DERSA 8
Hevalên Yoşiyayî Baş Hebûn
Ça tu difikirî, çetin e bikî ew çi ku rast e?— Gelek meriv difikirin, wekî çetin e. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa gedekî, kîjanîra gelek çetin bû tiştên rast bike. Navê wî Yoşiya bû. Lê hevalên Yoşiyayî baş hebûn, û ewana alî wî dikirin. Werê em hê zêde derheqa Yoşiya û hevalên wî pêbihesin.
Bavê Yoşiya, Amon bû. Amon padşê Cihûdayê bû. Amon yekî gelek zulm bû û serê xwe ber pûta datanî. Çaxê Amon mir, kurê wî Yoşiya bû padşê Cihûdayê. Lê hingê Yoşiya heyşt salî bû! Ça tu difikirî, Yoşiya jî mîna bavê xwe yekî zulm bû?— Na, ew yekî usa nîbû!
Sêfanya elamî meriya dikir, ku serê xwe ber pûta daneynin
Rast e Yoşiya hê zar bû, lê yeke ewî dixwest gura Yehowa bike. Lema jî Yoşiya hevalên usa xwera dijbart, yên ku Yehowa hez dikirin. Wana alî Yoşiya dikir, wekî ew yek bikira, çi ku rast bû. Lê gelo hevalên wî kî bûn?
Yek ji wan Sêfanya pêxember bû. Sêfanya elamî merivên Cihûdayê dikir, wekî serê xwe ber pûta daneynin, yan na, wê tiştekî xirab bê serê wan. Yoşiya guh da Sêfanya û serê xwe ber Yehowa datanî, ne ku ber pûta.
Lê hevalê Yoşiyayî din jî, Yêremya bû. Yêremya û Yoşiya, emirda weke hev bûn. Ewana usa jî nêzîkî hev diman û tevayî mezin dibûn. Bi rastî jî ewana hevalên gelek baş bûn. Çimkî çaxê Yoşiya mir, Yêremya kilam ser wî nivîsî derheqa wê yekê, ku çiqas dilê wî ser Yoşiya dişewite. Yêremya û Yoşiya alî hev dikirin, wekî vê yekê bikin, çi ku rast e. Wana usa jî gura Yehowa dikir.
Yoşiya û Yêremya alî hev dikirin, wekî tiştên rast bikin
Tu çi dikarî ji Yoşiya hîn bî?— Rast e Yoşiya hê biçûk bû, lê yeke ewî dixwest tiştên rast bike. Ewî usa jî zanibû, wekî tevî wan meriya gerekê hevaltiyê bike, yên ku Yehowa hez dikin. Tu jî hevalên usa xwera bijbêre, yên ku Yehowa hez dikin û dikarin alî te bikin, wekî tiştên rast bikî!
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
2 Dîrok 33:21-25; 34:1, 2; 35:25