KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 1 rûp. 4-5
  • Mizgîniya ku Tera Hewas be Bizanibî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mizgîniya ku Tera Hewas be Bizanibî
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Serecem
    Hişyar Bin!—2018
  • Xwedê Cinetê Soz Dide
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Jîyîn Cinetêda Çi Cûreyî Bû?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 1 rûp. 4-5
Melek guh didin çaxê Îsa derheqa Padşatiya Xwedê merivara gilî dike

DERSA 1

Mizgîniya ku Tera Hewas be Bizanibî

Kesekî qe carekê tera tiştekî usa gotiye, wekî tu kesîra nebêjî?—a Mesele Kitêba Pîrozda jî tê gotinê, ku carekê Xwedê tiştekî usa got, derheqa çi jî tu kesî nizanibû. Hela hê meleka jî dixwestin hê zêde derheqa vê yekê pêbihesin. Ev mizgînî bû. Lê tu dixwazî bizanibî ev çi mizgînî bû?—

Ça tu difikirî, meleka çi dixwestin pêbihesin?

Wedê berê Xwedê mêr û jina pêşin efirandin. Navê wan Adem û Hêwa bû. Xwedê maleke bedew da wan, yê ku baxçê Êdênê dihate navkirinê. Hergê Adem û Hêwa gura Xwedê bikirana, hingê ewana û zarên wan wê bikaribûna erd pêda bikirana cinet, û heta-hetayê bijîtana. Lê tê bîra te Adem û Hêwa çi kirin?—

Adem û Hêwa gura Xwedê nekirin, lema jî em îro cinetêda ser erdê najîn. Lê Xwedê got ku ewê erdê pêda bedew ke, û her kes wê heta-hetayê bijî û bextewar be. Gelo Xwedê wê ça ev yek bike? Gelek wext meriv vê yekê nizanibûn, çimkî ev wanra eyan nîbû.

Çaxê Îsa hate ser erdê, ewî gelek tişt derheqa vê mizgîniyê merivara gilî dikir. Ewî wanra got, ku ev mizgînî derheqa Padşatiya Xwedê bû. Îsa wanra digot ku dua bikin, wekî ev Padşatî bê. Çimkî ev Padşatî wê erdê bike cinet.

Gava tu derheqa vê mizgîniyê pêhesiyayî, ev te xweş hat?— Bîra xweda xwey ke, wekî tenê ew meriv wê Cinetêda bijîn, yên ku gura Yehowa dikin. Kitêba Pîroz mera gelek serhatiya gilî dike derheqa wan jin û mêra, yên ku gura Yehowa dikirin. Tu dixwazî derheqa wan pêbihesî?— Werê em derheqa hineka ji wan pêbihesin, û bizanibin ku çawa em dikarin çev bidine wan.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Markos 4:11

  • 1 Petrûs 1:12

  • Destpêbûn 1:26-28; 2:8, 9; 3:6, 23

  • Metta 6:9, 10

  • Zebûr 37:11, 29

a Nava van serhatiyada paşî pirsa, tuyê nîşanekî usa (—) bivînî. Ev nîşan tê hesabê ku gerekê bisekinî, seva ku zara te bikaribe caba xwe bide.

PIRS:

  • Çira îro erd cinet nîne?

  • Kitêba Pîroz derheqa kîjan mizgîniya ferz dibêje?

  • Îsa derheqa vê mizgîniyê çi merivara gilî dikir?

  • Çi tu gerekê bikî, seva ku Cinetêda bijîyî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin