KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 13 rûp. 28-29
  • Tîmotêyo Dixwest Alî Meriva Bike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîmotêyo Dixwest Alî Meriva Bike
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Pawlos û Tîmotêyo
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Kifşkirina Xweda bi Dil û Can Bixebite!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Birên Cabdar; Çev Bidine Tîmotêyo
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • “Qewîkirina Civata”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 13 rûp. 28-29
Tîmotêyoyê cahil ji diya xwe Eynikê, û ji pîrika xwe Loyîsê hîn dibe

DERSA 13

Tîmotêyo Dixwest Alî Meriva Bike

Tîmotêyo xortekî cahil bû û ewî bi şabûn alî meriva dikir. Ew dikete rê û diçû gelek ciya, seva ku alî meriva bike. Û ji bo vê yekê emirê wî gelek hewas derbaz dibû. Tu dixwazî derheqa emirê Tîmotêyo hê zêde pêbihesî?—

Dê û pîrika Tîmotêyo, ew derheqa Yehowa hîn dikirin

Tîmotêyo şeherê Lîstrayêda mezin dibû. Çaxê ew hê zar bû, pîrika wî Loyîs û diya wî Eynikê, derheqa Yehowa ew hîn dikirin. Çaxê Tîmotêyo mezin bû, ewî xwest alî meriva bike, wekî ewana derheqa Yehowa pêbihesin.

Çaxê Tîmotêyo hê gelek cahil bû, Pawlos ew teglîf kir ku ew tevî wî bikeve rêwîtiyê û cûre-cûre ciyada xizmet bikin. Tîmotêyo got: “Belê!” Ça tê kifşê, Tîmotêyo hazir bû tevî Pawlos biçûya û alî meriva bikira.

Tîmotêyo tevî Pawlos rê ket û çû Makedonyayê li şeherê Têsalonîkê. Seva bigihîştana wî ciyî, ewana gelek rê çûn û paşê jî pê qeyîkê çûn. Çaxê ewana gihîştine cî, destpêkirin alî gelek meriva bikin, wekî derheqa Yehowa pêbihesin. Lê hine merî gelek ser wan hêrs ketibûn, û dixwestin ziyanê jî bidana wan. Lema jî Pawlos û Tîmotêyo ji vî şeherî derketin û çûn ciyên din xizmet bikin.

Tîmotêyo tevî Pawlosê şandî pê qeyîkê rê ketin

Emirê Tîmotêyo bi şabûn û hewas bû

Çend meh derbaz bûn û Pawlos gote Tîmotêyo, ku ew vegere şeherê Têsalonîkê û pêbihese, wekî halê bira wêderê çawa ne. Bi rastî jî mêrxasî lazim bû, wekî dîsa herî wî şeherî, kîderê ku dixwazin ziyanê bidine te! Lê yeke Tîmotêyo çû vî şeherî, çimkî ew ber xwe diket seva wan bira, yên ku vî şeherîda dijîtin. Çaxê Tîmotêyo ji Têsalonîkê vegeriya, ewî mizgînî Pawlosra anî. Dêmek halê wan bira, yên ku Têsalonîkêda bûn, baş bû!

Tîmotêyo gelek sal tevî Pawlos şixulkarî dikir. Carekê Pawlos nivîsî, ku Tîmotêyo merîkî gelek baş bû, kîjanî ku ewî dikaribû bişanda ciya, wekî alî civata bike. Tîmotêyo Yehowa û meriv hez dikirin.

Lê tu meriva hez dikî, û dixwazî alî wan bikî ku derheqa Yehowa pêbihesin?— Hergê tu usa bikî, wê emirê te jî mîna yê Tîmotêyo gelek bi şabûn û hewas be!

PIRS:

  • Tîmotêyo kîderê mezin dibû?

  • Tîmotêyo xwest tevî Pawlos rê keve yan na? Çira?

  • Çira Tîmotêyo dîsa çû Têsalonîkê?

  • Çi tu gerekê bikî ku emirê te mîna yê Tîmotêyo, bi şabûn û hewas be?

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • 2 Tîmotêyo 1:5; 3:15

  • Karên Şandiya 16:1-5; 17:1-10

  • 1 Têsalonîkî 3:2-7

  • Fîlîpî 2:19-22

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin