine civatê, ewana ça baş kinca xwe dikin. Çira çaxê em diçine civatê, em gelekî dîna xwe didine ser kincxwekirina xwe?

      Seva ku hindava Xwedêda qedir xwe nîşan kin. Bi rastî Xwedê dîna xwe dide dila, ne ku kincxwekirinê yan bedewiya meriya (1 Samûyêl 16:7). Lê çaxê em dicivin ku wîra xizmet kin, xwestina me ew e ku nîşan kin, wekî em hin qedirê Xwedayê xwe digirin, hin qedirê xûşk-birên xwe. Hergê kesekîra bêjin, ku ew gerekê ber padşakî yan serwêrekî bisekine, ew wê kincên baş û layîq xwe ke, wekî nîşan ke ku qedirê serwêrtiya wî digire. Xwedê Yehowa heye “Padşayê heta-hetayê”, lema jî çaxê em diçine civata wî, dêmek ciyê hebandina wî, bi kincxwekirina xwe, em eyan dikin hela em qedirê wî digirin yan na (1 Tîmotêyo 1:17).

      Seva ku eyan kin van şîret û prînsîpa bi kîjana em dijîn. Kitêba Pîroz şîreta dide me, wekî em kincxwekirinêda “bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin” (1 Tîmotêyo 2:9, 10, Kitabı Mukaddes Şirketi). Kîjan kincxwekirin bê “şerm” dikare bê hesabê? Mesele, kincxwekirina gelek vekirî û ne namûsî, yan jî çaxê kincên usa xwe dikin, wekî dîna meriya gelekî berbi xwe bikişînin. Lê kincxwekirina bê “edeb” tê hesabê kincên sera-bera xwekirî, nepak yan jî ecêb. Lê hergê tu wan şîreta bidî xebatê, nefikire ku tu îda nikarî xwera kinca bijbêrî. Dîsa gelek cûre kincên layîq hene, ku em dikarin xwera bijbêrin. Bi kincxwekirina baş û layîq em dikarin bê xeberdan “hînkirina bona Xilazkirê me Xwedê, her aliyava bixemilînin” û “şikiriyê bidine Xwedê” (Tîto 2:10; 1 Petrûs 2:12). Kincxwekirina meye baş ser civata, hukum dibe ser nihêrandina meriya, wekî ewana wê çi cûreyî ser xizmetkirina me binihêrin.

      Hergê kincên teye seva civatê tune, em hêlana didine te, wekî ev nebe menî ku neyêyî civatê. Eseyî nîne wekî kinc biha be, yan jî gelek bedew, ferz ew e, wekî kinc temiz û layîq be.

      • Ew yek çiqasî ferz e, hela çi kinc me ne çaxê em Xwedêra xizmet dikin?

      • Bi kîjan şîret û prînsîpa em rêberî dibin, çaxê xwera kinca dijbêrin?

  • Em Ça Dikarin seva Civatê Xwe Rind Hazir kin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 9

      Em Ça Dikarin seva Civatê Xwe Rind Hazir kin?

      Şedê Yehowa bona civatê xwe hazir dike

      Kamboca

      Şedê Yehowa bona civatê xwe hazir dike
      Şedê Yehowa bona civatê xwe hazir dike

      Ûkraîn

      Hergê tu tevî Şedên Yehowa Kitêba Pîroz hîn dibî, hilbet tu seva hînbûnê timê pêşda xwe hazir dikî û wê têmê ku hûnê derbaz bin, dixûnî. Em hêlana didine te, wekî seva civata jî xwe pêşda hazir kî, wî çaxî tuyê kareke mezin bistînî. Hergê tu evê yekê xwera bikî qeyde, û hînî vê yekê bî, tuyê axiriya xwe baş kî.

      Safî ke kîderê û kengê hazir bî. Hineka safî kirine wekî şebeqê pêşiya ku herin xebatê hazir bin, hinekara jî dest dide êvarê, çaxê zar îda raza ne. Firqî tune kengê û çiqas wede bijbêrî, hergê jî nayê standinê ku gelek wede bona hazirbûnê xerc kî, berxwe nekeve, ferz ew e ku wedê xwendinê dîna te derbazî ser tiştekî din nebe. Xwera cîkî xewle û rihet bijbêre, û usa bike wekî dîna te derbazî tiştekî din nebe. Mesele, radiyo, têlêvîziyon, yan jî têlê dikarî vêsînî. Pêşiya ku destpêkî hazir bî, Xwedêra dua bike, wekî alî te bike wê demê problêmên xwe bîr kî û bikaribî rind dîna xwe bidî Xebera Xwedê (Fîlîpî 4:6, 7).

      Hazir be caba xwe bidî. Pêşiyê têderxe hela vê têmayêda fikira sereke kîjan e. Ser navê têmayê bifikire, û dîna xwe bide binseriya, wekî têderxî ew çawa têmayêva girêdayî ne. Usa jî hemû şikila binihêre û pirsên paşin seva wekilandinê jî bixûne, çimkî ev jî fikirên ferz eyan dikin. Paşê îda her abzasekê yek-yek bixûne, û cabên ser pirsên jêrê nivîsar bivîne. Hemû rêzên ji Kitêba Pîroz ku abzasêda têne dayînê, bixûne, û bifikire, ku çawa ew têmayêva girêdayî ne (Karên Şandiya 17:11). Çaxê tu îda dikarî caba xwe bidî, wî çaxî hine giliya yan cimla kifş ke, wekî wedê civatê bikaribî caba xwe bînî bîra xwe. Û usa li ser civatê hergê dixwazî, dikarî destê xwe hilkişînî û pê giliyên xwe caba xwe bidî.

      Çaxê tu têmaya ku civatêda her heftiyê tê şêwirkirinê, lêkolîn kî û xwe hazir kî, usa her car tuyê fikireke teze bikî nava “xizna” xweye zanebûna ji Kitêba Pîroz (Metta 13:51, 52).

      • Kengê tu bona civatê xwe hazir dikî?

      • Ça tu dikarî xwe hazir kî, seva ku civatêda caba xwe bidî?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Çawa ku jorê hatibû şirovekirinê, hema usa xwe hazir ke seva hînkirina Birca Qerewiliyê, yan jî seva hînkirina Kitêba Pîroz civatêda. Usa jî bi alîkariya wî merivî, kî ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, cabekê hazir ke seva ku civatêda caba xwe bidî.

  • Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 10

      Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?

      Malbet qulixkirina tevî malbetê derbaz dike û şa ye

      Korêya Başûrê

      Mêr û jin Kitêba Pîroz tevayî lêkolîn dikin

      Brazîlya

      Şedekî Yehowa Kitêba Pîroz lêkolîn dike

      Avstralya

      Malbet têmeke ji Kitêba Pîroz şêwir dike

      Gîneya

      Hela hê berê jî Xwedê dixwest ku neferên malê timê tevayî wede derbaz kin, seva ku heleqetiya xwe hindava hevdu û Yehowa bişidînin (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Lema jî Şedên Yehowa her heftiyê carekê, wede divînin, seva ku tevî malbeta xwe Xwedêra xizmet kin. Wedê vê qulixkirina malbetê ewana dereca hêsa û rihetda, tevayî dişêwirin û derheqa wan têmên ruhanî xeber didin, yên ku malbetê wanra lazim in. Hergê tu tenê yî, wî çaxî wê baş be tu evî wedeyî dîsa jî tevî Yehowa Xwedê derbaz kî, dêmek têmekê ji Kitêba Pîroz xwera bijbêrî û hîn bî.

      Wedê qulixkirina tevî malbetê, em nêzîkî Yehowa dibin. “Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê nêzîkî we bibe!” (Aqûb 4:8) Çaxê em ji Kitêba Pîroz pêdihesin derheqa xeyset-hunur û karên Xwedê, wî çaxî em hê rind wî nas dikin û hê nêzîkî wî dibin. Em tevayî dikarin hêsa bi saya xwendina Kitêba Pîroz, qulixkirina tevî malbetê destpêkin, û wê baş be pê bernama xwendina Kitêba Pîroze civatêda, bixûnin. Wedê xwendinê eseyî nîne wekî tenê yek bixûne yên din bibihên, gişk dikarin pey hevra bixûnin, lê paşê her kes dikare bêje ku ji Kitêba Pîroz çi hîn bû.

      Wedê qulixkirina tevî malbetê em nêzîkî hevdu dibin. Bi saya hînbûna Kitêba Pîroz tevî malbetê, heleqetiya orta mêr û jin, yan dê-bav û zara hê baş dibe. Çaxê hînbûna tevî malbetê derbaz dibe, hemûyên malbetêda şabûneke mezin distînin û bi şabûnê dîsa hîviya vê rojê ne. Dê û bav salên zarên xwe hildidin hesab û têmekê seva wan dijbêrin, mesele ji jûrnala Birca Qerewiliyê, û Hişyar Bin!, yan jî ji malpera me jw.org. Hûn dikarin xeber din derheqa wan çetinaya, yên ku rastî zarên we tên, mesele derheqa çetinayên mektebêda. Paşê hûn dikarin bernamên têlêvîzyonê ya JW Broadcasting binihêrin (jw.org) û tevayî şêwir kin. Usa jî hûn dikarin kilama ku li civatê wê bistirên, pêşda malda hazir bin ku bistirên. Hin jî, paşî qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin hewas xwera wede derbaz kin û hinekî hêsa bin.

      Ev wedê mexsûs, yê ku hûn her heftiyê seva xizmetkirina Yehowara tevî malbetê derbaz dikin, wê alî we bike ku Xebera Xwedêda karê bivînin. Yehowa kirên we wê bişêkirîne û eseyî wê keremên xwe li ser we bibarîne (Zebûr 1:1-3).

      • Çira em wede divînin, seva ku tevî malbetê Xwedêra xizmet kin?

      • Çi cûreyî dê-bav dikarin roja qulixkirina tevî malbetê usa derbaz kin, wekî zarara hewas be?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Ji xûşk-birên civatê seva xwe pêbihese, hela ça ewana qulixkirina tevî malbetê derbaz dikin. Usa jî binihêre Oda Civatêda çi edebyetên me hene, û kîjana ji wan tu dikarî bidî xebatê, wekî zarên xwe derheqa Yehowa hîn kî.

  • Çira Em Diçine Civatên Mezin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 11

      Çira Em Diçine Civatên Mezin?

      Civata mezine sêrojî ya Şedên Yehowa Meksîkayêda

      Meksîka

      Edebyeteke ku ser civata mezine sêrojî hate derxistinê Almanyayêda

      Almanya

      Şedên Yehowa ser civata mezine sêrojî Botswanayêda

      Botswana

      Gedekî cahil tê nixumandinê Nîkaraguayêda

      Nîkaragua

      Drama ser civata mezine sêrojî

      Îtalya

      Dîna xwe bidê merivên ser vî şikilî çiqas şa ne! Ewana top bûne ser civateke mezin. Xizmetkarên Xwedêye berêra hatibû gotinê, wekî ewana salê sê cara top bin ser civata mezin, lema em jî mîna wan xizmetkara, dicivin ser civata mezin (Qanûna Ducarî 16:16). Her sal, sê civatên mezin derbaz dibin: Du civatên mezine yekrojî û civata mezine sêrojî. Lê ji van civata, çi karê em distînin?

      Civata mezin biratiya me qewî dike. Ça Îsraêliya bi şabûn nava “civînada” pesinê Xwedê didan, em jî bi şabûn tevayî top dibin, û van civatên mezinda Xwedêra qulix dikin (Zebûr 26:12; 111:1). Bi saya van civatên mezin hemû Şedên Yehowa, ji hemû civata û cûre-cûre welata, tevayî top dibin. Nîvro em bi hevaltî û edilayî, tevayî nan dixwin (Karên Şandiya 2:42). Li vir em bi çevê xwe wê hezkirinê divînin, ya ku hemû “biratiya” meye hemdinyayê dike yek (1 Petrûs 2:17).

      Civatên mezin alî me dikin ruhanîda pêşda herin. Îsraêliya gelek kar distandin, gava “gotinên” ji nivîsarê wanara şirovedikirin, wekî wanara femdarî be (Nehemiya 8:8, 12). Em jî gelek qîmet dikin ew hînkirinên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku em ser civatên mezin distînin. Her bernamek ser hîmê Kitêba Pîroz hatiye sazkirinê. Bi van xeberdanên hewas, bi temaşa, û bi rêzên gotara, em hîn dibin ça qirara Xwedê emirê xweda biqedînin. Usa jî çaxê ser civatên mezin xûşk-birên me gilî dikin ça ewana ber çetinaya teyax dikin û qanûnên Xwedê xwey dikin, em ruhanîda gelek qewî dibin. Ser civata mezine sê rojî, em dikarin dramê bi kincên berê bibînin, ji serhatîke Kitêba Pîroz. Ji van drama em dersên kêrhatî seva xwe hildidin. Ser her civateke mezin, merî têne nixumandinê. Bi vê yekê ewana nîşan dikin, ku emirê xwe pêşkêşî Xwedê dikin.

      • Çira civata mezin meniya şabûnê ye, seva me?

      • Civatên mezin çi karê dikarin tera bînin?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Hergê tu dixwazî bona biratiya me hê zêde pêbihesî, ji kerema xwe were ser civata meye mezin. Ew, kî tevî te derbaz dike hînbûna Kitêba Pîroz, dikare bernama civata mezin, ya ku teze derbaz bûye, bide te. Bi saya vê bernamê, tu dikarî pêbihesî li wir derheqa çi hatibû gotinê. Salnemêda seva xwe kifş ke, careke din kengê û kîderê civata mezin wê bê derbazkirinê, û hergê bikaribî were.

  • Şixulê Belakirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirinê û Rêberîkirinê?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 12

      Şixulê Belakirina Mizgîniyê Çawa Tê Sazkirinê û Rêberîkirinê?

      Şedên Yehowa mal bi mal mizgîniyê bela dikin

      Îspanya

      Şedekî Yehowa parkêda mizgîniyê bela dike

      Bêlarûsya

      Şedekî Yehowa preaching bi têlêfonê mizgîniyê bela dike

      Hong Kong

      Şedên Yehowa mizgîniyê bela dikin

      Pêrû

      Pêşiya mirinê Îsa şagirtên xwera giliyên usa gotibû: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Lê gelo çawa ev şixulê belakirina mizgîniyê gerekê bihata kirinê? Ev şixulê mezin tenê hingê wê bihata sêrî, hergê Mesîhiya çev bidana Îsa (Lûqa 8:1).

      Em mal bi bal merivara mizgîniyê bela dikin. Îsa Mesîh şagirtên xwe hîn dikirin, wekî mal bi mal xizmet kin (Metta 10:11-13; Karên Şandiya 5:42; 20:20). Qirna yekêda, her mizgînvanekîra cî hatibû dayînê, kîderê ku gerekê xizmet kira (Metta 10:5, 6; 2 Korintî 10:13). Îro jî şixulê belakirina mizgîniyê rind tê rêberîkirinê. Mesele, her civatekêra tê dayînê cî, yan mihale, kîderê ku ewana gerekê xizmet kin. Bi yekê em dikarin fermana Îsa Mesîh biqedînin, dêmek hemû merivara “dannasîn kin û şedetiyê bidin” (Karên Şandiya 10:42).

      Em wan hemû ciya mizgîniyê bela dikin, kîderê ku meriv hene. Îsa Mesîh dîsa vê yekêda mera meseleke baş e, ku ewî mizgînî bela dikir wan ciya, kîderê ku meriv top dibûn. Mesele ber devê berê, yan jî di gundada (Markos 4:1; Yûhenna 4:5-15). Em jî dannasîn dikin wan hemû ciya, kîderê ku merî hene. Mesele, li kûçê, li baxçe, li ciyê xebata meriya, yan jî bi têlêfonê. Em usa jî, çaxê mecal heye, mizgîniyê bela dikin cînarên xwera, bira-pismamên xwera, wanra tevî kîjana dixebitin yan jî hîn dibin. Bi saya şixulkariya me, em dikarin bi mîlyona meriyara mizgîniya xilazkirinê “xilaz kirina” bidin bihîstinê (Zebûr 96:2).

      Hela bifikire, teyê kêra bikaribûya derheqa mizgîniya padşatiyê gilî kira, û şirovekira ku ev mizgînî axiriyêda wê çi karê wanra bîne? Em te hêlan dikin, wekî evê mizgîniyê ji meriya veneşêrî, lê dewsê derbazî meriva bikî!

      • “Mizgînî” derheqa çi gerekê bê belakirinê?

      • Ça Şedên Yehowa belakirina mizgîniyêda çev didine Îsa Mesîh?

      HÊ ZÊDE PÊBIHESE

      Bipirse ji wî, kî ku te Kitêba Pîroz hîn dike, wekî çawa tu dikarî bi serwaxtî kesekîra derheqa vê yekê xeber dî, çi ku tu ji Kitêba Pîroz pêhesiyayî.

  • Çi Tê Hesabê Pêşeng?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 13

      Çi Tê Hesabê Pêşeng?

      Mizgînvanê hertim wedê xizmetiyê

      Kanada

      Mizgînvanê hertim wedê xizmetiyê

      Xizmetiya mal bi mal

      Pêşeng hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike

      Hînbûna Kitêba Pîroz

      Pêşeng hînbûna Kitêba Pîroze şexsî derbaz dike

      Hînbûna Kitêba Pîroze şexsî

      “Pêşeng”, tê gotinê ser wan meriva, yên ku pêşiyê diçin û rê vedikin, seva ku yên dinê bikaribin derbaz bin. Îsa jî awa gotî pêşeng bû, çimkî ev hate şandinê ser erdê, wekî xizmet ke û bi vê yekê seva xilazbûnê rê veke (Metta 20:28). Lema jî ewên ku pey Îsa diçin, çev didine wî û gelek wede xerc dikin seva ku meriya “bikin şagirtên” wî (Metta 28:19, 20). Hinek merî vê xizmetiyêda nin, ya ku em xizmetiya pêşengî dibêjin.

      Xizmetkarê hertim. Hemû Şedên Yehowa mizgîniya xêrê bela dikin. Hineka ji wan safî kirine, wekî ça pêşengên hertim xizmet kin, û mehê 70 siheta xizmet bikin. Seva vê yekê wana safî kir kêm bixebitin. Hineka jî safî kirin xizmet kin ça pêşengên mexsûs, seva ku wan ciya xizmet kin, kîderê hewce ye. Û her meha ewana 130 siheta zêdetir xizmet dikin. Ev pêşeng pey hebûnê nakevin û bi emirekî hêsa dijîn, û gumana wan ew e, ku Yehowa derheqa hewcên wan wê xem bike (Metta 6:31-33; 1 Tîmotêyo 6:6-8). Kî ku nikare xizmet ke ça pêşengê hertim, dikare ça pêşengê komekdar xizmet ke, û mehê 30 yan 50 siheta xizmet ke.

      Pêşeng ji bo hezkirina xwe hindava Xwedê û meriya evê yekê dikin. Mîna Îsa Mesîh, em jî fem dikin ku seva meriya gelek ferz e, pêbihesin derheqa Xwedê û qirara wî (Markos 6:34). Cem me heye zanebûneke usa, ya ku îda îro dikare alî meriva bike û him jî gumana wan derheqa axiriyê hê qewî ke. Ji bo hezkirina hindava meriya, pêşeng bi merdanî hemû wedê xwe û qewata xwe didine wê yekê, seva ku alî meriva bikin mizgîniya xêrê pêbihesin (Metta 22:39; 1 Têsalonîkî 2:8). Bi saya vê yekê baweriya wan hê qewî dibe, ewana hê nêzîkî Xwedê dibin, lema jî ewana bextewar in (Karên Şandiya 20:35).

      • Çi tê hesabê xebera “pêşeng”?

      • Ji bo kîjan meniyê pêşengên hertim xizmet dikin?

  • Çi Mekteb Hene bona Pêşenga?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
    • DERSA 14

      Çi Mekteb Hene bona Pêşenga?

      Xizmetkarên hertim wedê xizmetiyê

      Dewletên Yekbûyî

      Şagirt Mekteba Gîledêda
      Şagirt xwe hazir dikin bona xizmetiya mîsyonêrtî

      Mekteba Gîled, Patêrson, Niyû York

      Mêr û jin ku mîsyonêr in xizmet dikin Panamayêda

      Panama

      Şedên Yehowa bi wê yekê têne naskirinê, ku gelek mektebên wan hene, yên ku ser hîmê hînkirinên Xwedê ne. Ewa hînbûna mexsûs bona wan xizmetkara ye, yên ku hemû wedê xwe didine şixulê xizmetiyê. Ewana têne hînkirinê, wekî “qulixê xwe [rind] biqedînin” (2 Tîmotêyo 4:5).

      Mekteba seva Pêşenga. Kî ku salekê ça pêşeng xizmet dike, ew tê teglîfkirinê ser mekteba 6 rojî, ya ku Oda Civatêda derbaz dibe. Nêta wê mektebê ew e, ku alî pêşenga bike wekî ewana nêzîkî Yehowa bin, hemû aliyava kêrhatî bin xizmetiyêda û berdewam kin bi aminî xizmet kin.

      Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê. Ew mekteba dumehî, seva pêşengên cêribandî ye, yên ku hazir in bi rezedilî ji mala xwe dûr kevin, û herin wî cîyî xizmet kin, kîderê ku hewcetî ye. Ewana anegorî wan giliya dikin: “Va ez! Min bişîne”. Ewana çev didine Îsa Mesîh Mizgînvanê herî mezin ser erdê (Îşaya 6:8; Yûhenna 7:29). Ewana çaxê ji malê xwe dûr dikevin, carna lazim e ku hînî jîyîna ne standart yanî ne komfort bin. Xêncî wê yekê, ewana hînî çi cûre eyd-qeyd, hewa û xwarina hatine, dibeke wan ciya ew hemû tişt wî cûreyî nîbe. Usa jî cara lazim e ku zimanê teze jî hîn bin. Ew mekteb alî wan xûşk û birên azep û cotên zewacêda dike, yê ku emirda 23 heta 65 salî ne. Bi alîkariya wê mektebê ewana xeyset-hunurên ruhanî bal xwe zêde dikin, kîjan ku lazim tên bona şixulkariyê, û feresetên usa zêde dikin, wekî Yehowa û teşkîleta wî bikaribin wana bidine xebatê.

      Mekteba Gîled. Bi zimanê Îbranî xebera “Gîled”, tê hesabê “Qûça Şede”. Mekteba Gîled sala 1943-da saz bûye, 8 000 zêdetir şagirt ji wê mektebê hatibûn şandinê çawa mîsyonêr, wekî şedetiyê bidin “heta serê dinyayê”. Evê yekê axiriyê gelek kar anî (Karên Şandiya 13:47). Mesele, çaxê şagirt cara pêşin çûne welatê Pêrû, li wir qe civatek jî tune bû. Lê niha 1 000 zêdetir civat hene. Çaxê mîsyonêra destpêkirin xizmet kin Japonyayêda, li wir weke deh Şedên Yehowa bûn. Lê niha 200 000 zêdetir hene. Wedê hînbûna Mekteba Gîled, şagirt pênc meha Kitêba Pîroz bi temamî hîn dibin. Ewên ku xizmet dikin çawa pêşengên mexsûs, mîsyonêr, yên ku fîlîalêda xizmet dikin, û berpirsiyarên mihalê vê mektebêda rind têne hînkirinê, wekî bikaribin şixulê hemdinyayê qewî kin û pêşda bivin.

      • Çi ye nêta Mekteba seva Pêşenga?

      • Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê seva kê ye?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin