DERSA 2
Rêvêkayê Dixwest Dilê Yehowa Şa ke
Rêvêka Yehowa hez dikir. Navê mêrê wê Îshaq bû. Îshaq jî Yehowa hez dikir. Lê ça wana hev nas kir? Û ça Rêvêka da kifşê ku dixwest dilê Yehowa şa ke? Werê pêşiyê em derheqa mêrê wê Îshaq, pêbihesin.
Dê-bavê Îshaq, Birahîm û Serah bûn. Ewana erdê Kenanêda dijîtin. Kenanêda meriv Yehowara xizmet nedikirin. Lê Birahîm dixwest, wekî kurê wî bizewice ser qîzeke usa, ya ku Yehowara xizmet dike. Lema jî ewî xulamê xwe Eliyezer şande erdê Haranê, seva ku bona Îshaq jinê bivîne. Vî erdîda bira-pismamên Birahîm diman.
Rêvêka hazir bû evê xebata giran bike, seva ku av bide deva
Eliyezer tevî xulamên Birahîme din, rê ket. Riya wan gelek wede kişand. Ewana tevî xwe dehe deveyên barkirî birin, yên ku ser xwe xwarin û pêşkêş dibirin. Lê gelo Eliyezer ça gerekê bizanibûya, ku Îshaqra kîjan qîzê bijbêre? Çaxê Eliyezer û xulamên mayîn hatine Haranê, ewana ber kaniyê sekinîn. Çimkî Eliyezer zanibû, ku zûtirekê kulfet gerekê bêne ser kaniyê, seva ku avê hildin. Ewî Yehowara dua kir û got: “Hergê ez qîzekêra bêjim, ku hine av bide min, û ewê, avê bide min û deveyên min, bi vê yekê ezê bizanibim ku ev hema ew qîz e, ya ku te bijartiye”.
Hingê Rêvêka hate ber kaniyê. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku ew qîzeke nazik bû. Eliyezer av ji wê xwest ku vexwe. Rêvêka gotê: “Belê, kerem ke. Ezê avê bidime te û herim wekî bona deveyên te jî avê bînim”. Lê tu zanî wekî deveyên tî, gelek avê vedixwin! Lema jî Rêvêka reve-rev diçû ber kaniyê û av dianî. Hela dîna xwe bide şikil. Tu divînî ku Rêvêka xebateke çiqas giran dike?— Eliyezer gelek ecêbmayî ma, ku çawa Yehowa caba duayê wî da.
Eliyezer gelek tiştên bedew pêşkêşî Rêvêkayê kir. Wî çaxî Rêvêka, ça Eliyezer usa jî xulamên din teglîfî mala bavê xwe kir. Hingê Eliyezer şirovekir, ku çira Birahîm ew şande vî erdî, û çawa Yehowa caba duayê wî da. Malbeta Rêvêkayê şa bû û qayîl bû, wekî qîza wan bibe jina Îshaq.
Rêvêka tevî Eliyezer çû Kenanê û bû jina Îshaq
Lê tu ça difikirî, Rêvêka xwest bibe jina Îshaq?— Rêvêka zanibû ku Yehowa, Eliyezer şande mala wan. Lema jî çaxê malbeta Rêvêkayê lê pirsîn hela ew dixwaze here Kenanê, wekî bibe jina Îshaq, ewê got: “Erê, ez dixwazim herim”. Paşê vê yekê Rêvêka tevî Eliyezer rê ket. Çaxê ewana hatine Kenanê, Rêvêka bû jina Îshaq.
Rêvêka hemû tişt usa kir, çawa ku Yehowa dixwest. Lema jî Yehowa lê kerem kir. Gelek sal derbaz bû, û Îsa malbeta wêda hate bûyînê! Hergê tu jî mîna Rêvêka dilê Yehowa şa dikî, ewê te jî kerem bike.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Destpêbûn 12:4, 5; 24:1-58, 67