KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • yc serê 4 rûp. 10-11
  • Ewê Dilê Bavê Xwe û Yehowa Şa Kir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ewê Dilê Bavê Xwe û Yehowa Şa Kir
  • Zarên Xwe Hîn kin
  • Têmên Mîna Wê
  • Sozê Yeftah
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Xwedê yên Amin Qebûl Dike
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Sozê Yeftah
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Yeftah Merivekî Ruhanî bû
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
Hê Zêde Binihêre
Zarên Xwe Hîn kin
yc serê 4 rûp. 10-11
Yeftah tevî qîza xweye biçûk wede derbaz dike

DERSA 4

Ewê Dilê Bavê Xwe û Yehowa Şa Kir

Yeftah Yehowara dua dike, gava ordiya Îsraêliya miqabilî dijmina şer dike

Yeftah çi soz dide Yehowa?

Yeftah ji şer vedigere mal û qîza xwe hemêz dike ya ku derket, ku rastî wî bê

Ev yek hêsa nîbû, lê qîza Yeftah sozê bavê xwe anî sêrî

Tu keçikê ser şikil divînî?— Ew qîza mêrekî ye, navê kîjanî Yeftah e. Kitêba Pîroz nabêje derheqa navê vê keçikê, lê em zanin ku ewê dilê bavê xwe û Yehowa şa kir. Werê em derheqa wê û bavê wê Yeftah pêbihesin.

Yeftah mêrekî baş bû û timê derheqa Yehowa qîza xwera gilî dikir. Yeftah usa jî mêrekî qewî û rêberekî baş bû. Lema jî Îsraêlî xwestin, wekî ew rêberiyê wan bike, seva ku tevî dijmina şer bikin.

Yeftah Yehowara dua kir seva ku ew alî wî bike, şerda serkeve. Yeftah soz dabû Yehowa, ku hergê ew vî şerîda serkeve, hingê çaxê ew wê vegeriya mal, wê wî merivî pêşkêşî Xwedê bikira, yê ku pêşiya hemûya ji mala wî derketa û rastî wî bihata. Ew merivê ku pêşkêşî Yehowa dikirin, gerekê temamiya emirê xwe konê Xwedêda bijîta û bixebitiya. Kon ew cî bû, kîderê meriv Xwedê dihebandin. Axiriyê, Yeftah şerda serket! Lê tu zanî çaxê Yeftah ji şer vegeriya mal, kî pêşiya hemûya rastî wî hat?—

Belê, ev qîza Yeftah bû! Ew zara wîye tayê-tenê bû. Û bide hesabê xwe ku Yeftahra çiqas çetin bû ji qîza xwe biqete. Ji bo vê yekê ew gelek dilteng bû. Lê tê bîra te, wekî ewî îda soz dabû. Hingê qîza wî gotê: “Bavo, hergê te soz daye Yehowa, bira usa be”.

Qîza Yeftah bona kon dara top dike; hevalên wê hatin serlêdana wê bikin

Hevalên qîza Yeftah, her sal dihatin ku serlêdana wê bikin

Qîza Yeftah jî gelek dilteng bû. Konda, ewê gerekê mêr nekira û zar neaniya. Lê ewê gelek dixwest sozê bavê xwe bîne sêrî, û dilê Yehowa şa ke. Ev yek seva wê hê ferz bû, ne ku wekî mêr ke û zara bîne. Lema jî ewê mala bavê xwe hîşt, û temamiya emirê xwe konda dijît.

Tu ça difikirî, qîza Yeftah bi vê yekê, dilê bavê xwe û Yehowa şa kir?— Belê, şa kir! Hergê tu guhdar î û Yehowa hez dikî, tu dikarî mîna qîza Yeftah bî. Tuyê jî bikaribî dilê dê-bavê xwe û Yehowa gelek şa kî.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Qanûna Ducarî 6:4-6

  • Hakimtî 11:30-40

  • 1 Korintî 7:37, 38

PIRS:

  • Yeftah Kî bû? Ewî çi soz dabû Yehowa?

  • Çira qîza Yeftahra hêsa nîbû, wekî sozê bavê xwe bîne sêrî?

  • Seva qîza Yeftah çi diha ferz bû?

  • Tu çawa dikarî mîna qîza Yeftah bî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin