KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 3 rûp. 8-9
  • Rexabê Yehowa Bawer Kir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rexabê Yehowa Bawer Kir
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Rexab Cesûsa Vedişêre
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Rexab Cesûsa Vedşêre
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Dîwarêd Erîhayê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cimeta Îsraêl Dikeve Kenanê
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 3 rûp. 8-9
Rexab tê ser baniyê, kîderê cesûs xwe vedişêrin

DERSA 3

Rexabê Yehowa Bawer Kir

Bide hesabê xwe ku em şeherê Erîhayêda nin. Ev şeher erdê Kenanêda ne, merivên kîjanî Yehowa bawer nedikirin. Û kulfetek bi navê Rexab jî wêderê dijît.

Çaxê Rexab hê zar bû, ewê bihîstibû serhatiya derheqa Mûsa, ku ewî çawa Bera Sor kire du para, û cimeta Îsraêlê ji Misirê derxist. Ewê usa jî bihîstibû, wekî ça Yehowa alî Îsraêliya kiriye, wekî şerada dijminên xwe alt kin. Lê niha ew dibihê ku Îsraêlî nêzîkî Erîhayê cîwar bûne!

Rexabê cesûs veşartin, çimkî ewê Yehowa bawer dikir

Êvarekê du Îsraêlî ketine Erîhayê, wekî dizîkava vê şeherê binihêrin. Merivên usa, têne navkirinê cesûs. Ewana hatine mala Rexabê. Ewê wana teglîf kir, seva ku mala wêda bimînin. Êvarê, padşê Erîhayê pêhesiya ku cesûs şeherda nin, û ewana mala Rexabêda mane. Lema jî padşa hine merî şandin, wekî wan cesûsa bigirin. Lê Rexabê ew cesûs ser baniyê mala xweyî pen veşartin. Û Rexabê usa got wan merivara, kîjana padşa şandibû: “Cesûs vira bûn, lê ewana îda ji şeher derketin. Hergê hûn niha pey wan kevin, hûnê wana bigirin!” Lê tu zanî Rexab çira wan cesûsa vedişêre?— Çimkî ew Yehowa bawer dike, û zane ku Yehowa erdê Kenanê wê bike destê Îsraêliya.

Pêşiya ku cesûs ji mala Rexabê biçûna, ewana soz dane wê, ku çaxê şeherê Erîhayê bê hilşandinê, ewê tevî malbeta xwe xilaz be. Lê tu zanî cesûsa jêra çi gotin, ku ew bike?— Wana got: “Hilde toga sor û ser pencera mala xwe darda ke. Hergê tu usa bikî, her kesê ku mala teda be, wê xilaz bin”. Rexabê hemû tişt hema usa kir, çawa ku cesûsa wêra gotibûn. Lê tu zanî paşê çi diqewime?—

Toga sor ji pencera Rexabê, ser dîwarê Erîhayêra dardakiriye

Yehowa, Rexab û malbeta wê xwey kir

Hine wede derbaz bû, û Îsraêliya destpêkirin dora şeher herin-bên. Şeş roja ewana dora şeher rojê carekê diçûn-dihatin. Lê roja hefta ewana heft cara dora şeher diçûn-dihatin. Hingê ewana tevayî bi dengê qayîm kirine qare-qar. Wê demê Yehowa dîwarên vî şeherî hilşandin. Lê ew mala ku toga sor pêva girêdayî bû, hilneşiya! Lê tu dikarî evê yekê ser şikil bivînî?— Rexab û malbeta wê xilaz bûn!

Tu çi dikarî ji mesela Rexabê hîn bî?— Rexabê Yehowa bawer kir, çimkî ewê derheqa wî gelek tiştên baş pêhesiyabû. Tu jî derheqa Yehowa gelek tiştên baş pêdihesî. Lê tu mîna Rexabê baweriya xwe Yehowa tînî?— Em zanin wekî tu hema usa jî dikî!

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Yêşû 2:1-24; 6:1-5, 14, 15, 20-25

  • Îbranî 11:31

PIRS:

  • Çaxê Rexab hê zar bû, ewê kîjan serhatî dibihîstin?

  • Rexabê ça alî cesûsên Îsraêlî kir? Çira ewê alî cesûsa kir?

  • Cesûsa çi soz dane Rexabê?

  • Tu ji mesela Rexabê çi dikarî hîn bî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin