DERSA 9
Yêremya Timê Derheqa Yehowa Xeber Dida
Çira merî ser Yêremya hêrs ketin?
Yehowa alî Yêremya kir
Çaxê em meriyara derheqa Yehowa xeber didin, carna ji bo vê yekê ewana dikarin qerfê xwe me bikin yan jî ser me hêrs kevin. Û ev yek dikare ser me usa hukum be, wekî em îda nexwazin derheqa Yehowa xeber din. Tevî te qe tiştên usa qewimiye?— Kitêba Pîroz gilî dike derheqa xortekî, yê ku Yehowa hez dikir, lê hindik mabû ewî xwe ker kira. Navê wî Yêremya bû. Dixwazî hê zêde derheqa wî pêbihesî? Werê em binihêrin.
Çaxê Yêremya hê gelek cahil bû, Yehowa gote wî, ku ew gerekê meriyara elam ke, wekî şixulên xweyî xirab bihêlin. Yêremyara çetin bû evê yekê bike, û ew tirsiya. Ewî gote Yehowa: “Ez nizanim çi û ça bêjim. Ne ez hê gelek cahil im”. Lê Yehowa gotê: ‘Netirse. Ezê alî te bikim’”.
Paşî wê yekê Yêremya destpêkir bêje meriya, ku hergê ewana şixulên xweyî xirab nehêlin û neyêne guhastinê, wê bêne cezakirinê. Tu ça difikirî, meriva guh dane Yêremya û şixulên xirab hîştin?— Na. Wana destpêkir qerfê xwe wî bikin û ser wî hêrs kevin. Hineka jî hela hê jî dixwestin wî bikujin! Lê gelo hingê Yêremya çi ser xwe texmîn kir, ça difikirî?— Ew tirsiya û got: “Ezê îda derheqa Yehowa tu car xeber nedim”. Lê bi rastî, ewî xwe ker kir?— Na, ewî xwe ker nekir. Yêremya gelek Yehowa hez dikir, lema jî nikaribû xwe ker kira û derheqa Yehowa xeber neda. Yêremya şixulê xwe neda sekinandinê û destê xwe danexist, lema jî Yehowa ew da bawerkirinê, ku wê wî xilaz ke.
Mesele, carekê hine merivên xirab Yêremya girtin û avîtine çela kûr, ya ku bi heriyê tije bû. Wêderê Yêremya bê nan-av hîştin. Ew mêrên xirab dixwestin wekî Yêremya çelêda bimire. Lê bi alîkariya Yehowa ew xilaz bû!
Tu çi dersê dikarî ji Yêremya hîn bî?— Rast e carna ew ditirsiya jî, lê yeke nedisekinî û timê derheqa Yehowa xeber dida. Çaxê tu jî meriyara derheqa Yehowa xeber dî, diqewime ewana qerfê xwe te bikin, yan jî ser te hêrs kevin. Ji bo vê yekê dibeke tu destpêkî bitirsî û tevîhev bî. Lê çi jî hebe tu car nesekine û derheqa Yehowa timê meriyara xeber de. Çawa ku Yehowa alî Yêremya kir, wê alî te jî bike.
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
Yêremya 1:4-8; 20:7-9; 26:8-19, 24; 38:6-13