DERSA 5
Samûyêl Vê Yekê Dikir Çi ku Rast bû
Samûyêlê cahil konê Xwedêda dijît û dixebitî. Kon ew cî bû, kîderê meriv dihatin, wekî Yehowa bihebînin. Lê tu zanî Samûyêl ça hate konê? Werê em pêşiyê derheqa diya Samûyêl, Hannayê pêbihesin.
Gelek wext Hannayê nikaribû zar bianiya. Lê ewê gelek dixwest ku zareke wê hebe, lema jî ewê Yehowara derheqa vê yekê dua dikir û lavaya wî dikir, wekî alî wê bike. Hannayê soz da, ku hergê kurek jêra bibe, ewê wî bişîne kon, seva ku ew wêderê bijî û xizmet ke. Yehowa caba duayê wê da, û ewê kurek anî. Hannayê navê wî danî Samûyêl. Çaxê Samûyêl sê-çar salî bû, Hannayê kurê xwe hilda û bire kon, seva ku ew wêderê Xwedêra xizmet ke, çawa ku ewê soz dabû.
Elî konda kahînê mezin bû. Her du kurên wî jî, konda xizmet dikirin. Bira bîra teda be, wekî kon mala Xwedê bû bona hebandinê. Û meriv dihatine kon, seva ku tiştên baş bikin. Lê kurên Elî tiştên gelek xirab dikirin. Samûyêl didît wekî kurên wî çi dikirin. Lê gelo Samûyêl jî mîna kurên Elî tiştên xirab dikir?— Na. Samûyêl xwe li rastiyê digirt û hemû tişt usa dikir, çawa ku dê-bavê wî, ew hîn kirin.
Ça tu difikirî, çaxê Elî didît wekî kurên wî xirabiyê dikin, ewî gerekê çi bikira?— Elî gerekê ewana ceza kirana. Xêncî vê yekê, ewî gerekê îda îzin neda wan ku mala Xwedêda xizmet kirana. Lê Elî usa nekir. Lema jî Yehowa gelek ser wî, û her du kurên wî hêrs ket. Yehowa safî kir, ku wana ceza ke.
Samûyêl giliyê Yehowa derbazî Elî dike
Şevekê gava Samûyêl raza bû, ewî dengek bihîst ku gazî wî dikir: “Samûyêl!” Hingê ew radibe û direve cem Elî, lê Elî dibêje: “Min gazî te nekiriye”. Ev yek du cara zêdetir qewimî. Cara sisiya, Elî gote Samûyêl, ku hergê ew dîsa carekê wî dengî bibihê, gerekê usa bêje: “Kerem ke Yehowa, bêje; ez te dibihêm”. Samûyêl hema usa jî kir. Paşê Yehowa gote Samûyêl: “Bêje Elî ku ezê malbeta wî ceza kim, bona wan hemû tiştên xirab, ku wana kiriye”. Tu ça difikirî, Samûyêlra hêsa bû vê yekê Elîra bêje?— Na, ev yek hêsa nîbû. Rast e Samûyêl tirsiya, lê yeke ewî hemû tişt usa kir, çawa ku Yehowa wîra gotibû. Çi ku Yehowa gotibû, hate sêrî. Her du kurên Elî hatine kuştinê, û Elî jî mir.
Samûyêl meseleke gelek baş e seva me. Rast e Samûyêl didît ku merivên din tiştên xirab dikirin, lê yeke ewî tiştên rast dikir. Lê hela derheqa xwe bifikire. Tuyê bibî mîna Samûyêl û xwe mîna wî li rastiyê bigirî? Hergê tu usa bikî, tuyê dilê Yehowa û dilê dê-bavê xwe şa kî.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
1 Samûyêl 2:22-26; 3:1-21