DERSA 6
Dawid Neditirsiya
Çaxê tu ditirsî, tu çi dikî?— Dibeke diçî cem dê û bavê xwe, wekî ewana alî te bikin. Lê zanî wekî xêncî dê-bavê te dîsa kesek heye, yê ku dikare alî te bike. Ew ji hemûşka qewattir e. Tu zanî ev kî ye?— Belê, ev Yehowa Xwedê ye. Werê em niha bona xortekî bi navê Dawid xeber din, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda nivîsar e. Dawid zanibû, wekî Yehowa timê wê alî wî bike, lema jî ew neditirsiya.
Çaxê Dawid hê zar bû, dê-bavê wî ew hîn dikirin, wekî Yehowa hez bike. Ev yek alî wî dikir ku netirse hela hê wî çaxî jî, gava ew rastî hine tiştên xof dihat. Dawid zanibû ku Yehowa dostê wî ye, û wekî wê alî wî bike. Carekê çaxê ew ber pêz bû, nişkêva şêrekî mezin derket û pezeke wî girt! Lê tu zanî Dawid çi kir? Ewî da pey şêr, û bi destên xwe ew kuşt! Carekê jî, hirç peza wî girt, lê Dawid ev hirç jî kuşt! Tu çi difikirî, kî alî Dawid kir?— Belê, Yehowa alî wî kir.
Dîsa wedekî usa hebû, çaxê Dawid mêrxasiya xwe da kifşê. Cimeta Îsraêlî miqabilî cimeta din derdiket. Ev Filistî bûn. Yek ji eskerên Filistiya gelek bilind û terikî bû! Navê wî Golyat bû. Golyat qerfê xwe Îsraêliya û Yehowa dikir. Ewî digote eskerên Îsraêliya, wekî derkevin û tevî wî şer kin. Tu kes ji Îsraêliya newêribû tevî wî şer kira, çimkî ewana ditirsiyan. Lê çaxê Dawid derheqa wê yekê bihîst, ewî gote Golyat: “Ezê derkevim tevî te şer bikim! Yehowa wê alî min bike, û ezê te alt kim!” Tu çi difikirî Dawid mêrxas bû?— Erê, Dawid gelek mêrxas bû. Dixwazî pêbihesî paşê çi qewimî?
Dawid pênc kevirên pen û şidan hilda, û çû tevî Golyat şer ke. Çaxê Golyat, Dawid dît, ew ecêbmayî ma û destpêkir qerfê xwe wî bike, çimkî Dawid hê cahil bû. Lê Dawid gote wî: “Tu tevî min pê şûr û rimê xwe derketî, lê ez bi navê Yehowa tême ser te!” Paşê Dawid kevir derxist, kire şidana xwe, berbi Golyat revî û ev kevir avîte wî. Ev kevir raste-rast eniya Golyat ket! Hingê Golyat erdê ket û mir! Çaxê Filistiya ev yek dîtin, hemûşk ji tirsa revîn. Gelo Dawid ça karibû Golyatê terikî alt kira, ne ew hê cahil bû?— Yehowa alî wî kir, çimkî Yehowa ji Golyatê terikî, qewattir bû!
Dawid neditirsiya, çimkî zanibû ku Yehowa wê alî wî bike
Çi tu dikarî ji mesela Dawid hîn bî?— Yehowa ji hemûşka qewattir e. Û ew dostê te ye. Hergê usa biqewime ku tu bitirsî, bîr neke wekî Yehowa dikare alî te bike, ku mêrxas bî!
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Zebûr 56:3, 4
1 Samûyêl 17:20-54