DERSA 12
Xortê Mêrxas
Werê em pêbihesin derheqa xortekî, yê ku emirê xalê xwe xilaz kir. Navê xalê wî Pawlos bû. Em navê vî xortî nizanin, lê em zanin ku ewî tiştek bi mêrxasî kir. Tu dixwazî pêbihesî wekî ewî çi kir?—
Pawlos şeherê Orşelîmêda, kelêda bû. Pawlos hate girtinê, çimkî ewî derheqa Îsa mizgînî bela dikir. Hine merivên xirab, Pawlos hez nedikirin, lema jî wana tiştekî xirab safî kir ku bikin. Wana got: “Werên em bêjine mezinê eskera, wekî eskerên wî Pawlos bivine bal hakim. Emê jî nêzîkî rê cîkî xwe veşêrin. Û çaxê ewana vê rêra derbaz bin, hingê emê Pawlos bigirin û bikujin!”
Kurê xûşka Pawlos, xalê xwera û mezinê eskerara derheqa nêta merivên xirab gilî dike
Hingê kurê xûşka Pawlos derheqa şixulê wanî xirab bihîst. Lê ewî çi kir? Ew çû kelê û Pawlosra derheqa vê yekê gilî kir. Pawlos gote wî, wekî here cem mezinê eskera û hemû tiştî wîra bêje. Ça tu difikirî, wî xortê cahilra hêsa bû tevî mezinê eskera xeber de?— Na, hêsa nîbû, çimkî mezinê eskera yekî girîng bû. Lê kurê xûşka Pawlos mêrxas bû, û çû tevî mezinê eskera xeber da.
Mezinê eskera rind zanibû ku çi gerekê bike. Ewî weke 500 esker şandin, wekî Pawlos xwey kin! Ewî gote eskerên xwe, ku vê şevê Pawlos hildin û bivine Qeyseryayê. Gelo Pawlos hate xilazkirinê?— Belê, Pawlos xilaz bû. Merivên xirab jî nikaribûn ew bigirtana! Safîkirina wane xirab nehate sêrî.
Lê tu çi dikarî ji vê serhatiyê hîn bî?— Tu jî dikarî mîna wî xortî mêrxas bî. Çaxê em tevî meriva derheqa Yehowa xeber didin, mera lazim e, wekî em mêrxas bin. Tuyê mêrxas bî, û timê derheqa Yehowa tevî meriva xeber dî?— Zanî hergê tu usa bikî, tê jî bikaribî emirê kesekî xilaz kî.